Li Ser Bingeha Yasaya Dirav Û Dayînan A Navendî Ya Hejmar (9) A Sala 2021 Z, Nemaze Bendên (6), (39), (40), (41), (42), (43), (44), (45) , (46), (62)

Û Civînnameya Encûmena Eêvebir A Nivîsgeha Dirav Û Dayînan A Navendî  Hejmar (2) Dîrok 22.1.2024

Serokatiya Hevbeş A Nivîsgeha Dirav Û Dayînan A Navendî

Biryar Da Ku:

Rêwerzên  Destûrdayîna Saziyên Perepêdana Biçûk

Hejmar (1) Ya 2024an

Bend (1)

Pênase

peyv û hevokên ku di lîsteyê de hatine ziman dê wateyên ku li jêr  hatine destnîşan kirin bidin, eger wateyeke din nede :

Rêveberiya Xweser: Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê sûriyeyê.

Nivîsgeha Diravan: nivîsgeha dirav û dayînan a navendî li bakur û rojhilatê sûriyeyê.

Encûmena Eêvebir: Encûmena Eêvebir a nivîsgeha dirav û dayînan a navendî li bakur û rojhilatê sûriyeyê.

Yasa: yasaya navendî ya dirav û dayînan a hejmar (9) ya sala 2021an z

kes: kesê xwezayî yan yasayî:

Pêşkêşkerê daxwaznameyê: kesê ku serî li Nivîsgeha Diravan dide da ku destûrnameyekê werbigire û çalakiyên perepêdana biçûk bike.

Çalakiyên perepêdana biçûk: pêşkêşkirina deyn an jî perepêdan û çalakiyên darayî ji kesên şareza re, û ji kesên ku nikarin xizmetên darayî

ji sektora bankî werbigirin, bi tevahî an jî beşekî, çi kes bin, çi pargîdanî/karsaziyên herî biçûk bin an biçûk bin, li gorî pîvanên ku di van rêwerzan de hatine destnîşan kirin

Saziya perepêdana biçûk: pargîdaniyeke xwedan berpirsiyariya sînordar e,an pargîdaniyeke beşdar e an şaxeke pargîdaniyeke biyanî ye ya ku destûr wergirtiye ku li herêmên Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê sûriyeyê li gorî şert û mercên ku ji hêla Nivîsgeha Diravan ve hatine destnîşankirin, karûbarên perepêdana biçûk bike, li gor qanûn û ev rêwerzan .

Şax: cihê kar, yê ku ji alî qanûnî ve beşek ji saziya perepêdana biçûk e û li gorî van rêwerzan hemî an hinek çalakiyên perepêdana biçûk dike.

Endam: endamê Encûmena Eêvebir a saziya perepêdana biçûk an endamê desteya rêvebirên wê.

Damezrîner: kesên xwezayî an qanûnî yên ku ji bo wergirtina destûrdana saziya perepêdana biçûk serî li Nivîsgeha Diravan dane.

Karsaziya herî bi çûk: tê wateya saziyek qanûnî an rêxistineke din ku tê de: (1) panzdeh  karmend an kêmtir  (2) firotana salane ya kêmtir ji 500,000 $ û (3) bîlançoyek giştî ya kêmtir ji 500,000 $.

Karsaziyek an pargîdaniyek piçûk: tê wateya dezgehek an pargîdaniyek tê de (1) sed karmend an kêmtir  (2) firotana salane ya kêmtir ji 5 mîlyon dolar û (3) bîlançoya giştî ya kêmtirî 5 mîlyon dolar e.

Kesê şareza : kesek xwezayî yê ku dahata wî ya salane 10,000 $ an kêmtir e  tevlî vê yekê, Nivîsgeha Diravan dikare dem bi dem li gorî pêdiviyê vê qasê binirxîne da ku piştrast bike ku kesek ku ji sedî 50% ji dahata kesane ya navînî ya salane li herêmên Rêveberiya Xweser kêmtir qezenc dike, ji bo mebestên van rêwerzan wekî kesek jêhatî binav dibe.

Deyn û perepêdanên mezaxtî : hemî cure deyn û perepêdanên ku ji kesan re têne dayîn da ku kirîna pertal û xizmetan perepêdan bikin.

mînak : deyn û perepêdanên ku ji bo perwerdehiyê, tenduristî, çakkirina xanî, kirîna otomobîlan, alavên elektrîkê hatine dayîn … hw

Kesên têkildar: kesê ku têkiliya wî bi saziya perepêdana biçûk re heye ew têkiliya ku dibe sedema nakokiya berjewendiyan, li gorî rêwerzên ku ji hêla Nivîsgeha Diravan ve hatine derxistin.

Welatê zikmakî : welatê şaxa biyanî ya saziya perepêdana biçûk ku rêveberiya giştî û navenda wê tê de ne.

desthilata çavdêriyê li welatê zikmakî: deste an desthilata  perpirsyar bi rengekî rasterast ji çavdêriya rêveberî û şaxên saziyên perepêdana biçûk yên biyanî li welatê xwe .

Mafên xwedîtiyê: nûneretiya nirxê zelal ya saziya perepêdana biçûk dike, ew jî ferqa di navbera hebûn û daxwazan de ye, ji bilî qezencên ne hatine hûrbînkirin û qezencên ku ji nirxandina nû derdikevin, mafên xwedîtiyê ev in:

  1. sermiyana hatî dayîn.
  2. sererastkirinên li ser sermiyanê.
  3. qezenc û ziyanên berhevkirî/girtî, qazancên heyî yên nehatine dabeşkirin, ziyanên heyî û zirarên ku ji nirxandina nû derdikevin.
  4. bexşîn û diyariyên bê girêk.
  5. yedekên taybet.

Berpirsyarên sereke: rêvebirê giştî an herêmî, cîgir û alîkarên wan, rêvebirên beşan, cîgir û alîkarên wan, rêvebirên şaxê, cîgir û alîkarên wan, hûrbînê navxweyî, çavdêrê pabendbûnê û kesên xwedî heman  berpirsiyariyî bêyî berçavgirtina nav û karmendên din yên ku ji hêla Nivîsgeha Diravan ve li gorî rêwerzan hatine destnîşan kirin.

Xwediyê girîng (para girîng): kesê qanûnî an kesê xwezayî ku rasterast an nerasterast, ji sedî (5%) an zêdetir ji pişkên pargîdaniya berpirsiyariya sînordar an pargîdaniya beşdar kontrol dike.

Bend (2)

birgeyên giştî

  1. armanca van rêwerzan birêxistkirin û destûrdana saziyên perepêdana biçûk li herêmên Rêveberiya Xweser ên bakur û rojhilatê sûriyeyê ye.
  2. qedexe ye ku her kesek li deverên Rêveberiya Xweser di belge, belavok, navnîşana bazirganî, nav û bangeşeyên xwe de peyva “perepêdana biçûk” an hevwateyên wê an jî bêjeyên din ên mîna wê bi çi zimanî be bikar bîne eger destûrdan wernegirtibe ji Nivîsgeha Diravan, ji bilî rewşa ku ev bikaranîn li gorî zagonek cîbicîkar an peymanek navneteweyî ya ku Rêveberiya Xweser aliyek tê de be.
  3. qedexe ye ku her kes li deverên rêvberiya xweser çalakiyên perepêdana biçûk bike bêyî ku berê destûrnameyek nivîskî ya ku ji hêla Nivîsgeha Diravan ve hatî derxistin werbigire.
  4. qedexe ye ku her pargîdaniyek/sazgehek ya ku armanca wê kirina çalakiyên perepêdana biçûk e li deverên Rêveberiya Xweser e li cem tomarvanê pargîdaniyan , heya ku ew erêkirina destpêkê ya nivîskî ji Nivîsgeha Diravan wernegire.
  5. destûrdana kirina çalakiyên perepêdana biçûk bi tenê ji bo pargîdaniyek bi berpirsiyariya sînordar, pargîdaniyek beşdar, an şaxek pargîdaniyek biyanî, tê dayîn çi  bi qezenc bin an bê qezenc bin , destûr tê dayîn ji bo kirina çalakiyên perepêdana biçûk  li gorî qanûnên derbasdar li herêmên Rêveberiya Xweser û li gorî bendên van rêwerzan .
  6. ti saziyeke perepêdana biçûk a ku ji aliyê Nivîsgeha Diravan ve destûrdan wergirtiye nikare şaxekê veke an veguhêze, karê xwe an karên şaxên xwe li deverên Rêveberiya Xweser bi awayekî mayînde an demkî bi dawî bîke an bide sekinandin, an jî hinek an hemî karên ku ew dike rawestîne, bêyî wergirtina pejirandina nivîskî ya pêşîn ji Nivîsgeha Diravan.

Bend (3)

pîvanên perepêdana biçûk

deyn an perepêdana ku hatî dayîn di nav çalakiyên perepêdana biçûk de tête hesibandin heger pîvanên bikêrhatinkirinê yên jêrîn pêk werin:

  1. pîvana armanca ji deyn an perepêdanê

armanca bingehîn a deyn an perepêdana ku ji hêla saziyê ve hatî dayîn ,perepêdan û pêşvebirina projeyên berhemdar e yên ku beşdarî kêmkirina xizanî û bêkarîyê bibe û bigihîje xerîdar , saziya perepêdanê xwedan desthilat e bi pêşkêşkirina deynan  / perepêdan ji bo başkirina asta  pîvanên jiyanê yên xerîdarên xwe yên ku deynên berheman an perepêdanê wergirtin e.

  1. pîvana xerîdar

divê deyn an perepêdan  ji yek ji  çîn û kategoriyên jêrîn re were dayîn:

  1. kesên şareza.
  2. kesên ku nikaribin xizmetên aborî ji sektora bankî bi tevahî an jî bi beşkî werbigrin.
  3. dezgeh û pargîdaniyên herî biçûk an biçûk.
  4. pîvana nirxê herî zêde
  5. divê nirxê herî zêde yê deyn an perepêdana ku ji her xerîdarekî re hatî dayîn (2%) ji mafê xwedantiya saziya perepêdana biçûk be an ji nirxê giştî yê balansa heyî ya peredanka krediyê/perepêdanê ya di dema dayînê kîjan mezintir e.
  6. nirxê deynê yê ku ji kesekî an saziyekê re tê dayîn ji (100,000) dolarê amerîkî ne bîtir be

Bend (4)

kesên ne şareza

  1. kes ji karûbarê rêveberî an beşdarbûna di rêvebirina saziyek perepêdana biçûk de tê dûrxistin heger ew kes:
  2. berê ji hêla dadgehekê li welatekî bi tawanek ku tê de sextekarî, xapandin, dizîn an jî desteserkirina dirav an mal û milk hebe, an gunehên ku bi cezayê girtîgehê ji şeş mehan zêdetir tê ceza kirin kiribe
  3. di deh salên borî de, yan (1) ji aliyê dadgehê ve wek miyanketî hatiye ragihandin (2) bi deyndêran re lihevkirinek kiriye; an
  4. di nav deh salên çûyî de ji ber nebaşiya kesane ji praktîzkirina pîşeyê hatiye dûrxistin an jî hatiye rawestandin
  5. her kesê ku wekî rêvebir an rêvebirê giştî yê saziyek perepêdana biçûk ya destûrdar hatî erkedar kirin, piştî rûdana bûyerên ku di xala (1) ya vê bendê de hatine destnîşan kirin, divê tavilê dev ji posta xwe berde
  6. her saziyeke perepêdana biçûk ya destûrdar , kesekî erkedar bike bi rengekî xala 1-ê ya vê bendê binpêbike   – an rê bide kesekî ku di binpêkirina xala 2 ya vê bendê de berdewam bike – sûcekî rêveberî

dike û tê çezakirin  heta  $25,000.

Bend (5)

daxwaz û mercên dayîna destûrdanê

  1. pêşkêşkerê daxwaznameya wergirtina destûrdanê ji bo xebitandina saziyek perepêdana biçûk divê van tiştan pêşkêşî nivîsgeh diravan bike: (a) daxwaznameya destûrdanê li gorî forma ku bi van rêwerzên di pêveka hejmar (1) de hatî girêdan; (b)  belgeyên ku di pêveka hejmar (1) de hatine diyarkirin.
  2. ger saziya perepêdana biçûk li gorî zagona ku tê bikaranîn li herêmên Rêveberiya Xweser were damezrandin, divê ew wekî pargîdaniyek berpirsiyariya sînordar an pargîdaniyek beşdar a li gorî qanûna pargîdaniyan (zagona hejmar 6) ya sala 2022-an were organîze kirin û tomar kirin ,pêdivî ye ku ew piştrast bike ku girêbestên damezrandin û sîstema wê ya bingehîn bi daxwazên derbasdar ên ku ji hêla nivîsgeh diravan ve hatine derxistin hemaheng in, piştî ku destûrdan hate derxistin, bêyî pejirandina nivîskî ya pêşîn ji nivîsgeh diravan nabe ku tu guhertin li van belgeyan werin kirin 2. ger saziya perepêdana biçûk li gorî zagona ku tê bikaranîn li herêmên Rêveberiya Xweser were damezrandin, divê ew wekî pargîdaniyek berpirsiyariya sînordar an pargîdaniyek beşdar a li gorî qanûna pargîdaniyan (qanûna hejmar 6) ya sala 2022-an were organîze kirin û tomar kirin ,pêdivî ye ku ew piştrast bike ku girêbestên damezrandin û sîstema wê ya bingehîn bi daxwazên derbasdar ên ku ji hêla nivîsgeh diravan ve hatine derxistin re tevdigerin. piştî ku destûrdan hate derxistin, bêyî pejirandina nivîskî ya pêşîn ji nivîsgeh diravan nabe ku tu guhertin li van belgeyan werin kirin
  3. Nivîsgeha Diravan biryar dide ku destûrdanê bide saziya perepêdana biçûk di ronahiya pêkanîna şertên jêrîn de:
  4. sedemek destnîşankirî tune ku em bawer bikin ku xwedanek girîng an berpirsyarekî sereke yê pêşkêşkerê daxwaznameyê niha qanûna navendî ya dirav û dayînan, qanûna dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê, rêwerzên ku ji hêla nivîsgeh diravan ve hatine derxistin, an qanûna tawanê ya ku di nav deverên Rêveberiya Xweser de derbasdar in binpê dike.
  5. her maldarekî girîng an berpirsyarekî sereke dê di bin zordariya sondxwarinê , di bin sondxwarina derewîn û xapandinê de,  raporekê pêşkêş dike ku ew li gorî benda 4-ê ya van rêwerzan ne şareza ye
  6. di dema radestkirina daxwaznameya destûrdanê de, saziya perepêdana biçûk divê xwediyê sermiyanak herî kêm 500,000 $ amerîkî be heger ew pargîdaniyek hevpar an şaxek pargîdaniyek biyanî be, û 400,000 $ heger ew pargîdaniyek bi berpirsiyariya sînordar be. piştî derxistina destûrdana xwe, divê perepêdana biçûk piştrast bike ku qasa sermiyana wê ya ku zirarê nagire her gav divê herî kêm 250,000 $ be
  7. serok û endamên Encûmena Eêvebir a saziya herêmî, di nav de nûnerên kesê hiqûqî û berpirsiyarên sereke yên saziya herêmî an şaxên pargîdaniya biyanî jî di nav de, nikarin bibin endamên Encûmena Eêvebir, berpirsiyarên sereke, an xebatkarên di saziyeke perepêdanê ya din , bankek din, an saziyek din a darayî ya ne-bankî ku di nav deverên Rêveberiya Xweser de kar dikin bêyî wergirtina erêkirina nivîskî pêşîn ji Nivîsgeha Diravan
  8. avahiya rêxistinî û rêveberî, û her weha sîyaset û rêkarên pêşniyarkirî yên ji bo birêvebirina metirsiyê, çavdêriya hundurîn, pabendî , û têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê, ji bo pêkanîna kar û çalakiyên curbecur guncaw in.
  9. siyaset û rêkarên hesabkirinê divê ji bo çalakiya darayî guncav bin û ji bo amadekirina daxuyaniyên darayî li gorî pîvanên raporkirina darayî yên navneteweyî, pêdiviyên qanûnê û rêwerzên ku ji hêla nivîsgeh diravan ve hatine derxistin bes bin.
  10. tê rawestandin ji kar her kesê ku posta endamê Encûmena Eêvebir, perpirsyarek sereke, an karmendek di saziyek perepêdana biçûk de be, di heyama lêpirsînê de ji ber yek ji tawanên ku di xala (4) ya qanûnê de hatine behs kirin
  11. Nivîsgeha Diravan maf heye ku di rewşên ku di xala (4) ya vê rêwerzê de hatine behs kirin, biryarek ji kar dûrxistina endamekî Encûmena Eêvebir an her karmendekî sereke an karmendekî di saziyên perepêdana biçûk yên xwedî destûrdan de bide.
  12. ji her karmendekî re qedexe ye ku di heman demê de du karan bi hev re bikin li her saziyek perepêdana biçûk, bank, an saziyên din ên darayî yên ne-bankî yên ku li herêmên rêveberiyên xweser xwedî destûrdan in .

Bend (6)

rêkarên dayîna erêkirina destpêkê

daxwazname tê lêkolînkirin û pejirandina destpêkê tê dayîn ji bo destûrdana  saziyek perepêdana biçûk ya nû  an destûrdana şaxan û veguheztina wan li gorî rêkarên jêrîn :

  1. nivîsgeh diravan dê di nav 30 rojan de ji roja wergirtina daxwaznameyê bi nivîskî bersivê bide pêşkêşkerê daxwaznameyê da bê zanîn ka ew temam e an na, bi merca ku di bersiv ê de kêmasiyên ku divê ji Nivîsgeha Diravan re were pêşkêş kirin hebin da ku biryarê bide..
  2. pêşkêşkerê daxwaznameyê herî zêde sê meh tê dayîn ku kêmasiyan temam bike, eger hebin, bervacî vê yekê tê hesibandin ku pêşkêşkerê daxwaznameyê dev ji daxwaznameya xwe berdaye, û ew dikare daxwaznameyek nû li gorî zagonên derbasdar di wê demê de pêşkêş bike
  3. Nivîsgeha Diravan di nav 60 rojan de biryarê li ser daxwaznameya hatî pêşkêş kirin digire ji roja temamkirina wê û pêşkêşkerê daxwaznameyê ji biryarê bi nivîskî, çi bi pejirandina destpêkê an jî redkirina wê, tevlî şîrovekirina sedemên redkirinê tê agahdar kirin
  4. di rewşa pejirandina destpêkê de, Nivîsgeha Diravan salekê heyamê dide pêşkêşkerê daxwaznameyê ku rêkarên destpêkirina xebatê biqedîne, û piştî bidawîbûna vê heyamê, asta amadebûnê ji bo dayîna dawîn tê nirxandin.
  5. Nivîsgeha Diravan dikare dema ku di xala berê de hatî destnîşan kirin dirêj bike da ku rêkarên destpêkirina xebatê biqedîne heger saziya perepêdana biçûk ji bo dirêjkirinê hincetên têr pêşkêş kirin, bi merca ku heyama dirêjkirinê ji sê mehan ne zêdetir be û bo çarek tenê ,nayê nûkirin , pejirandina destpêkê ya ku ji hêla qanûnê ve hatî dayîn dê were betal kirin heger rêkarên destpêkirina xebatê di heyama dirêjkirinê de neqede.
  6. Nivîsgeha Diravan maf heye ku her yek ji damezrîner an namzetên endametiya encûmena birêvebir a saziyeke perepêdana herêmî û namzetên dagîrkirina postên berpirsên sereke di sazî û şaxên xwecihî an şaxên pargîdaniyek biyanî de red bike, eger were çespandin ku berbijêr daxwazên ku di van rêwerzan de hatine bi cî nake .

Bend (7)

rêkarên  dayîna erêkirina  dawî

navend têne amadekirin, erêkirina dawîn tê dayîn, û xebat ji bo destûrnameya saziyeke  nû ya perepêdana biçûk an jî destûrdana şaxan û veguheztina wan li gorî rêkarên jêrîn têne destpêkirin:

  1. piştî wergirtina destpêkê, pêşkêşkerê daxwaznameyê divê Nivîsgeha Diravan vexwîne ji bo vekolînek destpêkê ya navenda pêşniyarkirî ji bo amadekirina wergirtina erêkirinê da ku dest bi amadekirina wê bike.
  2. dest bi amedekirina navendê li gorî pêwîstiyên xala (8) ya van rêwerzan û pêveka pêdiviyên amadekirina navend û şaxên hejmar(2) yên ku bi van rêwerzan ve girêdayî ne , û her pêdiviyên din ên ku Nivîsgeha Diravan pêwîst dibîne
  3. di rewşa ku navend di heyama ku di xala (4) ya benda (6) û xala (5) ya benda (6) ya van rêwerzan de hatî destnîşan kirin were temam kirin ,dema ku Nivîsgeha Diravan qebûl bike ku heyam bê dirêjkirin, pêşkêkerê daxwaznameyê dê Nivîsgeha Diravan vexwîne da ku seredana navendê bike û amadebûna xwe eşkere bike bi mebesta ezmûnkirina asta pêkanîna hemî şert û mercên pêwîst li gorî pêdiviyên amedekirinê.
  4. pejirandina destpêkê betal tê hesibandin, eger pêşkêşkerê daxwaznameya destûrdanê hemî pêdivî û şertên ku ji bo bidestxistina erêkirina dawîn pêwîstin pêk neyne di heyama amadekirinê ya ku di xalên (4) û (5) yên benda jimare (6) ya va rêwerzn de hatine destnîşan kirin, , di rewşa ku Nivîsgeha Diravan qebûl bike ku heyamê dirêj bike
  5. nivîsgeh diravan rêkarên diyarkirina amadebûnê temam dike, û eger pêşkêşkerê daxwaznameyê ji bo bicîhanîna pêdiviyên amadekariyê pabend be, Nivîsgeha Diravan erêkirina dawîn dide saziya perepêdana biçûk da ku çalakiya xwe bimeşîne, bi merca ku tiştên jêrîn werin peyda kirin :

a.temamkirina erkedarkirina serok û endamên Encûmena Eêvebir a saziya perepêdana biçûk ya herêmî, erkedarkirina berpirsên sereke yên saziya herêmî û şaxên pargîdaniya biyanî û şandina belgeyan ji bo Nivîsgeha Diravan.

  1. pêşkêşkirina bawernameyek ku dayîna tevahî ya sermiyana hatî dayîn diçespîne.
  2. dayîna nîgarên destûrdana qutkirî (yekcarî) û nîgarên salane ji bo baregeh û şaxên sereke li gorî pêdiviyên Bend (21) ya van rêwerzan.
  3. peydakirina sîstemeke jimaryarî , darayî , otomatîkî ya pêşkeftî ji bo pêşkêşkirina xizmet û çalakiyên perepêdana biçûk.
  4. daneyek hûrbînkirî ya lêçûnên damezrandinê.
  5. erêkirina Nivîsgeha Diravan li ser erkedarkirina rêvebirê giştî/herêmî, cîgir an alîkarên wî, rêvebirên beşan û şaxan
  6. avahiya rêxistinî, danasîn, rêkarên xebatê, û desthilatên darayî û rêveberî yên pejirandî.
  7. ger sazî di vê heyamê de nikaribe çalakiya xwe bike, divê sedemên ku ne hîşt ku karê xwe bike bi nivîskî ji Nivîsgeha Diravan re eşkere bike di heyama ku li jor hatî destnîşan kirin de .
  8. ger Nivîsgeha Diravan ji hincetên ku sazî pêşkêş dike îkne bibe, dikare heyamê bo sê mehên din dirêj bike.
  9. ger sazî di heyama diyarkirî de, di nav de heyama dirêjkirinê, çalakiya xwe pêk neyne, destûrdana ku ji hêla nivîsgeh diravan ve hatî dayîn dê were betal kirin, ger sazî bixwaze li deverên xweser çalakiya perepêdana biçûk bike divê daxwaznameyek nû bo destûrdanê pêşkêş bike , û ew di bin qanûn û rêwerzên cîbicîkar e di wê demê de.

Bend (8)

pêdiviyên amedekirina navend û şaxan

divê saziya perepêdana biçûk pabendb be bi pêdiviyên amedekirina navend û şaxan li gorî pêdiviyên amedekariyên avakirî di pêvek hejmar (2) ya ku bi van rêwerzan ve girêdayî – pêdiviyên amedekirina navend û şaxan .

Bend (9)

rêkarên destûrdana saziyek nû ya perepêdana biçûk a herêmî an şaxek pargîdaniyek biyanî

  1. rêkar û pêdiviyên pêşkêşkirina daxwaznameyê û wergirtina pejirandina destpêkê:
  2. komîteya damezrîner a saziya perepêdana herêmî an jî yên ku hatine sipartin ji bo wajo û îmzekirina  berdêla Encûmena Eêvebir a pargîdaniya perepêdana biçûk a biyanî  heger pêşkêşkerê daxwaznameyê şaxek pargîdaniyek biyanî be li gorî forma ku ji bo vê armancê di (pêvek hejmar 1 – daxwaznameya ji bo destûrdana saziya perepêdana biçûk) hatî diyarkirin.
  3. dayîna nîgara daxwaznameya destûrdanê ya ku nayê vegerandin ji bo navend û şaxên sereke – heger hebe – li gorî nîgarên destûrdanê yên ku di benda hejmar (21) ya van rêwerzan de hatine destnîşan kirin
  4. sepandina rêkarên ku di benda jimar (6) ya van rêwerzan de di derbarê şert û mercên dayîna erêkirina destpêkê de hatine.
  5. rêkar û pêdiviyên ji bo wergirtina pejirandina dawîn:
  6. komîteya damezrîner belgeyên ku piştgirîya diravdana rastîn a sermiyana hatî dayîn, û hesabên ku sermiyana tê de hatine razandin, pêşkêş dike.
  7. dabînkirina Nivîsgeha Diravan bi çapek ji avahiya rêxistinî û rêveberî ya dawîn, danasîn, ravekirina kar, desthilatên darayî û rêveberî, û rêkarên xebatê ji bo hemû beşên saziya perepêdana biçûk.
  8. pêşkêşkirina sîstemek jimaryarî , darayî ,otomatîkî û pêşkeftî ya palpişt li ser navendbûna zanyariyan(centralized data base) û bixweber di navbera navenda sereke û şaxan de girêdayî ye da ku çalakiyên saziyê di deyndan, perepêdan û xizmetguzariyên din ên destûrdar de pêk bîne, bi merca ku di vê sîstemê de herî kêm pêdiviyên jêrîn berdest bin:

1) bingeha daneyan a navendî  , di nav de  navenda sereke û hemî şaxên saziyê.

2) dikare ji bo hemî çalakî û karûbarên saziyê xebata navendî bike.

3) dikare raporan bi rengekî bixweber derxîne ji bo hemû çalakiyên saziyê û bi hemû diravên ku li herêmên Rêveberiya Xweser tên danûstandin, .

4) temamkirina hemû raporên çerxane ên ku ji hêla Nivîsgeha Diravan  ve li gorî rêwerzan têne destnîşan kirin.

  1. amadekirina navendê, dayîna erêkirina dawîn û pêkanîna çalakiya saziyê:
  2. sepandina rêkarên ku di benda jimar (7) ya van rêwerzan de cih digirin, derbarê pêdivî û rêkarên ji bo dayîna erêkirina dawîn a ji bo pratîkkirina çalakiya perepêdana biçûk .
  3. dayîna nîgara destûrdanê ya qutkirî (yekcar) û nîgarên destûrdanê yên salane yên navend û şaxên sereke li gorî nîgarên destûrdanê yên ku di benda jimar (21) ya vê rêwerzê de hatine destnîşan kirin.
  4. pabendbûna bi destpêkirina xebatê li gorî pêdiviyên di benda 7 a vê rêwerzê de cih digire

Bend (10)

rêkarên qeydkirina saziyek perepêdana biçûk û derxistina bawernameya destûrdanê

  1. Nivîsgeha Diravan belgeyek destûrdanê dide saziya perepêdana biçûk da ku çalakiya xwe pêk bîne, piştî ku pêdivî û rêkarên pejirandina dawîn diqedîne.
  2. Nivîsgeha Diravan tomara navendî hildigre ji bo qeydkirina saziyên perepêdana biçûk, bank û saziyên din ên darayî yên ne-bankî yên destûrdar, û têde hemî zanyariyên têkildarî wan tên tomar kirin.

3 .Nivîsgeha Diravan di destpêka her salekê de li ser hesabê pêşkêşkerê daxwaznameya destûrdanê di rojnameya fermî de, tevlî sê rojnameyên ku rojane tên weşandin , lîsteyek saziyên perepêdana biçûk yên ku destûrname wergirtine da kar û çalakiyên perepêdana biçûk li  deverên Rêveberiya Xweser bikin  û hemî bank û saziyên darayî yên ne-bankî din ên destûrdar ,

di heman demê de ew erêkirinên dayîna destûrdanên nû rasterast di rojnameya fermî de diweşîne, tevlî  weşandina her guhertinên ku dibe ku di lîsteyê de bi awayekî çerxane rûbidin, û her weha Nivîsgeha Diravan vê lîsteyê û  nûjenkirinên wê li ser malpera Nivîsgeha Diravan diweşîn

Bend (11)

çalakiyên destûrdar

saziyên perepêdana biçûk dikarin kar û çalakiyên jêrîn bikin:

  1. pêşkêşkirina deyn û perepêdanan li gorî pîvanên ku di van rêwerzan de hatine diyarkirin .
  2. derxistina veguheztinên navxweyî û derve ji xerîdarên xwe re tenê ji bo mebestên perepêdanê, bi merca ku ew di pêvajoyên dayîn û vegerandina deyn û perepêdanên ku ji xerîdar re hatine dayîn de werin bikar anîn
  3. kirina karên ajanê xerîdarên xwe ji bo pêşkêşkirina xizmetên girêdayî diravdanê di riya telefona mobîl li gorî zagonên têkildar
  4. pejrandina garantiyan li hember deyn û perepêdanên ku sazî dide xerîdarên xwe.
  5. vekirina hesaban û veberhênana pereyan di bankên ku li hundir û derveyê herêmên Rêveberiya Xweser kar dikin, li gorî rêwerzên Nivîsgeha Diravan.
  6. pejrandina alîkarî, bexşîn û alîkariyê ji saziyên xwecihî û biyanî, bi merca ku şert û mercên van alîkarî, bexşîn û alîkariyan hemaheng bin bi armancên saziya perepêdana biçûk û divê bên bikaranîn di praktîzkirina  çalakiyên saziyê  di pêşkêşkirina deynên perepêdana biçûk  ji bo beşên armanckirî.
  7. deynkirin ji bankên xwedî destûrdan li hundur an derveyî deverên Rêveberiya Xweser, bi merca ku:
  8. tevahiya qebareya deynkirinê divê ji rêjeya %100- ji mafê xwedantiya saziyê û deynên li ser ne zêdetir be, di rewşa xwestina wergirtina deyn an perepêdanên zêdetir ji vî sînorî  divê berê erêkirina nivîskî ji Nivîsgeha Diravan were wergirtin, bi merca ku di hemû rewşan de ne zêdetir be ji sê qatê mafê xwedantiya saziyê û deynên li ser
  9. bikaranîna deyn di perpêdana çalakiyên sereke di dayîna deyn û perepêdana xerîdarên xwe .
  10. bi destxistina xanûberan ji bo bikaranîna wan di birêvebirina karê saziyê de, bi tenê ji bo damezrandina baregeh û şaxên saziyê, û bi rengekî %30 ji mafên xwedantiyê ne zêdetir be.
  11. bidestxistina parên beşan an jî çi pereyên guhêzbar an neguhêzbar yên ku tên bidestxistin di berdêla deynekî ku ji alî saziyê ve hatiye dayîn lê  nehatiye pêkanîn û nehatiye vegerandin, sazî di vê rewşê de ew par an pereyan bikar bîne di heyama du salan de  ji roja bi destxistina wan ve, û ev heyam gengaz e bê dirêj kirin li gorî pejrandina nivîskî ya berê ji Nivîsgeha Diravan ve heger sazî nekaribe  di heyama du-salan de bikar bîne.
  12. her karekî darayî din yê ku ji aliyê Nivîsgeha Diravan ve hatiye pejirandin û ne li dijî bendên qanûnê û van rêwerzan e.

Bend (12)

çalakiyên qedexekirî

saziyên perepêdana biçûk ji kirina karên jêrîn qedexe ne:

  1. pejrandina depoyan an pêşkêşkirina xizmetên bankî, ji bilî çalakiyên deyndan û perepêdana biçûk yên ku di van rêwerzan de hatine ziman.
  2. kirina karên bazirganî, pîşesazî, veberhênanê, an jî her karekî din ji bilî karên ku destûr rê dide
  3. veberhênan û bazarganiya di pelên diravî de, çi ji bo hesabê saziyê re be an jî ji bo xerîdarên xwe re, ji bilî ew pelên diravî yên ku nivîsgeh di rêwerzên hatine weşandin de destnîşan dike, ku wekî pelên diravî ji asta veberhênanê
  4. xebat wek navgîn di bazarên darayî yên herêmî an navneteweyî de.
  5. xwedîkirin an danûstandin bi xanûberan bi kirîn, firotin an berdêlkirinê , ji bilî
  6. xanûberê veqetandî ji bo birêvebirina karên saziyê (navend û şax) , bi merca ku nirxê ev xanûberê ne zêdetir be ji %30 ji mafên xwedantiyê
  7. xanûber an milkên saziyê di berdêla vegerandina deyn/perepêdana nepêkandî bi şertê pabendbûna bi daxwazên benda (11) xala (9) ya van rêwerzan
  8. pêşkêşkirina deyn an perepêdanê ji bo her kesê ne niştecî li herêmên Rêveberiya Xweser , an jî bi mebesta bikaranîna wê li derveyî navçeyên Rêveberiya Xweser bêyî wergirtina erêkirina nivîskî ya berê ji Nivîsgeha Diravan.

Bend (13)

pêdiviyên asta herî kêm a sermiyan û mafê xwedantiyê

  1. divê sermiyana ku hatî dayîn a saziya perepêdana biçûk ne kêmtir be ji sînorên ku li jêr hatine destnîşan kirin li gor forma yasayî ya saziyê:
forma qanûnî asta herî kêm a sermiyana hatî dayîn
pargîdaniya bi berpirsiyariya sînordar / bi qezenç an bê-qezenc (400.000 usd) çarsed hezar dolarê amerîkî
pargîdaniya beşdar/qezenc an bê-qezenc (500.000 usd) pêncsed hezar dolarê amerîkî
şaxên pargîdaniyek perepêdana biçûk ya biyanî (500.000 usd) pêncsed hezar dolarê amerîkî

 

  1. divê sazî her dem hewl bide ku ku tevahiya mafên xwedantiyê ji sermiyana herî kêm ne kêmtir be, eger sazî rastî hinek ziyan hat, bûn sedema kêmkirina mafê xwedantiyê bo asta kêmî asta diyarkirî ,pêdiviye beşdar / hevpar ev ziyanan biniximin li go daxwazên Nivîsgeha Diravan
  2. tevahiya deynkirina ji kesên din divê sê qat ji tevaya mafê xwedantiya saziya perepêdanê û deynên li ser wê ne zêdetir be
  3. rêjeya têrbûna sermiyanê: rêjeya têrbûna sermiyanê (tevahiya mafê xwedantiyê) divê ne kêmtir be ji tevaya hebûnan bi %25
  4. saziyek perepêdana biçûk nikare sermiyana xwe zêde û kêm bike bêyî wergirtina erêkirina nivîskî ya berê ji Nivîsgeha Diravan.

Bend (14)

destûrdana şaxê

  1. rêkar û daxwazên pêşkêşkirina daxwaznameyê:
  2. pêşkêşkirina daxwaznameya destûrdanê ya ku bi îmzeya serokê Encûmena Eêvebir a sazîya perepêdana biçûk li gorî forma ku ji bo vê yekê hatî amadekirin (pêvek hejmar (3) – daxwaza şaxkirina sazîya perepêdana biçûk) .
  3. dayîna nîgarên destûrdana daxwaznameyê ya ne vegerandî li gorî nîgarên destûrdanê yên ku di benda jimare (21) ya van rêwerzan de hatine diyarkirin, .
  4. belge û kaxezên jêrîn bi daxwaznameyê de tên girêdan:

 

  1. a) pejirandina Encûmena Eêvebir a saziyê ji bo damezrandina şaxê.
  2. b) sozdayîna serokê Encûmena Eêvebir a saziyê ku dê şaxê veke di maweya ku hatiye diyarkirin de li gorî rêwerzên  destûrdana saziyên perepêdana biçûk  .
  3. t) di derbarê saziyên perepêdanê yên ku wekî şaxên pargîdaniyek biyanî kar dikin, pêdivî ye ku pejirandina desthilata çavdêriyê li welatê xwe bi şaxbûna nav deverên xweser ve were girêdan.
  4. d) plana karsaziyê ya ji bo şaxê ku dê were damezrandin, di nav de budceyên texmînkirî yên ji bo rewşa darayî ya çaverêkirî ya du salên pêş de, û avahiya rêxistinî ya şaxê.
  5. c) navên pêşniyarkirî ji bo dagirtina postên rêvebirê şaxê û cîgirê wî, ligel cv û pawernameyên akademîk û pratîkî yên her yek ji wan, û tê zanîn ku pesendkirina wan bi erêkirina Nivîsgeha Diravan ve girêdayî ye.
  6. h) peymana kirêkirinê an jî belgeya xudantiyê ya navenda şaxê.
  7. g) her şert û mercên ku Nivîsgeha Diravan pêwîst dibîne da ku daxwaznameya pêşkêşkirî binirxîne.

 

  1. lêkolîna daxwaznameyê û dayîna pejirandina destpêkê:
  2. sepandina rêkarên ku di benda jimare (6) ya van rêwerzan de hatine diyarkirin, di derbarê şert û mercên dayîna erêkirina destpêkê .
  3. Nivîsgeha Diravan dema ku daxwaznameya şaxê dixwîne û biryar dide , pîvanên jêrîn li ber çavan digire:
  4. a) rêjeya pabendbûna saziyê bi yasa û qanûnên derbasdar û rêzikname û rêwerzên cîbicîkar ên ku xebata saziyên perepêdana biçûk bi rê ve dibin
  5. b) sermiyana û mafên xwedantiya saziyê ji sînorên herî kêm ên di van rêwerzan de hatine destnîşan kirin kêmtir nabe.
  6. c) pabendbûna saziyê bi temamkirina pêdiviyên destûrdanê ji bo şaxên berê pejirandî , di heyama diyarkirî de
  7. d) ewlehiya rewşa aborî, rêveberî, rêxistinî û çavdêrî ya saziyê û dûrbûna wê ji her binpêkirinên cewherî.
  8. c) hebûna sîstemeke pêşkeftî ya jimaryarî û darayî li gorî navendbûna zanyariyan (centralized data base) be, û girêdayî ye bi rengekî otomatîkî di navbera şaxan de bi awayekî ku hemû pêdiviyên Nivîsgeha Diravan yên ku di benda (9) a van rêwerzan de hatine diyarkirin pêk bîne
  9. amadekirina navendê, dayîna erêkirina dawî, û kirina xebatê di şaxê de:
  10. sepandina rêkarên ku di benda jimare (7) ya van rêwerzan de cih digirin, di derbarê pêdiviyên dayîna erêkirina dawîn de .
  11. pabendbûna bi dayîna nîgara destûrdanê ya yekcarî ya şaxê û nîgarên salane li gorî nîgarên destûrdanê yên di benda (21) ya van rêwerzan de hatine diyarkirin.
  12. pabendbûna bi destpêkirina kar li gorî pêwîstiyên ku di xala (7) ya van rêwerzan de hatine.

Bend (15)

veguheztina navend û şaxan

  1. rêkarên pêşkêşkirina daxwaznameya pejirandina veguheztinê:
  2. pêşkêşkirina daxwaznameyeke nivîskî wajokirî ji serokê Encûmena Eêvebir a saziya perepêdana biçûk derbarê veguhestinê li gorî forma ku ji bo vê armancê hatiye amadekirin (pêvek hejmar (4) – daxwaza veguheztina navendeke sereke /şaxek) .
  3. divê belgeyên jêrîn bi daxwaznameyê de bêne girêdan:

1) pejirandina veguheztinê ji hêla Encûmena Eêvebir a saziya perepdana biçûk.

2) pejirandina desthilata çavdêriyê ya welatê zikmakî di rewşa şaxên saziyên perepêdana biçûk yên biyanî de.

3) sedem û hincetên veguheztinê.

4) lêçûna giştî ya ku dê ji veguhestinê derkeve.

5) heyama çavrêkirî kirî  ji bo qedandina pêvajoya veguheztinê

6) plana hûrgilî ya taybet  bi proseya veguhestinê, û çawaniya veguhestina kar  ji navenda kevin bo navenda nû , li gorî rojevên diyarkirî, ji bo dabînkirina berdewamiya kar û nequtbûna xizmetên pêşkêşkirî

7) avahiya rêxistinî ya navendê/şaxê di rewşa ku dê guhertin di avahiya rêxistinî ya niha de hebin.

8) girêbesta kirêkirinê an belgeya xwedantiyê ya navend / şaxa nû.

9) her şert û pêdivyên ku Nivîsgeha Diravan pêwîst dibîne daxwaznameya pêşkêşkirî de .

  1. lêkolîna daxwaznameyê û dayîna pejirandina destpêkê:
  2. rêkarên ku di xala jimare (6) ya vê rêwerzan de hatine destnîşan kirin, di derbarê pêdivî û mercên dayîna erêkirina destpêkê de têne sepandin.
  3. Nivîsgeha Diravan heman pîvanên ku di benda jimare (14) de hatine destnîşan kirin disepîne, di derbarê pîvanên lênêrîn û nirxandina daxwaznameyên şaxkirinê
  4. amadekirina navendê û dayîna erêkirina dawî:
  5. rêkarên ku di benda jimare (7) ya van rêwerzan de di derbarê pêdivî û mercên dayîna erêkirina dawîn de têne sepandin
  6. dezgeha perepêdana biçûk pabend e bi cîbicîkirina pêvajoya veguheztinê li gorî rojeva ku hatî destnîşan kirin û lihevkirin, bi merca ku heyam salekê derbas neke ji dîroka wergirtina pejirandina destpêkê .
  7. di bin ronahiya eşkerekirina amadehiyê û pabendbûna rêxistinê bi temamkirina hemû pêwîstiyan, erêkirina dawî ya nivîskî ji bo veguheztinê tê dayîn û piştî derketina wê, rêxistin dikare di navenda nû de dest bi xebatê bike
  8. tîmek ji Nivîsgeha Diravan serdanek meydanî li navenda kevin dike da ku piştrast bibe ku saziyê navend vala kiriye û hemî tiştên xwe ji holê radike ji nivîsgeha pere.
  9. rêxistin pabend e xerîdarên xwe û raya giştî derbarê veguheztina baregeha xwe agahdar bike bi rêya ragihandina wê li navenda kevin li cihekî diyar û bi riya malpera xwe û medyaya civakî herî kêm du heftan berî destpêkirina pêvajoya veguheztinê û herweha piştî temamkirina pêvajoya veguheztinê, destpêkirina xebatê di navenda nû de bi heman mekanîzmayê pêk tê.

Bend (16)

girtina demkî û mayînde ya navend û şaxan

  1. girtina demkî

dezgeha perepêdana biçûk dema ku bixwaze navendekê an şaxekê bi demkî bigire divê pêdivî û rêkarên jêrîn bicîh bîne:

  1. pêşkêşkirina daxwaznameyeke nivîskî ji serokê desteya rêvebir a saziya perepêdana biçûk re derbarê girtina demkî li gorî forma ku ji bo vê armancê di (pêveka hejmar (5) – daxwaza girtina demkî ) de, .
  2. belge û kaxezên ku li jêr hatine rêz kirin dê bi daxwazê ​​re werin girêdan:

1) pejirandina Encûmena Eêvebir a saziyê li ser girtina demkî.

2) pejirandina desthilata çavdêriyê ya welatê zikmakî di rewşa saziyên perepêdanê  yên ku wekî şaxên saziyek perepêdana biyanî kar dikin.

3) sedem û hincetên girtina demkî.

4) plana saziyê ya têkildarî pêvajoya girtina demkî, di nav de heyama girtinê, çawaniya danûstandina bi hesabên xerîdaran re û pêşkêşkirina xizmetan di heyama girtinê de  di riya şaxek berdêl, ji bo misogerkirina berdewamiya karsaziyê û xizmetên bênavber  ji xerîdaran re.

5) her şert û mercên ku Nivîsgeha Diravan pêwîst dibîne ji bo nirxandina daxwaznameya pêşkêşkirî .

  1. Nivîsgeha Diravan di nav mehekê de ji roja temamkirina daxwaza girtinê de biryara xwe ya erêkirin an redkirina bi nivîskî ji saziyê re radigihîne û sedemên redkirinê şîrove dike.
  2. ger daxwaz were pejirandin, sazî rêkarên girtina mayînde ya şaxê dide destpêkirin, bi merca ku bêne qedandin di heyameke salekê derbas neke ji dîroka pejrandina Nivîsgeha Diravan
  3. sazî neçar e ku herî kêm du heftan berî destpêkirina pêvajoya girtina mayînde bi ragihandina li cîhek berbiçav li şaxa ku dê were girtin û li ser malpera saziyê û medyaya civakî derbarê girtina mayînde de xerîdarên xwe û raya giştî agahdar bike , ji bilî ragihandina vê yekê di rojnameyên rojane de di sê rojên yekem de ji roja destpêkirina rêkarên girtinê û arastekirina xerîdaran ber ve şaxa berdêl.
  4. sazî ji temamkirina rêkarên girtinê dê Nivîsgeha Diravan agahdar bike, û li ser vê yekê, tîmek ji Nivîsgeha Diravan dê serdanek meydanî li şaxê girtî bike da ku piştrast bike ku saziyê ew vala kiriye û hemî tiştên xwe rakirine. .
  5. sazî neçar e ku herî kêm du heftan berî destpêkirina pêvajoya girtina mayînde bi ragihandina li cîhek berbiçav li şaxa ku dê were girtin û li ser malpera saziyê û medyaya civakî derbarê girtina mayînde de xerîdarên xwe û raya giştî agahdar bike , ji bilî ragihandina vê yekê di rojnameyên rojane de di sê rojên yekem de ji roja destpêkirina rêkarên girtinê û arastekirina xerîdaran ber ve şaxa berdêl.
  6. sazî neçar e ku hemî nîgarên salane yên li ser şaxa ku hatî girtin bide, û Nivîsgeha Diravan dikare nîgarên heyama mayî ya sala ku şax tê de hatiye girtin vegerîne.
  7. ev rêkar li ser girtina ku ji ber tasfiyekirin an betalkirina destûrdanê rûdidin nameşin, û ya ku ji hêla Nivîsgeha Diravan ve tên rêxist kirin li gor rêwerzên taybet yên ku ji bo vê armancê têne derxistin,.

Bend (17)

pêdiviyên berdestiya pereyan

pêdivî ye ku saziya perepêdana biçûk babend be bi daxwazên berdestiya pereyan  li gorî pîvanên jêrîn

  1. rêjeya niha: rêjeya hebûnên heyî yên saziyê divê ji %200ê deynên heyî yên ku di nav salekê de derbas dibin derbas nebe.

rêjeya heyî şiyana hebûnên heyî yên saziyek ji bo peydakirin û dayîna berpirsiyariyên heyî yên ku di nav salekê de derbas dibin dipîve.

hebûnên heyî tê wateya hebûnên ku dikarin di nav salekê de bêyî ku ziyanê bibînin werin tasfiye kirin, wek dirav û hevberên dirav (balansên li cem bankan), pelên darayî yên gengazî danûstandinê, lêçûnên pêşinde hatine dayîn, dahatên ku nehatine wergirtin, deynên bacê, û daxwazên di bin berhevkirinê de.

ji bo deynên heyî yên ku divê di nav salekê de  bên dayîn,  di nav de  deynên kesên din , mûçe, kirê, bac, faîz û komîsyonên ku divê bo kesên din bên dayîn , dahatên ku pêşwext hatine wergirtin, û her lêçûnên din ên ku divê bên dayîn û nehatine dayîn  .

rêjeya danûstandinê li gorî hevkêşeya jêrîn tê hesibandin:

rêjeya danûstandinê = tevahiya hebûnên niha / bi tevahî deynên niha ≤ 200%current ratio = total current assets / total current liabilities ≤ 200%

2- rêjeya berdestiya pereyan: rêjeya berdestiya pereyan ya saziyê, divê ji %100 ji deynên heyî  ne kêmtir be.

rêjeya berdestiya pereyan  şiyana saziyê di dayîna deynên xwe yên heyî  di heman dema ku ew rêjeyê dihesibîne dipîve, lewra nay, berçavgirtin ji hebûnên heyî ji bilî dirav û tiştên hevtayê wê / balans li cem bankan/ û pelên darayî  yên gengazî bişaftinê bê pêkanîn ziyanan bi tenê û ev rêje di riya ev hev kêşeyê tê çareserkirin:

rêjeya berdestiya pereyan (cash ratio) = (dirav + pelên diravî )/ tevahiya deynên niha ≤ 100%

cash ratio = (cash + marketable securities) / current liabilities ≥ 100%

Bend (18)

pîvanên xweparastinê yên ji bo portofolên deyn û perepêdanê

pêdivî ye ku saziya perepêdana biçûk pabend be  bi pêdiviyên pîvanên xwe parastinê yên jêrîn

  1. balansa lîsteyî ya tevaya portofoliya deyn û perepêdana ku ji xerîdarên saziyê re hatî dayîn divê ji sedî 90- ê tevaya hemî mafê xwedantiyê û balansa lîsteyîya deynan (deynkirin) û bexşînên lîsteyî li cem saziyê zêdetir ne be

2.divê  giştiya ya deyn û perepêdanên ku ji yek xerîdar re hatine dayîn ji sînorên jêrîn ne zêdetir be:

  1. asta herî zêde ya giştiya deynan an perepêdana ku ji her xerîdar re hatî dayîn dê ji (2%) ji mafê xwedantiya saziya perepêdanan di dîroka bexşdayînê kîjan mezine .
  2. nirxê balansa lîsteyî ya tevahiya deyn û perepêdana ku ji kes an saziyê re hatî dayîn ji (100,000) dolarên amerîkî ne zêdetir be
  3. kiryarên dayîna deyn divê li ser bingeha rêbazeke li ser bingeha herikîna diravê ya çavrêkirî a deyn û dahûrandina kesatiyê, û li ser dahûrandinek pêşeyî ya metirsiyên veşartî, û berdestiya rêkarên rêveberiya metirsiyê li gorî pratîkên saxlem .
  4. rêjeya portofola deyn û perepêdanê biramber tevahiya hebûnan di navbera 60% ta85% de be.
  5. rêjeya deyn û perepêdanên nepêkandî bo tevaya portfoliyoya deyn û perepêdanan: divê ji 5% derbas nebe.
  6. rêjeya veqetandinan biramber deynên nepêkandî divê ji %85 kêmtir nebe.

Bend (19)

pêdiviyên rapor û lîsteyên darayî û çerxane yên pêşkêşkirî bo Nivîsgeha Diravan

  1. divê hemî saziyên perepêdana biçûk Nivîsgeha Diravan dabîn bikin bi rapor û daneyên darayî û agahiyên din ên têkildarî çalakiyên xwe bi rengekî çerxane li gorî pêveka hejmara (7) – daneyên darayî û raporên çerxane.
  2. divê hemî saziyên perepêdana biçûk li gorî rêwerzên ku ji hêla Nivîsgeha Diravan ve hatî derxistin, kopiyên daneyên darayî yên hûrbînkirî ji nivîsgeha dirav re bişînin
  3. Nivîsgeha Diravan maf heye ku ji saziya perepêdana biçûk bixwaze ku di heyama ku ew destnîşan dike de bersivê bide her pirsgirêk, mijar, an lêpirsînek têkildarî rapor û daneyên darayî

Bend (20)

lêgerîna meydanî

  1. Nivîsgeha Diravan maf heye ku çavdêrekî an tîmek çavdêriyê erkedar bike di çi demê de be saziyên perepêdana biçûk teftîş û vekolîn bike da ku defter, tomar, sîstemên otomatîk û daneyên darayî  vekolîne. ev erkedarî hemû sazî û dezgehên perepêdana biçûk û şaxên wan ên ku li herêmên Rêveberiya Xweser kar dikin digre nav xwe, bi rengekî vekolîn bi kêmanî van tiştan bihewîne
  2. verastkirin ji saxlemiya navenda darayî, hebûna sermiyanê, başbûna hebûnan, bandorkariya kar, nirxandina rêveberiyê, başbûna qezencan, û têrabûna berdestiya pereyan ji bo pêkanîna daxwazên qanûnî û xebitandinê.
  3. nirxandina karê kontrola navxweyî, tedbîrên pêşîlêgirtin û rastkirinê, çavdêriya darayî, û asta hemahengiya siyasetên navxweyî bi birgeyên qanûn û rêwerzên têkildarî birêvebirina çalakiyên curbecur.
  4. verastkirin ji ewlehî û karîgeriya sîstemên otomatîkî yên ku têne bikar anîn, asta berdestiya çavdêriya dualî û veqetandina desthilatdariyan, têrbûn û rastbûna encamên wan û bicîhanîna pêdiviyên wan ên xebatê û pêdiviyên Nivîsgeha Diravan
  5. verastkirin ji asta hebûna siyaset, pîvan û rêkarên xebatê yên ku bicîhanîna çalakiyên perepêdana biçûk di çarçoweya xwe ya rast de û asta pabendbûna bi wan re misoger dike û nûvekirina wan ji bo rêgirtina li pêşkeftinên di hawîrdora xebatê de.
  6. verastkirin ji asta karîgeriya rêveberiyê di rêvebirin, şopandin û kontrolkirina metirsiyan û veberhênana pereyan bi rengekî herî baş da sûdmendiyê ji saziyê re werbigire.

2 divê hemî saziyên perepêdana biçûk hemî defter, tomar, hesab û belgeyên pêwîst pêşkêşî vekolînerên Nivîsgeha Diravan yên ku hatine sipartin ji bo ezmûn û kontrolê, û hêsankirina gihîştina sîstemên otomatîkî, û her hêsankariyên din ên ku ew guncav dibînin ji bo temamkirina karê teqîkirin û vekolînê

Bend (21)

nîgarên destûrdanê

  1. qasa nîgaran

nivîsgeha dirav ji saziyên perepêdana biçûk nîgarên jêrîn berhev dike:

  1. nîgarên daxwaznameya destûrdanê yên ku nayê vegerandin:
forma qanûnî li ser navenda sereke li ser her şaxek
pargîdaniya berpirsiyariya bisînor / bi qezenc 200 usd 100 usd
pargîdaniya berpirsiyariya sînordar / bê-qezenc 100 usd 50 usd
pargîdaniya beşdar / bi qezencê 500 usd 250 usd
pargîdaniya beşdar / bê-qezenc 300 usd 150 usd
şaxên pargîdaniyeke perepêdana biçûk  biyanî 500 usd 250 usd
  1. nîgarên qutkirî (yekcar):
forma qanûnî li ser navenda sereke li ser her şaxek
pargîdaniya berpirsiyariya bisînor /bi qezenc 1,000 usd 300 usd
pargîdaniya berpirsiyariya sînordar / bê-qezenc 500 usd 100 usd
pargîdaniya beşdar / pargîdaniya bi qezenc 2,500 usd 500 usd
pargîdaniya beşdar / bê-qezenc 1,250 usd 250 usd
şaxên pargîdaniyek perepêdana biçûk ya biyanî 2,500 usd 500 usd

t-nîgarên salane

forma qanûnî li ser navenda sereke li ser her şaxek
pargîdaniya berpirsiyariya bisînor /bi qezenc 700 usd 200 usd
pargîdaniya berpirsiyariya sînordar / bê-qezenc 350 usd 100 usd
pargîdaniya beşdar / pargîdaniya bi qezenc 1,500 usd 300 usd
pargîdaniya beşdar / bê-qezenc 1,000 usd 200 usd
şaxên pargîdaniyek perepêdana biçûk ya biyanî 1,500 usd 300 usd
  1. dema dayîna nîgaran
  2. nîgar li sandûqa diravan bi vî rengî têne dayîn:
  3. nîgarên daxwaznameyê dema ku daxwaznameya destûrnameyek nû tê pêşkêş kirin.
  4. nîgarên qutkirî (yekcar) dema ku destûrdan li gorî agahiyek nivîskî ya ku ji hêla nivîsgeha diravn ve berî derketina destûrnameyek nû hatî dayîn tê dayîn.
  5. nîgarên salane di destpêka salê de û ne derengtir ji sî û yekê çile ya her sal
  6. sala darayî diwanzdeh meh tê hesibandin , her sal ji 1ê çile dest pê dike û di sih û yekê kanûna pêşîn de bi dawî dibe.
  7. nîgarên salane yên şaxên nû li ser bingeha rêjeya ji hejmara mehên sala yekem têne hesibandin û hesabkirin ji roja derketina erêkirina dawîn dest pê dike ji bo praktîzekirina kar û parçeyên mehekê mehek temam têne hesibandin ji bo mebestên hesabkirina nîgaran

 

  1. dereng dayîna nîgarên destûrdanê yên salane piştî sî û yekê çileya paşîn a salê dibe sedema duqatkirina pereyên derengmayî, sedema girtina demkî ya şaxa ku nîgarên wê destûrdanê yên salane nehatine dayîn, û destûr nayê dayîn ku ji nû ve vebe heta ku du qat nîgar neyên dayîn, berevajî vê yekê, destûrdana şaxê dê were kişandin û bi domdarî were girtin, û sazî dê neçar bimîne ku nîgarên nedaye bide, û Nivîsgeha Diravan maf heye ku li hember saziyê tedbîrên çavdêriyê yên ku guncav dibîne bigire.

ger sazî an şaxên wê li gorî erêkirina berê ya Nivîsgeha Diravan dev ji kar berde, çi rawestgehek mayînde be an demkî be, Encûmena Eêvebiriya nivîsgeha pereyê, li ser daxwazek guncav, maf heye ku saziyê ji nîgarên salane  an beşek ji wan efû bike ji roja girtinê heya dawiya sala darayî an jî heya roja vegerandina wê li kar,

Bend (22)

rawestandina karê saziyê

tu saziyek perepêdana biçûk nikare karê xwe li deverên Rêveberiya Xweser  biqedîne an rawestîne, an jî hinek an hemî karên ku dike û yên ku di van rêwerzan de destûr têne dayîn rawestîne bêyî ku berê erêkirina nivîskî ji Nivîsgeha Diravan werbigire ,mafê Nivîsgeha Diravan heye ku rêkar û mercan deyne ji bo bidawîkirina kar bi rengekî ku parastina aramiya darayî li deverên Rêveberiya Xweser de pêk bîne, .

Bend (23)

pêdiviyên têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê

pêdivî ye ku hemî dezgehên perepêdana biçûk ên destûrdar pabend bin bi pêdivî û mercên têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê ya ku di qanûna  têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê de hatine ziman, nemaze yên ku bi cezayên navneteweyî ve girêdayî ne, di nav de qanûna parastina sivîlên sûrî (qanûna qeyser madem derbasdar e ) di warê pabendbûna bi :

  1. pejirandina sîstemên elektronîkî ji bo taqîkirina navên xerîdaran li ser lîsteyên cezayên navneteweyî.
  2. rawestandina danûstandinê tavilê bilokkirina hesab û karên têkildarî navên ku di nav lîsteyên cezayên navneteweyî de cih digirin
  3. vekolîna danûstendin û veguheztinên derhatî û derçûyî ji bo verastkirina ji navên ku bi van danûstendinan re têkildar in an jî bi navên ku di lîsteyên cezayên navneteweyî de ne ve girêdayî ne
  4. verastkirin ku kar û veguheztinên ku ji bo perjwendiyên xerîdarên wê têne kirin ne girêdayî ne bi sektorên ku di navnîşên cezayên navneteweyî de ne .
  5. agehdarkirina rêveberiya têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê ya li Nivîsgeha Diravan, yekser û bê derengî, ji her kiryarên girêdayî bi navên ku di nav lîsteyên cezayên navneteweyî de cih digirin , bi merca ku bi  agihdarkirinê re balansên pêvajoyên ku hatin cemidandin tevlî doseyên xerîdaran  (forma xerîdarê xwe nas bike û daxuyaniyên pêvajoyan ).

Bend (24)

pêdiviyên nehênî û ne eşkerekirinê

  1. Nivîsgeha Diravan rêwerzên ku nehênîtiya zanyariyên têkildarî xerîdarên saziyên perepêdana biçûk, deyndariya wan, û danûstandinên wan birêkûpêk dike derdixe, di heman demê de destûr dide, lê tenê bi qasî ku pêwîst be, tiştên jêrîn bide: (1) pevguhertina agahdarî û daneyan têkildarî deyndariya xerîdarên saziyên perepêdana biçûk yên di navbera saziyên perepêdana biçûk û saziyên din ên darayî yên ne-bankî de, û bankan; (2) asta berdestbûna van agahdarî û daneyên pêwîst  ji bo dayîna krediyê û û birêvebirina metirsiyan bi rengekî bi bandor , pêdivî ye ku ev rêwerz garantiyê bidin ku ev agahdarî û dane  neyên eşkerekirin ji raya giştî re an ji kesekî ku ne xwediyê maf û desthilatdariya qanûnî ye da ku bigihîje van agahdarî û daneyan.
  2. bêyî astengkirina sepana giştî ya xala (2), rewşên jêrîn bi taybetî ji daxwazên nehênîtiyê yên ku di xala (2) de hatine destnîşan kirin têne dûrxistin:
  3. agahdariya kesên ku di beşa çavdêriya darayî de li Nivîsgeha Diravan kar dikin û ji hûrbînên derve re wekî ku pêwîst be an guncav be eşkere bikin da ku van kesan karibin erkên xwe li gorî qanûna Nivîsgeha Diravan û rêzikname û rêwerzên têkildar pêk bînin
  4. eşkerekirina zanyarî û belgeyên ku dibe ku ji hêla Nivîsgeha Diravan an karmendên wê ve werin xwestin derbarê pêkanîna çalakiyên çavdêriya qanûnî li ser saziyên darayî .
  5. eşkerekirina agahiyan ji yekîneya têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê ya Nivîsgeha Diravan re li gorî qanûna dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê û/an rêzikname an rêwerzên têkildar
  6. eşkerekirin û pevguhertina zanyariyên têkildarî xerîdarên saziyên perepêdana biçûk, deyndêr û garantorên wan: (1) ji bo bikaranîna ji hêla qeyda krediyê ya Nivîsgeha Diravan an nivîsgeha krediyê ya ku ji hêla nivîsgeha diravn ve tê rêxistkirin û/an (2) bi bank, saziyên perepêdana biçûk an her pargîdanî an aliyên din re ku bi taybetî ji hêla Nivîsgeha Diravan ve hatine pejirandin da ku pevguhertina van agahdariya hêsan be.
  7. li gorî erêkirina nivîskî ya berê ya Nivîsgeha Diravan, dema ku du saziyên perepêdana biçûk an zêdetir bi rengek çalak di nav hevgirtin an destgirtinek şîmane de cih digirin, ew kes (yên) ku ji hêla encûmenên rêvebirên perepêdana biçûk-yên têkildar ve hatî destnîşan kirin dê xwediyê maf be ku agahdariya karsaziyê ya nehênî biguhezîne bi hev re – lê tenê heya radeya ku agahdariya wisa ji bo nirxandina danûstendina mêzekirî pêwîste. lêbelê, pêdivî ye: (1) ku agahdariya kesane ya xerîdar neyê eşkere kirin; (2) kesên ku van agahdariyan werdigirin divê bi tundî nehênîtiya van agahdariyan biparêzin û bi xwe berpirsiyar in ji ber zirarên ku ji xemsariya wan an eşkerekirina bi mebest a van agahdariyan ji aliyên sêyemîn ên bêdestûr re çêdibin.

Bend (25)

ceza

li ser her kesê ku birgeyên van rêwerzan binpê bike dê li gorî cezayên jêrîn ceza were birîn:

  1. her kesê ku xwediyê sereke an rêvebirê payebilind ê saziyek qanûnî an rêxistinek e ku karsaziya saziyek perepêdana biçûk bê destûr dike – an ku piştî ku destûr hate sekinandin an betalkirin karekî wisa dike – dê bibe mijara cezayê pereyan ji 20,000 dolaran ne zêdetir an jî cezayê hebsê bi heyameke ne zêdetir ji yek sal an her du ceza bi hev du re .
  2. her kesê ku bi dilxwazî her belge û zanyariyek pêşkêş neke an jî di raporek, bîlanço an belgeyek din de an jî di her agahdariya ku li gorî an ji bo mebestek hukmek vê rêziknameyê de tê xwestin an hatî peyda kirin de daxuyaniyek bide û kî dizane. an jî bi awayekî maqûl diviyabû bizanibûya ku ew di her warî de derew an jî xapandin e, sûcek dike û ji cezayê heta 10,000 $ an cezayê girtîgehê ji bo salekê, an jî her duya
  3. ger rêveberekî cîbicîkar, rêveber an karmendek perepêdana biçûk karûbarên perepêdana biçûk xirab bi rê ve bibe an jî posta xwe xirab bikar bîne da ku rasterast an nerasterast sûd werbigre ji xwe re an endamên malbata xwe re, ew sûcdar tê nasîn û bi cezayê pereyan heta 10,000 dolarên amerîkî, an jî du sal zîndan an her du yan tê cezakirin
  4. dadgeh her weha dikare fermanê bide kesê ku li gorî xala 3 ya vê bendê hatiye darizandin û ceza lê hatiye birîn ku yek an hemî pereyên têkildar û milkên din ên ku wî, hevkarên wî an endamên malbata wî bi dest xistine vegerîne saziya perepêdana biçûk
  5. tevî van tiştên li jor hatin ziman, bê biryara dadgeheke şareza piştî dadgehkirineke tam û dadperwer, nabe ku tu kes were zîndanîkirin û mafê tawanbar heye ku parêzerekî bigre.
  6. hemî ceza û cezayên ku li gorî vê bendê hatine birîn, li gorî qanûnên ku van dijîderketinê birêkûpêk dikin, dijîderketina rêveberî û dadwerî tê kirin.

Bend (26)

betalkirina destûrdanê

  1. Nivîsgeha Diravan di rewşên jêrîn de maf heye ku destûrnameya saziyek perepêdana biçûk betal bike:
  2. ger destûrname hat dayîn li ser bingeha zanyariyên çewt ên ku di daxwaznameya destûrdanê de an jî di belgeyên pê ve girêdayî de hatine .
  3. ger sazî di heyama ku di xala (7) ya van rêwerzan de hatiye diyarkirin de dest bi karê xwe neke.
  4. ger ji Nivîsgeha Diravan re were xuyakirin ji rastiya çavdêriya nivîsgehî û meydanî  ku hebûnên saziyê ne besin ji bo  peydakirina pêdiviyên wê .
  5. ger sazî ji sê mehan zêdetir dayîna krediyên perepêdana biçûk rawestîne.
  6. ger sazî guhertinên ku bandorê li xwezaya çalakî û xebata wê dike berevajî şertên destûrnameya ku jê re hatî dayîn bike
  7. ger sazî êdî nema asta herî kêm ji sermiyan û yedekan di dest de hebe wekî ku ji hêla Nivîsgeha Diravan ve hatî destnîşankirin an jî êdî nikaribe berpirsiyariyên xwe biramber deyndêrên xwe bicîh bîne
  8. ger ne pabendiya saziyê dubare bibe bi birgeyên ku di qanûn rêzikname rêwerz û biryarên ku kar û barên saziyên perepêdana biçûk bi rêkûpêk dikin , bi awayekî ku bibe metirsî li ser berjewendî an aramiya darayî li deverên Rêveberiya Xweser.
  9. ger sazî maldariya xwe bike yek an veguhezîne saziyek darayî ya din beşek ji hebûnên xwe bêyî wergirtina pejirandina nivîskî ya pêşîn ji Nivîsgeha Diravan hatine firotin.

 

  1. ger destûrdana saziyek darayî ya din a ku xwediyê %50 an zêdetir ji pişkên vê saziyê ye were betal kirin.
  2. ger saziyê miyanketin ragihand û biryara tasfiyekirina wê hat dayîn
  3. li ser daxwaza saziyê, bi piraniya dengên pêwîst
  4. Nivîsgeha Diravan maf heye ku destûrnameya saziyek perepêdana biçûk ya ku wekî şaxên pargîdaniyek biyanî kar dike betal bik di rewşên ku di xala (1) ya jorîn a vê bendê de hatine destnîşan kirin:
  5. ger destûrdana pargîdaniya biyanî ya li welatê zikmakî were betal kirin.

b ger were îspatkirin ku ew nikare karê xwe bidomîne

  1. ji hêla qanûnî ve, betalkirin an sekinandina destûrdanê tê wateya kêmkirin an desteserkirina mafek xwedantî nirixdar. ji ber vê yekê, ev betalkirin an rawestandin li gorî qanûnên ku van dijîderketinan bi rê ve dibin, bi dijîderketina rêveberî û dadwerî re tê kirin.

Bend (27)

derbasdarî û cîbicîkirin

pêwîste hemû dezgehên şareza li herêmên Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê sûriyeyê , her yek li gor pisporiya xwe , birgeyên  van rêwerzan bi cîbînin û  birgeyên wê ji dîroka derketinê de bisepînin  .

derketin 1/24/2024 z .

serokatiya hevbeş a nivîsgeha dirav û dayînan a navendî

 

ji bo daxistinê klîk ji vê derê 

Comments are disabled.