YASAYA NİVÎSGEHA DİRAV Û DAYÎNAN A NAVENDÎ Lİ BAKUR Û ROJHİLATÊ SÛRYEYÊ
Beşa yekem
Birgeyên giştî
Benda (1) an: Avakirina Nivîsgeha Dirav Û Dayînan A Navendî
A- Li gorî vê qanûnê, nivîsgeha dirav û dayînan a navendî tê avakirin, xwedan kesayetiyek watedar û qanûnî ye, û li rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê sûryeyê nivîsgeh û şaxên wê tên avakirin.
B- Divê ev nivîsgeh hebûnek wê ya mayînde û berdewam hebe
C- Desthilat û rêxistkirina nivîsgehê di vê qanûnê de tên diyarkirin.
D- Nivîsîngeh saziyek pîşeyî û serbixwe ye , ji hêla encûmena giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûryeyê ve hatiye damezrandin û ti bandorên alîyên siyasî li ser nivîsgehê tune .
Mijar (2) an: danasîn:
Rêveberiya xweseriya demokratîk: rêveberiya xweseriya demokratîk a bakur û rojhilatê sûryeyê.
Desteya Darayî: desteya darayî ya rêveberiya xweseriya demokratîk a bakur û rojhilatê sûryeyê.
Bank: ew Kesê watedar û qanûnî ye, yê ku ji hêla nivîsgehê ve destûrdanek heye, ku danûstandinên bankî bike, xebat di warê pejirandina depoyên bankî li deverên rêveberiya xweser û bikaranîna ev pereyan bi tevahî an jî beşekî ji bo pêşkêkirina kredî an veberhênan ji bo berjiwendiya hesabên kesên ku xebatê li ser perpirsyariya xwe dikin.
Kredî : Her pabendiyek rasterast an nerasterast bi lêçûnkirina qasek pere biramber mafê dayina ew pereyên ku hatine lêçûnkirin û dayîna sûd an nîgarên din li ser ev pereyan , her dirêjkirinek ji dîroka gihîştina ev deyn, her garantiyek hate dayîn ji bo vegerandina ev deyn ,û her pabendiyek ji bo bidestxistina mafê dayîna qasek pere, û her wisa tê zanîn ku depoyên bankî û kirîna belgeyên deynan ji bazara ne sereke ,ne di nav têgeha krediyê de ne.
Nivîsgeh : nivîsgeha dirav û dayînan a navendî.
Garantiya deynan: amûreke deyndarî ye gengazî guhartinê ye û her amûreke din bi qasî amûra deyndarî be, çi bi rengekî pejrandî an tomarkirina defterî be.
Saziyên darayî: Ew bank an kesê watedar û qanûnî, yê ku karê pêşkêşkirina kredîyê an veberhênanê bo hesabê kesê ku li ser berpirsyariya xwe karê bazirganî dike.
diravguhêr: Her kesê ku destûrdanek heye ji hêla nivîsgeha dirav û dayînan a navendî ve, ku di karê pevguhertina diravan de bixebite .
Karê pevguhertinê: danûstandina diravên biyanî ,li gorî rêziknameyên ku ji hêla nivîsgeha dirav û dayînan a navendî ve hatine derxistin.
Rênîşandan: Pêşniyarên ne-pabend an daneyên siyaseta giştî yên ku ji hêla nivîsgeha dirav û dayînan a navendî ve hatine derxistin da ku bank û aliyên din ên têkildar agahdar bin bi karên nivîsgehê .
pîvanênên jimaryariya Navnetewî: nûjentirîn pîvanênên jimaryariya Navnetewî yên ku ji hêla Komîteya pîvanên jimaryariya Navneteweyî ve hatine derxistin.
Ferman: rêwerzên pabend yên ku ji hêla nivîsgeha dirav û dayînan a navendî ve hatine derxistin ,bi armanca cîbicîkirina vê qanûnê .
nîgarên guncav: nîgarên ku lêçûnên rasterast û ne rasterast,yên ku dighên nivîsgehê hildigre, ji ber pêşkêşkirina xizmetên ku nîgar biramberî wan tên dayîn .
Biryar: ew fermana pabend a ku ji hêla nivîsgehê ve tê derxistin ji bo hemû bank û saziyên darayî , bi armanca cîbicîkirina vê qanûnê.
Encûmena Rêvebir: Encûmena Rêvebir a ku di xala (A) ya benda (17) an a vê qanûnê de hatiye destnîşankirin.
Benda (3) an: Desthilatên nivîsgehê
A- wajokirina girêbestan.
B- bidestxistina miyan û milkan û bikaranîna wan, çi guhêzbar bin û çi neguhêzbar bin.
Bend (4) an: Desthilatên giştî yên nivîsgehê:
A- nivîsgeh, hemû desthilatên ku jê re hatine dayîn, çi li gorî birgeyên yasaya niha, çi li gorî birgeyên qanûnên din ên ku tên bikaranîn karê xwe dike , û her wisa desthilatên din yên pêwîst ji bo karê nivîsgehê.
B- Nivîsgeh ji bilî tiştên ku di vê qanûnê de hatine destnîşan kirin xwedan serxwebûnek kargêrî û rêveberî ye û nabe ku ti kes bi awayekî ne guncav bixwaze bandorê li ser karmendekî nivîsgehê yan endamekî rêveberiya wê bike ,di dema ku ew endam bi erkên xwe radibe ,yan jî destwerdanê di karên nivîsgehê de bike.
Benda (5) an Armancên sereke yên nivîsgehê:
A-sîstemeke çalak û ewle , ya dayînên herêmî digre ser xwe.
B- Dabînkirina diravî, hêza perepêdanê û karê bi bandor bo sîstemeke bankî aram li ser bingeha prensîbên bazarê.
Benda (6) an karên pispor û taybet ên nivîsgehê:
A – Pêşkêşkirina rêwerzên giştî yên siyasetên diravî, darayî û aborî ji saziyên rêveberiya xweser re.
B- Afrandin, cîbicîkirina rêkarên taybet bi sîstemên diravdanê , çaksaziyê , serpereştî li ser ,û birêxistinkirina danûstandinên bi diravên navxweyî û biyanî.
C – bidestxistin û bikaranîna yek an çend sîstemên diravdanê.
D – xebat wek bank û şaneyê darayî ji bo desteya darayî – pêşkêşkirina şîretên darayî li gor daxwaza wê.
F- Parastina depoyan bi diravên biyanî ji bo desthilata darayî û aliyên din.
F2- peydakirina qebareyeke baş ji kaxezên diravî,di danûstandinên qanûnî de ji bo çaksazîkirina danûstandinên diravî .
G – bi destxistina navendeke depokirinê ji bo hilgirtina pere û kaxezên diravî.
H- Destûrdan, rêxistkirina bankan , û serpereştî li ser.
I- Çavdêrî li ser kesên ku di diravên biyanî de dixebitin û rêxistkirina wan.
J- pêkanîna dahûrandineke aborî û diravî ji aboriya herêmê re,ragîhandina encaman , pêşkêşkirina pêşniyar û tedbîrên guncav ji rêveberiya xweser re li gorî vê dahûrandinê.
K – şêwir bi desteya Darayî re ji bo hevrêzkirina siyasetan ta sînoreke ne li dijî desthilata wê be , li gorî vê qanûnê.
L- Rêxistkirin û kontrolkirina rêkarên girêdayî danûstandinên bi kanzayên nirxdar de .
Benda (7) an: Hevkarî:
A- Nivîsîngeh bi awayekî dem bi dem zanyariyên giştî li gorî pêwîstiyan pêşkêşî Desteya Darayî û desteyên din dike , derbarê dirav, peredan, karûbarên bankî û darayî , divê ev deste zanyariyan li ser mijarên makro aborî û darayî bidin nivîsgehê, di dema ku nivîsgeh bixwaze.
B- Nivîsîngeh ji bo pêkanîna armancên xwe bi hemû saziyên Rêveberiya Xweser re hevkariyê dike.
Benda (8) an Hevkariya teknîkî
A- Mafê nivîsgehê heye ku beşdarî civînên encûmen û rêxistinên navnetewî yên têkildarî mijarên teknîkî yên diravan , sîstemên diravdanê, çavdêriya bankî û mijarên din ên di warê nivîsgehê de bibe.
B- Nivîsgeh dikare ji bo berjewendiya rêveberiyên biyanî, bankên biyanî, desthilatên diravî yên biyanî, rêxistinên giştî yên navneteweyî û saziyên din ên navneteweyî , dirav , dayîn û xizmetên darayî peyda bike.
Benda (9) an: Agahiyên giştî
nivîsgeh bi rêkûpêk û di dema guncav de , zibûn û desteya darayî agehdar dike, derbarê dahûrandina pêşkeftinên makro aborî ,bazara darayî, û zanyariyên serjmarî yên têkildar.
Benda (10) an Şaxên nivîsgehê
Navenda nivîsgehê bi biryara encûmena cîbicîkar a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûryeyê tê diyarkirin, û mafê nivîsgehê heye li cihên ku pêwîst dibîne, şax, dezgeh û dezgehên xebatê ava bike.
Benda (11) an: jimaryarî
Mafê nivîsgehê heye bi şêweyekî qanûnî hesaban di defterên xwe de veke li ser navê desteya darayî , desteyên din, bankên ku bi şêwazekî qanûnî li hundirê deverên rêveberiya xweser dixebitin , bankên biyanî,saziyên darayî yên navneteweyî yên giştî , û rêxistinên bexşker, û tê zanîn ku mafê nivîsgehê nîne hesaban ji bo kesên xweza , yan saziyên taybet , veke .
B- Li gorî ku di benda (48) an a vê qanûnê de hatiye diyarkirin, divê ji hemû deynên hesabê razandinê re yên taybet bi nivîsgehê , hebûn û saman biramberî wan hebin.
Beşa duyem
Birgeyên darayî
Benda (12) an: Sermiyan:
A- Sermiyana destûrî ya nivîsgehê divê ne kêmî panzdeh milyon dolarên Amerîkî be, û paşê divê sermiyan û hesabên yedeka giştî bi qasî (5%) ji giştiya pereyên balansên krediyê be , ji bo hemî hesabên ku li nivîsgehê têne hilgirtin, ji hêla xwedan hesabên ku di bîlançoya giştî ya nivîsgehê de têne xuyakirin di dawiya her salek darayî de , Sermiyan gengaz e bê zêdekirin bi qasên ku ji hêla nivîsgehê ve têne destnîşankirin û piştî pejirandina Encumena Giştî, û herwisa tê zanîn ku Sermiyana nivîsgehê nayê îpotekkirin.
B- Sermiyan nayê kêmkirin bê derxistina qanûnek ji hêla Encumena Giştî ve .
C – Desteya darayî divê di heyama mehekê de piştî daxuyakirina bûdceyê, û li gorî çavkaniyên berdest , hemî hewildanên xwe bike , da ku ji sermiyana nivîsgehê re qas û pereyên pêwîst peyda bike, ji bo sererastkirina kêmasiyê , bi taybetî di ev rewşên jêrîn de:
-Ger ji bîlançoya mehane ya destpêkê ya nivîsgehê xuyabibe ku nirxê hebûnên wê ji deyn û sermiyana wê ya destûrdar kêmtir e.
– Ger derkeve holê ku qezanca zelal a nivîsgehê ji bo her saleke darayî ne têrî zêdekirina sermiyan û hesabên yedeka giştî ta asta (5%) an ji pereyên giştî yên krediyê ji bo hemî
hesabên ku di defterên nivîsgehê de hatine hilgirtin, ji hêla xwedan hesabên ku di bîlançoya giştî ya nivîsgehê de hatine xuyakirin, ta dawiya ew sala darayî.
Benda (13) an: Diyarkirin û veqetandina dahatê:
A- qezenca zelal an ziyana zelal ji bo her saleke darayî ya nivîsgehê li gorî pîvanênên jimaryariya navneteweyî tê hesibandin.
B- Dahata zelal her sal ji bo hesabê yedeka giştî tê veqetandin ta ku hesabê sermiyan û yedeka giştî dibe (% 5) ji pereyên giştî yên krediyê ji bo hemî hesabên ku di defterên nivîsgehê de hatine hilgirtin , yên xwedanhesabên ku di bîlançoya nivîsgehê ya di dawiya her salek darayî de hatine nîşandan.
Encûmena Rêvebir dikare rêjeya ku di vê bendê de hatiye diyarkirin zêde bike û nabe ku kêm bike.
C- Li gorî sepandina xala (B) ya vê bendê, her balansek ji dahata zelal bo desteya darayî tê veguhestin , wek dahat ji bo rêveberiyê.
D-eger ziyaneke zelal hebe, ew li ser hesabê yedeka giştî an sermiyanê tê barkirin.
benda (14) an pîlancoya salane
Hemî lêçûnên rasteqîne ên pêşniyarkirî ji bo nivîsgehê di pîlançoya salane ya ku ji hêla Encûmena Rêvebir ve hatî pejirandin de, cih digirin, bi armanca bi destxistina agahiyan û pêşkêşkirina wan bo komîteya darayî.
Beşa 3
avakirina rêxistinî û rêveberî ya nivîsgeha dirav û dayînan a Navendî.
Benda (15) an:
Encûmena Rêvebir a nivîsgehê ji neh endaman pêk tê.
Rêveberiya cîbicîkar ji çar endaman pêk tê
C – Karmend
Benda (16) an:
A- Encûmena Rêvebir siyasetên kiryarên nivîsgehê destnîşan dike , dipejirîne û serpereştiya pêkanîna wan dike.
B- Divê karmendên nivîsgehê salane , ne kê mî deh raporan, pêşkêşî Encûmena Rêvebir bikin, derbarê pêşveçûna kar, pêkanîna siyasetên wê, ewlehiya sîstema darayî ,rewşa diravî, sermiyan , û bazarên pevguhertinê , tê de hemû bûyer û rewş bêne destnîşankirin, ew bûyerên ku tê pêşbînî kirin ku bandora wan li ser rêvebirin an karên nivîsgehê , sîstema darayî, an bazarên ku me li pêş anîn ziman hebin.
Bend (17) an: Damezrandina Nivîsgeha Encûmena Rêvebir:
Yekem: Mekanîzmaya damezrandinê:
A – Encûmena Rêvebir ji neh endaman pêk tê ku mafê wan ê dengdanê heye:
Hevserokatiya nivîsgeha dirav û dayînan a navendî.
Cîgirê Serokatiyê ya Karûbarên diravdanê.
Cîgirê Serokatiya Hevbeş a Karûbarên Çavdêrî û Sîsteman.
Yek ji hevserokên Desteya darayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Yek ji hevserokên Desteya darayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Sê pispor di karûbarên darayî û diravî de ,makroaborî .
B-Serokatiya hevbeş a nivîsgeha dirav û dayînan a navendî û her du cîgirên hevserokatiyê ji aliyê Encûmena Giştî ve û li ser pêşniyara Desteya Darayî têne erkedarkirin.
C- Endamên Encûmena Rêveber li gorî xala (b) ya berî vê bendê û yek ji hevserokên her du Desteya Aborî û Desteya Darayî , ava dibe .
Duyem: Mercên erkedarkirinê.
Kesên ku ji bo Encûmena Rêvebir hatine hilbijartin divê ew ji kesên, destpak û zane bin, di warê dirav û dayînan , û karên pevguhartinê de , û herwisa divê bi zanîna xwe ya pîşeyî bên nasîn .
Sêyem: Demdirêjiya endamtiyê
A- Demdirêjiya erkedarkirina her endamekî di Encûmena Rêvebir de pênc sal in
B- Endamên Encûmena Rêvebir li gorî rêza demkî ya bêngav bi pêngav têne erkedarkirin
C- Endamek dikare ji carekê zêdetir postekê bigire
Benda(18) an: Desthilat û erkên Encûmena Rêvebir a nivîsgehê:
A- çespandina siyasetên diravî ji bo cîbicîkirina desthilatên nivîsgehê yên ku di benda (6) an a qanûnê de hatine diyarkirin û sepereştiya cîbicîkirina wan ji aliyê rêveberî û karmendan ve.
B- Pejirandina hemû birge, biryar û rênîşandanê ku ji aliyê nivîsgehê ve hatine derxistin
C- Pejirandina hemû rapor û pêşniyarên ku ji aliyê nivîsgehê ve pêşkêşî saziyên rêveberiya xweser hatine kirin
D- pêşkêşkirina Pêşniyaran ji bo saziyên rêveberiya xweser derbarê beşdarbûna nivîsgeha Dirav û dayînan a navendî di şêwirên teknîkî li gel rêxistinên navnetewî.
E- Pejirandina sîstema navxweyî ya nivîsgehê.
F- Diyarkirina avahîya rêxistinî ya nivîsgehê.
G- Pejirandina erkedarkirina lêger û velokerê ku ji bo nivîsgehê dixebite
H- Erkedarkirina Karmendên rêvebiriyê di nivîsgehê de
I- Avakirin û girtina ,nivîsgehên şaxan, yên girêdayî nivîsgehê .
J- diyarkirina bûdceya nivîsgehê û birge û mercên erkedarkirina karmendan, û peyamnêran di nivîsgehê de .
K- Diyarkirina sîyasetên jimaryarî yên nivîsgeha Dirav û dayînan a navendî û erêkirina raporên dem bi dem û daneyên darayî yên nivîsgehê.
L- Biryar tê dayîn derbarê ketina bin deynan, ji aliyê nivîsgeha Dirav û dayînan a navendî ve û şert û mercên ev deyn .
M- diyarkirina cureyên saman û hebûnên ku divê guncav bin ji bo veberhênana jêderên nivîsgeha Dirav û dayînan a navendî .
N- Pejirandin an redkirina daxwazên destûrdana bankan.
Q – Betalkirina destûrdanên bankan
- erkedarkirina hûrbînekî ji derve ji bo ku karê hûrnêrîna salane li nivîsgehê bike
P – erkedarkirina hûrbînekî ji derve ji bo ku karê hûrnêrîna salane li nivîsgehê bike
F-Avakirina Komîteyên berpirsiyar û serpereşt li ser warên diyarkirî ji karên nivîsgehê, wekî vedîtin, rêveberina metirsîyan , û pabendiyê .
R- lêvegera li raporên sê mehane û raporên din ên ku ji hêla lêgerê Giştî ve hatine derxistin.
Benda (19) an xelatên endamên Encûmena Rêvebir a nivîsgehê:
Encûmena Rêvebir ji nivîsgehê xelatek darayî werdigire, ew xelat nêzikî rêjeya giştî ya xelata kesên ku karên cîbicîker an ne cîbicîker di Encûmenên çavdêr an rêvebir,an saziyên darayî an bazirganî yên li herêmê de dikin , werdigrin , tevlî berçavgirtina rewşa darayî ya rêveberiya xweser .
Benda (20) an : bikêrîya xebatê di encûmena rêveberî ya nivîsgehê de :
Tu kes nikare bibe endamê Encûmena Rêvebir a nivîsgehê eger:
A- Ev kes karmend be di bankekê de ku li herêmên rêveberiya xweser, nivîsgeh û şaxên wê hebin .
B- Di bankekê de ji %5, an jî zêdetir ji mafê milkdariyê
yê wî be.
C-Endam be di Encûmena cîbicîkar a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûryeyê de (ji bilî yek ji hevserokên her du desteyên darayî û aborî , ji ber ku ew endamên Encûmena cîbicîkar in li gorî rêzikên vê qanûnê).
D – Endam be di Encûmena cîbicîkar a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Rojhilatê Sûryeyê
E- Birgeyên pûçbûnê û dûrxistina ji kar ku di benda (21) an a vê qanûnê de hatine diyarkirin, li ser wî hatibe sepandin.
Benda (21) an: dûrxistina ji endametiya encûmena rêveber a nivîsgehê ji ber bêkêrî û nekarîgeriyê :
her çar endamên encûmena Rêvebeir yên ku ji hêla encûmena Giştî ve hatine pesendkirin, gengaz e , ji kar bên dûrxistin, bi biryara encûmena giştî , lê hema sê pisporên ku ji hêla Encûmena Rêvebir ve hatine erkedarkirin , bi biryara encûmna rêvebir, ji kar tên dûrxistin, di yek ji van rewşên jêrîn de:
– Bê kêrî ji bo endametiya Encûmena Rêvebir li gorî benda (20) an a vê qanûnê .
-Ji ber tawan û sûcekî hovane hatiye darizandin.
-Ji ber miyanketin û îflasê biryara dadmendiya dawî hatiye dayîn der heqê wî de.
-hatiye dûrxistin û rawestandin ji kar , ji hêla desteyeke pispor ji ber reftara wî ya ne durist
-Ji piraniya Encûmena Rêvebir re hate çaspandin ku ew di karê xwe de reftar û şîwazên neqanûnî bikartîne .
Ne amedebûna sê civînên Encûmena Rêvebir li pey hev , bê sedemên rewa.
Benda (22) an: Dest kişandina ji kar :
Mafê her endamekî Encûmena Rêvebir heye, ku li gorî agahdariyeke nivîskî berî mehekê hatibe pêşkêşkirin, dest ji kar bikşîne.
Benda (23) an: Dagirtina kursiyek vala di Encûmena Rêvebir a nivîsgehê de
Her posteke vala di Encûmena Rêvebir de bi erkedarkirina endamekî nû li gorî birgeyên benda (17) an ya vê qanûnê di heyama çar mehan de ji roja dîroka valabûnê tê dagirtin.
Benda (24) an: civînên encûmena rêvebirina nivîsgehê
A- Serokayetiya Hevbeş an jî yek ji wan dê serokatiya civînên Encûmena Rêvebir bike , eger ne amede bûn, cîgirê serokatiya hevbeş a karûbarê dayînan dê serokatiyê bike, û eger ew jî ne amede bû dê cîgirê serokatiya hevbeş a Karûbarên Çavdêrî û rêziknameyan , serokatiyê bike.
B- Encûmena Rêvebir bi qasî ku ji karê nivîsgehê re pêwîst be dicive , lê ne kêmtir ji mehê carekê dicive.
C-Serokatiya hevbeş banga civînên Encûmena rêveber dike , an jî li ser daxwaza nivîskî ya du endamên Encûmena Rêveber civîn tê lidarxistin.
D – berî pênc rojan ji darxistina civînê, endam têne agehdarkirin bi rojev , şûn û bernameya civînê , Di rewşek awarte de, hevdîtin gengaz e bi agahdariyek kurttir bêne lidarxistin
E- da civîn bi rengekî yasayî bê li darxistin divê endamên civînê herî kêm pênc endam bin
F – ta ku di yasaya niha de tiştekî din ne hatibe destnîşankirin, biryarên Encûmena Rêvebir bi piraniya endamên amede têne pejirandin û civîn û dengdan gengaz e bi riya teknolojiya ragihandina vîdyoyî, an bi rêyên din ên ragihandinê yên elektroniyên pejirandî were kirin.
G – Bi berçavgirtina şert û mercên ku di xala (e) ya vê bendê de hatine destnîşankirin, ti rêkarên ku ji hêla Encûmena Rêvebir ve hatî derxistin nayê betal kirin, bi sedema ku di Encûmena Rêvebir de postek an rûniştekên vala hene.
- Hemî kiryarên ku ji hêla endamekî Encûmena Rêvebir ve bi dilsozî tên kirin derbasdar in, tevî ku di erkedarkirina wî kesî de kêmasî hebin
Benda (25) an: kar û birêveçûnên civînên Encûmena Rêvebir a Nivîsgehê:
A- civînênameyên Encûmena Rêvebir nehênî dimînin, Encûmena Rêvebir dikare encamên gotûbêjên xwe yên li ser her mijarê eşkere bike û hemû biryarên wê yên derbarê mijarên siyaseta giştî de yekser tên weşandin.
B- civînameyên her civîneke ku ji hêla Encûmena Rêvebir ve tê lidarxistin ji aliyê serokatiya hevbeş an jî endamê serdar, sekreter û endamên Encûmena Rêvebir ve tên îmzekirin.
C- Sekreterê civînên Encûmena Rêvebir bi biryara serokatiya hevbeş ji nav karmendên pilebilind ên nivîsgehê tê erkedarkirin , beşdarî hemû civînên encûmenê dibe, hemû tomarên nivîsgehê dişopîne, û karên din ên ku di rêziknameyê de hatine diyarkirin pêk tîne, Sekreter nabe ku yek ji endamên Encûmena Rêvebir be.
Benda (26) an: Eşkerekirina erkên pêbaweriyê ji aliyê endamên Encûmena Rêvebir a Nivîsgehê :
A- Endamên Encûmena Rêvebir divê bi tevahî û dem bi dem , milk û berjewendiyên xwe yên aborî yên di destê wan de an di destê malbatên wan de ,bi awayekî rasterast an nerasterast eşkerebikin, û divê ev eşkerekirin li gorî rêwerzên ku ji hêla Encûmena Rêvebir ve hatine pejirandin .
B- Dema ku mijareke têkildarî berjewendiya endamekî Encûmena Rêvebir li Encûmenê tê gotûbêjkirin, divê endamê têkildar di destpêka gotûbêjê de berjewendiya xwe eşkere bike ,nikare beşdarî gotûbêjê bibe û di derbarê vê mijarê de biryara xwe bide, tevlî vê yekê ji bo bidestxistina hejmara qanûnî ya lidarxistinê , beşdarbûna wî ya rûniştinê tê pejirandin.
C- Endamên encûmena rêveber û karmendên nivîsgehê li hember nivîsgehê erka wan a pêbaweriyê heye û divê berjewendiyên nivîsgehê têxin pêş berjwendiyên xwe yên taybet .
Benda (27) an: Damezrandina rêveberiya nivîsgehê:
Rêveberiya nivîsgehê ji serokatiya hevbeş, cîgirê serokatiyê ya karûbarên dayînan û cîgirê serokatiya hevbeş a çavdêrî û karûbarên sîsteman pêk tê.
Benda (28) an: Karên pêşerojê yên endamên Encûmena Rêvebir a nivîsgehê:
Endamên berê yên Encûmena Rêvebir a Nivîsgeha dirav û dayînan a navendî ta salekê , piştî derketina wan ji nivîsgehê, nabe ku di bankekê de li Bakur û Rojhilatê Sûryeyê bixebitin .
Benda: (29) an Desthilatên serokatiya hevbeş a nivîsgehê:
A-Serokatiya hevbeş a Encûmena Rêvebir ,wekî serokatiya cîbicîkar a nivîsgeha dirav û dayînan , her du jî berpirsiyar in biramber karên rojane yên nivîsgehê , di dema ku ne amede bin an nikaribin bi karê xwe rabin, ji ber çi sedemê be , cîgirê serokatiya hevbeş a karûbarê dayînan şûna wan digre , di dema ku ew jî ne amede be,kar tê veguhestin bo cîgirê serokatiya hevbeş a karûbarên çavdêrî û rêziknameyan û wek serokê cîbicîkar a nivîsgehê tê nasîn.
B-Serokatiya hevbeş li pêşberî Encûmena Rêvebir, ji cîbicîkirina biryarên wê û çavdêriya li ser rêvebiriyê û karên nivîsgehê berpirsiyar e.
C- Hemî desthilatên ku bi taybetî ji encûmena rêvebir re ne hatine veqetandin, divê di çarçoveya desthilata serokatiya hevbeş de bin, mafê wê heye ku hemî kiryarên ku ji bo rêvebirin an karên nivîsgehê tên xwestin an pêşniyar kirin bike, di nav de wajokirina girêbestan li ser navê nivîsgehê , erkedarkirina karmend, şane û peyamnêrên nivîsgehê li nivîsgehê, û nûneratiya nivîsgehê bi giştî, serokatiya hevbeş dikare bi erêkirina encûmena rêvebir, hinek desthilatên xwe veguhêze karmendên din ên nivîsgehê .
D- Cîgirê serokatiya hevbeş ji bo karûbarên dayînan li hember wê berpirsyar e û piştî şêwira bi hevseroktiyê re, mafê wê heye ku tedbîrên ewle derbarê sîstemên destûrdanê û çavdêriya li ser sîstemên diravdanê yên ku di vê qanûnê an qanûnên din de hatine destnîşan kirin, bigire.
Benda (30) an: lêgerê giştî yê nivîsgehê:
A- Lêgerê giştî yê nivîsgehê li gorî mekanîzmaya erkedarkirnê ya ku ji hêla encûmena rêvebir ve hatiye danîn, tê helbijartin , ji aliyê serokatiya hevbeş ve bi erêkirina encûmena rêvebir tê erkedarkirin û divê ew kes heman fêrnameyên endametiyê di encûmena rêvebir de li cem hebin.
- Karên Lêgerê Giştî ev in:
– Nirxandina başbûna sîstemên rêvebirinê yên tên şopandin û pêşniyarkirin .
– ezmûnkirina vêxistina wan sîsteman û piştrastkirina rastiya zanyarî û danûstandinên hatine encam dan.
– ezmûnkirin ka ta kîjan astê kontrolên ku hatine girtin bi têrî parastina nivîsgehê ne , û di dema pêwîst de, piştrastkirin ji hebûna saman û hebûnan
– şopandin ka ta çi astê pabendî bi yasa, rêzikname, rêwerzên rêveberî, birge, biryar û sîyasetên ku karûbarên nivîsgehê bi rê ve dibin , heye .
– pêkanîna lêvegerên taybet , li gor daxwaza rêveberiyê û têkildarî bi hûrbînên hesabên nivîsgehê .
– pêşkêşkirina Raporên sê mehane ji Encûmena Rêvebir re , her raporên din ên ku baştire bêne pêşkêşkirin û herî kêm, divê rapor çalakiyên Lêgerê Giştî, rapirsînên derbarê hûrnêrîn û pêşniyaran eşkere bike .
C- lêgerê giştî dikare dest ji kar bikşîne ,piştî demek ne kêmtir ji du mehan ji dîroka pêşkêşkirina destkêşanê ji Serokatiya Hevbeş re ,û ji kar nayê dûrxistin bê biryara Encûmena Rêvebir a destekirî bi sedemekê yan jî zêdetir ji sedemên dûrxistinê yên ku di benda (21) an a vê qanûnê de hatine diyarkirin.
Benda (31) an: Karmendên nivîsgehê
A – Nabe karmendên nivîsgehê bên erkedarkirin di riya ti kesî re ji bilî nivîsgehê , ta ku Encûmena Rêvebir biryarek din nede.
B- Encûmena Rêvebir divê birge û mercên erkedarkirinê bikarbîne, di nav de, birgeyên pêşîgirtina li dijberiya berjewendiyan hene.
Benda (32) an: Karmend, şane û peyamnêrên nivîsgehê:
di çarçoveya birge û mercên giştî yên erkedarkirinê, ku ji aliyê Encûmena Rêvebir ve hatine pejirandin Serokatiya Hevbeş, karmend, şane û peyamnêrên li nivîsgehê erkedar dike û karê wan bi dawî tîne.
B- Nabe mûçe, nîgar, kirî, yan jî qerebûyek din ku ji aliyê nivîsgehê ve tê dayîn , were hesabkirin di riya hesabkirina dahata zelal ,qezenca zelal , an dahatên din ên nivîsgehê, .
Benda (33) an: Nakokiya berjewendiyan:
- A) Rêveberî û Lêgerê Giştî divê bi temamî xwe vala bikin da dikaribin xizmetên xwe yên pîşeyî pêşkêşî nivîsgehê bikin, û ew nikarin ti postek din, çi bi mûçe be, çi bê mûçe be , dagrin, ji bilî yek caran ku ji hêla nivîsgehê ve ji bo mebestên perwerdehî û sivîl hatibin erkedarkir in.
B – endamên Encumena rêvebir an karmendên Nivîsgehê nikarin xelatekê an krediyekê qebûl bikin, çi rasterast an di riya kesekî ku pêwendiya malbatî, bazirganî an darayî di navbera wan de hebe, nemaze, eger qebûl û wergirtina xelatê bibe sedema ne dilsoziya wî ji nivîsgehê re .
Benda(34) an: Nehênî
A- Kesê ku endamê Encûmena rêvebir, karmend, hûrbînê hesaban, şane an jî peyamnêrê nivîsgehê be, nikare bi awayekî ne destûrî li gorî vê qanûnê , zanyariyên cewherî yên hatine bi destxistin an eşkerekirin bibîne yan jî ew zanyarî ji bo berjiwendiyên xwe yên kesane bikar bîne, di dema ku li ser karê xwe disekine
Ji bilî xala berê, kesên hatine ziman dikarin li derveyî nivîsgehê, li gorî rêgezên ku ji hêla nivîsgehê ve hatine destnîşan kirin, bi taybetî di rewşên jêrîn de zanyariyên cewherî û ne giştî eşkere bikin:
1-Li ser bingeha pejrandina eşkere ya kesê ku zanyarî têkildarî wî ne
2-Di heyama cîbicîkirina pêkanîna erka giştî de , di nav de alîkariya ji bo cîbicîkirina qanûnê li ser bingeha fermana dadgehê yan kesekî din ji desteya pispor .
3-Eger ev agahî bo hûrbînê hesabên nivîsgehê hatibin dayîn
4-Ger ev zanyarî ji yekîneyên çavdêriyê yên saziyên darayî û karmendên saziyên darayî yên navneteweyî yên giştî re di dema pêkanîna erkên xwe yên fermî de hatibin dayîn.
5-Ger berjewendiya nivîsgehê di rêkarên qanûnî de, pêdivî bi eşkerekirinê hebe
beşa çaremîn
şêwaza têkiliya di navbera nivîsgehê û rêveberiya xweser de
benda (35) an: Bank û şaneyê darayî
A- Nivîsgeh wek bank, şêwirmend û şaneyê darayî ji bo Desteya Darayî û desteyên din tevdigere, bi merca ku ev yek nebe sedem ku nivîsgeh danûstendinekê bike , bibe sedema dayîna krediyê an alîkariya aliyekî giştî yan kesekî yasayî din .
B – Nivîsgeh erkdar e ku şîretan pêşkêşî rêveberiya xweser bike derbarê mijarên darayî û bankî yên girîng ên ku bi armancên nivîsgeha dirav û dayînan a navendî de girêdayî ne an jî dikevin çarçoveya pisporiya wê de.
C- Di dema amedekirina bûdceya rêveberiya xweseriya demokratîk a bakur û rojhilatê sûryeyê , desteya darayî bi nivîsgehê dişêwire.
D- Nivîsgeh dikare ji bo parastina aramiya sîstema darayî li bakur û rojhilatê sûryeyê , krediyê bide saziyên darayî yên ku zordariyên darayî lê hene.
Benda (36) an: Navenda Depokirinê û diravparêz
Nivîsgeh dikare , wek aliyê ku pereyan li cem xwe dirazîne pereyan bi her diravî ji rêveberî, Desteya Darayî, û desteyên din qebûl bike , dikare hesabên ev pereyan biparêze , serf û qebûl bike , û xizmetên darayî yên din ên girêdayî wan pêşkêş bike.
B- Nivîsgeh faîzê li ser bazarê dide di sînora pereyên ku hatine razandin li biramber fermanên diravdanê yên girêdayî van hesaban û li gorî rewşên ku Rêveberiya Xweser têre derbas dibe.
Benda (37) an: Karên şaneyê Darayî:
Nivîsgeh, li gorî birge û mercên ku bi Desteya Darayî re hatine lihevkirin, dikare li ser navê wê û li ser navên hemî desteyên rêveberiya xweser bixebite .
Benda (38) an: Agahiyên ku divê ji nivîsgehê re bên şandin:
Nivîsgeh ji bo pêkanîna kar û erkên xwe ji Desteya Darayî û desteyên din hemû agahî , belgeyên darayî û aborî werdigire .
Beşa 5
Têkiliyên bi bankan re û karên sîstemên diravdanê
Benda ( 39 ) an : diravdan, jihevbirîn û Çareserkirin:
Nivîsgeh dikare diravdan û fermanên diravdanê kontrol û birêkûpêk bike , bi mebesta jihevbirîn û çaksazîkirina danûstendinên diravdanê ji hêla saziyên bankî û ne-bankî ve bi diravên ku ew destnîşan dike, çi diravên qanûnî bin an na, di nav de ,diravdana bi şîk û amûrên din ên diravdanê, tevlî amûrên diravdana elektronî , û ew dikare rêkaran deyne û rêgez û biryarên têkildarî wan wekî ku guncav dibîne bide.
Benda (40) an: Hesabên bankî di defterên nivîsgehê de
A- Her bankek yan saziyeke darayî ne bankî ku li Bakur û Rojhilatê Sûryeyê dixebite û dixwaze beşdarî sîstema diravdan, jihevbirîn û çaksaziyê bibe, divê li gorî birge û mercên diyarkirî hesabekî veke û di defterên nivîsgehê de hilîne, û yekser zanyariyên derbarê rewş û karê xwe yê darayî , wekî ku di rêgez û rêkarên nivîsgehê de hatine pêşkêş bike .
B- yedeka kotek û mecburî li gor yasayên ku ji aliyê nivîsgehê ve hatine dayîn, li cem nivîsgehê tê razandin.
beşa şeşan
sîstem û kiryarên pevguhartina biyanî
Benda (41) an : Tora Ragihandinê
Divê nivîsgeh ji bo sîstema darayî ya bakur û rojhilatê sûryeyê toreke agahdarkirinê ava bike, ji bo vê mebestê , dezgehek dê were damezrandin , dahûrandina gelek tişt bo wê tê sipartin ,di nav de geşepêdana makro darayî , siyaset , pêşniyarên rêxistinî yên mayînde derbarê rêvebirina diravan ,çalakiyên şopandinê yên têkildar, di nav de nirxandina bandora çêkirina diravan li ser enflasyon û girsbûna darayî .
Benda (42) an: Destûrdan, rêkxistkirin û çavdêriya li ser bankan
A- bi tenê Nivîsgeh berpirsyarê destûrdana bankên ku li Bakur û Rojhilatê Sûryeyê kar dikin û herwisa wan bankan rêxistin dike , çavdêriyê li ser dike û tê zanîn ku desthilatê nivîsgehê ev in :
– Derxistina rêgez, biryar û rênîşandanan û her wisa girtina tedbîr û rêkarên din, di nav de betalkirina destûrdanên bankî, û kontrolkirina bankek tengezar wek ku nivîsgeh pêwîst û baş dibîne , ji bo cîbicîkirina desthilat û berpirsiyariyên xwe li gorî vê qanûnê û qanûnên din ên tên bikaranîn.
-Lêgerîn û teftîş ji hêla yek ji xebatkarên nivîsgehê ve an ji hêla kesekî pispor ve ji bo vê mebestê tê erkedarkirin ji bo ku dikaribe li her bankê vekolîna defter, tomar, belge û hesabên wê bike da bê piştrastkirin ka ew li gorî qanûn , rêgez û biryarên tên bikaranîn bi taybetî di warê çavdêriya bankî û destûrdanê de
-Daxwaz ji rêvebir, berpirsyar, an karmendekî di çi bank , saziyeke darayî ne-bankî destûrdar de , ku agahdariya pêwîst ji nivîsgehê re pêşkêş bike da ku nivîsgeh dikaribe çavdêrî û rêxistkirina van saziyên darayî bike.
– Zorkirina her bankek an saziyek darayî ne-bankî ya ku destûrdan jê re hatiye dayîn ku tedbîrên rastkirinê bigire an dê rastî sepandina cezayên ku di vê qanûnê de hatine, an di her rêgez, biryar an qanûnek din tê bikaranîn derbarê destûrdan û çavdêriya bankan û saziyên darayî yên ne-bankî de.
B- Ji ber binpêkirinên ku di nivîsar (4) an a xala (A) ya vê bendê de hatine destnîşankirin, ceza tê birîn li dijî her sazîyek an yek an çend karmend û rêveberên ku qanûnê binbêdikin li gorî birgeyên:
– vê qanûnê an amûrên zagonsaz û rêxstner yên destnîşankirî ,
– Her şert an girêkên ku bi desthilatên nivîsgehê ve girêdayî bin, an pejirandina ku ji hêla wê ve derketî ji bankeke destûrdar an saziyeke darayî ne-bankî ya destûrdar re.
Benda (43) an: Rêgez û biryarên pêşbirînê
A- Her bankek û saziyek darayî ne bankî divê pabend be li pêş rêgez û biryarên nivîsgehê ,derbarê:
demjmêrên kar, hesabên bîlançoyê, deynên li derveyî bîlançoya giştî, bendên lîsteya daneyên dahatan û lêçûnên derbarê rêjeyên di navbera hesaban ,an bendan, qedexeyan, girêkan, an jî mercên derbarê şêwazên destnîşankirî ji krediyê an veberhênanan, an kredî an veberhênanên ku zêdetir, ji qasek an şêwazên destnîşankirî ji deynên metirsîdar an yên lihevhatî derbarê gihîştina heyîn û daxwazan , bendên li derveyî bûdceyê,an diravên biyanî yên vekirî, hevguhertin, bijarde an navendên hemşêwe an gengaziya gihîştina sîstema diravdanê
B – Bank û dezgehên darayî yên ne bankî yên ku bi heman şêweyê kar dikin û xwedî helwesteke darayî ya hemşêwe ne , di bin heman rêgez û biryaran de .
Benda (44) an: Radestkirina zanyariyan bo nivîsgehê
A- Bank û saziyên darayî yên ne bankî divê agahiyên rast û belgekirî yên girêdayî kar û rewşa xwe ya darayî li ser daxwaza nivîsgehê bidin nivîsgehê.
Nivîsgeh dikare van agahdarî û daneyan, bi tevahî an jî beşkî, bi şêwazên sercem ya kategoriyên bank û saziyên darayî û ne-bankî yên ku li gorî xwezaya karê wan hatine destnîşankirin, belavbike.
Beşa şeşan
rêzikname û kiryarên pevguhartina biyanî
Benda (45) an: Bazirganên diravên biyanî û bankan
Nivîsgeh li ser bazirganên diravên biyanî û bankan desthilatên jêrîn hen e:
A- Derxistina rêgez û biryarên danûstandinên diravên biyanî ji bo kes, saziyên ne darayî, saziyên darayî, ajans û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser.
B- Çavdêrî û rêxistkrina bazirganên diravên biyanî.
C- danîna sînoran li ser navendên diravên biyanî û kesên ku di diravên biyanî de danûstander
D- Danîna Rêbazek ji bo destnîşankirina nirxê diravan biramber diravên din
Benda (46) an: Raporkirina kiryarên diravên biyanî
nivîsgeh dikare ji diravguhêrên destûrdar , ên ku danûstandinê di diravên biyanî de dikin, di nav de, bank , bixwaze raporên dem bi dem ji nivîsgehê re derbarê karê xwe de pêşkêş bikin , di nav de navendên pevguhertinê yên biyanî û vekirî li ser bingeha her curek dirav bi şêwazekî serbixwe , herwisa nivîsgeh divê nîmoneyên raporan û belgeyên desteker yên divê bên pêşkêş kirin diyar bike .
Benda (47) an: danûstandin di diravên biyanî de:
Nivîsgeh dikare:
A- diravên zêr bikire û bifroşe û tê de danûstandinê bike, di nav de kestek û kanzayên nirxdar ên din
B- Kirîn, firotin an jî danûstendina bi diravên biyanî di riya bikaranîna hebûn û samanên ku di benda (48) an a vê qanûnê de hatine diyarkirin.
C- diyarkirina Bihayê ku dê diravên biyanî pê bêne kirîn û firotin,
Benda (48) an: hebûn û Samanên diravên biyanî:
Nivîsgeh bîlançoya xwe diparêze û hebûnên ku bi diravên biyanî rastkirî ji yek an hemî hebûnên jêrîn pêk tê bi rêve dibe:
-zêr
– Diravên biyanî bi şêwaza kaxezên diravî û diravên kanza yên ku di nav deverên rêvebiriya xweser de tên danûstandin an jî balansên bankî yên ku li derve bi diravên biyanî, di bankên ku deynên wan ên demkurt hatin kategorîkirin, di yek ji bilindtirîn du xane ji hêla ajansên nirxandina krediyê ya naskirî ji hêla dewletan ve .
– qoçane û belgeyên deyn ên ku ji hêla welat an bankên navendî ve têne derxistin an garantî kirin ku di nav (80) rojan de bigihîjin û bi Dolarên Amerîkî têne binav kirin û têne dayîn.
B – Armancên sereke ji hilbijartina hebûnên diravên biyanî, dabînkirina pereyan û girantiya sermiyan û berçavgirtina van armancan , ev hebûn ji bo zêdekirina qezencê têne helbijartin
Bend 49: Peymanên jihevbirîn û diravdanê
Nivîsgeh dikare, çi ji bo hesabê xwe yê taybet , an jî ji bo hesabê Desteya Darayî û bi fermana wê, dikare têkeve hevpeymanên hevbirîn , an çi girêbesteke din ,bi saziya jihevbirîna navendî ya giştî li derveyî welat ,bi heman mebestê .
Beşa 7
birêvebirina diravan
Benda (50) an: Parastina diravan
Nivîsgeh, di berdêla nîgareke guncav de, ji bo saziyên darayî û ji zibûnan re, bi giştî hêsankariyan pêşkêş dike ji bo depokirina kaxezên diravî û diravên ku ew diyar dikin.
Benda (51) an: jimartin û cerda yedeka kar
Nivîsgeh yedeka diravî ya hilgirtî bi diravên ku ew guncav dibîne birêve dibe ji bo çareserkirina danûstendinên herêmî û navneteweyî , û dabînkirina bi rêkûpêk a diravan misoger bike ji bo cîbicîkirina daxwazên aborî yên deverê , û nivîsgeh dikare nîgarên guncav pisepîne biramber vê xizmetê.
Beşa 8
lîsteyên darayî, ji nûve nirxandin û rapor
Benda (52) an: Sala darayî ya Nivîsgehê
Sala darayî ya nivîsgehê di roja yekem a çile de dest pê dike û di roja dawî ya kanûnê de diqede
Benda ( 53 ) an : kiryarên jimaryarî
Nivîsgeh hesab û tomaran li gorî pîvanên jimaryarî yên navneteweyî hildigire da ku kar û rewşa xwe ya aborî nîşan bide.
B- Divê di danayên darayî yên nivîsgehê de hesabên cuda yên yedka giştî, veqetandinên deynên sifirkirî, berhevkirinên ku bidestxistina wan gumanbar e û mezaxtin û xwarina samanan,hebe .
Benda (54) an : Daneyên darayî
Nivîsgeh ji bo her salek xwe ya darayî daneyên darayî amede dike, û bîlanço divê ,bîlançoya ezmûnkirinê , lîsteya qezenc û ziraran(hatinê) di nav de bin , û herwisa daneyên têkildar yên ku ji hêla pîvanên navneteweyî yên raporên darayî ve tên xwestin.
Benda (55) an: hûrnêrîna serbixwe ya hesaban
Hesab, tomar û daneyên darayî yên nivîsgeha navendî ya dirav û dayînan ji hêla hûrbînên serbixwe yên navneteweyî ve têne hûrnêrîn kirin, ji hêla Encûmena Rêvebir a nivîsgeha navendî ya dirav û dayînan ve têne pêşniyar kirin û ji hêla encumena giştî ve têne pejirandin ,nivîsgeha navendî ya dirav û dayînan dikare ji ber sedemek hişmend wan ji kar dûr bixe.
Benda (56) an: Ragihandin û weşandina dane û raporan
A- Nivîsgeh divê di heyama çar mehan de ji dawiya her salek darayî, xalên jêrîn pêşkêşî Encumena Giştî bike
– Daneyên darayî yên ku ji hêla hûrbînên ji derve ve têne pejirandin
– Raporek li ser kiryar û karûbarên wê di wê salê de
– Raporek derbarê rewşa aborî li bakurê rojhilatê Sûryeyê
B – Nivîsgeh bi zûtirîn dem piştî roja dawî ya kar ji her werzeke ji salnameyê, û di hemû rewşan de ku ne zêdetir ji (15) rojên kar , divê daneyên darayî kurt ji destpêka dawiya wê werzê de , amede bike.
Beşa nehan
Biryara dawî
Benda (57) an Rawêjkarî derbarê pêşniyarên rêxistinî :
Saziyên rêveberiya xweser bi nivîsgeha Navendî ya dirav û dayînan dişêwirin, nêrîna wê distînin û pêktînin li gorî encamên şêwirê derbarê her pêşniyarên taybet bi pirsên girêdayî armancên nivîsgehê , yan karên ku dikevin di nav pisporiya wê de,
Benda (58) an: Mafê pêşîne yê nivîsgehê
A- mafê nivîsgehê yê pêşîne û yê bê şert û merc heye , ku hemî daxwazên ji her balansên diravî û hebûnên din yê hilgirtî ji bo hesabê xwe yê taybet an hesabê deyndar yê destnîşankirî ,bide, çi wek garantî ji bo ewlekirina daxwazên wî , di dema ku ev daxaz pêwîste be bê dayîn .
– Nivîsgeh dikare ev mafê pêşîne tenê di riya hilgirtina balansên diravî , firotina hebûnên din, bi bihayekî guncav û dayîn ji dahata firotanê piştî qutkirina lêçûnên girêdayî firotanê , û ne hewce ye ku gavên dadmendî bên avêtin da ku nivîsgeh dikaribe bi pêşengî karê xwe bike , li gorî nivîsarên vê bendê, heta ku delîlên zelal û teqez tune bin ku karmendên nivîsgehê haya wan jê hebû di wê demê de û hebûn ketin destê nivîsgehê .
Benda (59) an: Çalakiyên qedexe li ser nivîsgehê
Ji bilî tiştên destûrdar bi taybetî li gorî vê qanûnê an rêwerzên rêveberî nivîsgeh nikare:
A- krediyekê bide, depoyekê hilbigre, an xelateke diravî bide
B- Tevlîbûna bazirganiyê yan kirîna pişkên pargîdaniyekê , saziyekê, an jî bervajî vê yekê bidestxistina mafê milikdariyekê hebe di her karekî darayî, bazirganî, çandinî, pîşesazî û yên din.
C- Bi destxistina mafên destnîşankirî ji milkên ne guhêzbar di riya kirîn, kirêkirin, an jî bi çi şêweyekî din, ji bilî tiştên ku pêwîst û guncav tên dîtin ji bo peydakirina cihên ji bo meşandina rêveberî û kiryarên xwe, an ji bo bicihkirina karmendên xwe , an jî pêdiviyên hemşêwe yên girêdayî bicîkirina erkên xwe li gorî nivîsarên vê qanûnê.
Benda (60) an : Komkirina zanyariyên serjimarî:
A- Nivîsîngeh zanyariyên serjimarî yên pêwîst ji bo cîbicîkirina armanc û erkên xwe kom dike, û dibe ku beşdarî hevkariyên teknîkî dibe bi nivîsgehên pispor ên derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûryeyê re ji bo pêkanîna vê armancê.
B -Nivîsîngeh zanyariyên serjimarî yên pêwîst, şêwaza ku divê ev agahî ji nivîsgehê re were şandin, kesên ku dê van agahiyan bidin nivîsgehê û sîstema nehêniyê ya ku divê bê sepandin li ser agahiyên serjmarî yên ku ji nivîsgehê re hatin pêşkêşkirin.
C – Encûmena Navendî ya Dirav û dayînan beşdarî hevrêzkirina rêgez û kiryarên ku komkirin, katgorîkirin û komkirina amaran di warên pisporiya xwe de birêve dibe.
Benda ( 62 ) an: Desthilatên rêzikname û lêgerînê
A- ji bo lêkolîna hesab, pirtûk, belge û tomarên din, mafê nivîsgehê heye ku rêgez, biryar an rênîşandan bide ji bo serlêdana nivîsgehên bankên ku ji hêla wê ve têne rêxistkirin , û ji bo avêtina her kiryareke din ku nivîsgeh pêwîst dibîne , bi armanca cîbicîkirina nivîsarên vê qanûnê .
B- Hemî rêgez, biryar û rênîşandanên ku ji hêla nivîsgehê ve hatine derxistin, tên belavkirin, li ser zêdetirî saziyekê û herwisa tên meşandin ji dîroka derxistina vê belevokê ve an di dîrokeke din a piştre li gor rênîşandanan, û herwisa divê nivîsgeha dirav û dayînan tomara van rêgez ,biryar,û rênîşandanan hilîne li cem xwe
C- Rêgez û biryarên nivîsgehê biryarên dawî ne, di derbarê rêkarên rêveberî de
Benda ( 63 ) an : Rêgezên rêvebirina durist
A- Nivîsgeh bi awayekî yeksan û yekgirtî , li gorî rêgezên rêvebrî yên durist, û li gorî birgeyên vê qanûnê, desthelatên ku jê re hatine dayîn bi kar tîne û divê ev desthilat bê bikaranîn ji bo armancên rewa
- Biryarên ku nivîsgeh li gor vê qanûnê digre , bêalî ne , di bin berçavgirtinên rastqîne de ne û divê bi awayekî dadperwer û kevneperest bêne cîbicîkirin.
Benda (64) an: Hesabên destpakî
Nivîsgeh destûrdar e ku hesaban veke û di defterên xwe de hilîne , hebûn û deynên xwe ji hebûn û deynên din ên nivîsgehê veqetîne, û hebûnên her hesabekî wisa tenê ji bo cîbicîhkirina deynên pargîdanî be.
Benda (65) an: Siyasetên erkedarkirinê :
Divê nivîsgeh siyasetên yeksan derbarê erkedekirin û birêvebirina karmendan de bi kar bîne, ji bo ku pêkhatina karmendên nivîsgehê cewhera wekheviya civakê li bakur û rojhilatê Sûryeyê nîşan bide.
Benda (66) an: lêvegera dadwerî
êvegera dadwerî di her rêkarên dadwerî de an bêşberî tehkîmê ku ji vê qanûnê derketiye an bi vê qanûnê ve girêdayî ye û li dijî nivîsgeh, berpirsyarek, karmendek an şaneyekî hatî vekirin.
A – pirsgirêka yekane ku li pêşberî dadgehê yan desteya tehkîmê hatiye danîn, ew e ku bersûc bi awayekî neqanûnî tevgeryaye , yan jî bi awayekî ne guncav li pêş rastiyan, yasa, rêgez, biryar an rênîşandanan tevgeryaye .
B- Ti berpirsyar , karmend, şaneyê nivîsgehê ji ber ziyan, zirar û kêmasiyên ku di encama pêkanîna kar û erkan de an jî di dema cîbicîkirina wan de derketine neberpirsiyar in , madem ku ew kar ,reftar û tevger bi mebest ne rewa ne.
C- doza hatî ziman berdewame bê astengî di heyama lidijderketnê de û her li dijderketineke din an her tedbîrên dozgerî din derbarê dijderketinê.
Benda (67) an: birgeyên veguhêz:
A- Di heyama (30) rojan de ji roja cîbicîkirina yasaya niha de, ti alî nikare karê pevguhertinê li bakur û rojhilatê Sûryeyê bike, bê ku daxwaznameyekê pêşkêşî nivîsgehê bike ji bo wergirtina destûrdana xebata karên bankî , li gorî vê qanûnê.
B- Di roja cîbicîkirina vê qanûnê de, her aliyek ku li bakur û rojhilatê Sûryeyê danûstandinên pereyan û karên bankî navendî dike, divê dev ji çalakiyên ku li dijî karê nivîsgehê ne berde, û destwerdanê di karên nivîsgeha navendî ya dirav û dayînan de dikin, rawestîne.
C- Ji bilî tiştên ku di Benda (19) an a vê qanûnê de hatine diyarkirin, divê ji rêveberiya xweser re , niviskî bê eşkerekirin sebaret bi qerebûya ku hatiye wergirtin, yan jî dev berdan ji vê qerebûyê , ji aliyê endamên Encûmena Rêvebir ve sebaret bi xizmeta wan li nivîsgehê.
Benda 68 cîbicîkirin
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûryeyê bi nûnertiya Encûmena cîbicîkar û Desteya Darayî, di nava sê mehan de ji roja derketina vê qanûnê rêwerzên cîbicîkar derdixe.
Benda (70) an: Peywendî digel yasayên berê:
Birgeyên her qanûnek, biryarnameyek, rêziknameyek,an rêkar an fermanek ku berê hatibe derxistin, eger dijberî bi yek ji birge an nivîsarên qanûnê re hebin, dê werin betal kirin.
benda (71) an:Ketina cîbicîkirinê
Ev yasa ji 1/3/2022 de tê cîbicîkirin
Encûmena Giştî: Şemî 4/12/2021
ji bo daxistinê klîk ji vê derê اضغط هنا للتحميل