Li Ser Bingeha Birgeyên Qanûna Dirav Û Dayînan A Navendî Hejmar 9 A Sala 2021an
Û Birgeyên Qanûna Têkoşîna Li Dijî Sipîkirina Pereyan Û Perepêdana Terorê Ya Hejmar 7 A Sala 2023an
Û Civînameya Encûmena Rêvebir A Nivîsgeha Dirav Û Dayînan A Navendî Ya Ku Di Roja 31.10.2023 Z Hatiye Li Darxistin .
Serokatiya Hevbeş A Nivîsgeha Dirav Û Dayîna A Navendî
Biryara Rêwerzên Cîbicîkar Ên Veguhestina Pereyan Di Riya Sînoran Li Deverên Rêveberiya Xweser A Bakur Û Rojhilatê Sûryeyê Dide.
Bend (1) Pênasîn
Herêmên rêveberiyê: Herêmên rêveberiya xweser ên bakur û rojhilatê Sûryeyê
Nivîsgeha Diravan : Nivîsgeha Dirav Û Dayîna A Navendî
Rêveberî: Rêveberiya Têkoşîna Li Dijî Sipîkirina Pereyan Û Perepêdana Terorê li Nivîsgeha Dirav Û Dayîna A Navendî
Pereyên Gengazî Danûstandinê : kaxezên diravî û pereyên hesinî yên ku di danûstandinê de ne, bi diravê herêmî an bi çi diravî be, di nav de belgeyên bazirganî, kaxezên darayî, amûrên diravdanê û nirxên din ên veguhêzbar ên gengazî danûstandinê bi hemû cureyên xwe, eger ew nehatibe afirandin an pêşkêşkirin ji bo berjewendî an fermana kesekî binavkirî/ belgeyên kêşanê, belgeyên fermanê, şîk, fermanên diravdanê, amûrên diravdanê yên hilgir, kartên diravdanê yên pêşwext / di nav de kanzayên nirxdar , kevirên pîroz , zêrê ku bi taybetî di danûstendinên bazirganî de têne bikar anîn
Eşkerekirin/ daxuyakirin : dayîna zanyariyên berfireh derbarê kesên xwedan pereyên gengazî danûstandinê ,yên ku tên veguhestin û kesê ku vediguhêze ,werdigre û derbarê nirxê ev pereyan û cureya wan , çavkaniya wan , berê bikaranîna wan ,tevlî zanyariyên derbarê şêweya veguhestinê ew jî li gor daxwaza desthilata gumrikê
Eşkerekirin/Daxuyaniya derewîn: dayîna agahiyên derewîn an kêm derbarê nirxê pereyên ku di riya sînor re hatine veguheztin an derbarê her agahiyên din ên ku divê ji hêla desthilatê ve were eşkere kirin, an jî rawestandina eşkerekikirinê li gorî ku tê xwestin.
Qaçaxiya Pereyan: Ew her pêvajoyek an çalakiyek e ku tê de ev tişt hebin , pevguhertin an veguheztina diravên gengazî danûstandinê di riya hilgirtina wan bi kesane, bi çente, bi rêyek din, şandina wan bi riya sandûqan an bi çi rêyên barkirinê din, şandina wan bi rêya postê bêyî eşkerekirina wan an eşkerkirin bi awayekî nerast bi riyeke ne qanûnî ji Rêveberiya Giştî ya Gumrikê re yan jî her desthilateke din ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûryeyê ve tê diyarkirin bo derve an berovajî wê .
Bend (2): Armanc û çarçoveya sepandinê
Li gorî Beşa Heft a qanûna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê ya hejmar 7 a sala 2023, ev rêwerzên cîbicîkar armanc dikin ku bigihîjin astên bi bandor da ku pergala darayî û aramiya diravî ya pereyên herêmî biparêzin bi rêya:
Yekem: qedexekirina karên derxistin, hinardekirin û anîna dirav û pereyên /herêmî û biyanî/ cewherên giranbuha, kevirên giranbiha û zêrê bikarhatî tenê di karên bazirganî ji/bo deverên rêveberiya xweser berûvajî qanûn û rêzikên derbasdar.
Duyem: Parastina sîstema darayî û nehiştina binpêkirinên ku bandorê li aramiya aborî dike
Bend (3) pisporiya kar
Karmendên çavdêrî û vekolînê yên gumrikê û endamên ewlehiyê yên li ser sînor, benderên bejahî û deryayî û karbidestên din ên dadweriyê, her yek di nav sînorên pisporiya xwe de berpirsyar in ji kontrolkirina her karên qaçaxtiyê an hewildanên qaçaxtiya pereyên gengazî danûstandinê
Bend (4) Eşkerekirin û lêkolîn
Yekem: Bi hatin an derketina ji herêmên rêveberiya xweser, her kes divê bixweber pereyên gengazî danûstandinê, kanzayên giranbiha, an kevirên giranbiha yên ku bi taybetî ji bo karûbarên bazirganî têne bikar anîn eşkere bike, heke qasa wan an nirxê wan ji 5,000 dolar zêdetir be an biqasî wan bi diravên din be
du: ji bo mebestên xala/a / li jor, nirxê dirav li gorî bultenên ku li Nivîsgeha dirav û dayînan a navendî peyda dibin tê hesibandin.
Sêyem: Rêvebiriya Gumrikê divê piştrast bike ku forma pêvekirî ya eşkerekirina hejmar yek dagirtî ye, bi şertê ku herî kêm ev dane tê de hebin:
– Navê rêwî û daneyên kesane
– daneyên pasaporta wî
– Daneyên cihê niştecihbûna wî li hundir û derveyî herêmên Rêveberiya Xweser, eger hebe
– Sedema hatina wî bo herêmên Rêveberiya Xweser eger ew ne niştecî be
– Dane, nirx, ravekirin û cureya diravên gengazî danûstandinê yên di destê wî de
Çar :Rêveberiya gumrikê aliyê berpirsyar e ji dabînkirina formên rêdanê ji bo rêwiyên diçin û tên ji / bo herêmên rêveberiya xweser, û danîna depên agahdarkirinê bi zimanên erebî, îngilîzî û kurdî li cihên xuyayî û diyarkirî li navendên gumrikê yên sînorî bi hemahengî li gel aliyên taybetmend.
Pêncemîn: Karmendên gumrikê berpirsyar in ji wergirtina forma eşkerekirinê ya destnîşankirî û girêdana ew forman di tomarên taybet de û şandina formên eşkerekirinê bo rêveberiyê bi rengekî çerxane û bi xweber û Ew di bingehên daneyan de tên tomar kirin da ku di derheqê wê de çalakiya pêwîst bê girtin
bend (5) mîheng û kontrolên veguhestina pereyan di sînor re
yekem: dema ketina axa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûryeyê divê her rêwiyê ku pereyên gengazî danûstandinê radike û nirxê wê 5000 dolar derbas dike yan bi qasî wan bi diraveke din, divê eşkere bike di riya dagirtina forma eşkerekirinê li Rêveberiya Giştî ya Gumrikê ji bo diyarkirina çavkaniya wan, armanc ji veguheztina wan, û sûdmendê rastîn ji wan
duyemîn : di dema derketina ji herêmên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûryeyê, her rêwîyekî ku ji herêmên Rêveberiya Xweser derdikeve û xwediyê pereyên gengazî danûstandinê ne û nirxê wan ji 5,000 dolaran zêdetir e yan jî hevbera wan ji diravan, divê bi dagirtina forma daxuyaniyê li cem rêveberiya gumrikê diyar bike
sêyem: heger nirxê pereyên gengazî danûstendinê yên çavrêkirî ku bên veguheztin bo derveyî deverên rêveberiya xweser ji 25,000 dolaran an jî berdêla wê bi pereyên din zêdetir bin, divê rêwî pêştir erêkirina ji Nivîsgeha dirav û dayînan a navendî werbigire piştî pêşkêşkirina hemî belgeyên ku jêderê rewa dikin , armanc û sûdmendê ji veguhestina van pereyan û pêşkêşkirina vê pejrandinê bo endamên rêveberiya gumrikê .
çarem: ger ku erêkirina Nivîsgeha dirav û dayînan a navendî pêşkêşî Rêveberiya Gumrikê neyê kirin, pere tên desteserkirin bo heyameke ne zêdetir ji 45 rojan ta erêkirina pêşîne ji nivîsgeha dirav û dayînan tê dayîn, Ger heyama hatî ziman bêyî pêşkêşkirina pejirandina pêşwext were derbas kirin, dê dirav ji Nivîsgeha dirav û dayînan a navendî re were şandin da ku di derheqê wan de rêkarên pêwîst bên girtin
pêncem : ji bo wergirtina erêkirina pêşîn ji bo veguheztina pereyên ku ji 25,000 $ an zêdetirin an jî berdêla wan ji diravan, rêwî divê belgeyên qanûnî yên darayî , bazirganî yên derbasdar ên ku çavkaniya pereyên gengazî danûstandinê û sûdmendê wê yê rastîn rastdar dikin .
Şeşem: Derbarê rêwiyên ku ji navç û deverên hundirê Sûryeyê tên û diçin, ev birgeyên jêrîn tên sepandin.
A- Ji rêwiyên ku diçin herêmên hundirê Sûryeyê vguhastina pereyan bi dolarê Amerîkî û her pereyên din ên biyanî qedexe ye
B-Rêwiyên ku ji hundirê Sûriyê tên, dema veguhestina pereyan bi Dolarên Amerîkî yan bi pereyên din ên biyanî, dikevin bin heman rêkarên ku di xala yekem a vê bendê de hatine destnîşan kirin.
c- Kesên ku ji derve û hundirê Sûriyê diçin û tên, dikarin tenê bi lîreyên sûrî heta 25 milyon lîreyên sûrî pereyan veguhêzin. Heger pere bi lîreyên Sûriyeyê be û ji vê mîqdarê zêdetir be, divê li deriyên sînor destûra veguhestina pereyan a li ser sînor bê dagirtin. Heger pere ji 100 milyon lîreyên sûrî derbas bibe, pêştir erêkirina Daîreya Navendî ya Dirav û Pereyan pêwîst e, li jêr cezayên desteserkirina van pereyan ji hêla Rêveberiya Gumrikê
Heftem: Endamên malbatekê ku diçin û tên ji herêmên rêveberiya xweser , wek yek kes tên reftarkirin û mafê wan nîne ku pereyan bi ser sînoran re, amûrên darayî yên gengazî danûstandinê,kanzayên giranbiha û kevirên gewherî yên ku nirxê wan ji 5000 Dolarên Amerîkî derbas dike, veguhezînin.
Bend(6) raporkirina rêveberiyê
a- Ger ku gumana sipîkirina pereyan an jî perepêdana terorê hebe, divê Rêveberiya Giştî ya Gumrikê li gor forma raporkirina danûstendinên bi guman ku ji aliyê Rêveberiyê ve hatiye pejirandin demildest Rêveberiya Têkoşîna li Dijî sipîkirina pereyan û perepêdana Terorê agahdar bike
b- rêveberiya Giştî ya Gumrikê divê bi awayekî çerxane formên eşkerekirinê bide Rêveberiyê
t- Di rewşa ne eşkerekirinê de, eşkerekirina derewîn an jî qaçaxçîtiya pereyan , divê Rêveberiya Giştî ya Gumrikê derbarê bûyerê raporekê amede bike û ji Serdozgeriya giştî re bişîne da ku rêkarên pêwîst bên girtin û derbarê çavkaniya pereyên gengazî danûstandinê de zanyariyên zêde bixwaze, û yekser agehdarkirina Rêveberiyê,Rapora desteserkirinê û tiştên hatin desteserkirin ji Serdozgeriya giştî re bên şandin da rêkar bên girtin, Her weha pêdivî ye ku agahdarî û serjimariyên derbarê mîqdarê pereyên gengazî danûstandinê yên ku hatine eşkere kirin an hatine vedîtin, û hem jî daneyên li ser nasnameya xwediyê wan bêne girtin û divê ev agahdarî li ber destê Rêveberiyê be.
Bend (7) bingeha daneyan
Divê Rêveberiya giştî ya gumrikê bingeheke agahdarî ya elektronî ya xwedan taybetmendiyên ewlekarî û nehênî damezrîne ,divê di vê bingehê de bi rengekî zelal Hemî eşkerekirin, qoçan, belge û kaxez bên hilanîn. Desthilatdariya Rêveberiyê heye ku rasterast xwe bigihîne eşkerekirin, qoçan, belge û kaxizan.
Bend (8) Desteserkirin
alav û amûrên tawanan ên ku hatine desteser kirin ji bo pêkanîna tawanan, ji bo berjewendiya xezîneya giştî têne desteserkirin.
Bend (9) çarçoveya sepandinê
A- birgeyên van rêwerzên cîbicîkar li ser hemû deverên rêveberiya xweser derbasdar in , bêyî ku ferq bike yên binpêkirî ji neteweyê be , Binpêkirin tê hesbandin ku li deverên rêveberiya xweser hatiye kirin , eger yek ji pêkhatên binpêkirinê li wir pêkhatibe .
B- Hemî rêwerzên berê yên têkildarî veguhestina diravî di riya sînoran û yên ku ji hêla Nivîsgeha dirav û dayînan a navendî tên bikaranîn,betal têne hesibandin û dê bi rêwerzên heyî re werin guhertin.
Bend (10) Hemahengî û Hevkarî
Hemû alî, dezgehên fermî, rêveberî, û sazî pabend in bi hevkarî û hevahengiyê bi hev re ji bo têkoşîna li dijî qaçaxtiya diravn û pevguhertina agahî û şarezayan di vî warî de.
Bend (11) Ceza
Di rewşa ne eşkerekirinê de yan di rewşa eşkerekirina derewîn de û binpêkirina benda 36 ya qanûna hejmar 7 a sala 2023an (Têkoşîna li dijî sipîkirina Pereyan û perepêdana Terorê) birgeyên benda 45ê ya qanûn jimare 7 a sala 2023an tê sepandin, derbarê girtîngehê heyama ne zêdetir ji salekê û cezayê peran ne kêmtir ji nîvê nirxê pereyên mijara tawanê yan bi ev herd dû cezayan , û eger sûcdar kesekî qanûnî be tê ceza kirin bi pereyan ne kêmtir ji nirxê pereyên mijara tawanê û du qatiya wan derbas neke.
Bend 12 derbasdarî
Ev rêwerzên cîbicîkar piştî 60 rojn ji roja derketin û weşandina wan tên bikaranîn û ji bo pêkanîna naveroka wan ji kesên têkildar re tê belavkirin.
Serokatiya hevbeş a nivîsgeha dirav û dayînan a navendî
/Pêveka hejmar /1
Forma eşkerekirinê derbarê pereyên gengazî danûstandinê
Forma eşkerekirinê derbarê pereyên gengazî danûstandinê
…………………………………………. : dîrok
Balafirgeh / bender / dergeha sînor ……………………….
– – – Hemî rêwiyên ku xwedan (qasên diravî, amûrên darayî gengazî danûstandinê /kevirên giranbiha/heyber ên giranbiha yên ku nirxê wan ji 5,000 dolarê Amerîkî an jî berdêla wê bi diravên biyanî zêdetir be) divê vê formê dagirin.
– Di rewşa malbatên rêwî de, form ji hêla xwedanê malbatê ve tê dagirtin ,bi şertê ku pereyên ku di destê endamên malbatê de diyar bin, form ji hêla xwedanê malbatê ve tê dagirtin.
…… …………………………………………. Nav bi temamî
regezname……………………….. roja jidayikbûnê…………………………………..
Hejmara pasaportê………………..aliyê ku derdixe………………. Dîroka derxistinê…………
Navnîşan li herêmên rêveberiya xweser ………………………. Hejmara têlefonê…………… .. Navnîşan li welatê niştecihbûnê…… Hejmara telefonê
Armanc ji rêwîtiyê……………… pargîdaniya bargir………………. .. Hejmara geştê………. tê ji …. ………………….. diçe ……………………………….. ……………………….
Hejmara geştê……………….. amra veguhestinê………………………………..
————————————————————————————————————
Dirav û kanzayên nirixdar
———————————————————————————————————–
Cureyên diravan…………………………………….. pere bi qasî. ……………………………. Bi lîreyên sûrî………… …………………………….
kanza, zêr, elmas, cewherên din………………………
qebare…………………….. nirxa wan bi lîreyên sûrî
Amûrên darayî gengazî danûstandinê:……………………………….. cûre…………………………………………… nirxê wan ………………………………………………………….
—————————————————————————————————————–
Çavkaniya qasên diravî / kanzayên nirixdar û amûrên darayî yên gengazî danûstandinê û mebest jê……………..
Pere /kanzayên nirixdar/ amûrên darayî yên gengazî danûstandinê ku hûn hildigirin yên kesekî din in? na erê ,,,,,,,,,,,
Ger bersiv erê be, ji kerema xwe daneyên jêrîn dagirin
Navê xwediyê ………………….. Neteweya wî ………………… ………
Navnîşan: …………………………….. Hejmara têlefonê………… …………
Em bi vê yekê radigihînin ku hemî zanyariyên ku li jor hatine eşkere kirin rast in û heke berûvajî vê yekê be , Ez tevahiya berpirsiyariyê digrim ser xwe.
…..……… Dîrok …… ………………………………………………….. wajoya rêwî
Tenê ji bo bikaranîna fermî
Navê dergeha sînorî ………………………………..
Dem ………………………… Dîrok …………….
Navê karmendê gumrikê…………. wajo…………….. rêvebirê Giştî yê Gumrikê…………
— dagirtina vê formê mecbûrî ye li gorî birgeyên Beşa Heftemîn (yasaya Têkoşîna Dijî Sipîkirina Pereyan û perepêdana Terorê ya Hejmar 7 a sala 2023-an) –
– – ne eşkerekirin an eşkerekirina ku bi rastiyê re ne lihevhatî, we dixe ber berpirsiyariya qanûnî
ji bo daxistinê klîk ji vê derê