Dudilî nebin peywendî li gel me bikin

pirsên te hene?

Em hêvîdarin ji we pirsên jêrîn bixwînin û ger we bersîva xwe nedît pirsa xwe ji me re bişînin ,bersîv dê bi zûtirîn dem bighêje we .

Pirs û bersîv

Pirsên dubarekirî

sipîkirina pereyan çi ye?

Wateya wê veguhestina pereyan ji çavkaniye ne rewa bo çavkaniyek rewa

gengzî heye ku pere ji hêla pargîdaniyên veguhestinê ve were veguheztin?

destûr tê dayîn bo  Pargîdanî û nivîsgehên pevguhertinê  û piştî agahdarkirina nivîsgeha dirav û dayînan ku pereyan di navbera deverên  rêveberiya xweser de veguhêzin.

Ma şûştina pereyan bi danûstendinên diravî ve sînordar in?

Ew tenê di pereyên diravî de ne sînordar in, lê di nav de,hebûn , malkane û çavkaniyên aborî hene ji ber sedema firotina mal û milkên neqanûnî da  bikin milkên rewa.

Di nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhartinê de ti rola rayedarên ewlehiyê hene?

Tu rola wê tune, ji ber ku serpereştî ya bingehîn a Nivîsgeha Navendî ya Dirav û  dayînan û şaxên wê ne

Ez wek diravguhêr an jî pargîdaniya pevguhartin û veguhestina pereyan, çawa dikarim bizanim ku karê tê kirin şûştina pereyan ne yan perepêdana terorê ye , û eger niyaza diravguhêr paqiş be ev tişt tê berçavgirtin. ?

Gelek pîvan hene ku divê nivîsgehên danûstandinê û pargîdanî bicîh bînin da ku piştrast bin ku pêvajoya darayî rast bi rê ve diçe, ew jî rêkarên lênêrîna pêwîst in  ji hêla piştrastkirina ji daneyên zibûn û sedema veguheztinê , tevlî rêkarên lênêrîna tund  eger berpirsiyarê pabendbûna pargîdaniyê hestek hebe  ku zibûn ne hevkar e an ku ew daneyan vedişêre an daneyên derewîn dide, Li vir divê karmendê pabendbûnê li ser rêgezên bingehîn ên qanûna şûştina pereyan û perepêdana terorê were perwerde kirin.

pêdivî heye ku xwedanê nivîsgehê an pargîdaniyê daneyên hemî zibûnan verast bike ,çiqas

nirxê pereyan biçûk be?

Erê, divê hemî kiryar bêne nivîsandin û tomar kirin, ji ber ku sûcê perepêdana terorê, wek nimûne, dibe ku pêdivî bi qasek pere ya mezin nebe, ji bilî vê, dibe ku proseya şûştina pereyan, di şêwaza qasên piçûk de dabeşkirî bin û li zêdetirî nivîsgehekê belavkirî bin  .

gengaze pêdiviyên destûrdanê bên guhartin di pêşerojê de ?

na

Hejmara şaxên ku rêdan heya bên vekirin ji nivîsgehek an pargîdaniyeke destûrdar re ?

 

bajar

kanton

Her herêm

Nivîsgeh

1

2

5

pargîdanî

3

6

25

Sermiyanê taybet tê belavkirin

Veberhênan di diravdanka xwe ya veberhênan

Ji me bipirsin

Forma pêwendiya bilez