(karê rêvebiriya çavdêriya bankî û ne bankî  ya di nava nivîsgeha dirav û dayînan a navendî de  li reqayê )

 

Rêvebiriya çavdêriya bankî û ne bankî ji bo cîbicîkirina birgeyên yasaya jimare 1 a sala 2023 û rêwerzên ku li gorî wê hatine derxistin, dixebite, bi armanca rêxistkirina karê pargîdanî û nivîsgehên pevguhertinê li deverên rêveberiya xweser bi giştî û bi taybetî li bajarê reqayê, ji bo parastina ewlekarî û bandora sîstema darayî li hemû deverên rêveberiya xweser û ji bo baştirkirina rewşa aborî, bi riya şopandina karê pevguhertina pereyan.

 

Karê rêveberiyê ji du beşan pêktê: xebatên meydanî yên ku  ger û serdanên meydanî yên teftîşkirinê  di nav de ne, ji bo  piştrastkirin ku ti binpêkirin  , an jî xebata pargîdaniyekê an nivîsgehekê  bêyî destûrdan ji nivîsgeha dirav û dayînan a navendî , nîne ,  di nav kaxezên fermî yên ku hatine diyar kirin  de, û  herwesa çend binpêkirin hatine nivîsand bi armanca  rêxistkirina karê pîşeya pevguhertinê.

karê nivîsgehî di nav rêvebiriya çavdêriya bankî û ne bankî  de , li wê derê  endamên nivîsgehê daneyên darayî yên ku ji pargîdanî û nivîsgehên pevguhertinê hatine wergirtin dide hûrandinê, da ku bigihîjin serjimariyên sê mehane, nîvsalane, an salane, û  şopandina karên din ên nivîsgehê yên ku di riya wê re endamên tîmê, karê nivîsgehên çavdêriyê yên di nav şaxên nivîsgeha dirav û dayînan a navendî de .

Ev pêngav yek ji pêngavên girîng e ku ji aliyê nivîsgeha dirav û dayînan a navendî ve hatiye avêtin ji bo bidestxistina aramiya darayî û diravî li herêma bakur û rojhilatê sûriyê, bi riya rêkxistina karê kompanî û nivîsgehên pevguhertinê, ku garantiya hemû rêyên ewlehî û aramiya aborî  li herêmên rêveberiya xweser li bakur û rojhilatê

sûriyê dike.

Comments are disabled.