NİVÎSGEHA DİRAV Û DAYÎNAN A NAVENDÎ

Tasks of the Directorates Of The Central Monetary And Payments Office

A monetary policy that achieves monetary and financial stability, which contributes to achieving economic and social development in the Autonomous Administration areas.

Serokatiya hevbeş a Nivîsgeha dirav û dayînan a navendî

( Serokatiya hevbeş a Nivîsgehê )

Serokatiya hevbeş li ser pêşniyara desteya darayî ya bakur û rojhilatê sûryeyê ji hêla encûmena giştî ve tê erkedarkirinkirin.

Serokatiya hevbeş van erkan pêk tîne:

1- Serokatiya hevbeş a nivîsgehê,  rêveberiya cîbicîkar a nivîsgeha dirav û dayînan a navendî  ye û berpirsê karê rojane yê nivîsgehê ye.

2-Serokayetiya hevbeş bepirsyare li pêşberî encûmena rêveber ji cîbicîkirina biryarên wê û rêvebirin û çavdêrîkirina rêveberî û karên nivîsgehê

3-Hemî  desthilat û hêzên ku bi taybetî ji encûmena rêvebir re nehatine veqetandin, û mafê wê heye ku hemî kiryarên pêwîst an pêşniyarkirî pêk bîne ji bo rêveberî an karûbarên nivîsgehê

4-ketina pabendiyên girêbestî li ser navê nivîsgehê, bi erêkirina encûmena rêvebir

5-pejrandina erkedarkirina şane , karmend û peyamnêran li ser pêşniyara cîgirên serok û rêvebirên dezgehan

6-Bi giştî nûnertiya nivîsgehê dike

7-radestkirina hinik desthilat bo karmendine din piştî erêkirina encûmena rêvebir

8-Di dema ku serokatiya hevbeş ne amede be , yan jî ji ber çi sedemê be nikaribe erkên xwe  bi cih bîne, cîgirê serokatiya hevbeş bo sîstemên diravdanê dê şûna wî bigire, eger ne amede be dê derbasî cîgirê serokatiya hevbeş bo çavdêrî û sîsteman bibe  , û dê wekî  serokê cîbicîkar yê nivîsgehê were nasîn

(Cîgirê Serokatiyê ya sîstemên diravdanê û Karûbarên Bankî)

(Cîgirê Serokatiyê ya sîstemên diravdanê û Karûbarên Bankî)

  1. Cîgirê serokatiya hevbeş a sîstemên diravdanê li hember wê berpirsiyar , û  piştî şêwirîna bi serokatiya hevbeş re, ew xwedan desthilata girtina tedbîrên sepandinê ye derbarê pêşkeftin û çavdêriya li ser sîstemên diravdanê yên milikdar  û rêvebir   ji hêla  nivîsgeha diravan an jî yên milikdar  û rêvebir  ji hêla pêşkêşkerên xizmeta bankan û ne-bankan  ji saziyên diravgehî yên din ,û ji erkên wê

     

    1-Di ne amedebûna serokatiya hevbeş de, serokatiya civînên encûmena rêvebir dike.

    2- Bi destxistina karîgerî û ewlehiyê di sîstemên diravdanê de

    3-Hewldan bo kêmkirina metirsiyên diravdanê ta asta herî kêm 

    4- Beşdarî di pêşxistin û nûjenkirina binesaziya sîstemên diravdanê û bilindkirina asta ewlehiyê wê, ji bo hêsankirina pêşkêşkirin û xistina   xizmetguzariyên elektronî yên curbicur û nûjen bi awayekî ku bibe alîkar di pêkanîna giştgêriya darayî li hemû herêmên rêveberiya xweser li bakur rojhilatê sûryeyê û dabînkirina gihandina xizmetên curbicur ên darayî û elektronî bi rengekî  hêsan, ewledar û yeksan ji   hemû beşên civakê  re, bi taybetî girûpên bêrolkirî û hejar li deverên  dûr, bi armanca sûdwergirtina wan ji xizmetguzariyên bankî û darayî û pêkanîna gihîştina bi hêsanî û  yeksan bo wan

    5- Beşdarî di xurtkirina çarçoveya qanûnî ya sîstemên diravdanê yên ku ji hêla nivîsgeha diravn ve têne rêvebirin bi armanca hevrêziya bi  pêşkeftina hawîrdora qanûnî ya berfereh re ,da  ku hemî sîstemên diravdanê yên nûjen di nav de bin  û çarçoveyek qanûnî ya ku xebata wan birêve dibe peyda bike.

    6- Beşdarbûn di cîbicîkirina stratejî û armancên giştî yên dezgeha diravan ji bo bidestxistina aramiya darayî û diravî, ku dibe sedema geşepêdana aborî û xweşiyê li herêmên rêveberiya xweser li bakur û rojhilatê sûryeyê.

    7- Beşdarî di rêvebirina proseyên rêvebirina guhertin, pêşvebirin û nûjenkirina projeyên pêşxistina sîstemên diravdanê li herêmên rêveberiya xweser ên bakur û rojhilatê sûryeyê di riya  lîstina rola hander .

    8- Pabendbûna bi sepandina baştirîn pîvan û pratîkên navnetewî yên ku karê sîstemên diravdan û çakkirinê bi rê ve dibin di riya  pabendbûna bi prensîbên taybet bi bazarên darayî û sîstemên diravdanê yên girîng ên ku ji hêla banka  çakkirina navnetewî, banka cîhanî, û ISESCO ve hatine derxistin.

    9-Beşdarî di amadekirina rêwerz, siyaset, kiryar û giştînameyên taybet yên ku karê sîstemên diravdana elektronî bi rêxistin dike, û sepandin, şopandina cîbicîkirina wan û pabendbûna bi wan ji hêla hemî endaman  di sîstemên diravdana neteweyî de .

    10-Nûnertiya nivîsgehê di civînên navxweyî hemû karên ku ji aliyê serokatiya hevbeş ve hatine raspartin.û derve yên taybet bi sîstemên diravdanê , bi raspartina ji aliyê serokatiya hevbeş ve .

    11- Cîbicîkirina

    entrusted to him by the co-presidency.
(Cîgirê Serokatiyê ji bo Çavdêrî û Rêxistkirinê)

(Cîgirê Serokatiyê ji bo Çavdêrî û Rêxistkirinê)

Cîgirê serokatiya hevbeş ya ji bo çavdêrîkirin û rêkûpêkkirinê li pêşberî wê berpirsiyar e û piştî şêwirîna bi serokatiya hevbeş re, ew xwedan desthilat e ku tedbîr û rêkarên cîbicîkirinê derbarê pêşxistin û çavdêrî li ser sîstemên diravdanê yên milikê nivîsgeha diravan û ji hêla wê ve tê rêvebirin  an yên milkên pêşkeşkerên xizmetên diravdanê û ji hêla wê ve tê rêvebirin bigre ,ji bank ,ne bank û saziyên pevguhertinê yên din  û ji erkên wî ev in:

1- Di dema ne amedebûna serokatiya hevbeş û cîgirê serokatiyê ya sîstemên diravdanê,  serokatiya civînên encûmena rêvebir dike

2- Ew  rasterast ji sîstemên çavdêrî û rêxistkirinê yên nivîsgehê berpirsiyar e, û kar û raporên wan dinirxîne

3- Beşdarbûn di cîbicîkirina armancên nivîsgeha diravî, ya di pêkanîna

 aramiya sîstema bankî li deverên Rêveberiya Xwesert hatî nîşandan

4-Girtina hemû tedbîr û rêkarên pêwîst di warê çavdêrî û rêziknameyê de piştî şêwirîna li gel serokatiya hevbeş.

5- Nûnertiya nivîsgehê di civînên navxweyî û derve yên girêdayî warê çavdêrî û rêziknameyê de, bi raspartina ji serokatiya hevbeş.

6- Cîbicîkirina hemû karên ku ji aliyê serokatiya hevbeş ve hatine raspartin.

co-presidency.

  1. Carry out all the work entrusted to him by the co-presidency.
)Nivîsgeha Serokatiya Hevbeş, Sekreteratî û Arşîv)

)Nivîsgeha Serokatiya Hevbeş, Sekreteratî û Arşîv)

Karên sereke:

  1. 1-Serpereştiya rêxistkirina peywendiyan û peyamên derhatî û derçûyî yên serokatiya nivîsgehê û şopandina wan bi aliyên pêwendîdar re.

    2- Wergirtina mijarên ku pêşkêşî serokatiya hevbeş hatine kirin û piştrastkirin ku dane, agahî û belgeyan di nav wan de hene.

    3- Amadekirina civînan bi giştî, civînên demkî û ne demkî û nivîsandina civînameyan.

    4- Şopandina rojane ya giştînameyên nû, biryar û qanûnên din yên têkildarî bi nivîsgehê re hene .

    5-Wergirtina têbînî û giliyan di riya telefonê û pêşkêşkirina wan bo serokatiya hevbeş

    6- Hilgirtina hemî tomaran li gorî rêgezan û erşîfkirina wan

    7- Hevrêzkirina hevdîtin û civînên  taybet bi serokatiya hevbeş.

(Rêveberiyên Sîstemên diravdan û Karûbarên Bankî)

(Rêveberiyên Sîstemên diravdan û Karûbarên Bankî)

Karên cîbicîkar ên Rêveberiyên Sîstemên diravdanê:

 

karên cîbicîkar yên rêveberiyên sîstemên diravdanê wiha ne:

 

1-rêvebirin û birêxistinkirina pêwendiyê bi xerîdarên nivîsgeha re diravan (bank,  saziyên hikûmî û giştî) yên ku zagon, rêzikname û rêwerz destûrê didin wan ku hesaban li cem xwe vekin  bi diravên curbicur .

2- rêvebirin û çavdêrîkirina karê odeyên jihevbirîna şîkan li welêt û birêxistinkirina kar di riya wan di pêşerojê de.

3- girtin, rêvebirin û şopandina hesabên xerîdarên nivîsgeha dirav û dayînan

4- çakkirina fermanên diravdanê yên taybet bi hesabên xerîdar di riya sîstema bankî an çi sîstemeke din bê afrandin.

5- çakkirina encamên sîstemên parzûkirinê di hesabên xerîdaran de bi navgîniya sîstemê.

6- rêvebirina sîstema diravdana navendî ya ku ji bo çareserkirina fermanên diravdanê û encamên sîstemên parzûnkirinê hatî veqetandin

7-xebat ji bo cîbicîkirina pîvanênên navnetewî, û ya herî girîng prensîbên binesaziya bazara darayî (pfmı)  ya ku ji hêla komîteya diravdanê û çareseriyê ya  ser bi banka çakkirina navnetewî ve hatine derxistin , bi armanca sepandina praktîkên navnetewî yên nasdar li ser sîstemên ku ew  tê de dixebitin

8-çavdêrî, rêvebirin û çavdêrîkirina sîstemên diravdan, jihevbirîn û çakkirinê yên ku di bin rêveberiya wê de dixebitin da ku ewlehî û karîgeriya xebata wan bê misoger kirin .

9- xebat ji bo pêşxistina sîstemên xebatkar, rêvebirina pêvajoya nûjenkirina demkî ya wan,  afrandina sîstemên diravdanê yên ku ew pêwîst dibîne û ji bo berjewendiya giştî xizmetê dike.

10-danîna tedbîr û kontrolên pratîk û pîşeyî û amadekirina pêdiviyên teknîkî yên pêwîst ji bo pêşxistina binesaziya sîstemên diravdanê bi armanca misogerkirina bidestxistina hêmanên karîgerî û ewlehiyê di pêvajoyên veguhastina diravî de di riya van sîstemên ku ji hêla wê ve têne rêvebirin da ku gel pêbawer be û bixwaze bikarbîne.

orts.

Rêveberiyên Sîstemên diravdanê:

Rêveberiyên Sîstemên diravdanê:

  • rêveberiya sîstem,siyaset û rêkaran
  • rêveberiya karûbarên bankî, jihevbirîn û çakkirinê.
  • rêveberiya serpereştiya li ser sîstema diravdanê  û amedekirina raporan.
Rêveberiyên Çavdêriyê Û Rêxistkirinê

Rêveberiya Çavdêriya Bankî Û Ne Bankî

 

 

rêvebiriya çavdêriya bankî û ne-bankî berpirsiyar e ji serpereştî û çavdêrîkirina kar û çalakiyên bank û saziyên darayî yên ne-bankî )niha pargîdanî û nivîsgehên pevguhertinê û veguhestina pereyan( rêveberî armanc dike ku ewlehî û aramiya sektora bankî û pevguhertinê hilbigre, pereyên razberan li bakur û rojhilatê sûryeyê biparêze, baweriya gel bi van beşan zêde bike, û atmosferek rikberiyê ya yeksan di navbera van beşan de peyda bike, ji bo misogerkirina   beşdariya wan di aboriya domdar ,aramiya sîstema darayî,  ji bilî parastina sektora darayî ji metirsiyên sipîkirina pereyan û perepêdana terorê.

 

serpereştiyê li ser karê rêveberiyê dike (rêvebirê rêveberiya çavdêriyê bankî û ne bankî ) û raporên xwe pêşkêşî cîgirê serokatiyê ya çavdêrî û rêziknameyê dike û ji rêveberiyê gelek beş tên afrandin ew beşên ku şiyanê didê da, da karê raspartî wê pêk bîne  (beşa çavdêriya bankan û beşa çavdêriya pargîdanî û nivîsgehên veguheztina pereyan) û beş raporên xwe rêdike bo rêvebirê rêveberiyê.

Karên Sereke Yên Rêveberiyê:

 

Beşa Çavdêriya  Li Ser Bankê:

Beşa Çavdêriya  Li Ser Bankan:

Parastina pereyên razberan û ewlekarî û aramiya sektora bankî ji armancên bingehîn ên Rêveberiyê têne hesibandin, ji bilî armancên din ên çavdêriyê yên girêdayî dabînkirina hêz û dabînkirina bankan ji bo ku bikarin metirsiyan kontrol  û kêm bikin

Karê beşa ji aliyê Serokê Dezgeha Çavdêriya Bankî ve tê çavdêrî kirin, ku xwediyê şarezayên akademîk û pratîkî yên ku di forma danasîna kar de hatine destnîşan kirin, radigihîne Rêvebirê Rêveberiya Çavdêriya Bankerî û Ne-Bankî, û komek pispor karmend bi wî re dixebitin, û sernavên karên wan wiha ne:

 

-dahûrandina nivîsgehî: dahûrnerê sereke, dahûrner, dahûrnerê detpêker

lêgerîna meydanî: lêgerê sereke, lêger, û lêgerê detpêker.

 

 

 

beşa çavdêriya Bankî serperiştiya kar û çalakiyên bankên xwedî destûrdan dike di riya çavdêriya nivîsgehî û çavdêriya meydanî li ser karê bankan li gorî birgeyên  yasaya nivîsgeha dirav û dayînan a navendî ya ya jimare (9) a 2021ê û rêwerzên ku li gorî wê hatine derxistin. beş li gorî rêkarên xebatê yên berfireh ji bo dahûrandina nivîsgehî û vekolîna meydanî dixebite da ku verast bike ji Pabendbûna bankan bi rêwerzên ku karê bankî birêkûpêk dike di warê têrbûna sermiyan, başbûna hebûnan, karîgeriya rêveberiyê, têrêkirina qezencê, û hebûna pereyan, û her weha wek piştrastkirina ji pabendbûna bi pêdiviyên yedek û nîşaneyên ewlekariya darayî yên pêwendîdar, bi awayekî ku ewlekarî û berdewamiya karê bankan misoger bike û bi awayekî ku armancên sereke yên nivîsgehê pêk bîne û yekitiya sektora bankî  û bidestxistina aramiya darayî biparêze

 

 

ji bo bi destxistina van armancan, beşa çavdêriya bankan van kar û xebatên jêrîn pêk tîne:

 

-pêşxistina sîstema zagonsazî û rêwerzên ku karê bankî bi rêkûpêk dike  bi rengekî  hevrêz  bi pratîkên çavdêr yên herî baş  ji bo zêdekirina karîgerî û bi bandoriya wê.

-pêşxistina sîyaset û rêkarên kar ên navxweyî û sepandina wan ji bo misogerkirina pabendbûna tevah bi yasa, rêzikname û rêwerzên guncav yên ku tên bikaranîn.

-nirxandina domdar a metirsiyên li pêşiya bankan di riya  mekanîzmayên çavdêriya nivîsgehî û meydanî yên tên sepandin, û  xwestin ji bankan ku van metirsiyan kontrol  û kêm bikin , bi rengekî sînora herî kêm ji  zirarên ku rûdidin  ji van metirsiyan misoger bibin, û avêtina tedbîrên rastkirinê li gorî pêdiviyên çavdêrker  .

-amadekirina raporên çavdêriya meydanî û nivîsgehî û şandina wan ji rêveberiyê re bi rengekî ku beşdarî zêdekirina şiyana girtina biryarên guncav di wexta rast de bibe.

 

 

 

1-Beşa Çavdêrîkirina Pargîdanî Û Nivîsgehên Pevguhertin Û Veguhastinê:

Dezgeha Çavdêriya Pargîdaniyên Veguheztin û Pevguhertinê çavdêriya nivîsgehî û meydanî li ser pargîdaniyên pevguhertin û Veguheztinê yên xwedî destûrdan li gorî birgeyên Qanûna Navendî ya nivîsgeha Dirav û dayînan a hejmar (9) ya sala 2021-an û yasaya Birêkûpêkkirina Karsaziya Pevguhertina Pereyan û Veguhastinê hejmar /1/ sal 2023, dike,  û rêwerzên ku li gorî wan hatine dayîn.

Dezgeh li gorî tedbîrên xebatê yên berfireh ji bo dahûrandina nivîsgehî û vekolîna meydanî dixebite bi armanca verastkirin  ji pabendbûna pargîdaniyên danûstendin û veguhestinê bi rêwerzên ku karê bankî birêkûpêk dikin , da ku bigihîje ewlehî, bandorkerî û berdewamiya vê sektorê di peydakirina xizmetên danûstendinê ji hemî beşên civakê re, bi şertê ku ev xizmet di nav jîngeheke pêşbazî û xwespêr li bazarê  û bi awayekî rêkûpêk û yeksan bên pêşkêşkirin,  giraniya pêvajoyên kontrolê li ser hêza darayî ya diravguhêr e , û asta pabendbûnê bi rêzikname û rêwerzan, karîgeriya kiryarên kontrolkirina hundurîn û derveyî, û asta karîgeriya rêveberiyê.

Her weha divê bal were kişandin li ser hişyarkirina xebatkarên vê sektorê bi çarçoveyên qanûnî yên ku wê birêkûpêk dikin, yên ku bi pratîkên herî baş ên navnetewî re hemaheng in, da ku di çalakiyên neqanûnî yên wekî operasyonên şûştina pereyan de neyên bikaranîn  wek sipîkirina pereyan,  û armanc aramiya darayî ye .

Karê beşê ji aliyê serokê beşa çavdêrîkirina pargîdaniyên pevguhertin û veguheztinê ve tê serpereştîkirin, bi şertê ku wî şarezayên akademîk û pratîkî yên ku di forma danasîna kar de hatine diyar kirin hebin, û komek ji karmendên jêhatî pê re kar bikin û sernavên wan ên kar wiha bin :

*dahûrandina nivîsgehî: dahûrnerê sereke, dahûrner, dahûrnerê destpêker

*lêgerîna meydanî: lêgerê sereke, lêger, û lêgerê destpêker.

karên sereke yên dezgeha çavdêriya pargîdaniyên pevguherîn û veguheztinê ev in:

* nirxandin û dahûrandina Daneyên darayî yên ku hatine wergirtin  ji pargîdaniyên pevguhertin û veguheztinê yên xwedan  destûrname , û amedekirina nîşaneyên darayî  derbarê sektor û raporên pêwîst û rêkirina wan bo rêveberiya bilind a nivîsgeha dirav û dayînan a navendî  da dikaribe biryaran bigre  di dema guncav de  .

* Çêkirina gerên çavdêriyê yên demkî li ser pargîdaniyên pevguhertin û veguheztinê yên xwedan  destûrdan ji bo verastkirin ji  pabendbûna bi yasa û rênimayên rêxistker ji karê bankî, ji bo dabînkirina ewlehî û aramiya vê sektorê.

* Çêkirina jîngeheke xebatê ya ku bi pêşbaziya hevseng tê naskirin, xebat ji bo pêşxistina sektora bankî û piştgirîkirina wê ji bo bikaranîna sîstemên rêveberî yên herî dawî, pêşxistina çanda sazûmaniyê, û peydakirina sîstemên teknolojîk ên herî dawî ji bo ku li gorî pêşkeftin û pratîkên herî baş ên navnetewî tevbiger e.

amûr û mekanîzmayên çavdêriyê ya rêveberiyê û beşên wê:

amûrên çavdêriyê yên ji bo van bank û saziyên darayî yên ne-bankî di du xalên sereke de têne destnîşan kirin:

  1. arasteya yekem - çavdêriya nivîsgehî: ku ji dahûrandin û vekolîna dane û raporên darayî yên demkî yên ku ji bank, pargîdaniyên pevguhertin û veguheztinê hatine wergirtin, şopandina nameyên cûrbecûr û pêşdebirina rêwerzên birêkûpêkkirina karê van saziyan, verastkirina ji pabendbûna bi yasayên têkildar ,hildana  raporên demkî ji rêvebiriya payebilind a nivîsgeha diravan re di derbarê encamên dahûrandinên nivîsgehê de û pêşkêşkirina pêşniyarên guncav li gorî qanûn û rêwerzên ku li gorî wê hatine derxistin, .

 

2-arasteya duyem - çavdêriya meydanî: ev bi pêkanîna gerên lêgerîna meydanî ji bo verastkirina asta pabendbûna bankan, pargîdaniyên pevguhertin û veguheztinê bi pêdiviyên çavdêrî û yasayên cîbicîkar ,lîste , rêwerz   û biryarên ku ji hêla nivîsgeha dirav û dayînan a navendî ve hatine derxistin, ji bo dabînkirina aramî, karîgeriya kar wê  û her wisa   pêkanîna hemhengiyê bi armancên nivîsgeha dirav û dayînan a navendî re di dabînkirin berdestiya pereyan û karîgeriya karê sîstema pankî , aram  û  raspêr li ser bingehên bazarê , û parastina ewle û aramiya sîstema darayî li deverê bi awayekî hemaheng bi  pratîkên herî baş ên navnetewî.

 

Rêveberiya Têkoşîna li Dijî Pereyan û Perepêdana Terorê

Armancên Rêveberiya Têkoşîna Li Dijî sipîkirina pereyan û perepêdana Terorê

 

avahiya rêxistinî  niha ya Nivîsgeha dirav û dayînan a navendî pêdivî bi ji nû ve rêxistkirinê heye da ku avhiya xwe temam bike  ji bo bidestxistina sîstemek yekgirtî ya pêvajoya şopandin û çavdêrîkirina saziyên darayî yên ku di bin kontrol û çavdêriya wê de ne  .

Ji ber girîngiya rola çavdêrî, rêxistkirin û serpereştiya li ser  saziyên darayî ji bo verastkirina bandorkeriya sîstemên van saziyan di warê têkoşîna Li Dijî sipîkirina pereyan û perepêdana Terorê de,

 

Li ser bingeha pêşnîyarên Koma Xebata Darayî, divê welat dezgehên pispor ava bikin da ku Li Dijî sipîkirina pereyan û perepêdana Terorê şer bikin bi armanca berhevkirina agahdariyên darayî , wek saziya navendî ya wergirtina raporên ku ji hêla saziyên ku mecbûr in xeberê bidin , Ji bilî rola wê di çavdêrîkirin û kontrolkirina saziyên darayî de ji bo verastkirina pabendbûna wan bi rêgez û rênimayên têkoşîna Li Dijî sipîkirina pereyan û perepêdana Terorê Ji aliyê avahî ve, ev rêveberî ser bi cîgirê serokatiyê ya çavdêrî û birêkûpêkkirinê ye, û di cîbicîkirina erkên xwe de serbixwe ye.

 

Karên Rêveberiya Têkoşîna li Dijî sipîkirina Pereyan û perepêdana Terorê

 

Rêveberî karên jêrîn dike:

 

 1-pêşkêşkirina pêşniyarên di derbarê daxwazên destûrdanê yên ku ji rêveberiya destûrdanê  ve hatine wergirtin da ku were verast kirin ku navên navborî  ne hatine di bingeha daneyên wê de  yan di lîsteya cezayên herêmî û navnetewî de .

2-piştrast kirin ku saziyên darayî xwedan sîstemên guncav in di têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê de .

3-amadekirina planeke teftîşê ya giştgêr di warê têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê de, bi berçavgirtina metirsiyên şûştina pereyan û perepêdana terorê, ji bo piştrastkirin ku saziyên darayî pabend in bi rêgez û kontrolên têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê.

4-serdanên meydanî ji bo verastkirina asta pabendbûna saziyên darayî bi tedbîrên  têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê yên ku di qanûna têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê û rêwerzên cîbicîkar de hatine destnîşan kirin.

5-peywendî bi saziyên darayî re derbarê xebatên teftîşkirina meydanî û nivîsgehî li ser wan, û peydakirina tedbîrên rastkirinê yên ku divê ji bo çareserkirina kêmasî û valahiyan bên girtin, û şopandina cîbicîkirina saziyên ku ketine bin lêgerînê  .

 

6-amadekirina rêwerzên taybet bi têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê û pêşkêşkirina wan bo dezgeha navendî ya pere û pereyan.

7-birêxistinkirina kursên perwerdeyê ji bo xebatkarên di rêveberiyê de, û li her desteyê û aliyên pispor di warê têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê de.

8-wergirtina raporên nirxandina metirsiya şûştina pereyan û perepêdana terorê ya salane ji hêla saziyên darayî ve tê amade û arşîvkirin.

 

9-derbarê encamên lêkolîna meydanî raporek pêşkêşî cîgirê serokatiya  çavdêrî û rêziknameyê tê kirin, tê de pêşniyarên ku li dijî saziyên ku li gorî rêwerz û rêgezan tevnagerin tê pêşniyarkirin.

10- danîna formên raporkirinê derbarê karên ku gumanbarin bi şûştina pereyan û perepêdana terorê, an nûneratiya berhevoka tawanên resen dikin , bi awayekî ku  di nav de hemû daneyên ku alîkariya rêveberiyê dikin di berhevkirina agahî, dahûrandin û tomarkirin di bingeha daneyan de

11- derxistina rêwerzên pêwîst ji bo zelalkirina tedbîr û rêkarên ku divê bên berçavgirtin di dema radestkirina raporê û forma ku tê de tê pêşkêşkirin û amadekirina forma raporê.

12- wergirtin û dahûrandina raporên ku ji saziyên darayî, saziyên ne- darayî, pîşeyên diyarkirî, daxwazên alîkariyê, û eşkerekirinên otomatîkî yên ku ji aliyênên serpereşt û çavdêr, desteyên herêmî, û yekîneyên berhevkirina agahdariyên darayî yên li welatên din tên wergirtin, û raporkirina encamên dahûrandinê bo aliyên têkildar da bên bikaranîn di dema pêwîst de

13-  agahdarkirina serdozgeriya giştî  bi encamên dahûrandina raporan , dema ku nîşanên ji dil derbarê hebûna gumana  sipîkirina pereyan û perepêdana terorê, an yek ji tawanên ku pê re têkildar in hebin, bi şertê ku agahdarî û burhanên pêwîst tê de hebin.

14- daxwaz ji aliyên jêrîn agahiyên pêvek derbarê raporên ku werdigrin di dema  ku ew wan raporan ji bo pêkanîna karê xwe kêrhatî dibîne an jî li gorî daxwazên tên wergirtin  ji yekeyên berhevkirina agahdariyên darayî  li welatên din

* desteyên serpereştî û çavdêriyê

* çi desteyên din

  1. wergirtina agahiyên cemidandina pere û mal û milkan ji saziyên darayî, dezgehên ne darayî û pîşeyên diyarkirî yên kes û dezgehên ku navên wan di lîsteyên encumena ewlekariyê de cih digirin , û li ser biryara cemidandinê ya ji aliyê dozgerê giştî ve û li ser biryarên encûmena ewlekariyê  1267 ya sala 1999 û 1373 ya sala 2001ê,hatine derxistin, û agehdarkirina aliyên pispor bi vê yekê
  2. wergirtina formên ragihandinê derbarê veguhestina pere, kanzayên nirxdar û amûrên darayî yên gengazî danûstandinê di riya sînor û dergehên yên ku sînorê rêdanê ya ku ji hêla gumrikê hatî dayîn derbas dike , û dahûrandin û tomarkirina wan di bingeha  daneyên rêveberiyê de, ji bo tedbîrên pêwîst di derbarê wan de bên kirin.

 

  1. pêşniyaz ji dozgeriya komarê re ji bo cemidandin an desteserkirina dirav û mal û milkên (bi demkî ji bo heyama şeş mehan, gengazî salekê were dirêj kirin, an jî bi rengekî mayînde li gorî biryara rêveberiyê) ser bi navên ku gumana wan bi şûştina pereyan an perepêdana terorê heye
  2. danûstendina agahiyan bi yekeyên berhevkirina zanyariyên darayî yên li welatên din re, ta dema ku pabend bin bi rêgezên nehênî û bikaranîna wan agahiyian ji bo mebestên têkildarî têkoşîna li dijî şûştina pereyan an perepêdana terorê û bi şertê bidestxistina erêkirina saziyên ku ew agahdarî pêşkêş dikin.
  3. agahdarkirina komîteya niştimanî ya li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê û dezgehên serpereşt û çavdêr yên pêwendîdar bi binpêkirina birgeyên qanûnê ku ji hêla saziyên darayî, dezgehên ne darayî û pîşeyên destnîşankirî yên di bin birgeyên qanûna têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê de .
  4. belavkirina raporên salane li ser çalakiyên xwe , têde bi taybetî daneyên serjmarî û lêkolînên analîtîk di warê têkoşîna li dijî şûştina pereyan û perepêdana terorê de.
  5. îmzekirina peymanên lihevkirinê bi yekîneyên berhevkirina agahdariyên darayî re an jî desteyên herêmî an navnetewî yên ku karên mîna wan pêk tînin û di warê nehêniyê de di bin heman pabendbûnê de ne û ji bo vê yekê dikar beşdarî rêxistinên herêmî û navnetewî ji bo hêsankirina erk û karê wê li gorî qanûnê .
  6. beşdarbûna di semîner, komxebat, konfêrans û civînên

 navnetewî û herêmî yên girêdayî pisporiya xwe de .

  1. her kar û pisporîyên din ên ku di yasaya têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê de hatine diyarkirin.

Rêveberiya destûrdanê

 

karê rêveberiyê  destûrdan a bank û saziyên darayî yên ne-bankî (pargîdaniyên pevguhertinê û veguhestinê) ye, Li gorî birgeyên Qanûna hejmar (9) ya 2021ê ya Nivîsgeha dirav û dayînan a navendî û Qanûna rêkûpêkirina Karsaziya Pevguhertin û Veguhastina Pereyan hejmar(1) ya sala 2023-an, û rêwerzên destûrdanê û rêwerzên têkildar ên din ên ku li gorî pêwîstiya wan hatine weşandin, û li gorî rêkarên zelal ên xebatê  ku rengê wê  yekrêzî, destpakî û bêtevlîhevî  ye ,  ew jî bi mebesta hêsankirina ketina lîstikvanan bo bazarê û kişandina veberhênerên herêmî û biyanî bi awayekî ku beşdarî bidestxistina giştgêriya darayî li herêmê û pêkanîna armancên têkildar ên Diravî bibe, bi pêkanîna karên jêrîn:

 

* Rêxistinkirina destûrdan, şaxkirin, veguheztin û girtina dezgehên  di bin çavdêrî û serpereştiya nivîsgeha Diravn (bank, pargîdaniyên pevguhertinê û veguhestina pereyan) bi awayekî ku beşdariya wan di geşepêdana aborî de xurt bike.

* vekolîna destûrdanên ku ji hêla bank û saziyên darayî yên ne-bankî ve hatine şandin, û daxwazên şaxkirin, veguheztin, rawestandina demdar an mayînde, û girtinê  û  pêşkêşkirina pêşniyarên pêwîst derbarê wan de ji rêvebiriya payebilind a nivîsgeha diravan re li gorî qanûnên derbasdar  û rêwerzên ku li gorî wê hatine dayîn.

 

* Pêşxistina rêwerzên birêkûpêkkirina destûrdanê li ser bingehek mayînde, li gorî pêşkeftinên birêkûpêk ên li ser astên herêmî û navnetewî, û li gorî pîvanên herî baş ên cîhanî.

 

 

* Beşdarbûn di zêdekirina giştgêriya darayî di riya gihandina xizmetên bankî yên ewledar bo hemî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê

* handankirina destûrdan û şaxkirina saziyên ser bi çavdêrî û sepereştiya nivîgeha Diravan bi şêweyekî  ku li gor daxwaza rastîn a bazarê be , û pêdiviyên welatiyan ji xizmet û berhemên bankî û darayî, tevî yên elektronî bi cîhbîne .

 

* Beşdarbûn di zêdekirina pêşbaziya yeksan û dabînkirina hebûna dabeşkirina yeksan di nav saziyên ku di bin çavdêriyê de ne ji hêla belavbûna erdnîgarî de.

 

 

Karê Rêveberiyê ji aliyê Rêvebirê Rêveberiya Destûrdanê ve tê çavdêrîkirin, ku xwediyê şarezayên akademîk û pratîkî yên ku di forma danasîna kar de hatine diyarkirin,  raporên xwe radigihîne cîgirê serokatiyê ya çavdêrî û rêxistkirinê, û komek xebatkarên pispor bi wî re dixebitin, û sernavên karên wan ev in (serokê destûrdanê, karbidestê destûrdanê, û karbidestê destûrdanê yê piçûk).

Rêveberiya rêvebirina metirsiyan

 

 

rêveberiya rêvebirina metirsiyê berpirsiyar e ji pêşdebirin, cîbicîkirin û nûjenkirina çarçoveya giştî ya  rêveberiya metirsiyê ya tevahî, di nav de mekanîzmayên  diyarkirin , pîvan, nirxandin, şopandin, û kontrolkirina metirsiyan bi aweyekî domdar , da ku bigihîje pêkanîna armancên nivîsgeha dirav û dayînan a navendî , bi awayekî bi bandor û   berdewam ,  û ji bo ku bigihîje vê yekê, ew karên jêrîn pêk tîne:

 

 

 

  1. pêşxistina stratejî, rêbaz û siyasetyên rêvebirina metirsiyan û raspartina wan ji hêla aliyên ku di nivîsgeha diravan de xwedan  desthilat in
  2. pêşdebirin û nirxandina çarçoveya giştî ya rêvebirina metirsiyan li nivîsgeha diravan li ser asta giştî (rêveberiya metirsiya pargîdaniyê) û li ser asta yekîneyên rêxistinî de bi armanca alîkirina wan û piştrastkirin ku ew metirsiyên xwe bi rengekî hevgirtî û lihevhatî birêve dibin,ji bo dabînkirina pêkanîna armancên nivîsgeha diravan bê kêmasî .
  3. avakirina çarçoveyek berfireh ji bo asta metirsiyên pejirandî yên ku nivîsgeha diravn tojî wan tê   û xuyakirina sînorên rêdana derbaskirinê  bi hemahengî di gel yekîneyên rêxistinî yên destnîşankirî, şopandina pabendbûna  bi wê re, û hildana  rapor û pêşniyaran ji aliyên têkildar re.
  4. pêşxistina sîstema çavdêriyê bi aweyekî di nav de alîkirina yekîneyên rêxistinî  di  hildana raporên   şopandina metirsiyê bi rengekî demkî bo   serokatiya hevbeş a nivîsgeha diravan, hebin .
  5. beşdarî di lêkolîn û vekolîna metirsiyên karên nûjenkirî yan yên ku dê bên pêşxistin li nivîsgeha diravan û derbirîna nêrînê di derbarê wan de bi hemahengî ligel dezgehên pêwendîdar.
  6. hevkarî û hemahengiya ligel dezgehên pêwendîdar derbarê rahênan û hişyariyê , bi armanca avakirin û pêşxistina asta haydariya ji birêveberiya metirsiyan û pêbendbûna di nivîsgeha diravan de.
  7. hevkarî û hemahengiya şiyan û bizavan li gel aliyên peywendîdar ên derve ji bo pevguhertina ezmûn û zanyariyan di warê rêvebirina metirsiyan û pabendiyê de.
  8. amadekirina lêkolînên pêwîst di warê rêvebirina metirsiyan û lihevkirinê de û pêşkêşkirina pêşniyarên pêwîst derbarê wan de.
  9. pêşkêşkirina raportên demkî bo desteya rêvebir ku tê de metirsiyên curbicur ên li pêşiya nivîsgeha diravî rave dikin, û asta bandora wan li ser karê giştî ya dezgeha diravî di gihandina armancên wê de, û pêşkêşkirina pêşniyarên pêwîst di vî warî de.
  10. çavdêrîkirin ka  heta çi astê ku nivîsgeha diravan û yekeyên wê yên rêkxistinî bi hemû yasayên girêdayî kar û rêgezên wê, û pîvan û kiryarên bankî yên saxlem pabendin

 

 

  1. amadekirina siyasetek yekgirtî ji bo rêvebirina berdewamiya karê di nivîsgeha diravan de, yên di nav de cemserên sereke yên rêveberiya berdewamiya kar, ya tê nîşan dan bi pêşdebirin û vekolîna siyaset û rêwerzên rêveberiya domdariya kar, şopandina planên berdewamiya kar, ezmûndan, sepandin, pêşkeftin û başkirin , hişyarî û perwerdekirin.
  2. pêşxistin û nirxandin û nûjenkirina siyaset û rêbazên ku di rêvebirina metirsiyên teknolojiya agahdariyê û  çalakiyên nivîsgeha dirav û dayînan de  têne sepandin  .
Rêveberiya Teknolojiya Agahdariyê

Ew karên jêrîn pêk tîne:

rêveberiya teknolojiya agahdariyê erka peydakirina xizmetên girêdayî bi rêvebirina jîngeha agahdariya teknîkî li nivîsgeha diravan digire ser xwe, bi pêşxistina stratejî û siyasetên teknîkî yên pêwîst ji bo ku hemî rêveberî û beşên di nivîsgeha diravan de bikarin bigihêjin armancên xwe, ji bilî pêşxistina pîlanên pêwîst ji bo cîbicîkirina van stratejî û siyasetan di riya projeyên girêdayî jîngeha teknîkî û çavdêriya giştî ya van projeyan ji bo ku ew bi armancên stratejî yên nivîsgeha diravan re li gorî rêgezên rêveberiya teknolojiya agahdarî û pîvanên têkildar bin , bi armanca zêdekirina karîgerî û bandorkirina kar û gihandina agahiyan bi  lez û şêweya baş, û tê zanîn ku rêveberî van tiştan dike:

amadekirin û nûjenkirina planan di warê teknolojiya agahdariyê de û pêşxistina rêkarên pêwîst ji bo pêkanîna wan.

  1. rêvebirina binesaziya teknolojiya agahdariyê û domandina xebata wê.
  2. girtina tedbîrên pêwîst ji bo bilindkirina amadekariyên elektronî ya nivîsgeha diravn û piştgirî ji bo pêkanîna veguheztina dîjîtal di pêşkêşkirina xizmetan ji xerîdaran re
  3. şopandina malperên nivîsgeha diravan yên sereke û berdêl di riya karmendên pispor li wan cihan û bi hemahengî ligel dezgehên peywendîdar, re.
  4. beşdarî di proje û komîteyên li ser asta neteweyî û/an sektora bankî û hemahengiyê bi aliyên cur be cur re ji bo cîbicîkirina kar û projeyên -hikûmeta elektronî, û pêkanîna pêvajoyên pêwendiya bi mişteriyan re ji bo hêsankirina pêşkêşkirina xizmetên elektronî ji xerîdarên nivîsgeha diravan re, ji sektora giştî û sektora bankî.
  5. cîbicîkirina sîyaset û rêkarên pêwîst ji bo bilindkirina başbûna agahîyan.
  6. beşdarbûna di karê wergirtin, bikaranîn û çêkirina gorzên program

 yên amadekirî , bi hevrêzî li gel dezgehên pêwendîdar re.

  1. şopandina domdar ji bo pêşxistina şiyanên kadroyên teknîkî û zêdekirina karîgeriya xebatkarên di rêveberiyê de ji bo ku li gorî pêşkeftina teknolojiyê ya pêşkeftina agahdariyê bimeşe.
  2. perwerdekirina karmendan û zêdekirina karîgeriya wan di bikaranîna cîhazan, pêvekên wan, sîstemên bernamekirî û amûrên nûjenkirina nivîsgehî yên bedrest

 

  1. çêkirin û sêwirandina sîstem û bernameyan, ezmûnkirina wan, domandina xebata wan û şopandina lênihêrîn û nûjenkirina wan.
  2. amadekirin û pêşkêşkirna raporên demkî derbarê karê rêveberiya teknolojiya zanyarî û karmendên wê û terxankirina pereyên pêwîst , pêşniyar û mekanîzmayên cîbicîkirinê .
  3. di rêvebirina projeyên teknolojiya agahdariyê de sûdwergirtina ji amûrên pêşkeftina nûjen.
  4. danîna tedbîr û rêkarên ewlekariya agahîyan (ji alîyên rêveberî, fêzîkî û bernamenûsî) di nivîsgehê de li gor rêgezên ewlehiya zaniyariyên cîhanî yên standard û li gor xwezaya kar di nivîsgeha diravan de.
  5. rêvebirina pêvajoya çapkirin û tomarkirina çapên yedek ên kokên bernameyan (bingehîn û sepandin) û daneyan li gorî rêwerzên ku ji hêla nivîsgehê ve hatine pejirandin.

14. pêşniyarkirina guhertinên pêwîst di avahî û karên rêveberiya teknolojiya agahdariyê û beşên pêwendîdar ên li şaxan de li gorî pêşkeftinên  ku di mekanîzmayên karên nivîsgeha diravan de rû didin.

Rêveberiya Têkiliyên Giştî û Ragihandinê

Rêveberiya Têkiliyên Giştî û Ragihandinê

Rêvebiriya Têkiliyên Derve wek pencereya Nivîsgeha dirav û dayînan a navendî ji civaka herêmî û derve re tê nasîn, Armanca wê ew e ku pêwendiyê bi komên armanc re zêde bike da ku nêrîn û peyama Nivîsgeha diravan bi baştirîn rê û rêbazên ragihandinê belav bike. û çalakiyên cur be cur ên hundir û derve yên Nivîsgeha diravan rêxistin dike.

Karên wê:

 

 1-şopandina hemî çalakiyên herêmî û derve yên girêdayî bi karê nivîsgeha diravan û rêxistina wan .

  1. bihêzkirin û xurtkirina peywendiyan digel gelên navxwe û derve û dirustkirina bingehek daneyan ji bo hemû girûpên armanckirî ji bo hêsankirina gihandina peyaman bi awayekî erênî û pîşeyî. û organîzekirina çalakiyan (konferans, semîner, kargeh, pêşangeh, hwd.)

3- xuyakirina rola nivîsgeha diravan, peyam, nêrîn û çalakiyên wê .

4-derxistina bulten û pêdiviyên agahdarkirinê ji bo nivîsgeha diravan û weşandina nûçeyên wê di gelek dezgehên ragihandinê de.

5-nixamtina medyayî ya hemû çalakiyên nivîsgeha diravan, pêşkêşkirina ew agahî bo dezgehên medyayî , û şopandina medyayî ya hemî nûçe û raporên girêdayî nivîsgehê.

6-hevrêzkirina serdanên şandeyên navnetewî

7-danasîna nivîsgeha diravan li  ser asta herêmî, û navnetewî bi navgîniya bernameyên cur be cur ên rêveberiyê.

8-pêşxistina hebûn û kesayetiya elektronî ya nivîsgeha diravan da ku hebûna wê ya rastîn li ser erdê nîşan bide

 

9-hewldana ji bo afirandina têkiliyên hevkariyê yên ku dê di peydakirina riyên pevguhertina pisporî û şêwirdariyên zanistî, pîşeyî û lêkolînî de, di navbera nivîsgeha diravî û sazî, rêxistin, desteyên hukûmî û taybet, û saziyên civaka sivîl di warên cur be cur de.

10-xurtkirina ruhê biratî û bihevrebûnê di navbera hemû xebatkarên nivîsgeha diravan de, parvekirina bûyerên wan ên civakî û afirandina atmosfera hevkariyeke berhemdar.

 

 

11-şopandina medyayî ya malpera nivîsgeha diravan û rûpelên wê yên li ser malperên tora civakî.

12-serpereştiya li dariştin û cîbicîkirina plana medyayî ya nivîsgeha diravan.

13-rêveberî gelek hewlan bi mebesta bilindkirina asta hişmendiya darayî ji bo parastina xerîdarên saziyên ku di bin çavdêriya nivîsgeha diravan de ne, pêk tîne

Functions:
1. Follow up and organize all local and foreign activities related to the work of the Monetary Office.
2. Strengthening and consolidating relations with internal and external audiences and creating a database for all target groups to facilitate access to them and convey messages positively and professionally. And organizing activities (conferences, seminars, workshops, exhibitions, ... etc).
3. Highlight the role, mission, vision and activities of the Monetary Office.
4. Issuing bulletins and media materials for the Monetary Office and publishing its news in various media.
5. Media coverage of all the activities of the Monetary Office, providing the media with them, and media follow-up of all news and reports related to the Office.
6. Coordinate visits of international delegations.
7. Promoting the Monetary Office locally, regionally and internationally through the various programs of the Directorate.
8. Crystallizing the attendance and electronic personality of the Monetary Office to reflect its actual presence on the ground.
9. Seeking to find cooperative relations that would contribute to finding ways to exchange experiences and scientific, professional and research consultations between the Monetary Office and various institutions, organizations, governmental and private bodies and civil society institutions in various fields.
10. Strengthening the spirit of brotherhood and interdependence among all employees of the Monetary Office, sharing their social events and creating an atmosphere of fruitful cooperation.
11. Media follow-up of the website of the Monetary Office and its pages on social networking sites.
12. Supervise the formulation and implementation of the Monetary Office's media plan.
13. The Directorate implements many efforts aimed at raising the level of financial awareness to protect the clients of entities subject to the supervision of the Monetary Office.

Rêveberiya Çavkaniyên Mirovî

Rêveberiya Çavkaniyên Mirovî

A - rêveberiya çavkaniyên mirovî  karê beşdarbûna di pêkanîna armancên nivîsgehê digre ser xwe, di riya kêşan , peydakirin û xurtkirina çavkaniyên mirovî yên pêwîst ji bo cîbicîkirina karên ku di qanûna nivîsgeha dirav û dayînan de hatine diyarkirin, bi karîgeriyeke bilind û berdewam û bi kêmtirîn lêçûn û bizav û dikare bi taybetî, karên jêrîn pêk bîne:

 

 

1-plankirin û ewlekirina pêdiviyên nivîsgehê ji  çavkaniyên mirovî yên pêwîst û cîbicîkirin û şopandina tedbîr û rêkarên girêdayî rewşên wan

2-vekolîn ,amedekirin ,û pêşxistina avahiya rêxistinî ya nivîsgehê ji hêla armanc ,kar,astên yekîne û navên pîşeyî ,dahûrandina rengdana karan û nirxandin û şopandina nûjenkirina wan bi demkî

3- cîbicîkirina mijarên rêveberî yên têkildarî karmendan û birêxistinkirina kertên wan ên xwenasînê li gorî yasa û rêzikên derbasdar.

4- cîbicîkirina birgeyên hemî qanûn û rêzikên ku bi karmend û bikarhêneran ve girêdayî ne û pêşnîyarkirina pêşnîyarên têkildarî pêşveçûna wan.

5-amadekirin û cîbicîkirina planên perwerdehiya pratîkî û amedekariya zanyarî  li gorî pêdiviyên nivîsgeha dirav û dayînan a navendî.

6-pêkanîna tedbîr û rêkarên  dayîna mûçe, xelat, qerebû, û çi mafên diravî yên  karmendên bi girêbest, karmendên mayînde, karmend û kedkarên rojane.

7-amadekirina lêkolînên têkildarî çavkaniyên mirovî, pêşniyarkirina siyasetyên wan û cîbicîkirina yên pejirandî.

b - raporên rêveberiya çavkaniyên mirovî:

karûbarên karmendan.

perwerde û pêşveçûn.

nivîsgeha giştî û arşîv.

pêşwazî,

1. Planning and securing the Office's needs of the necessary human resources, implementing and following up the procedures related to their situation.
2. Studying, preparing and developing the organizational structure of the office in terms of objectives, tasks, unit levels and job titles. Analyze and describe jobs, evaluate them and follow up on updating them periodically.
3. Implementing administrative matters related to employees and organizing their self-cards in accordance with the laws and regulations in force.
4. Applying the provisions of all laws and regulations related to the employee and employees and proposing recommendations related to their development.
5. Preparing and implementing practical training and scientific qualification plans in accordance with the needs of the Central Monetary and Payments Office.
6. Implement the procedures for the payment of salaries, bonuses, compensations and any entitlements to contract employees, permanent employees, employees and day laborers.
7. Preparing studies related to human resources, proposing their policies and implementing the approved ones.
(b ) The Directorate of Human Resources shall be subordinated:
• Personnel.
• Training and development.
• General Diwan and Archives.
Reception.

Rêveberiya Darayî û jimaryariyê

Rêveberiya Darayî û jimaryariyê

pispore di pêkanîna hemî tedbîr û rêkarên darayî yên têkildarî lêçûnkirinê û berhevkirina dahatan  , û tomarkirina ev yek ji alî jimaryarî ve   di pirtûkên xwe yên yasayî de ,  amedekirina raporên pêwîst ji bo aliyên têkildar ,  û şopandin û piştrastkirin ku di lêçûnkirinê de ti binpêkirin tune, raporkirina wan bo  aliyên peywendîdar, û pêkanîna çareserkirina jimaryarî bo şaşetiyan .

ev karên li jêr pêktîne

 

  1. Cîbicîkirina hemû karên jimaryarî, di nav wan de girêdankirin û dayîna deynan, nirxandin û lêvegera dayîna pêşîneyan, û girtina defter û qeydan li gorî  rêzikname,  lîste ,rênîşandan û fermanên tên bikaranîn.
  2. Beşdarbûn di amadekirina reşnivîsa bûdceya giştî ya nivîsgehê de
  3. Cîbicîkirina sîstem û rêzikên darayî û şopandina liv û tevgera bendên pîlancoyê, tevlî têbîniya verastkirinê ji ewlehiya lêçûnkirinê û ne derbaskirina piştivaniyên darayî .
  4. Amadekirina hesab û raporên darayî yên pêwîst (wek hesabê mehane û hesabê dawî)
  5. Amadekirina belgeyên veguhestinê ji û bo bendên pîlancoyê û tomarkirina piştivaniyên diravî û xistina bendan bo bernameyên rêveberiya darayî .
  6. pêkanîna  envantera demkî ya sandoqê û amadekirina nivîsnameyan bi vê yekê.
  7. Cîbicîkirina rêkarên komkirinê û rêkarên lêçûnkirinê ji bo cîbicîkirina deynên nivîsgehê.
  8. Dahûrandina daneyên aborî, amadekirina lêkolînan, û pêşkêşkirina pêşniyaran ji bo pêşxistina rêveberiya darayî.
  9. hilgirtina Hemî danûstendinên darayî yên di sîstema arşîvê de bi rengekî ku daxwaza vegera li danûstandinan hêsan bike

It performs the following tasks:
1. Carrying out all accounting work such as linkage, disbursement of dues, review and payment of advances, bookkeeping and records in accordance with the applicable laws, regulations, instructions and orders.
2. Participate in the preparation of the draft general budget of the office.
3. Implementing financial laws and regulations and following up the movement of budget items, noting the verification of the integrity of the exchange and not exceeding financial appropriations.
4. Prepare the necessary accounts and financial reports (such as the monthly account, the final account).
5. Preparing transfer memos to and from budget items, recording appropriations and entering items into the financial management program.
6. Carrying out periodic inventory work for the fund and preparing minutes thereof.
7. Carrying out collection and disbursement procedures to meet the Office's obligations.
8. Analyzing financial statements, preparing studies and submitting proposals for the development of financial management.
9. Save all financial transactions in the archive system in a way that facilitates the return of any transaction upon request.

Rêveberiya Karûbarên Yasayî

Rêveberiya Karûbarên Yasayî

rêveberî şopandina cîbicîkirina birge û rêwerzên ku ji aliyê nivîsgeha diravn ve hatine derxistin dike, bi taybetî yasaya navendî ya nivîsgeha dirav û dayînan, û  pêşkêşkirina şîretên yasayî bo  rêveberiyê di hemû waran de di çarçoveya karê nivîsgehê de rêveberî karên jêrîn dike

  1. pêşkêşkirina rawêjkariyên yasayî û lêkolîna hemû pirsgirêk û arîşeyên yasayî yên ku rûbirûyê dezgeh û şaxên nivîsgeha dirav û dayînan dibin û hewldan jibo dîtina çareyên guncav ji wan re û vegerandina wan li gor nameyên fermî û bi nêrîneke yasayî.
  2. amadekirina projeyên qanûn  , rêzikname , lîste, û rêwerzên têkildarî karê nivîsgehê bi hevkariya rêveberiyên pêwendîdar an derbirîna nêrînê derbarê wan û pêşniyarkirina sererastkirinên li ser hinek arîşeyên pevguhertinê .
  3. lêkolînkirina arîşeyên ku darizandinê dixwaze û pêşkêşkirina nêrîna qanûnî derbarê wê û pêşniyarkirina navê hakeman.
  4. nûnertiya nivîsgeha dirav û dayînan di danûstandinên yasayî de bi hevkarî ligel dezgehên pispor ku ji aliyê serokatiya hevbeş ve hatine destnîşankirin.
  5. hûrnêrînlkirina girêbestên ku nivîsgeh yek ji wan alîyan e û tomara erêkirina wê ya nivîskî li ser naveroka wê , da ku ew bi rengekî ku mafên nivîsgehê misoger bike û biparêze û daxwazên wê bi rêkûpêk û li gorî qanûnên cîbicîkar binixime û amedekirina girêbestan bi raspêriya ji serokatiya hevbeş. .
  6. hûrnêrînlkirina defterên mercan ji aliyê mafnasî û darayî ve
  7. hemahengkirina kar bi şêwirmendên yasayî û parêzerên ku  girêbest bi nivîsgehê re danîne û pêşkêşkirina raportên demkî derbarê kar û çalakiyên wan di şopandina doz û mijarên girêdayî berjewendiya nivîsgehê û ragihandina nêrînê derbarê nûkirin, sererastkirin an betalkirina girêbestên ku bi wan re hatine îmze kirin .
  8. katgorîkirina zagon, jêhatbûn û fetwayên ku ji aliyê dezgehên pispor ve girêdayî karûbarên nivîsgehê hatine derxistin, katgorîkirin û fehreskirin û giştîkirina  yên girîng ji wan li ser  rêveberî, şax û alîyên pêwendîdar.
  9. pêşkêşkirina nêrîna yasayî li ser daxwazên vekirina hesabên heyî ji hêla pêkanîna wan mercên yasayî.
  10. lidarxistina dozên ku ji aliyê nivîsgehê ve yan li dijî wê hatine vekirin û şopandina wan, û amedekirina dayînên pêwîst  û şopandina wan li pêşberî dadgehên pispor   bi awayekî ku mafên wî misoger bike, bi hemahengî ligel rêveberiyên pêwendîdar ên nivîsgehê.
  11. şopandina rêkarên cîbicîkirina biryarên dadwerî yên dawî yên di dozên ku ji aliyê nivîsgehê ve hatine vekirin, di riya parêzerên ku bi wê re girêbest danîne

The Directorate shall undertake the following tasks:
1. Providing legal advice and studying all problems and issues of a legal nature that face the departments and branches of the Monetary and Payments Office and working to find appropriate solutions to them and return them according to official letters of legal opinion.
2. Preparing draft laws, regulations, regulations and instructions related to the work of the office in partnership with the competent directorates or expressing an opinion on them and proposing amendments to some banking issues.
3. Study cases that require arbitration, express a legal opinion on them, and propose the nomination of the arbitrator.
4. Representing the Monetary and Payments Office in legal negotiations in cooperation with the competent departments commissioned by the Co-Presidency.
5. Auditing contracts to which the Office is one of the parties and recording its written consent to their content so that they are drawn up in a manner that secures and preserves the rights of the Office and covers its claimants duly and in accordance with the laws and regulations in force, and prepares the necessary contracts commissioned by the co-presidency.
6. Checking the term sheets from a legal and financial point of view.
7. Coordinate work with human rights consultants and lawyers contracting with the office, submit periodic reports on their activities and activities in following up cases and cases related to the interest of the office, and express an opinion on the renewal, amendment or cancellation of contracts concluded with them.
8. Classifying, classifying, indexing and circulating the important ones to the directorates, branches and relevant authorities of legislation, jurisprudence and fatwas issued by the competent authorities related to the work of the office.
9. Provide legal opinion on applications for opening current accounts in terms of meeting the legal requirements.
10. Initiating and following up the lawsuits filed by the Office or filed against it, preparing the necessary defenses and following them up before the competent courts in a manner that guarantees its rights in coordination with the concerned directorates of the Office.
11. Follow up the procedures for the implementation of final judicial rulings issued in cases filed by the office through its contracted lawyers.

Rêveberiya Hûrnêrîna Navxweyî

Rêveberiya Hûrnêrîna Navxweyî Ji Aliyê Lêgerê Giştî Ve Tê Rêvebirin Û Girêdayî Encûmena Rêvebir e

rêveberiya hûrnêrîna navxweyî, di riya çalakiyên xwe yên tekezkirin û şêwirmendî yên serbixwe û hişmend, dixebite da alîkariya rêveberiyê bike di paştirkirina karê xwe û çalakkirina berpirsiyariyên xwe bi bandor û karîgerî di riya verastkirina rastbûn û ewlehiya çalakiyên cur be cur ên nivîsgehê û asta lihevhatin û pabendbûna bi qanûn, rêzikname, rênîşandan, siyaset û planên hatine danîn, ji bilî alîkariya nivîsgehê di gihandina armancên xwe  di riya nirxandin û baştirkirina bandorkeriya rêveberiya metirsiyê, sîstemên mîheng û çavdêriya navxweyî, û tedbîrên dadwerî, û bi taybetî pêkanîna karên jêrîn:

  1. 1. dezgeh piştrast dike "pabendbûna" hemû dezgehên nivîsgeha dirav û dayînan a navendî bi yasa, rêzikname, rêwerz û fermanên ku çarçoveya karê wê diyar dikin û li gorî pisporiyên wan.
  2. lêkolîna sîstemên çavdêriya navxweyî ji bo karên nivîsgeha diravn, piştrastkirin ji sepandina wan a rast, û hildana raporan derbarê çi kêmasiyên ku hebin, li gel pêşnîyarên pêwîst ji bo serrastkirina wan û pêşnîyarkirina her guhertin an zêdekirinên nû ji wan re
  3. xebat li gel rêvebirinên din re ji bo destnîşankirina pêvajoyên ku divê bên dahûrandin berî derbaskirina wan an piştî cîbicîkirina wan, û herwiha destnîşankirina pêvajoyên ku divê bi tevahî bêne kontrol kirin û yên ku dikarin li ser bingeha sîstema nimûneyê bêne dahûrandin
  4. piştrastkirin ku hemû hebûn û kiryar di defter û tomaran de li gorî rêwerz û lîsteyên ku ji hêla nivîsgehê û sîstemên hesabkirinê yên naskirî ve hatine derxistin
  5. piştrastkirina ji rastbûn û duristiya amadekirina daneyên darayî yên nivîsgehê û piştrastkirina wê yekê ku pîlanco û hesabê qezencan rewşa darayî ya nivîsgehê nîşan bide.
  6. hevkariya bi dezgehên din re ji bo çareserkirina kêşeyên darayî û jimaryarî yên ku di dema xebatê de derdikevin.
  7. hevkarî ligel hûrbînên derve yên nivîsgehê.
  8. pêşxistina sîstem û programên dahûrandinê di nivîsgeha diravan de û şopandina pêşkeftinên cîhanî di warê dahûrandina navxwe de bo sûdwergirtina ji wan.
  9. pêşkêşkirina raporan bo serokatîya hevbeş derbarê çavdêrî û dîtinên girîng yên di encama hûrnêrînê de û herwiha şandina kêşeyên nakok bo desteya rêvebir, tevlî pêşniyarên guncav.
  10. her erkên tekezkirin û rawêjkariyê yên ku ji aliyê serokatiya hevbeş a nivîsgehê ve ji rêveberiyê re hatine raspartin
Rêveberiya Lêkolînên Aborî û serjmariyê

karên sereke yên rêveberiya  lêkolînên aborî û serjimariyê  di amedekirina lêkolînên di warên aboriya giştî, pêşkeftinên bankî û darayî, bûdceya giştî ya dewletê û sektora derve de tên destnîşankirin û ew bi vî rengî beşdar e di pêkanîna  armancên nivîsgeha diravan û bidestxistina aramiya diravî,  tevlî  di heman demê de parastina aramî û pêşkeftina sektora darayî bi rengekî ku beşdarî pêşkeftina domdar bibe.

di rêveberiyê de du beş hene: (1) beşa lêkolînên aborî û (2) beşa serjimarî, karên sereke yên rêveberiyê wiha ne:

 

Yekem: Beşa Lêkolînên Aborî

 

  1. 1. şopandina geşepêdanên aborî, diravî û darayî yên herêmî, û navdewletî û nîşankirina asta bandora wan li ser aboriya herêmên rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê sûriyê.
  2. amadekirina nivîsname û şêwirîn ji bo serokayetiya hevbeş, encûmena rêvebir û hemû dezgehên nivîsgehê li gor pêwîstiyê, derbarê arîşe û pêşkeftinên aborî û pêşkêşkirina şîretan ji bo wergirtina biryarên rast.
  3. beşdarî di amadekirina siyaseta diravî û rêjeya pevguhertinê, diyarkirina rênîşandanên wan û çawaniya bikaranîna amûrên berdest ji bo bidestxistina armancên nivîsgehê, û bidestxistina aramiya diravî, aramiya sektora darayî û geşbûna aborî ya hevseng.
  4. amadekirina bultenên mehane û sê mehane bi awayekî rêkûpêk û waşandina wan bi giştî li ser malpera nivîsgehê, û heman tişt ji bo rapora salane ya çapek ji serokatiya hevbeş re tê şandin, li ser erêkirina encûmena rêvebir.
  5. bersivdana daxwaziyên dezgehên herêmî, navçeyî û navnetewî di warên aborî, diravî û pevguhertinê de û pêşkêşkirina daneyên pêwîst.

 

Duyem: Beşa Serjmariyê

  1. berhevkirina Daneyên serjmarî yên derbarê sektorên aborî (sektora bankî û darayî, darayîya giştî, aboriya rast - berhema navxwe ya giştî û bihayan , sektora derve - hinarde û hawirde,  û veguheztinên darayî yên derve).

Kategorîkirina daneyên serjmarî li gor nûtirîn rêbazên Sindoqa Navdewletî ya diravî di vê derbarê de, danîna wan li ber destê rêveberiya bilind û hemû dezgehên nivîsgeh û desteya rêvebir û şandina têbiniyên di vî warî de  bo serokatiya hevbeş li gor pêwîstiyan.

Amadekirina bulteneke serjmarî ya mehane û sê mehane ku daneyên berdest ji bo hemû sektoran tê de hene û piştî erêkirina encûmena Rêvebir li ser malpera nivîsgehê belav dike

Rêveberiya Gencîneyê Û Rêvebirina Yedekan

rêveberî yek ji beşên herî girîng û çalak ên Nivîsgehê tê nasîn, ji ber ku Rêveberî berpirsiyar e ji hemî karên ku di Nivîsgeha dirav û dayînan a navendî de pêk tên, çi wergirtina pereyan an jî diravdanê, piştî temamkirina çerxa xwe ya belgekirinê li beşênNivîsgehê yên din, û ew yedeka diravên biyanî ya Nivîsgehê diparêze û li gorî plana ku ji hêla Nivîsgeha dirav û dayînan a navendî ve hatî pejirandin diparêze û birêve dibe .

Karên Rêveberiya Gencîneyê:

  1. rêvebirina hesabê xezîneya giştî bi du aliyên wê: wergirtin û dayinan.
  2. amadekirina keşfên rojane, heftane û mehane yên diravî ji bo hesabê xezîneyê û hildan wan ji serokatiya hevbeş a nivîsgehê re.
  3. girtina tomarên jimaryarî yên pêwîst ji bo kiryarên jimaryarî yên ku di hesabê xezîneyê de rû didin (qeydên pereyên gerguhêz, pêşîne û sparte) .
  4. amadekirina kurtehesabên mehane yên beşa xezîneyê û pêşkêşkirina wan bo dezgeha hesabên giştî.
  5. amadekirina plana xezîneyê ya mehane, çavdêrîkirina pereyên çaverêkirî, dahûrandina wan, ragihandina encamên wan û pêşkêşkirina pêşniyarên pêwîst derbarê wan de.
  6. tomarkirina qeydên pêwîst ji bo çavdêrîkirina balansên hesabên aliyên giştî yên ku bo xezîneyê hatine veguhestin

7-dabînkirina beşa hesabên giştî bi kurterewşa mehane ya tevgera diravên guhêzbar ên ku ji sazî û dezgehên giştî  tên wergirtin û pêşbînîkirin û dabînkirina pêdiviyên diravên navxweyî û biyanî.

  1. bikaranîna rêbazên hevdem di rêvebirina embarên diravî de, û bidestxistina hevsengiyê, di warê lêçûnên çespandî û guhêrbar de, di navbera daxwazkirina diravan bi qasên mezin an bi qasên piçûktir.
  2. xebatên sindoqê di warê wergirtin, dayin, belgekirin, pevguhertina pereyên kaxez ên biyanî, guhertina pereyên xerabûyî û lihevhatina xezîne û sandoqan de .

 

  1. cîbicîkirina erkên hejmartin û veqetandina diravan, û naskirina diravên nederbasdar, bi kar anîna makîneyên navîn û makîneyên berfireh, tevlî berdewamiya çêkirina alavên teknîkî.
  2. pêkanîna pêvajoên depokirina diravên herêmî, pereyên biyanî, zêr û depoyên sparte, ji bilî têkoşîna li dijî sextekariyê.
  3. pêkanîna tomarên jimaryar yên taybet bi hesabên sandoqan, û raporkirina encaman bo rêveberiya jimaryariyê.

 

Rêveberî ji ev beşan pêk tê

Beşa gencîneyê

Karê wê pereyên diravî radestî diravparêzên şaxî dike/sandoqên girêdayî beşên nivîsgehê yên cur be cur wek sandoqa taybet bi hesabên niha an sandoqên taybet bi hesabên mûçeyan / di pêşiya her rojê û wergirtina pereyên ku li cem wan tên komkirin di dawiya karê rojane , dabînkirina beşan bi pêwîstiyên diravî di heyama demeke destnîşankirî,  wergirtina permahîyê li cem xwe , rêxistkirina tomar û belgeyên taybet bi tiştên borî , cerdkirina xezîneya sereke di dawiya her rojê de û lihevhatina wan bi qeydên defterî re  

 

Beşa jimartekan

Karê wê jimartina pereyên diravî û veqetandina wan ,verastkirina saxlemiya wan ji bo bikaranînê , vedîtina yên sexte ,qabkirina û danîna hejmarên taybet bi her jimartekekê li ser qasên ku hatine jimartin,

* Beşa Birêvebiriya yedek:

Nivîsîngeh rezerva biyanî li gorî plansaziya pejirandî û bi awayekî ku nêrîn û siyaseta diravî ya nivîsgehê bi dest bixe, bi rê ve dibe.

Rêveberiya Xizmetên Giştî

Dezgeha Xizmetguzariyên Giştî armanc dike ku xizmetguzariyan pêşkêşî Nivîsgeha Dirav û şaxên wê bike ji bo dabînkirina pêwîstî, xizmetguzarî û karên pêwîst ji  berdewamiya karê van dezgehên rêveberî re  bi bandor û karîgerî di çarçoveya atmosfîreke  guncav de ji bo dayîn û destkeftan Di heman demê de armanc dike ku hewcedariyên yekîneyên rêxistinî ji  avahî, sazî, û alavên sabît peyda bike, û rêvebirina milkên  nivîsgeha diravn, wek erd, avahî, alav û çavkaniyan, bi rengekî domdar, bi bandor û erzan,  bi mebesta bidestxistina parastina demdirêj a nirxê wan, dabînkirina ewlehiya hemî hebûnên fizîkî, pêkanîna lênihêrîna bi bandor li ser wan, û parastina tenduristî û ewlehiya giştî, ji bilî îstîsmarkirina çavkaniyên xwezayî û kêmkirina mezaxtinê

Rêveberiya Xizmetên Giştî

Rêveberiya Xizmetên Giştî

Dezgeha Xizmetguzariyên Giştî armanc dike ku xizmetguzariyan pêşkêşî Nivîsgeha Dirav û şaxên wê bike ji bo dabînkirina pêwîstî, xizmetguzarî û karên pêwîst ji  berdewamiya karê van dezgehên rêveberî re  bi bandor û karîgerî di çarçoveya atmosfîreke  guncav de ji bo dayîn û destkeftan Di heman demê de armanc dike ku hewcedariyên yekîneyên rêxistinî ji  avahî, sazî, û alavên sabît peyda bike, û rêvebirina milkên  nivîsgeha diravn, wek erd, avahî, alav û çavkaniyan, bi rengekî domdar, bi bandor û erzan,  bi mebesta bidestxistina parastina demdirêj a nirxê wan, dabînkirina ewlehiya hemî hebûnên fizîkî, pêkanîna lênihêrîna bi bandor li ser wan, û parastina tenduristî û ewlehiya giştî, ji bilî îstîsmarkirina çavkaniyên xwezayî û kêmkirina mezaxtinê

 

Karên serek ya rêveberiya karên giştî

 

1-Amadekirin û rêvebirina bûdceyê ji bo lêçûnên rêveberî, sermaye û pirojeyan û pêkanîna hemû çalakiyên wan.

2- xêz û nûjenkirina  kiryar û rêwerzên îstîsmarkirina herî baş a samanan li gorî guherînên derketine holê û sîyasetên encûmena rêveberiyê .

3-Yekkirin û hêsankirina daxwazên kirînê , plan û hevrêzkirina çalakiyên dabînkirin , pêdivî,û veguhestinê

4-hilgirtina qeyd û tomarên pêdiviyan

5-hevkarî bi rêveberiyên cur be cur re ji bo nasîna amûr û rêbazên herî baş di parastina pêdiviyan 

6-  Plankirin, rêvebirin û nirxandina pirojeyên girêdayî avahî û pêvekên wan.

  1. rêvebirin û parastina milkên nivîsgeha diravan, ji zevî , avahî, û parastina wan û dabînkirina lênêrîna pêwîst ji avahiyên nivîsgeha diravn û çavkaniyên wê yên madî di riya kadroyên teknîkî yên perwerdekirî û sîstemeke ewlekarî ya pêşkeftî 24 demijmêran dixebite .
  2. rêvebirina lojîstîk a hemû çalakî û bûyerên ku ji aliyê nivîsgeha diravn ve tên rêxistkirin û hemahengiya ligel yekîneyên pêwendîdar ji bo serketîkirina bûyerên curbicur (civîn, semîner, kargeh û konfêrans) çi li hundir û çi li dervî nivîsgeha diravan.
  3. Dabînkirina xizmetguzariya paqijkirinê ya pêwîst bo avahiyên nivîsgeha diravan û şûngehên wê yên giştî
  4. rêvebirina sîstema kilîtên ewlehiyê yên odeyên mertalkirî, embarên ewledar, û qaseyên hesinî, û hilgirtina tomarên pêwîst.

 

  1. Pêşkeşkirina xizmetguzariya pêwendiyan a pêwîst ji bo hemû karmendên nivîsgeha pere û şaxên wê di riya beşê.

rêvebirina sîstemeke ewlekarî ya yekgirtî ji bo hemî avahiyên nivîsgehên diravî, şax û alavên wê , û peydakirina parastina ewlehiyê ji bo avahî, hebûn û şaxên bankê bi rengekî ku ewlehî, rastbûn, û amadebûna hemî karûbarên ewlehî û  alavên parastinê misoger bike. , û danîna planeke ewlehî û planeke awarte ji bo parastina avahiyên nivîsgehên diravî û samanên wê.

Birgeyên Giştî

Birgeyên Giştî

Bend (31)

* rêvebirî û mufetîşê giştî divê xwe bi temamî vala bikin  û xizmetên xwe yên pîşeyî pêşkêşî nivîsgehê bikin, û nabe ku ti postek din, çi bi kirê û çi bê kirê dagrin  , ji bilî ku ji aliyê nivîsgehê ve ji bo mebestên xebatên perwerdeyî û sivîl hatine namzet kirin, yekcaran.

 

 

* tu endamek ji encûmena rêvebir an xebatkarên nivîsgehê nikare diyariyek an krediyê qebûl bike, çi rasterast an di riya her kesê ku pê re têkiliyek malbatî, bazirganî an darayî heye, heke qebûl kirina diyariyek weha dê bibe sedema  kêmkirina bêalîbûn û dilsoziya wî ya bi nivîsgehê re.

bend (32)

budçeya salane ya nivîsgehê bi tevlêkirina hemî lêçûnên rastîn ên ku ji bo nivîsgehê têne pêşniyar kirin di budceyek salane ya ku ji hêla encûmena rêvebir ve hatî pejirandin û ji bo agahdarkirinê ji desthilata darayî re tê şandin, tê destnîşankirin.

 

bend (33)

li gorî qanûnê tu kes nikare cihê karek  ,endametiya encûmena rêvebir  ,karmend ,hûrbîn an şane an peyamnêrê nivîsgehekê dagre ku bigihîje, eşkerekirin, an ragihandina zanyariyên cewherî , bi destxist , di dema pêkanîna erkên xwe yên li nivîsgehê de, an jî bikaranîna vê agahiyê  ji bo bidestxistina  berjewendiyên kesane

bend (34)

nivîsgeh danîna lîsteya girêbestan û kirînên ku ji hêla encûmena rêvebir ve tên morkirin dike  ji bo rêkûpêkirina  karûbarên peymankirin û kirînê yên ku ji hêla nivîsgehê ve têne kirin .

 

bend (35)

dozên ku di vê sîstemê de ji bo wan  tu nivîser tune ne, di bin bendên qanûna navendî ya pere û pereyan a hejmar 9 a sala 2021an z, de ne.

 

bend (36)

encûmena rêvebir dema ku pêwîst  be dikare di birgeyên vê sîstemê de sererastkirinên pêwîst bike.

bend (37)

ev sîstem ji roja ku ji hêla encûmena rêvebiriyê ve hatî pejirandin dê bikeve cîbicîkirinê

ji me pipirs

zutirin peywendi

    CENTRAL MONETARY AND PAYMENTS OFFICE