Raje û xizmeta diravdana elekronî
Raje û Xizmeta diravdana elektronî bi riya kerta diravdanê , çi ji sektora karan be an jî kesan be, dihêle deynên ku li xizmetan derdikevin bi rengekî elektronî bên dayîn , Ji her deverê û di her demê de, di riya çend bijardeyan, dergeha diravdana elektronî yek ji kanalên elektronî ye hatiye afrandin ji bo parastina dem û şiyana xerîdar , taybetmendiya qutkirina rasterast ji hesabê bankî di riya diravgehan ji bo pargîdanî an kesan bijardeya diravdanê ya herî nûjen e, û bijardeyeke guncav e ji bo dayîna nîgarên xizmetan bi saya hevkariya bi bankên herî mezin di cîhanê de, gelek bank hene dê beşdarî xizmetê bibin , herwesa Xwedan hesabên heyî yên ku li çi bankê bin dikarin taybetmendiya qutkirina rasterast ji hesêb hilbijêrin, bêyî ku ev yek bargiraniyan an nîgarên zêde derxe holê , tevlî gengaziya bidestxistina raporeke darayî ya elektronî, Ev taybetmendî yek ji karên nû ye ku ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, bi rêya nivîsgeha dirav û dayînan a navendî ve hatiye pejirandin, û giştîkirna vê ezmûnê di riya sepandina wê li ser sektora karmendî di nav deverên rêveberiyê de, û piştre dibe sîstemeke danûstandar li hemû kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo hemû kesan, xizmeta diravdana elektronî girîng e ji ber rola wê di peydakirina herî zêde ya ewlehiya aborî, û newendakirina dem û şiyanê bi rengekî ku mirov bikaribe fatûreyên kirînê bide an jî mûçeyê bi rêk û pêk werbigire, bûyerên dizî, sextekarî, an windakirina kaxezên diravî ji holê rake, li gorî serjimariyên navneteweyî û pargîdaniyên birêxistkirin û pêşxistina xizmetên diravdanê, rêjeya çewtbûnê sifir e. Nivîsgeha dirav û dayînan a navendî bi çend pargîdaniyên ku di nav sîstemên diravdana elektronî de kar dikin , têkilî danî,
Bi kompaniya “Prîma” re ya ku di vê çarçoveyê de kar dike lihevkirinek hat danîn, derbarê pêşkêşkerên diravdana elktronî , Pêngava yekem bi radestkirina mûçeyên karmendên nivîsgeha dirav û dayînan a navendî dest pê kir, vê yekê Serkeftinek mezin bi dest xist, bi hêviya ku di çend mehên bê de li hemû şax, deste, sazî, kompanî û kesayetiyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê giştîkirin û sepandin,
Berpirsê pargîdaniya xizmetguzariya diravdana elektronî ya “Prîma” ragehand ku, dayîna deynan wek mûçe, fatûr û tiştên din ên diravî bi rêya “pencemora xwînber” yek ji rasttirîn û baştirîn rêyên diravdana elektronî li cîhanê tê nasîn, Kesê têkildar destê xwe datîne ser amûra ku ji bo vê rêbaza diravdanê hatî amadekirin da ku şopa tiliya xwe bişopîne ji bo nasnameya xerîdar bê piştrast kirin, da ku pêvajo bi rengek pir ewledar û rast pêk were, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide ku ji aliyê aborî ve, pêşketin û nûjeniya ku li cîhanê tê jiyan pêkbîne , bi hêsantir û leztir xebatên bazirganiya diravî pêşkêş bike û bi awayekî ku asta rêveberiya xweser nîşan bide, da ku di vî warî û warên din de ,di şopa welatên pêşkeftî re biçin.