li ser bingeha yasaya nivîsgeha dirav û dayînan a navendî hejmar (9)  sala 2021 z

û birgeyên bendên  (4), (21), (22), (23) û (34) a yasaya birêkûpêkirina karûbarên  pevguhertin û veguheztina pereyan hejmar (1) a sala 2023 z.

serokatiya hevbeş a nivîsgeha dirav û dayînan a  navendî

ev biryarê dide :

rêwerzên karên  destûrdar û qedexe yên pargîdanî û nivîsgehên pevguhertinê

bend (1)

pênase

nivîsgeha diravan: nivîsgeha dirav û dayînan a navendî li bakur û rojhilatê sûriyeyê.

karên pevguhertinê: danûstandin bi diravên biyanî yên destûr heye ku danûstandin pê bê kirin  li bazarên herêmên rêveberiya xweser li bakur û rojhilatê sûriyeyê , veguhertina wan, û çalakiyên din ên  destûrdar li gorî yasaya birêkûpêkirina karên pevguhertin û veguhestina pereyan hejmar (1) a sal 2023 z û rêzikname û rêwerzên ku li gorî wê hatine derxistin.

pargîdaniya pevguhertinê: pargîdaniya ku destûr hatiye dayîn ku li gorî birgeyên benda (21) a yasaya rêkûpêkkirina karên pevguhertin û veguheztina pereyan a hejmar (1) a sala 2023  z  û rêwerzên ku li gorî wê hatine derxistin  kar bike.

nivîsgeha pevguhertinê: nivîsgeha xwedan destûr ku pevguhertina pereyan bike li gorî birgeyên benda (21) ya yasaya karên veguhestin û pevguhertina pereyan  jimare(1) ya sala 2023 z û rêwerzên ku li gorî wê hatine derxistin.

sermiyana karker a pak: sercema nirxê  balansên diravî di gencîne û sindoqan de, balansên li cem  diravguhêrên din, û balansên li cem bankan û nirxê kanzayên nirixdar.

kes: kesê xwezayî yan yasayî.

 

bend (2)

armanc û çarçoveya sepandinê

  1. armanca birgeyên van rêwerzan rêxistkirina karên bi destûr û qedexe yên pargîdanî û nivîsgehên pevguhertinê yên ku li herêmên rêveberiya xweser li bakur û rojhilatê sûriyeyê kar dikin .
  2. birgeyên van rêwerzan li ser pargîdanî û nivîsgehên pevguhertinê yên destûrdar ji hêla nivîsgeha diravan ve tên sepandin

 

bend (3)

birgeyên giştî

divê hemî pargîdanî û nivîsgehên pevguhertinê yên destûrdar pabend bin bi  :

  1. pêşkêşkirina rêkarên kar ji bo hemî karên destûrdar bi rengekî hemaheng bi birgeyên qanûna birêkûpêkirina karên pevguhertin û veguhastina pereyan hejmar (1) ya sala 2023 z, û birgeyên van rêwerzan, û bi pêdiviyên lênêrîna pêwîst, naskirin û verastkirin li gorî birgeyên qanûna têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perpêdana terorê ya derbasdar
  2. hilgirtina belge û kaxezên girêdayî karûbarên darayî ji bo demeke ne kêmtir ji (5) pênc salan ji roja dawîhatina danûstendinê an bi dawîhatina peywendiya kar, bi merca ku ev yek bi rengekî guncav ku nirxandina wan hêsan dike di dema pêwîst de , û di dema bi dawîbûna têkiliya kar ji ber hebûna dozên vekolînê yên têkildarî tawanên sipîkirina pereyan an perepêdana terorê , divê agahdarî û belge bêne parastin heya ku doza vekolînê diqede
  3. pabendbûna bi bikaranîna sermiyanê di karên pevguhertina destûrdar de, parastina serxwebûna tomarên pevguhertinê û karên pevguhertina pereyan, û ne tevlihevkirina wan bi tu tomar an karên din re.
  4. pabendbûn bi eşkerekirina rêjeyên danûstendinê yên diravên danûstender li ser tabloya bihayan an ekranê li navend û şaxên pargîdanî an nivîsgeha pevguhertinê li cîhek zelal ji xerîdaran re, û her weha eşkerekirina nirxa komîsyon û nîgarên ku ji karûbarên din têne pêşkêş kirin ji hêla pargîdaniya pevguhertinê li gorî ku rêwerz rê dide
  5. tomarkirina hemû danûstandinên kirîn û firotina diravan û veguheztinên derhatî û derçûyî li ser sîstema otomatê ya hesabkirinê ku ji aliyê nivîsgeha diravan ve tê bikaranîn û pejirandin.

bend (4)

çalakiyên destûrdar yên pargîdaniyên danûstendinê

li ser bingeha birgeyên benda jimare (4) û benda (21) ya qanûna birêkûpêkirina karûbarên pevguhertin û veguhestina pereyan, pargîdaniyên pevguhertinê dikarin karên ku li jêr hatine diyarkirin li gorî van tiştan bikin:

  1. pêşkêş kirina xizmeta kirîn û firotina diravên curbecur ji bo kesên siruştî û yasayî, bi merca ku pabendî van tiştan bin:
  2. derxistina fatûreyek fermî ji pergala jimaryarî ya otomatîkî ya ku di pargîdaniya pevguhertinê de tê bikar anîn û ji hêla nivîsgeha diravan ve hatî pejirandin, bi merca ku çapek ji fatûreyê radestî xerîdar bibe.

 

  1. wergirtina çapek nasnameya kesane ji bo kesên xwezayî (nasname/pasaport) dema ku danûstandinên ku nirxa wan bi qasî an ji (5,000) pênc hezar dolarê amerîkî zêdetir be an  jî hevbera wan bi diravên din be
  2. bi destxistina çapek ji bawernameya tomarkirina kesê yasayî dema kirina danûstandinên ku nirxa wan bi qasî an  ji (5,000) pênc hezar dolarên amerîkî  zêdetir be an jî hevbera wn bi diravên din
  3. nirxê yek danûstendinê divê ji hevsenga sermiyana karker a pak a pargîdaniya pevguhertinê derbas neke

 

  1. hilgirtina fatûr û belgeyên cîbicîkirina pêvajoyên kirîn û firotina diravên ku nirxê wan bi qasî an ji pênc hezar dolarê amerîkî (5000) zêdetir in an jî bi qasî wan ji diravên din , û her weha belge û danûstandinên kirîn û firotina diravên curbecur bi bank û diravguhêrên destûrdar li nav û derveyî herêmên rêveberiya xweser .
  2. vekirin û bikaranîna hesabên bi diravên curbecur li cem bankên destûrdar yên ku li herêmên rêveberiya xweser an li derveyî herêmên rêveberiya xweser kar dikin li gorî
  3. vekirina hesebekî sereke yekane bi navê bazirganî ya pargîdaniya pevguhertinê ya ku di destûrnameya ku ji hêla nivîsgeha diravan ve hatî derxistin de hatiye qeyd kirin , û nebikaranîna navê kesane ya xwediyê destûrnameyê, beşdar, an xebatkarên pargîdaniya pevguhertinê .

b  bikaranîna hesêb tenê ji bo armancên pevguhertina destûrdar

  1. Berpirsiyariya rêvebirin û cîbicîkirina karûbarên darayî yên li ser hesabê bankê yê pargîdaniya pevguhertinê bi taybetî ji hêla wan kesên ku destûr dane ku hesabê îmze bikin be.
  2. wajokirina peymanan bi bankên ku bi wan re danûstandin tê kirin berpirsiyarî û erkên her aliyek diyar dike
  3. bi destxistina erêkirina nivîskî ya pêşîn ji nivîsgeha diravan berî destpêkirina rêkarên vekirina hesaban bi bankên ku li derveyî deverên rêveberiya xweser dixebitin, .
  4. pêşkêşkirina xizmetên veguhestina pereyan li hundir û derveyî deverên rêveberiya xweser li gor rêwerzên ku ji aliyê nivîsgeha diravan ve hatine derxistin.
  5. pêşkêşkirina xizmetên kirîn û firotina kanzayên nirixdar yên neçêkirî, bi merca ku pêştir erêkirina nivîskî ji nivîsgeha diravan were wergirtin û pabendbûna bi kontrol û taybetmendiyên jêrîn:
  6. pêdivî ye ku kanzayên nirixdar di forma kestekan de bin.
  7. pêdivî ye ku kestek daxmekirî be ji hêla rayedarên fermî yên şareza li herêmên rêveberiya xweser li gor yasayan.
  8. bi destxistina çapek belgeya nasnameyê ji bo kesên xwezayî (nasname / pasaport) û çapek belgeya qeydkirinê ji bo kesên qanûnî bo her kirîn an firotan.
  9. ji bo her danûstendinê divê fatûreyek fermî were derxistin û li ser pergala hesabê otomatîkî ya ku hatî bikar anîn were tomar kirin.
  10. nirxa danûstendinek yekane divê ji% 20 sermiyana karker a pak ya pargîdaniya pevguhertinê derbas neke.
  11. her karekî darayî din ê ku ji hêla nivîsgeha diravan ve destûr tê dayîn   li gorî rêwerzên ku ji bo vê armancê hatine derxistin

 

bend (5)

çalakiyên destûrdar ji bo nivîsgehên pevguhertinê

li ser bingeha birgeyên benda jimare (4) û benda (21) ya qanûna birêkûpêkirina kar û barên pevguhertin û veguhestina pereyan, nivîsgehên pevguhertinê dikarin kar û barên ku li jêr hatine diyarkirin li gorî van tiştan bikin:

  1. pêşkêşkirina xizmeta kirîn û firotina diravên curbecur ji kesên xwezayî an qanûnî, bi merca ku pabend bin bi
  2. derxistina fatûreyek fermî ji pergala hesabê otomatîkî ya ku li nivîsgeha danûstendinê tê bikar anîn û ji hêla nivîsgeha diravan ve hatî pejirandin, bi merca ku çapek fatûreyê radestî xerîdar bibe.
  3. bidestxistina çapek nasnameya kesane ji bo kesên xwezayî (nasname/pasaport) dema pêkanîna karên bi qasî an nirxa wan ji (5,000) pênc hezar dolarê amerîkî zêdetir an jî hevbera wan bi diravên din.

t.bi destxistina çapek ji bawernameya tomarkirina kesê yasayî  dema pêkanîna karên bi qasî an zêdetir ji  (5,000) pênc hezar dolarên amerîkî an jî hevbera wan bi diravên din

  1. divê nirxê danûstendinek yekane ji sermiyana karûbarê pak a nivîsgeha danûstendinê derbas nebe.
  2. hilgirtina fatûre û belgeyên ji bo kirîn û firotina diravên ku nirxa wan bi qasî an ji pênc hezar dolarên amerîkî (5000) zêdetir , û her weha belge û danûstandinên kirîn û firotina diravên curbecur bi bank û diravguhêrên ku kar dikin û xwedî destûrdan in li derveyî û nav herêmên rêveberiya xweser de.
  3. her karekî din ê diravî ku li gorî rêwerzên ku ji bo vê armancê hatine derxistin ji hêla nivîsgeha diravî ve destûr tê dayîn.

bend (6)

çalakiyên qedexekirî

pargîdanî û nivîsgehên pevguhertinê ji kirina her yek ji van çalakiyên jêrîn qedexe ne:

  1. vekirina hesaban ji bo xerîdarên xwe an pejirandina depo an sparteyan bi hemî cûreyên xwe an kanzayên nirixdar.
  2. pêşkêşkirina hêsankariyên krediyê an jî perepêdana rasterast (bi hemî teşeyên xwe, di nav de deyn, kertên krediyê) û perepêdana ne rasterast (bi hemî teşeyên xwe, di nav de garantî peymandarî).
  3. bi destxistina hêsankariyên kredeyî ji bankên ku li derveyî herêmên rêveberiya xweser kar dikin.
  4. bidestxistina hêsankariyên bankî ji bankên ku li herêmên rêveberiya xweser kar dikin bêyî ku pêştir erêkirina nivîskî ji nivîsgeha diravan werbigirin û şert û mercên ku di benda (7) ya van rêwerzan de hatine destnîşan kirin.
  5. danûstandin bi darişteyan, di nav de girêbestên bilez, rawestandî , pêşerojê û girêbestên bijarde yên dirav, kanza, nîşan, kelûmel û amûrên darayî yên din ji bo hesabê xerîdarên ku bi wan re danûstandinê dikin an ji bo hesabê aliyek din.
  6. danûstandin di borseyên biyanî de.
  7. firotina mal û xizmetan bi hemû şêweyên wan, ji bilî xizmetên darayî yên ku li gorî birgeyên van rêwerzan têne destûr kirin, an her xizmetek din ku li gorî rêwerzên ku ji hêla nivîsgeha diravî ve di vî warî de hatine destûr kirin.
  8. qedexekirina firotina her pereyên biyanî eger hebin.
  9. kirina her yek ji hevparan di pargîdanî an nivîsgeha pevguhertinê rêvebirina hesabên din li cem bankayan bi rengekî ku danûstandinên wan nîşan bide ku ji bo mebestên pevguhertinê tên bikaranîn.
  10. danûstandin bi kesên ku karê pevguhertina pereyan yên ne

destûrdar  ji aliyê nivîsgeha diravan ve dikin .

  1. her karekî din ku di destûrdana dawî ya pargîdanî an nivîsgeha pevguhertinê de nehatiye destnîşan kirin.

bend (7)

şert û kontrolên bidestxistina hêsankariyên krediyê

pargîdaniyên pevguhertinê dikarin hêsankariyên krediyê ji bankên destûrdar ên ku li herêmên rêveberiya xweser dixebitin bistînin, bi merca ku:

  1. bi destxistina erêkirina pêşîn ji nivîsgeha diravan berî destpêkirina rêkarên wergirtina hêsankariyên krediyê
  2. pargîdanî divê herî kêm sê sal destûrdan hebe ji destpêkirina karê xwe.
  3. encamên xebatên wê yên sala aborî ya dawîn divê qezenc bin.
  4. hêsankariyên krediyê divê bi teşeya deyîn an girantî bin ji bo armancên karên destûrdar ya pargîdaniya pevguhertinê.
  5. divê hêsankarî di bin navê bazirganiya pargîdaniya pevguhertinê de bêne bidestxistin.
  6. divê hêsankarî tenê ji bo karên destûrdar bên bikaranîn.
  7. nirxa wê divê ji %50 ya sermiyana karker a pak a pargîdaniya pevguhertinê derbas neke.
  8. pargîdaniyên pevguhertinê û kesên xwezayî yên ku xwediyê nivîsgehên pevguhertinê ne, dikarin bi navên xwe an jî garantiyên xwe hêsankariyên krediyê bistînin, bi merca ku ev hêsankarî di karê pevguhertinê de neyên bikar anîn.

 

bend (8)

pêdiviyên têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê

pêdivî ye ku hemî pargîdanî û nivîsgehên pevguhertinê yên destûrdar pabend bin bi daxwazên têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê yên ku di qanûna têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê de hatine destnîşan kirin, nemaze yên ku bi cezayên navneteweyî û herêmî ve girêdayî ne.

di warê pabendbûna bi tiştên jêrîn:

  1. pejirandina pergalên elektronî ji bo vekolînkirina navên xerîdaran li ser lîsteyên cezayên navneteweyî.
  2. rawestandina danûstandinanê rasteraste û cemdandina hesab û pêvajoyên têkildarî navên ku di lîsteyên cezayên navneteweyî û herêmî de cih digirin .
  3. Vekolîna danûstendin û veguheztinên derçûyî û derhatî ji bo verastkirina navên ku bi van danûstendinan re têkildar in an jî bi navên ku di lîsteyên cezayên navneteweyî an herêmî de cih digirin ve girêdayî ne. .
  4. verastkirin ji karûbar û veguheztinên ku tên pêkanîn ji bo berjiwendiya xerîdarên wê , ne girêdayî bi sektorên ku di bin cezayên navneteweyî de.
  5. agehdarkirina rêveberiya têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê ya li nivîsgeha navendî ya dirav û dayînan, yekser û bê derengî, bi ​​her pêvajoyên girêdayî bi navên ku di lîsteyên cezayên navneteweyî an herêmî de cih digirin, bi merca ku bi ragîhandinê re balansên pêvajoyên ku hatine cemidandin, tevlî doseyên xerîdarn (forma xerîdarê xwe nas bike û fatûreyên  karan)   bên girêdan.

bend (9)

ceza

ceza tên sepandin li ser her kesê ku birgeyên van rêwerzan binpê bike  li gorî cezayên ku di qanûna rêkûpêkirina karên pevguhertin û veguheztina pereyan hejmar (1) ya sala 2023-z de hatine destnîşan .

bend (10)

pêkanîn, cîbicîkirin û maweya derbasbûnê

  1. pêwîste hemû aliyên pispor li herêmên rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê sûriyeyê, her yek li gor pisporiya xwe , birgeyên van rêwerzan bi cih bînin û birgeyên wan ji roja derketina wan ve tên sepandin.
  2. divê hemû pargîdanî û nivîsgehên pevguhertinê ji roja derketin û weşandina wan, rewşa xwe li gorî birgeyên van rêwerzan sererast bikin.

 

li reqayê derket

dîrok…./…../2023 z.

 

Serokatiya hevbeş a nivîsgeha dirav û dayînan a navendî

ji bo daxistinê klîk ji vê derê 

Comments are disabled.