li gorî qanûna navendî ya dirav û dayînan a hejmar 9  sala 2021

û qanûna têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê ya hejmar 7 a 2023an

û civînnameya encûmena rêvebir a nivîsgeha dirav û dayînan a navendî  hejmar 3

dîrok 23.7.2023

serokatiya hevbeş a nivîsgeha dirav û dayînan a navendî

biryar hat girtin ku:

rêwerzên xerîdarên xwe nas bike

(KYC)

a taybet bi pargîdaniyên ku xizmetên diravdana elektronî pêşkêş dikin

beşa yekê

pênase, armanc û çarçoveya sepandinê

benda (1)

pênase

di van sîsteman de, peyv û hevokên ku di van rêwerzan de hatine diyarkirin, wateyên wan  li jêr hatine destnîşankirin :

 

nivîsgeha diravan: nivîsgeha dirav û dayînan a navendî   li bakur û rojhilatê sûriyê.
encûmena rêvebir: encûmena rêvebir a nivîsgeha dirav û dayînan a navendî  .
rêveberî rêveberiya têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê.
saziya darayî: tê wateya her saziyek an kesekî qanûnî ku  ji hêla nivîsgeha dirav û dayînan a navendî   ve destûrdana pêşkêşkirina xizmetên diravdanê yan çalakiyên pevguhertinê heye.
sûdmendê rasteqîne: ew kesê xwezayî ye ku  kontrola rastîn û dawîn li ser xerîdar dike, û hem jî kesê xwezayî ye ku li ser navê wî kiryar têne kirin.an jî yê ku kontrola wî ya rastîn û dawîn li ser kesekî qanûnî an rêzkirinek qanûnî heye di derbarê her xerîdarekî ,  ku wek kesekî qanûnî tê nasîn, “sûdmendê rastîn” ew kesê (kesên) xwezayî ye:

(1) yê ku bi rastî xwedan sermiyan an jî hebûnên din ên kesê qanûnî ye û jê sûd werdigire;

 

(2) yê ku, bi her awayî, kontrola bi bandor li ser kesê qanûnî pêk tîne; an

 

(3) kesên ku xwediyê 20% an jî zêdetir ji sermiyana kesayetiya qanûnî ne, çi rasterast çi nerasteras.

ger kesekî xwezayî tune be ku herî kêm xwedan 20% an zêdetir ji sermiyana xerîdar be, wê hingê nasnameya kesên xwezayî yên ku di rêveberiya payebilind de cîh digirin an yên ku bi rêyên din  kontrolê li ser kesê qanûnî dikin divê nasnameya wan bê diyarkirin (wek em bêjin mafên dengdanê an mafê erkedarkirin, an dûrxistin piraniya encûmena rêvebir an çavdêr ji kar, di destê wî de be )

 (jînetric): jînmetrîk tê wateya bikaranîna daneyên jînmetrîk ên kesane wekî taybetmendiyên rû, şopa tiliyan, an şêwazên tora çavan ji bo verastkirin ji  nasnameyan,,pêkanîna kiryarên diravdanê û piştrastkirin ku ew kesê diravn dide  yê rastîn e.
“encûmen” têkildarî pargîdaniyê: rêvebirên di pargîdaniyê de  yên ku hejmara wan ne kêmî mêjera qanûnî ye ,  wek encûmena rêvebir in, an jî eger pargîdanî tenê rêveberek hebe, wê hingê ew rêvebir e..
xerîdar: kesê xwezayî an qanûnî yê ku bi saziya darayî re têkildar e.
lênêrîn pêwîst derbarê  (cdd): rêkarên ku ji hêla saziyên darayî, pargîdanî û rêxistinên din ve têne bikaranîn da ku agahiyan derbarê xerîdar û xerîdarên xwe berhev bikin û metirsiyên wekî sipîkirina pereyan, perepêdana terorê û çalakiyên din ên neqanûnî nas bikin û kêm bikin.
lênêrîn pêwîst a tûnd  (edd): ew rêkarek tund e ku di derheqê agahiya xerîdarekî gengaz de, di nav de dahûrandina çavkaniyên diravî, karsazî, milkdarî, têkiliyên rêveberî, û agahiya kesane, vekolînek rastîn û hûrgulî pêk tîne. ew armanc dike ku çavdêrî û dedahûrandina agahiya xerîdar ,danûstendinên gumanbar û têkildar zêde bike, metirsiyên bilind nas bike û wan bi bandor  pûç bike.
xerîdarê xwe nasbike (KYC): ew kiryareke ku ji hêla saziya darayî ve tê meşandin  û di heyama wê de ji xerîdaran tê xwestin ku jê re agahiya berfireh pêşkêş bikin da ku nasnameya xerîdaran bê çespandin û cewherê çalakiyên ku ew dikin  bê têghîştin ji bo verastkirina çavkaniya diravan ,  garantiya

dûrxistina wan ji dozên terorîzmê, û sipîkirina pereyan an sûcên din ên darayî .

xerîdarê xwe elktronî nasbike (eKYC):  

ew tê wateya bikaranîna teknolojiya dîjîtal û elektronî ji bo pêkanîna rêkarên naskirina xerîdar, verastkirina nasnameya wî, û damezrandina têkiliyek xebata dûr a bi wî re, ev tenê bi rêyên elektronî ve tê kirin bêyî ku pêdivî hebe ku xerîdar bi xwe amade be li nivîsgeha saziya darayî an kesê ku ew dispêre da ku rêkarênên guncv li hember xerîdaran bicîh bîne.

erêniya çewt: rewşên  diyarkirina nasname û verastkirinê yên ku hatin kirin  di bin navê /xerîdarê xwe nas bike/ û tê de xizmetên /xerîdarê xwe binase/ hatin  qebûl û verastkirin  di dema ku divê nasname bihata red kirin,di nav wan de rewşên nasnameyên çewt an ne diyar, belgeyên sexte an  yên pê hatiye lîstin , û wêneyên ne zelal  yên hatine pejrandinً
ne erêniya çewt:  

rewşên destnîşankirin  û verastkirina nasnameyan yên ku di bin xizmetên KYC de têne kirin,  tê de xizmet bi çewtî hate red kirin û verastkirina ji nasnameyê nehat kirin , di dema ku divê bihata pejrandin, di nav wan  rewşan de nasnameya rastîn an belgeyên ku bi çewtetî hatin red kirin hene

erêniya rast

:

rewşên destnîşankirin  û verastkirina nasnameyan yên ku di bin xizmetên KYC de têne kirin,  ku tê de sîstem nasnameyê qebûl û verast dike. di nav wan de dozên nasnameya rastîn an belgeyên ku bi rêkûpêk hatine pejirandin hene.
ne erêniya rast: rewşên destnîşankirina nasnameyan û verastkirinê yên ku di bin xizmetên /xerîdarê xwe binas/  û tê de xizmet bi rast hatine red kirin û verastkirina nasnameyê nehat kirin, di nav wan de rewşên nasnameyên çewt an ne diyar, belgeyên sexte an destwerdan  tê de hatî kirin û wêneyên ne zelal  ên ku bi xeletî hatine red kirin hene..

.

aliyê sêyemîn: her kesê jêhatî û pispor ji bo kirina  xebatên teknîkî û çalakiyên ku ji hêla pêşkêşkerên xizmetên diravdanê û/an operatorên/rêvebirên sîstema diravdanê ve jê re hatine sipartin.
kesê ku ji hêla siyasî ve  rastî metirsiyê ye: kesên ku li herêmê yan ji aliyê welatekî biyanî ve bi erkên giştî yên girîng hatine spartin, wek serokên dewlet an hukûmetan, siyasetmedarên payebilind, rayedarên payebilind ên hukûmetê, karbidestên dadwerî û leşkerî,

efserên payebilind ên zane yên di pargîdaniyên dewletê de, karbidestên payebilind ên partiyên siyasî û berpirsên bilind ên rêvebir di kompanî û dezgehên girêdayî rêveberiya xweser li bakur û rojhilatê sûriyê yan jî li welatekî biyanî, di nav de endamên malbatên wan heta pileya duyem, yan jî hevkarên wan ên nêzîk..

 

kesê niştecî ew kesek xwezayî ye ku nasnameya sûrî û navnîşana niştecihbûna wî di nasnameyê de an (tomar û qeydkirina kesane ya sivîl, kerta hawirde, niştecihbûnê) di nav deverên girêdayî rêveberiya xweser li bakur û rojhilatê sûriyê de heye, an jî xwediyê destûra rûniştinê ya bi rêkûpêk derketiye . û bervajî vê yekê, ew kese ne-niştecîh tê hesibandin..

benda (2)

armancên rêwerzan û çarçoveya pêkanînê

  1. armanca van rêwerzan diyarkirina pêdiviyên xerîdarên xwe binase yên pêwîst ji bo karê pargîdaniyên peredana elektronî li hemû deverên rêveberiya xweser li bakur û rojhilatê sûriyê.
  2. ev rêwerz ji bo hemû pargîdaniyên diravdana elektronî û nûnerên wan ên li herêmên rêveberiya xweser li bakur û rojhilatê sûriyê li gorî bendên di van rêwerzan de hatine ziman tên sepandin .

 

benda (3)

armanca sîstemê û qedexekirina danûstandinê

grîngiya pêkanîna sîstema xerîdarê xwe binase KYC ji alîkariya pêşkêşkerên xizmetên diravdana elektronî tê, di riya naskirina  xerîdarên xwe bi şêwazekî rast  û  têgihîştina danûstandinên wan ên darayî da  dikaribin baştir ji wan re xizmetê bikin û armanc ji bicîkirina sîstema  xerîdarê xwe binase

 

  • verastkirina nasnameya xerîdar: KYC armanc dike ku nasnameya xerîdar piştrast bike ku agahiya kesane ya pêşkêşkirî rast û pêbawer in,ev bi berhevkirina agahiya pêwîst û verastkirina wê di riya bikaranîna belgeyên nasnameya fermî û teknîkên verastkirina elektronî pêk tê

 

  • nirxandina metirsiyên darayî: KYC di nav xwe de nirxandina metirsiyên gengaz ên bi xerîdar re û dabeşkirina wî li gorî asta metirsiyê digire ,ev nirxandin alîkar e ku kiryarên darayî yên metirsîdar bên diyarkirin û tedbîrên pêwîst werin girtin da bê şopandin û verastkirin  bi rengekî domdar.

 

  • têkoşîna li hember sipîkirina pereyan û perepêdana terorê: KYC dixebite ji bo bihêzkirina hewlên rûbirûbûna sipîkirina pereyan û perepêdana terorê. bi verastkirina çavkaniya dahata xerîdar û cewherê çalakiya wî, da ku karên ne rewa hebin bên vedîtin .

 

4- pabendbûna pargîdaniyên diravdana elektronî bi qanûn û rêzikên darayî: KYC beşdarî dabînkirina pabendbûnê dibe

hemî pargîdaniyên diravdana elektronî di bin qanûn û rêziknameyê de ne û divê rêxistin li gorî daxwazên KYC tevbigerin, pêvajoyê belge bikin û agahiya têkildar bi ewlehî hilînin.

 

2-pargîdaniyên diravdana elektronî ji kirina tiştên jêrîn têne qedexe kirin

danûstandin bi kesên nenas re, kesên bi navên xeyalî, an kesên ku danûstandina bi wan re li gorî qanûnên derbasdar qedexe ye, an jî li ser bingeha rêwerzên nivîsgeha dirav û dayînan a navendî  .

 

 

 

beşa2

çarçoveya xebatê, nirxandina metirsiya portfolio û cureyên xerîdarê xwe nas bıke

Bend (4)

çarçoveya xebatê

kiryarên KYC yên bibandor beşek bingehîn e ji  her sîstemeke çavdêrîya navxweyî ye . ji bo têkoşîna li dijî sipîkirina dirav û perepêdana terorê  em dikarin metirsiyên bikaranîna diravdankên elktronî di kiryarên sipîkirina dirav û perepêdana terorê de kêm bikin û dikarin bibin alîkar  da danûstendinên gumanbar  bên naskirin. dikarin pargîdaniyên diravên elektronî ji xapandin û metirsiyên navdar biparêzin. rêkarên KYC her gav verastkirina nasnameya xerîdar dixwze (çespandina  nasname û navnîşanê) , lê li gorî metirsiyên ku bi portofolê re têkildar in, em dikarin li hember xerîdar tedbîrên berbiçav dirêj bikin.

çarçoveya vê sîstemê wisa ye:

-bergeyên vê sîstemê li ser kesên xweza dimeşin.

-bergeyên vê sîstemê li ser bazirganan dimeşin.

-bergeyên vê sîstemê li ser şaneyan dimeşin.

-bergeyên vê sîstemê li ser pargîdanî û kesên qanûnî dimeşin.

 

 

Bend (5)

 

nirxandina xaneyên girêdayî peredankê

xaneyên girêdayî peredankê , asta zanyariyên xerîdarê xwe binase ya tê xwestin û pileya tundiyê di rêvebirina peredankê û çavdêriya wê destnîşandike , di riya rêbazkirina nirxandina metirsiyan, pileya metirsiya tê polînkirin bo sê xane bi mebesta têkoşîna li dijî terorê û sipîkirina pereyan

  1. metirsiyên nizm (li pêvek 4 veger) rêkarên lênihêrîna hêsan tên bikaranîn , ji ber ku tenê pêwîste ku agahiyên pênasîna bingehîn werin bidestxistin û verastkirin ji wan agahiyan , divê gavên guncav bêne girtin ji bo verastkirina nasnameya xerîdar derbarê  tiştên ku ew dibêje,di riya  bidestxistina delîlên guncav sebaret bi nasnameya wî,  nirxandin û hilgirtina wan delîlan,  tevlî,  navnîşana di nasnameyê de pêwîste  navnîşan bê verastkirin  da sedem û xwezaya rûniştina xerîdar bê zanîn li gor hatiye zelalkirin di benda danasînan de
  2. metirsiyên navîn ( li pêvek 5 veger): rêkarênên lênihêrîna pêwîst tên sepandin bi rengekî agahiyên bingihîn derbarê nasnameyê tên temamkirin û daneyên berfireh derbarê xerîdar tên xwestin/ çavkaniya pereyan  ,
  3. – metirsiyên bilind ( li pêvek 6 veger): rêkarênên lênihêrîna tund tên sepandin li ser perdankên metirsîdarên bilind ,bo rêkarên KYC yên tund  û lênêrîna pêwîst a tund a di nav de ev rêkar.

 

Bend (6)

cureyên xerîdarê xwe nas bike

Xerîdarê xwe nasbike berhevokek ji tevlîkirina xerîdar bi rengekî ne kaxez, nasîn û verastkirina  nasnameya xerîdar  tavilê , hilgirtina pêçek û perwendeya KYC di forma dîjîtal de û destnîşankirina kategorîkirina metirsiya xerîdar di riya navgînên dîjîtal..

li ser bingeha rasthatina xerîdar li metirsiyan em dikarin / xerîdarê xwe binase/ dabeşî du beşan bikin:

  1. rêkarên hêsankirî yên “xerîdarê xwe binasin”: ger metirsiya xerîdar kêm be, xerîdar dikare were tomar û qeyd kirin û nasnameya xerîdar bi elektronî di riya bikaranîna forma dîjîtal a hêsankirî ya “xerîdarê xwe nas bike” were verast kirin. di dema şopandina xerîdar de pêdivî bi kategorîkirina metirsiyê tune. lêbelê, pêdivî heye ku were verastkirin ku xerîdar ne dinav lîsteya cezayan de ye  li gorî  rêwerzên rêvebirî ya pabendiya bi cezayên navneteweyî jimare 9/q ku di 10/1/2024 de hatî derxistin  û divê lêvegera  encamên “xerîdarê xwe nas bike” divê her çar salan carekê bêne kir.
  2. rêkarên KYC a pêwîst: ji ber ku xerîdar dikare were şopandin û nasnameya wî bi destan bê verastkirin, pêdivî heye ku pêvajoya taybet a KYC a dîjîtal were dagirtin û hilanîn û her weha pêvajoya kategorîkirina metirsiyê were belge kirin. lêbelê, eger xerîdar wekî navîn were polînkirin, divê daneyên xerîdar her du salan carek ji nû ve werin verast kirin, û eger metirsiyên xerîdar bilind bin, divê rêkarên lênêrîna tund li gorî  ku di benda (5) de li jor hatî destnîşan kirin, were sepandin. lê divê daneyên xerîdar her sal ji nû ve bêne nirxandin û verastkirn.
  • Bend (7)
  • qoçaneyên qanûnî û belgeyên polîtîk ên têkildar
  • ger pêwîst be, divê ev sîstem digel her amûrek qanûnî, rêzikname û rêwerzên têkildar ên ku ji hêla nivîsgeha dirav û dayînan a navendî  ve hatine derxistin were xwendin, bi taybetî:
  • yasaya li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê ya hejmar 7 a sala 2023an.
  • rêwerzên cîbicîkar ên ji bo yasaya dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê ya hejmar 253/q ya 21/12/2023.
  • rêwerzên cîbicîkar ên di derbarê pabendbûna bi cezayên navneteweyî yên jimare 9/q ku di 1/10/2024 de hatine weşandin.
  • qanûna navendî ya dirav û dayînan a hejmar 9 ya 2021.

Beşa  3

bicîhkirina rêkarên xerîdarê xwe nasbike

Bend (8)

pêdiviyên xerîdarê xwe nas bike

  1. hesabên kesane
  • çapek ji nasname û pasaporta aktîv û derbasdar, vîzaya rûniştinê, kerta hawirde, tomar û qeyda sivîl a yekane, an kerta rûniştinê an rûniştin.
  • nav bi temamî, dîroka jidayikbûnê û regeznameyê ,navê xerîdar wekî ku li ser pasaportê an jî kerta nasnameya kesane xuyadike, û divê kurtnivîs neyên bikaranîn.
  • navnîşana niha ya niştecîhbûnê/kar, jimareyên têlefon/faks, û navnîşana posta elktronî-name/navnîşanên sendûqa po- têrê nakin.
  • pîşe yan jî xwezaya kar.
  • dahatên mehane yên çaverêkirî
  • çalakiyên xerîdar ên din.
  1. hesabên qanûnî
  • çapek pejirandî ya qoçaneya tomar û qeydkirina pargîdaniyê ku ji hêla rêveberiya tomar û qeyda bazirganiyê ve hatî derxistin û aktîv derbasdar e, û divê dîroka nûkirina wê ji salekê ne zêdetir be .
  • navê qanûnî yê tevahî, û hejmara tomar û qeydê, eger hebe.
  • navnîşanên tomar û qeydkirî û navnîşanên xebitandinê.
  • xwezaya kar
  • nav bi temamî, dîroka jidayikbûnê, regeznameya milikdar , sûdmendê rasteqîne, û endamên encûmena rêvebir.
  • çapek ji pasaportê, kerta nasnameya kesane, an vîzaya rûniştinê ji bo hemî aliyan.

 

  1. hesabên nûneran: belgeyek ku ji hêla lîsansa esnaf û pîşeyan ve hatî derxistin.
  2. hesabên bazirganan: belgeya ku ji aliyê odeya bazirganî û pîşesazî ve hatiye derxistin

Bend (9)

 

rol û berpirsiyariyên encûmena rêvebir

 

divê saziya darayî erêkirina encûmena rêvebir ji bo metirsiya giştî û çarçoveya hundurîn a ku bernameya  “xerîdarê xwe nas bike”  û dive di çarçoveyê de :

senaryoyên metirsiya bilind an metirsiyên girîng ên ku erêkirina   piştre ji hêla encûmena rêvebir ve dixwaze .

  • 2- guhertin an awerteyên berhemên an rêbazên heyî yên girêdayî KYC yên ku pêwîstî bi erêkirina piştre ji hêla encûmena rêvebir ve heye.
  • 3- rewşên din ku pêwîstî bi erêkirina desteya rêvebir heye

encûmena rêvebir divê pêkanîna bi bandor a sîyaset û tedbîr û rêkarên guncav deyne û misoger bike da ku metirsiyên ku bi pêkanîna tedbîr û rêkarên KYCre têkildar in çareser bike. di nav wan de metirsiyên xebitandinê, metirsiyên têkildarî agahiya xerîdar, sermiyana mirovî, teknolojiya agahdariyê (it) û sipîkirina dirav û perepêdana terorê (ml/tf) hene.

Bend (10)

diyarkirina nasnameyê û verastkirina wê di riya  xerîdarê xwe nas bike

  1. divê saziya darayî piştrast bike û bikaribe bi berdewamî nîşan bide ku tedbîrên guncav ji bo diyarkirin û verastkirina nasnameya xerîdar bi riya “xerîdarê xwe nas bike” ew ewle û bi bandor in  di riya bi karanîna formên standard ên ku ji hêla nivîsgeha dirav û dayînan navendî ve têne peyda kirin û dem bi dem tê rastkirin

 

2-dema ku tedbîrên ji bo verastkirina nasnameya xerîdar bi navgîniya xerîdarê xwe nas bike- ve tên girtin, divê ku saziya darayî komek faktorên erêkirinê yên guncav bigre serxwe. û divê ku hêza faktorên erêkirinê  li gorî  metirsiyên girêdayî bi pênaseyên  nerast a berhemek an  xizmeteke diyarkirî

.

3- divê saziya darayî her sê faktorên bingehîn ên erêkirinê  berçavbigre , ango çi tiştê di destê xerîdar de hebe   (mînak kerta nasnameyê û jimareya têlefona desta ya tomar û qeydkirî), tiştê ku xerîdar zanibe  (mînak hejmara danasînê ya kesane û agahdariyên kesane) û tiştekî ku nîşanî  xerîdar dide (mînak biyometrîk)  . pêvajoya rastkirina KYC a ku xwe dide ser bêtirî faktorekê bi gelemperî ji sîstema ku xwe dide ser  faktoreke yekane  dijwartir e

4-dema ku nasnameya xerîdar bi navgîniya KYC ve tê diyar û verastkirin, saziya darayî dikare tedbîran bigire,  ji wan tedbîran /

-nasname an belgeyke din a fermî ya ku di van rêwerzan de hatî destnîşan kirin,di benda (8), divê di derheqê daneyên nasnameyê de zelal be.

2- lihevhatina hûrgiliyên kes, bi wêne û agahiyên nasnameyê yan ji bi her   belgeyeke din a fermî: rû, dîroka jidayikbûnê, derxistin .

3- di mijara pasaportê de divê  aktîv û derbasdar be.

  • piştrastkirin ku dîroka serçûna belgeyên nasnameyê (tomar û qeyda sivîl a kesane, belgeya niştecihbûnê, kerta hawirde, niştecihbûn) ne qediya bin û bi rêkûpêk hatibin pejirandin û mohrkirin

Bend (11)

 

 

 

cezayên aborî tên nasîn wek ,tedbîrên ku hatine çêkirin  ji bo bêparkirina armanca cezakirî ji hebûnên wî yên darayî û aborî  û/an jî ji bo bêparkirina armanca cezakirî ji berjewendîyên danûstendina bazirganî an aborî bi dewlet an dewletên ku sizayan disepînin  an bicîh tînin, û herweha hatine çêkirin  ji bo rûbirûbûna bi kiryarên ku gef didin  ewlekariya neteweyî an navneteweyî an jî kiryarên ku  qanûnên navneteweyî binpê dikin,  dibe ku ceza piralî bin (ango, ji hêla neteweyên yekbûyî an rêxistinên din ên mîna wan ve hatibin derxistin) an yekalî (ango ji hêla emerîka brêtanya an  yekîtiya ewropî ve) li dijî armancek taybet bin.

 

pêvajoyên xerîdarê xwe KYC nas bikin dê temamkirina cezayan û kiryarên din ên pêwîst , û bi tevahî ev ên ku  li jêr hatine di navde bin :

1- cezayên wezareta gencîne ya amerîkayê

2- biryarên encûmena ewlehî  ya ser bi netewên yekgirtî

3- lîsteyên cezayên yekîtiya ewropayê

4- verastkirina çavkaniyên vekirî û raporên medyayê

5- xiştyên her lîsteyên cezayên din ên ku ji aliyê nivîsgeha dirav û dayînan a navendî  ve hatine diyarkirin

 

 

 

girêkên rênîşandanê

:

https://ofac.treasury.gov/sanctions-programs-and-country-information

 

https://www.treasury.gov/resource-center/sanctions/sdn-list/pages/default.aspx

 

http://www.un.org/securitycouncil/ar/content/un-sc-consolidated-list

 

https://www.sanctionsmap.eu/#/main

 

Bend (12)

bikaranîna bijarde ya zîrekiya bidestxistî, fêrbûna maşîneyê, an formên din ên xewarizmiyên pêşbînîkirî

  1. xizmetên elektronî yên KYC dibe ku zîrekiya bidestxistî, fêrbûna maşîneyê, an formên din ên xwarizmiyên pêşbînîkirî bikar bînin ji bo diyarkirn û verastkirina rast a nasnameyê , ev dikare pêvajoya biryargirtinê otomatîk bike ji bo diyarkirina nasnameya xerîdaran û piştra kêmkirina destwerdana mirovî

.

  1. . dema ku biryara verastkirina nasnameya xerîdar bi navgîniya xizmetên elektronî yên xerîdarê xwe nas bıke- otomatîkirî be di riya bikaranîna zîrekiya bidestxistî, fêrbûna maşîneyê, an formên din ên xwarizmiyên pêşbînîkirî, bi tevahî an beşkî , wê demê, saziya darayî divê piştrast bike ku xizmetê xerîdarê xwe nas bıke-ya elektronî dikare bi rastî cudahiyê derxe di navbera rewşên rastîn û nerast ji bo verastkirin û diyarkirina   nasnameya  xerîdar.
  2. divê saziya darayî gavan bavêje da ku rêjeya pejirandina çewt a giştî (far) kêm bike, dema ku pîvan û nirxandina far-ê, saziya darayî divê fikir û pêdiviiyên ku di pêvekê de hatine rêz kirin bigire ber çavan.

 

Bend (13)

xwe sipartina li ser nûnerên mirovî

  1. dezgehek darayî dikare tedbîr û rêkarên “xerîdarê xwe nas bike” pêkbîne ,li cihê ku nasname ji hêla nûnerekî mirovî ve tê destnîşan û verastkirin bi alîkariya navgînên elektronî yên wekî axaftinên vîdyoyê di riya bikaranîna mobayl .
  2. dema ku biryara verastkirina nasnameya xerîdar bi riya KYC bi beşdariya nûnerekî mirovî tê girtin, saziya darayî divê balê bikişîne ser rewşên ku gengaziyek mezin heya ku çewtetî di nasnameyê de hebin ji bo çareserkirina vê yekê , garantiyên pêwîst divê bên girtin ji bo pêşîgirtina li vê metirsiyê

 

 

Bend (14)

 

 

çareserkirina qelsiyên domdar

 

pêvajoya “xerîdarê xwe nas bike” KYC di parastina saziyên darayî ji metirsiyên gengaz, gelek sûd û girîngî heye, lê dibe ku ew bi hin qelsiyên gengaz re jî rû bi rû bimîne, di nav de

1- sextekirin û destwerdana di belgeyan de: dibe ku hin kes û rêxistin di pêvajoya KYC de belgeyên sexte an guhertî radestî sazî û pargîdaniyên darayî bikin û bi vî rengî destnîşankirina nasnameya rastîn a xerîdar zehmet dibe.

2- kêmasiya agahiyan: dibe ku xerîdar di pêvajoya KYC de agahiya kêm an nerast bidin, ev yek ji bo rêxistinê dijwar dibe ku wêneyek rast a xerîdar bi dest bixe.

3- alozkirina pêvajoyê: sepandina tedbîr û rêkarên tevlihev ên KYC dibe ku bibe sedema derengbûna çêkirina têkiliyên bazirganî  an pêşkêşkirina xizmetan ji xerîdar re, û ev  dibe sedema ku xerîdar ji berdewamiyê vekişe.

4- xwe spartina  li ser teknolojiyê: ger di pêvajoya KYC de bi şêwazekî zêde xwe spartin li ser  teknolojiyê be , bêyî ku aliyên mirovî li ber çavan bê girtin, dibe ku ev yek dibe sedema derbaskirina hin metirsiyan û xapandina sîstemê..

5- nekarîna  nûjenkirina agahiyan bi rêkûpêk: ger agahiya xerîdar bi rêkûpêk neyê lêvegerandin û nûjenkirin, dibe ku guhertinên di nasnameya xerîdar de an jî çalakiyên wî darayî yên gumanbar tên derbas kirin .

6- hêzên hakerkirina sîberê:  di be ku bingeha daneyên ku agahiya xerîdar tê de ne, rastî hakerkirina sîberê  tê, û ev yek dibe sedema belavkirina agahiyan , lewra divê saziya darayî xalên qelsiyê di KYC destnîşan û çareserbike

-divê saziyek darayî bi domdarî di xizmetên xwe yên KYC de qelsiyên gengaz nas bike û çareser bike.

-rêkarên taybet bi çareserkirina qelsiyên gengaz divê di nav de kirina kiryarên lêveger û nirxandina  xerîdarê xwe nas bıke û, û eger pêwîst be, pêşkêkirina nerînên periyodîk ji beşa xizmetên karmendan re /an  ji dabînkerên teknolojiyê li saziya darayî re bi armanca başkirina çalakiya sermiyana mirovî û/an tiknolojiya hatiye bikaranîn ji bo destnîşankirina nasnameya xerîdar û verastkirina wê ,

 

 

 

 

 

Bend (15)

garantiyên zêde ji bo hêsankirina cîbicîkirinê

  1. hebûna daneyan faktorekê girîng e ji bo peydakirina xizmetên “KYC, di diyarkirina nasname û verastkirina wê .
  2. ger ji bo destnîşankirina rastiya xizmetên KYC daneya sînordar hebin, divê saziya darayî tedbîrên din bicîh bîne, nemaze ji bo berhemên ku ji ber nasnameyên nerast metirsîdar in.
  3. ji bo hêsankirina pêkanîna xizmetên KYC ji bo berhemên bi metirsiyên bilind ên ku ji ber nasnameya nerast derdikevin, saziya darayî divê garantî û tedbîrên ku di pêvek 2-ê de hatine destnîşan kirin li ber çavan bigire.

 

Bend (16)

rêça hûrnêrînê ya profîla xerîdar

ji bo parastina şopa hûrnêrînê, saziya darayî an aliyên sêyemîn ên destnîşankirî divê ji bo her xerîdar profîlek xerîdarê xwe nas bike-ya dîjîtal û tomar û qeydek rastîn a bûyeran biparêze, tevlî berhemên kêm metirsî an berhemên geştgir yên divê di nav de :

  1. hûrguliyên xerîdar (nav, agahiyên peywendiyê , navnîşan, hwd.)li gel wêne.
  2. çapek nasnameya xerîdar (her du alî) an delîlek kesane ya din (pasaport, tomar û qeydkirina kesane ya sivîl, belgeya rûniştinê, kerta hawirde, niştecîh).
  3. wajoya xerîdar;
  4. rêkarên ji nû ve nirxandina metirsiyên xerîdar li gorî asta metirsiyê (her sal ji bo xerîdarên bi metirsiyên bilind , her du salan ji bo xerîdarên bi metirsiyên navîn û her çar salan ji bo xerîdarên kêm metirsî);
  5. her agahiyek din ku li gorî qanûn, an rêwerzên ku ji hêla nivîsgeh dirav û dayînan a navendî ve hatî derxistin pêwîst tên nasîn.

 

 

Bend (17)

hilgirtina tomar û qeydan

  1. divê hemû tomar û qeyd ji roja bidawîbûna pêwendiya kar ta heyamek ne kêmtir ji pênc salan bêne hilgirtin. divê daneyên dîjîtal şopandina xerîdar, verastkirina nasnameya xerîdar, profîla xerîdarê xwe nas bike, xebata meşqa kategorîkirina metirsiyan , daneyên ku bi danûstendinan û dahûrandinên wan ve girêdayî ne, hemî cûreyên pêwendiyê bi xerîdaran re, daneyên ku paşê ji bo mebestên lênihêrîna pêwîst a derbarê xerîdar hatine berhev kirin, û hemî pelên din ên têkildar di nav de bin  .
  2. divê di nav tomar û qeydên danûstendinê û profîla KYC a xerîdar agahiyên ku di pêvajoyên verastkirina nasnameya xerîdar de hatî berhev kirin û agahdariyên din ên têkildar ên bi tedbîr û rêkarên verastkirinê yên ku di heman demê de pêdivî ye ku bêne tomar û qeyd kirin, hebin, saziyên darayî dikarin daneyên din ên pêvek jî berhev bikin (mînak, cîhê erdnîgarî, navnîşanên protokola enter nêt, hwd.) ku di heman demê de dikarin piştgirîya lênihêrîna pêwîst û domdar bikin..

 

 

Bend (18)

 

sîstema arşîvkirina elektronî

pêvajoya parastin û arşîvkirina tomar û qeyd û belgeyan û vegerandina wan belgeyan bi lez  tiştekî girînge, û ji bo ku nivîsgeha dirav û dayînan a navendî  piştgirê vê yekê be, divê sîstemek arşîvkirina elektronî li her pargîdaniyeke diravê elektronî peyda bibe da ku tiştên jêrîn misoger bike. :

  1. şopandin û nirxandina veguheztina diravn bi navgîniya pargîdaniya diravê elektronî ji her xerîdar an sûdmendekî rastîn .
  2. hêza naskirin û diyarkirina her xerîdar an sûdmendekî rastîn
  3. bersivdana bi lez li ser daxwazên nivîsgeha dirav û dayînan a navendî û dezgehên pispor di riya pêşkêşkirina belge û kaxezên pêwîst.
  4. pabendiya bi pêdiviyên qanûnî ji bo hilgirtina belge û tomar û qeydan .

Bend (19)

palpiştiya li ser aliyên sêyemîn

dibe ku saziyek darayî carinan palpiştiya xwe bide  xizmetên aliyên sêyemîn ên pispor ku li ser navê wê pêvajoya KYC bimeşîne. van aliyên sêyemîn agahdariyên ku ji xerîdar têne xwestin berhev û verast dikin , metirsiyên têkildar dinirxînin û agahiyên ku pêwîstin ji bo girtina biryarên ronek derbarê  xerîdaran de ji saziya darayî re dabîn dikin..

divê saziya darayî piştrast be ku aliyên sêyemîn ên pejirandî xwedan astek bilind a başî, ewlehî ,pabendiya bi qanûn û rêziknameyên ku tên bikaranîn in. divê  berpirsiyariyên aliyên sêyemîn bi tundî bêne diyar kirin û peymanên guncav werin îmze kirin da ku agahiyên xerîdar bi tevahî werin parastin .

ji bo ku hûn xwe bispêrin aliyên sêyemîn, divê hûn tiştên jêrîn bikin:

 

  1. diyarkirina aliyê sêyemîn û bidestxistina erêkirina nivîsgeha dirav û dayînan a navendî .
  2. piştrastkirin ku aliyê sêyem pabende bi astê herî kêm ji tedbîr û rêkarên têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê li herêmên rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê sûriyê .
  3. bidestxistina agahiyên girîng û tavilê yên girêdayê rêkarên lênêrîna pêwîst di van rêwerzan de,ji alî sêyemîn .
  4. çêkirina gavên têra xwe, di nav de çêkirina rêkeftinên wek îmzakirina peymanên dualî bi aliyên sêyemîn re, ji bo misogerkirin û gihîştina bi xwebaweriyê ku aliyê sêyem dê bê derengî û di dema ku ji aliyê saziyên darayî ve were xwestin, çapên hemû belgeyan peyda bike. belge û daneyên têkildarî nasnameya xerîdar û sûdmend û belgeyên din.

 

  1. piştrastkirin û gihîştina xwebaweriyê ku alîyê sêyem bi rêkûpêk, di bin kontrol û çavdêrîkirinê de ye, û li cem tedbîr û rêkarên pêkhatî  hene da ku li gorî daxwazên lênihêrîna xerîdar tevbigerin û tomar û qeydan li gorî qanûn û van rêwerzan hibigrin.

 

Bend (20)

pêdiviyên ragihandinê

  1. dema çavdêrîkirina bandor û rastbûna xizmetên xerîdarê xwe nas bike, saziya darayî divê tomar û qeyda karê xizmetên KYC,cuda û li ser bingeeger mehane hilbigre.

.

 

 

  1. tomar û qeydên ku divê di bin vê sîstemê de bêne parastin, divê ji hêla nivîsgeha dirav û dayînan a navendî ve bi hêsanî werin berdest kirin.
  2. divê saziya darayî tomar û qeyda girêdayî xala 1-ê li gorî rêwerzên ku di pêveka 3-ê de hatine pêşkêşî cîgirê serokatiya hevbeş ya çavdêrî û rêxistkirinê li nivîsgeha dirav û dayînan a navendî bike.
  3. divê saziya darayî tomar û qeyda girêdayî xala 1-ê li gorî rêgezên jêrîn nîvsalane bişîne:
  4. a) ji bo heyama ji çile heta hezîran a her sal, tomar û qeyd divê herî dereng heya 4ê tebaxê ya heman salê were şandin; û ya,
  5. b) ji bo heyama ji tîrmehê heta berfanbarê ya her sal, tomar û qeyd divê herî dereng di 4ê sibata sala pêş de were şandin.

heger demdana dawî bikeve betlaneyê, demdana dawî dê heta roja xebatê ya piştî wê were dirêj kirin, heya ku nivîsgeha dirav û dayînan a navendî  bi nivîskî  demdanek guhêrbar din dide .

  1. saziyên darayî divê bi elektronî li navnîşana rêveberiya têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê ku li jêr hatiye destnîşan kirin, agahiyê bide derbarê hemî kiryarên ku tê gumankirin bi sipîkirina pereyan an perepêdana terorê , di nav de hewildanên ji bo pêkanîna van kiryaran, bêyî ku mezinahiya kiryarê were berçavgirtin,di heyamek ne bêtir ji 48 demjimêran ji roja piştrastkirina hebûna gumanê û nîşaneyên sipîkirina pereyan an çalakiyên perepêdana terorê.

[email protected]

 

dema ku di saziyên darayî derbarê danûstendinên gumanbar de agahdar dikin,  divê bi ragihandinê re, divê herî kêm,  pêvekkirî be bi kopiyên ji belgeya verastkirina nasnameya kesê gumanbar û hem jî forma xirîdarê xwe nasbike .

7- di raporê de pêdivî ye ku  bihûrgulî sedem, û nîşaneyên ku pargîdaniyê xwe siparte ser di ragîhandinê de

8- divê rapor li ser forma ku ji aliyê  rêveberiya têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê ve ji bo vê armancê hatibe amadekirin, û divê hemû dane û çapên belgeyên têkildarî kiryara gumanbar vê re bên girêdan.

9-dema ku di derbarê danûstendinên gumanbar de agahdarî tê kirin , saziyên darayî divê bi ragihandinê re, bi kêmanî,  çapek ji her belgeyeke girêdayî  nasnameya kesê gumanbar û hem jî forma KYC.

 

Qedexe ye ku kes ji xerîdar re eşkere bike an hişyarî bide wî an ji sûdmend re eşkere bike an jî wî hişyar bike li ser yek ji rêkarên agahdarkirinê yên ku di derheqê operasyonên ku gumanbar bi sipîkirina pereyan an perepêdana terorê ve girêdayî ne, an derheqê daneyên têkildarî wan de hatine girtin.

10 – Qedexe ye ku kes ji xerîdar re eşkere bike an hişyarî bide wî an ji sûdmend re eşkere bike an jî wî hişyar bike li ser yek ji rêkarên agahdarkirinê yên ku di derheqê operasyonên ku gumanbar bi sipîkirina pereyan an perepêdana terorê ve girêdayî ne, an derheqê daneyên têkildarî wan de hatine girtin.

Bend (21)

pabendbûn bi tedbîr û rêkarên xerîdarên xwe nas bikin

1-Saziyên darayî divê tedbîrên ku di qanûnên cîbicîker û rêwerzên  ku ji hêla nivîsgeha diravan  ve hatine derxistin derbarê tedbîr û rêkarên xerîdarên xwe nas bikin an rêkarên elektronîkî  ya xerîdarên xwe nas bikin de, bigirin.

2-dema ku saziyek darayî pêdiviyên ku di vê sîstemê de hatine destnîşan kirin bi cih tîne û niyaz dike ku xizmeta KYC an xizmeta xerîdarê xwe nas bıke-ya elektronî ji bo cara yekem bicîh bîne, divê lîsteyek tevahî ya agahiyan li gorî ku di pêvek 3 de hatî destnîşan kirin, ji nivîsgeha dirav û dayînan a navendî  re bê şandin , divê ji cîgirê serokê giştî yê çavdêriyê re were şandin û divê ji hêla serekê cîbickar, serekê cîbickar yê metirsiyan ,sereokê cîbickar yê pêvajoyan,  yê  berpirsiyarê misogerkirina agahiya ku li gorî vê xalê hatî peyda kirin ve, wer wajokirin, temam .

 

 

 

Bend (22)

 

 

cîbicîkirin

dema ku nivîsgeha dirav û dayînan a navendî  dibîne ku daxwazên ku di van rêziknameyê de hatine, nehatine cîbicîkirin, ew dikare li dijî saziya darayî tedbîrên guncav bigire wekî ku  hatî diyarkirn di qanûna têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê de û rêwerzên ku li gorî wê hatine derxistin, di nav de rêvebir, berpirsyar û karmendên wê, an  şîretkirina saziya darayî ji bo çareserkirina her kêmasiyên diyarkirî .

 

 

Bend (23)

 

meşandin û cîbicîkirin

divê hemî pargîdaniyên pêşkêşkerên xizmeta dravdanê li gorî bendên van rêwerzan tevbigerin û piştî derxistin  û weşandina wan tavilê wan bicîh bînin.

 

pêvek 1 – rêjeya pejirandina çewt (far).

 

1-dema ku rastbûn û bandora xizmetên xerîdarê xwe nas bıke-tê pîvandin, rêjeya pejirandina çewt gengaze wekî pîvanek bikêr were hesibandin ji ber ku ew hêz û şiyana saziya darayî ya nasandin û verastkirina mînakên nasnameya sexte digire, bi gelemperî, rêjeya pejirandina çewt a nizm destnîşan dike ku rêkara KYC bi rêkûpêk  hewildanên nerast an xapînok ên verastkirin û nasîna  nasnameyê diyar dike

2-rêjeya pejirandina çewt divê li ser bingeha hejmara rewşên nasname û verastkirinê yên ku di bin kiryara KYC de hatine pêvajo kirin were pîvan.

dema diyarkirina rêjeya pejirandina çewt , saziya darayî divê karên  hûrnêrînê bike ji bo kategorîkirina rewşên destnîşankirina nasnemeyê, da yên rast  û yên ne rast bên naskirin  , û di dema bê kêriya karê saziyekê derbarê verastkirin ji nasnameya ku tê hêsankirin di rêya kiryara KYC, herweha gengaze saziyek darayî rêbaza bikaranîna nîmoneyan  bigre , di vê yekê de, saziya darayî divê piştrast be ku daneyên ku ji bo destnîşankirina rêjeya pejirandina çewt têne bikar anîn heremekî  û bêalî  ne, û nûneratiya  bingeha xerîdaran dike

 

  1. divê saziya darayî kiryarên hûrnêrîna rewşên KYC bike di meha heyî de bi hatina roja dawî ya meha piştre (mînak, rewşên çile di roja dawîn a sibatê de têne hûrnêrîn kirin) ji bo şeş mehên pêşîn ji cîbicîkirina KYC”. piştî şeş mehên pêşîn ên pêkanîna xerîdarê xwe nas bıke, ji saziya darayî tê xwestin ku ji sê mehan carekê hûrnêrînê pêk bîne, digel ku rewşên KYC ji bo çaryeka heyî  bi hatina roja dawî ji meha pêşîn ji çaryeka piştre (mînak divê rewşên çaryeka yekem bên hûrnêrîn bi hatina roja dawî ji meha nîsanê

1-divê saziya darayî armanc bike ku rêjeya pejirandina a giştî ji bo xizmetên KYC ku ew peyda dike ji 5% derbas neke,  tevlî vê yekê, asta rêjeya pejirandina çewt divê  berçav bê girtin ,di heman demê de hejmara rewşên diyarkirina  nasnameyê û verastkirina wê, û metirsiyên girêdayî danasîna nerast a berhemek an xizmetek taybetî ya ku ji hêla KYC ve hatî pêşkêşkirin

 

2-bi gelemperî, ji bo xizmetên KYC yên elektronî yên ku teknolojiyê bikar tînin, divê rêjeya pejirandina çewt were kêm kirin ji ber ku bêtir rewşên diyarkirin û verastkirina nasnameyê  têne çareserkirin kirin.

 

 

 

-dema ku rêjeya pejirandina çewt a giştî ji sedî 5 zêdetir be ji bo her sê mehan di nav heyamek şeş mehan de, divê saziya darayî bi nivîskî nivîsgeha dirav û dayînan a navendî  agahdar bike. pêdivî ye ku di nav heft rojên kar de piştî qedandina kontrolkirina herî dawî û nasîna senaryoya rêjeya pejirandina çewt were kirin.

– daxuyaniya rêjeya pejirandina çewt a ku ji nivîsgeha navendî ya dirav û dayînan re hatî şandin divê dinav de

A -nirxandina karê heyî ya xizmeta xerîdarê xwe nas bıke, tevî sedemên asta eşkere ya rêjeya pejirandina çewt;

  1. b) rêkara ku ji bo kêmkirina rêjeya pejirandina çewt tê pêşniyar kirin; û

c)tedbîrên sivikkirinê an kontrolên din ên  hatine pêşniyar kirin

ji bo parastina bandoa pêvajoya xerîdarê xwe nas bıke

 

.- tedbîrên sivikirin, û/an kontrolên zêde ji bo bidestxistina rêjeyek pejirandina çewt a başkirî dibe ku di nav de bin, nîmone:

  1. a) şopandina pêşkeftî ya xerîdarên ku bi navgîniya “xerîdarê xwe nas bikin” hatine nasîn û verast kirin; û/an,
  2. b) berî vekirina hesabekî .hûrnêrînên KYC divê bên kirin .

 

pêvek 2 – garantiyên xerîdarên xwe nas bike

divê saziya darayî tedbîrên pêwîst bigire ji bo verastkirina rastbûna agahiya ku ji xerîdar hatî wergirtin di çarçoveya nasandina nasnameya wî de bi riya :

  1. vekolîna belge û kaxezên ku rastbûna agahiyê diçespînin, û verastkirin ku ew belge aktîv , derbasdar û nûjen in, û bêyî her xuyaniyekê ku nîşan dide ku ew sexte ne an hatine destwerdan

– ji bo kesên xwezayî û yên ku destûr dane ku li ser navê xerîdar îmze bikin:

nasname an jî (tomar û qeyda sivîl a yekane, belgeya niştecihbûnê, niştecîhbûn, kerta hawirde) an pasaporta kesê biyanî, ji bo  verastkirina  agahdariyên kerta nasnameyê an pasaportê ,

qoçane an belgeyên ku agahiya di derbarê çalakiya aborî ya xerîdar de, li gorî xwezaya çalakiyê, wekî nameyên fermî yên mohrkirî yên ku ji hêla  saziyên fermî ve hatine weşandin, an qoçane û belgeyên din ên ku bi xwezaya çalakiyê ve girêdayî ne

 

 

-belgeyên ku navnîşana rûniştinê ya rastîn an rûniştina heyî diçespînin, û eger ew ji navnîşana mayînde a ku di kerta nasnameyê de hatî destnîşan kirin cûda be, belgeyên guncav ku navnîşanê diçespînin têne xwestin, wek peymana kirê, fatûreyên elektrîk, av, têlefon, an gazê, an çespandina ev tişt bi rêyên din ên gengaz.

 

çi belgeyên din ên têkildar ên ku saziya darayî pêdivî dibîne , ji bo verastkirina daneyên lênêrîna pêwîst, li gorî xweza û asta metirsiyan .

2- ji bo kesê yasayî an pileya hêza qanûnî, belge û kaxezên ku nasnameya kesê qanûnî an hêza qanûnî diçespînin, li gorî ku hebe:

-bawernameya tomar û qeydkirinê ku li gorî qanûnên derbasdar hatî weşandin.

-girêbesta damezrandinê an sîstema bingehîn

Sîstema navxweyî

 

girtina tedbîrên ku piçespînin ku xerîdar xwedan hesabek têlefonî ye ,û ev gengaze bê verastkirin di riya daxwaz ji xerîdar ku pasworda xwe bikarbîne bo yek car  (otp) ku ji têlefona destan ya reklamkirî re tê şandin wekî beşek ji pêvajoya xerîdarê xwe nas bıke.

divê saziya darayî piştrast bike ku hûrguliyên xerîdar (wekî nav an jimareya belgeya nasnameyê)   ên ku ji çavkaniyek din  hatibin bi destxistin ji bilî  xerîdar lihevhatî ne  , bi hûrguliyên ku ji hêla xerîdar ve hatî pêşkêşkirin

 

 

 

pêvek 3 – agahiyên ku hatine xwestin  ji bo pêşkêşkirinê

danasînek berfireh a xizmetê, tevî taybetmendiyên wê, avahî, û bazar an xerîdarên armanc, di heman demê de li cîhê ku guncav be divê nîgarên xizmetê jî werin nav kirin.

nimûneyek ji birge û mercên xizmet(ên) ku ji hêla saziya darayî ve hatî peyda kirin.

agahiyên berfireh li ser taybetmendiyên sereke yên xizmeta “xerîdarê xwe nas bikin”. ev dibe ku, di nav de, cureyên ezmûnan , teknolojiya hatî bikar anîn, agahiya xerîdar a ku hatî wergirtin û her agahdariyeke heyberî din jî hebe.

 

 

nirxandina nivîskî derbarê bandorkeriya xizmeta “xerîdarê xwe nas bike”. dibe ku nirxandina nivîskî karên teknîkî, cureyên  di nav de, û her agahdariyek têkildar  din a ku dibe ku bandora xizmeta KYC piştrast bike, bigire ber çavan, gava ku saziyek darayî  beşdarbûna peydakerekî teknolojiyê hildibijêre , ev dibe ku agahiya bingehîn li ser pargîdanî û şopa wê ya li kantonên dadwer (welat) an pîşesaziyên din di nav de be

 

danasîna metirsiyên sereke yên ku di xizmeta “xerîdarê xwe nas bikin” de û rêziknameyên ku ji bo birêvebirina wan metirsiyan tên bikaranîn  , di rewşên ku saziyek darayî vê yekê pêwîst dibîne, planên pêkanîna mekanîzmayên çavdêrîkirin û raporên pêşkeftî ji bo destnîşankirina çalakiyên gengaz  a sipîkirina pereyan/perepêdana terorê jî divê di danasînê de cih bigirin.

 

ji bo xizmeta “xerîdarê xwe nas bike” pêvajoya berfireh diherike. dibe ku di nav de, wek mînak ne wek serjmarî  , şîrovekirina bi wêneyan   rêwîtiya xerîdar û pêvajoya biryargirtinê ji destpêka daxweznameyê heya vekirina hesêb.

 

 

her agahiyek din a têkildar ku şiyana saziya darayî destnîşan bike ku bi standardên ku di vê belgeyê de hene, her rêziknameyên din ên têkildar ên ku ji hêla nivîsgeha navendî ya dirav û dayînan ve hatî derxistin û her pêdiviyên din ên li gorî qanûnek nivîskî tev bigere.

her belgeyên pêvek an agahiya ku nivîsgeha dirav û dayînan a navendî  dikare di her qanûnek nivîskî de diyar bike.

 

 

 

 

pêvek 4 hesabên kêm metirsî

pêvajoyên nirxandina metirsiyê divê di nav saziya darayî de di asta metirsiyên xerîdar, berhem û karûbar, çarçoveya erdnîgarî û kanalên radestkirinê de bêne bicîh kirin , danûstendinên jêrîn dikarin metirsiyeke kêm werin hesibandin:

-xerîdar an kesên ku di çavkaniyên çespandî de dixebitin  û ev çavkanî nasdar û rewa be û cewherê xebata ku xerîdar tê de dixebite , rewa dike di nav berpirsiyariyên karê xwe de .

 

-xerîdarên bi navûdeng, wek pargîdaniyên taybet ên ku di çalakiyên ku dikin de xwedî dîrokek dirêj û belgekirî ne û jêderên diravên wan têne zanîn, tevlî zanîna baş a xwedî û kontrolkerên pargîdaniyê

 

-têkiliyên bi dezgehên hikûmetê re li bakur û rojhilatê sûriyê an jî ajansên girêdayî wan (di nav de pargîdaniyên wan ên yasayî)

-têkiliyên bi pargîdaniyên gelemperî yên tomar û qeydkirî û pargîdaniyên wan ên ku li ser borseyek herêmî an navneteweyî naskirî têne navnîş kirin.

-têkiliyên bi saziyên darayî yên birêkûpêk an bi navendên li bakur û rojhilatê sûriyê re an jî welatên ku standardên lihevhatî bi fatf-ê re bikar tînin an jî standardên li dijî sipîkirina diravî yên wekî yên fatf-ê pejirandine (gava ku pêbawerî li ser wê yekê were kirin ku navend di nav welatê ku standardên fatf an standardên bi wan re dipejirîne, divê polîtîka û tedbîr û rêkarên wê li ser şax û pargîdaniya têkildar be.

 

 

pêvek 5 – hesabên metirsiya navîn

her xerîdarek ku faktorên danasîna rîskê yên ku di hesabên metirsiya kêm û bilind de hatine destnîşan kirin pêk neyne dê wekî metirsiya navîn were danasîn kirin.

 

pêvek 6 – hesabên metirsiya bilind

 

divê hesabên xerîdarên jêrîn,wekî metirsiyek bilind werin kategorîkirin , çi  ji bo kes, pargîdanî an saziyên darayî :

agahiya xerîdar destnîşan dike ku ew kesek bi siyasetê ve girêdayî ye an bi kesên ku di bin metirsiyên siyasî de ne di têkiliyê de ye.

 

-hemî têkiliyên bi xerîdarên derveyî yên ku li welatên metirsîdar dimînin an dixebitin an jî xerîdarek ku ji pargîdaniya diravdanê re diçespîne ku diravên wî ji welatên metirsîdar têne girtin. (ji bo welatên bi metirsiya bilind li pêveka d binêre.)

-saziyên darayî yên ku li welatên metirsîdar dixebitin an pîvanên fatf an pîvanên bi heman bar bikarnaynin

komeleyên xêrxwaz, saziyên olî û pargîdaniyên ne-qezenc.

dezgeh û kesayetên tên ceza kirin.

-beşdariya karên ku tê de rexne li şûna rêyên din bi giranî tê bikaranîn.

rewşên ku bi hêsanî eslê dewlemendî an jî milkdariya kesên ku wekî metirsîdar têne danasîn , nayên verastkirin.

 

pêvek 7 – welatên bi metirsiya bilind

mînmar (borma), nîcîrya, endonîzya, ukrayna, gutîmala, fîlîpîn, misir, giravên kûk, nauru, sênt vinsent û grenadîn, rûsya, angola, zimbabwê, afxanîstan, kûba, ıraq, îran, azerbaycan, û moldova, kazaxistan, gurcistan , ozbekistan, belarûs, ermenistan, kirgizistan, tacîkistan, turkmenistan û somaliya

 

ji bo daxistinê klîk ji vê derê اضغط هنا للتحميل

 

Comments are disabled.