Yasaya Rêxistinkirina Bazirganî Û Pîşesaziya Kanzayên Nirixdar
Beşa Yekem
Pênase
bend (1):
pênase: peyv û hevokên jêrîn xwedî wateyên ku li kêleka her yekê hatî destnîşan kirin , heger axaftin wateyek din nede:
nivîsgeha diravan: nivîsgeha dirav û dayînan a navendî..
serokatiya hevbeş: serokatiya hevbeş a nivîsgeha dirav û dayînan a navendî.
encûmena rêvebir: encûmena rêvebir a nivîsgeha dirav û dayînan a navendî li bakur û rojhilatê sûriyê
rêveberiya kanzayên nirxdar: ew rêveberya berpirsyar ji rêxistinkirina mekanîzmaya kar, çêkirin, çavdêrî û hemû mijarên girêdayî bi pîşeya kanzayên nirxdar de û bi taybetî zêr di nava herêmên rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê sûriyê de.
kanzayên nirxdar : platîn, zêr, zîv û piladyûm in
kestekên zêr: têkilek yekregez e ji kanzayan pêk tê ,rêjeya zêr tê de piranî ye, bi şêwazên cûda têne çêkirin û xwedan giranî û zelaliyeke diyarkirî ye di rengdêrên pîvanan de
gewher: ew perçeyên zêr, zîv, an platînumê yên ku hatine xebitandin an nîv- xebitandin yên ku li ser wan karên çêkirin û teşedanînê hatine kirin da ku wan ji formekê veguhêzînin formeke din ji bo bi destxistina gewherekê (berhema dawîn) an jî beşek ji gewheran
kevirên nirixdar: ew kevirên ku ji binzemînê têne derxistin, wek elmas, zimrûd û yaqût,tevlî kevirên siruştî û morcan
kevirên lasakirî: ew berhemên pîşesazî ne yên ku ji cam an ji heyberên din hatine çêkirin û ji bo lasakirina kevirên ku li jor hatine ziman hatine çêkirin, di nav de yaqût û morcanên lasakirî
bazirgan: her kesê xwezayî an qanûnî yê ku destûrdan heye ku kirîn û firotina gewheran bike li gorî birgeymên vê qanûnê .
zêrînker: her kesê xwezayî an qanûnî yê ku destûrnameya kirina pîşeya çêkirin û bazirganiya gewheran heye, û yê ku nîşana xwe ya bazirganî ya qeydkirî li ser gewherên zêr, zîv an platîn datîne
navend : kargeh, firoşgeh, an cîhê ku destûrname heye ku pîşeyê bike
ezmûnkar (pîvanker): ew kesê ku kalîberên zêr, zîv, an platîn di riya amûrên ezmûngehê yên taybet re diyar dike
daxme: nîgareke (neqş) ku gewher pê tê nîşankirin û tê de nîşana daxme an kalîber, an jî her du bi hev re heye û ew navgîneke verastkirina kalîbera qanûnî û parastina xerîdar e
pileya zelaliyê: rêjeya daxuyakirî di navbera giraniya kanzaya nirixdar di gewherekê de û giraniya giştî ya perçê de
çavdêrî: kesên ku ji aliyê rêveberiya kanzayên nirixdar ve ji bo pişkinînkirin û lêgerînê tên erkedarkirin
destûrdan: bidestxistina destûrnameyek fermî ji bo praktîzekirina bazirganî û pîşesaziya kanzayên nirixdar, piştî temamkirina hemû merc û kaxezên ku ji aliyê rêveberiya kanzayên nirixdar ve hatine diyarkirin.
kalîbera qanûnî (kalîberên lihevhatî): nîşana rêjeya paqijiya kanzaya nirixdar di riya pîvanên naskirî yên ku di bendên vê qanûnê de têne diyar kirin.
yekîneyên kalîberkirinê: qîrat an par (qîrat = 41,66 parve)
kalîberên nizm: piştî bidawîbûna asta kêm a destnîşankirî ji bo kalîberên qanûnî dest pê dike li gorî her cûre ji berhemên kanzayên nirixdar
beşa duyem
kalîberên gewheran
bend (2)
a- pîvanên zagonî yên zêran, li gorî zelaliya wan, ev in:
1- gewherên zêrîn:
a- kalîber 24 kerat, ew zêrê ku pak e û tê de (999.9) parên zêr an beşek ji hezarî .
b – kalîber 22 qîrat, pileya zelaliyê 916 par ji hezarî ji kanzaya zêr.
c – kalîber 21 qîrat ew ji zêrên ku tê de (875) par hene yan jî beşek ji hezarî .
c – kalîber 18 qîrat ew ji zêrên ku tê de (750) par hene yan jî beşek ji hezarî .
d- kalîber 14 qîrat ew ji zêrên ku tê de (585) par hene yan jî beşek ji hezarî .
e – kalîber 12 qîratt, pileya zelaliyê 500 par ji hezarî ji kanzaya zêr .
f- kalîber 9 qîrat, pileya zelaliyê hezarî 375 par ji hezarî ji kanzaya zêr.
gewherên zîv
a- kalîber (100), ew ji zîvê pak e ku tê de (1000) parên zîv hene.
b -kalîber 90 , ji gewherên zîv e yên ku tê de (900) parên zîv hene.
c- kalîber 80, , pileya zelaliyê 800 par ji hezarî ji kanzaya zîv .
d- kalîber 70, , pileya zelaliyê 700 par ji hezarî ji kanzaya zîv.
e- kalîber 60, , pileya zelaliyê 600 par ji hezarî ji kanzaya zîv.
gewherên platîn:3-
a- kalîber (10) ew platîna zelal e û 1000 parên platîn tê de hene.
b – kalîber (6), ew gewhrên platîn e ku tê de (600) par an jî beşek ji hezarî ji pilatîn .
4- berhemên zêr yên platîn lê siwarkirî
ew ê ji her kalîberê ku berê di xala yekem a vê bendê de hatî behs kirin be, bi rengekî ku rêjeya platîniya pak a ku li ser yek perçeyê hatî siwar kirin ji heştsed paran ne kêmtir be.
b- mafê rêveberiya kanzayên nirixdar heye ku kalîberên kêmtir ji kalîberên ku li jor hatine diyarkirin qebûl bike, bi merca ku ji 5 parên kalîberên pejirandî ne kêmtir bin
beşa sêyem
destûrdan û betalkirina destûrdanan
bend (3):
destûrdan
1 – bazirganî û çêkirina kanzayên nirixdar û kevirên nirixdar bêyî standina destûrnameyê ji rêveberiya kanzayên nirixdar li nivîsgeha dirav û dayînan a navendî nayê kirin li gorî bendên vê qanûnê .
2- merc û pêdiviyên destûrdanê li gorî rêwerzên ku ji aliyê nivîsgeha dirav û dayînan a navendî ve hatine derxistin têne diyarkirin
bend (4):
rêkarên destûrdanê
1- daxwaznameya destûrdanê li gorî forma taybet a ku ji bo vê yekê hatiye amadekirin pêşkêşî rêveberiya kanzayên nirixdar tê kirin.
2- belgeyên ku ji aliyê nivîsgeha dirav û dayînan a navendî ve li gorî rêwerzên di vî warî de hatine diyarkirin, bi daxwaznameya destûrdanê ve têne girêdan.
3- her daxwazên din ên ku rêveberiya kanzayan pêwîst dibîne.
-4 rêveberiya kanzayên nirixdar biryara xwe derdixe di derbarê destûrdana ku jê re hatiye pêşkêşkirin de, di heyameke herî zêde şêst roj piştî roja pêşkêşkirina daxwaznameyê çi bi erêkirin an nepejirandinê, û peywendîdar tê agehdarkirin bi biryarê tevlî şîrovekirina sedemên redkirinê eger bê redkirin .
5- rêveberiya kanzayên nirixdar piştî ku pêşkêşvanê daxwaznameya destûrdanê kaxezên pêwîst temam dike û piştî kirina ezmûna hestyarî ya pêwîst destûrdana dawîn derdixe
7- li gorî rêwerzên ku ji aliyê nivîsgeha dirav û dayînan a navendî ve di vî warî de hatine derxistin, destûrdan her sal beriya dawiya her salekê tê nûkirin.
benda (5):
destberdana ji daxwaznameyê
1- kesê ku li gorî bendên vê qanûnê xwedan destûrnameye, bê erêkirina rêveberiya kanzayan nikare destûrnameyê bide kesekî din.
2- her destberdana ji paran an behran bi erêkirina rêveberiya kanzayan ve girêdayî ye.
bend (6):
betalkirina destûrdanê
1- rêveberiya kanzayên nirixdar di van rewşên jêrîn de mafê betalkirina destûrdanê heye:
2-eger bê çespandin ku destûrdan li gor daneyên nerast hatiye dayîn.
3- ger yek ji wan mercên ku li gor wê destûr hatiye dayîn tune be.
4-eger xwediyê destûrdanê çend caran bendên vê qanûnê û rêwerzên cîbicîkar yên ku ji aliyê nivîsgeha dirav û dayînan a navendî ve hatine derxistin binpê bike.
5-eger xwediyê destûrdanê di nava salekê de ji roja wergirtina destûrdanê dest bi xebatê neke.
6 – li ser daxwaza xwediyê destûrdanê.
7-ger biryara dadwerî ya dumahî û dawîn ji aliyê dadgeha şareza ve were derxistin, biryara betalkirina destûrdanê bide.
bend (7):
rawestandina demkî
1-ger xwediyê destûrdanê bixwaze bi awayekî demkî dest ji karê xwe berde, divê ji rêveberiya kanzayên nirixdar erêkirinê bistîne.
2-divê maweya ku rawestandina demkî hatiye pejirandin ji salekê ne zêdetir be.
bend (8):
tomara kesên ku bazirganî û pîşesaziya kanzayên nirixdar û kevirên gewre dikin
li rêveberiya kanzayên nirixdar tomarek taybet tê avakirin ku ev daneyên jêrîn tê de têne tomar kirin:
1-navnîşana bazirganî û jimara tomarkirinê di deftera bazirganî de.
2- nav, paşnav, temen û cîhê rûniştina xwediyê destûrdanê û navên pargîdaniyan û cihê rûniştina wan eger ew pargîdanî be.
3- hejmar û dîroka biryara destûrdanê.
beşa çaran
vekolîn û daxmekirina gewher û zêran
bend (9):
firotina gewheran
nabe ku zêr were firotin , pêşandan an peydakirin bi armanca firotinê bêyî ku daxmekirî be ji aliyê rêveberiya kanzayên nirixdar ve
bend (10):
pişkinîn û vekolîna gewheran berî daxmekirina wan
rêveberiya kanzayên nirixdar nikare gewher û zêran nîşan û daxme bike bêyî pişkinîn û ezmûnkirina wan û piştrastkirin ku ew li gorî kalîberên rastîn in ji nav kalîberên ku ji hêla rêveberiyê ve hatine pejirandin .
bend (11):
mercên daxmekirinê
dema pêşkêşkirina gewheran bo rêveberiya kanzayên nirixdar bi armanca daxmekirinê ev merc divê hebin :
1- divê gewher bi tevahî an bi beşkî hatibe çêkirin .
2- divê bi biryara xwediyê wê an nûnerê wî ve girêdayî be, tê de kalîbera ku divê bê daxmekirin û lihevhatina wê bi kalîbera wê yê rastîn re .
3- nabe ku daxuyaniyê de ji yek cure gewheran zêdetir hebe û divê tenê ji yek kalîberê be.
bend (12):
daxuyakirin
divê di danezana pêşkêşkirî ya gewherên ku ji çend perçeyên bi hev ve girêdayî pêk tê de , bê xuyakirin ku hemî beşên wê, tevî yên ku ji bo qeynaxê têne bikar anîn, ne kêmtir in ji kalîberê ku di wê danezanê de hatî destnîşan kirin.
bend (13):
ger piştî pişkinîn û lêkolînê were çespandin ku kalîberê gewheran an hinek ji wan ji kalîberê ku di daxuyakirinê de hatiye diyarkirin kêmtir e, ew gewher tên vegerandin piştî şikandina wan
bend (14):
daxwaza derxistina nîşanek cihêreng
rêveberiya kanzayên nirixdar dikare ji zêrkeran bixwaze ku nîşana xwe ya cuda li ser zêrên xwe bixin, bi merca ku ev nîşan li rêveberiyê were qeydkirin.
bend (15):
nîşan wekî peymanekê tê hesibandin ku zêr bi kalîberê re lihevhatî
firotina zêrên daxmekirî li gorî birgeyên vê qanûnê, ji hêla bazirgan an zêrfiroş ve ji bo xerîdar wek soz e ku ev zêrên han lihevhatî ne bi kalîberê ku lê hatine daxme kirin, û rêveberiya kanzayên nirixdar berpirsiyar nayê dîtin ji her kiryarek ku bendên vê qanûnê binpê dike.
bend (16):
nîgarên daxme û kaliberkirinê
di rewşa şikandina zêrên ku ne li gorî kalîbera ku divê bên daxmekirin û ya radestkirî di nav rêveberiya kanzayên nirixdar de , rêveberî tenê kirêya kaliberkirinê distîne
bend (17):
daxmekirina kestekan
firotina kestekên ji kanzayên nirixdar , danîna wan bo firotanê an jî peydakirina wan bi armanca firotinê nayê rêdan , heya ku ew bi hejmarên ku rêjeya kanzaya pak a ku di nav de destnîşan dike hejmarkirî be, bi parçeyên hezarîn berawirdkirî bi mora taybet bi beşa daxmekirina gewheran û moreke din a li ser wê peyva zêr hebe, û mora sêyem a ku nîşanek ji çavkaniya çêkirinê li ser.
bend (18):
daxwaza pişkinînkirina gewheran
ji bo beşa daxmekirina gewheran her cure ji cûreyên din ên jêrîn tê pêşkêş kirin ji bo vekolîna wê bi merca ku bi daxwaznameya ezmûnê re daxuyaniyek nivîskî ya ku tê de cureya kanzaya ku dê were nirxandin :
1-nimûneyên kanzayên nirixdar.
2- nimûneyên kanzayên nirixdar yên ku bi toza şuştina zêrkeran re lihevxistî.
3- nimûneyên pelên zêr ên ku di çêkirina mobîlyayan û zêrêkirina pirtûkan de wekî qalik tê bikaranîn.
4- nimûneyên zêrê bişaftî yê ku di neqişkirina li ser camê de tê bikaranîn
dê ji pêşkêşvanê yek ji van cureyan bawernameyek were dayîn ku tê de rêjeya kanza an kanzayên paqij tê de diyar dike.
bend (19):
berpirsiyariya zêrînger biramber nîşana wî ya bazirganî
1- zêrînker ji başbûna zêrên ku bi nîşana wî hatiye morkirin, berpirsiyar e.
2-bazirgan berpirsyare ji gewherên ku nîşanên nas li ser nîne an jî nîşanên sexte hildigirin , heya ku çavkaniya wê nede rêveberiya kanzayên nirixdar.
bend (20):
gewherên hawirdekirî
li ser gewherên ku hatine derkirîn yên ku ji bo daxmekirinê têne pêşkêşkirin. hemî bendên taybet bi gewherên din ên ji heman teşe ku di vê qanûnê de hatî , dimeşin.
beşa pêncan
pişkinîn û çavdêrîkirin
bend (21):
verastkirina sepandina birgeyên qanûnê
karmendên rêveberiya kanzayên nirixdar maf hene ku vekolîn, çavdêrî, şopandin, an jî girtina nimûneyan bikin ji bo verastkirina sepandina birgeyên vê qanûnê, bi riya ketina nav her firoşgehê bi armanca lêkolin, dahûrandin an jî desteserkirina zêran û amûran , li gor bingehan, eger gumanek hebe ku ew bi kirina tawanekê ve girêdayî ne berevajî birgeyên qanûnê tevlî piştrastkirina pabendbûna bi fatûreyên firotanê û kirînê.
bend (22):
hesbandina karmendan ji endamên çavdêriya dadwerî
xebatkarên erkedar ên rêveberiya kanzayên nirixdar wek endamên çavdêriya dadwerî tên dîtin, raporên wan li gorî vê rengdêrê tên kirin û divê hemû saziyên rêveberiyê di pêkanîna erka wan de alîkariyê bidin wan.
bend (23):
raporên sererastkirinê
karmendên raspêr ên rêveberiya kanzayên nirixdar dema ku li gorî vê qanûnê dest datînin ser gewheran an amûran, divê raporên tiştên ku hatine desteserkirin û cihên ku lê hatine dîtin rêxistin bikin , bi merca ku bazirgan an zêrfiroş an nûnerê wî an kesê ku vê re hatiye girtin rapora desteserkirinê îmze bike.
bend (24):
verastkirina duristbûna kalîberên gewherên desteserkirî
mafê rêveberiya kanzayên nirixdar heye ku li ser her zêr û amûrên hatine desteserkirin ezmûnên pêwîst bike ji bo verastkirin ji rastbûna kalîberê wan û dikare fermana ragirtina wan bide.
bend (25):
pêşkêşkirina hêsankariyan ji bo karmendên raspartî
divê her bazirgan, zêrfiroş an jî xwediyê zêr hemû hêsankariyan pêşkêşî xebatkarê ku ji aliyê rêveberiya kanzayên nirixdar ve hatiye raspartin bike da ku dikaribe erkên ku hatiye dayîn li gorî vê qanûnê pêk bîne.
beşa şeş
nîgar
bend (26):
nîgarên destûrdanê û nûvekirina destûrdanê
nîgarên destûrdanê, nûvekirina destûrdanê û her nîgarên din li gorî rêwerzên ku ji hêla nivîsgeha dirav û dayînan a navendî ve hatine derxistin tên wergirtin .
bend (27):
nîgarên azmûkirin, kalîberkirin û daxmekirinê
– nîgarên ezmûn, kalîberkirin, û daxmekirinê li gorî rêwerzên ku ji hêla nivîsgeha diravan ve hatine derxistin tên wergirtin.
beşa heft
kontrol û daxwazên din
bend (28):
fatûrên kirîn û firotinê
divê bazirgan û zêrfiroş fatûrên kirîn û firotanê bikar bîne bi rengekî berfireh û zelal û divê di nav de :
)giranî – çîn – kalîber – dîrok – buhayê gram – buhayê giştî – nirxê her cure bi rengekî cuda ) bê diyar kirin
bend (29):
karên qedexe
firoşgehên gewheran qedexe ye ku ji bo armanca firotanê ev tişt pêşkêş bikin :
1- gewherên sexte (gewherên ji kanzayên bingehîn hatine çêkirin)
2 – gewherên dariştî ji kanzayên nirixdar ji bilî zêr (gewherên çêkirî ji zîv û pyladium) û nixamtî bi zêr .
bend (30):
kirya pîşesaziya gewheran
1- rêveberiya kanzayên nirixdar xwedî maf e ku nirxê pîşesaziyê û qebareya qezencê ji gewheran li gorî biryar û giştînameyên ku ji hêla wan ve hatine derxistin destnîşan bike.
2- pabendkirina gewherfiroşan bi bihayê ku ji hêla rêveberiya kanzayên nirixdar ve derketî ye .
3- pabendkirina gewherfiroşan ku bihayên di firoşgehê de pêşkêş bikin.
bend (31):
pejrandina daxmeyeke din
nivîsgeha dirav û dayînan a navendî xwedî maf e ku biryarê bide bi pejirandina daxmeyeke girêdayî yek ji welatan an jî her desthilateke fermî ya din.
bend (32):
aliyên fermî û ne fermî yên ku kanzayên nirixdar bikar tînin maf hene di dema kirîna kanzayên pêwîst alîkarî ji rêveberiya kanzayan bixwazin
beşa heştan: ceza
bend (33)
her kesê ku bêyî destûr bazirganiya kanzayên nirixdar, zêrên wan an jî kevirên nirixdar bike, bi cezayê pereyan ne kêmtir ji (1000 dolar) hezar dolar û ne zêdetir ji (3000 dolar) sê hezar dolar tê ceza kirin an jî cezayê girtîgehê ne kêmtir ji 3 mehan û ne zêdetir ji salekê an jî bi her du cezayan bi hev dure .
bend (34)
her kesê ku kanzayên nirixdar û gewherên wan bê destûr çêdike, bi cezayê pereyan ne kêmtir ji (5000 dolar) pênc hezar dolar û ne zêdetir ji (15.000 dolar) an jî bi cezayê girtîgehê ji şeş mehan ne kêmtir û ji salekê ne zêdetir an jî bi her du cezan bi hev re tê cezakirin û di rewşa dubarekirinê de ceza duqat dibe.
bend (35):
kesên li jêr bi cezayê pereyan ne kêmtir ji (10.000 dolar) deh hezar dolar û ne zêdetir ji (25.000 dolar) bîst û pênc hezar dolar, yan jî bi zîndanê ji salekê heta sê salan, yan jî bi herdu cezayan tên cezakirin:
1- her kesê ku di celeb, giranî û kalîberê kanzayên nirixdar an jî tiştên ku bi wan hatine xêzkirin, an di di celeb, çîn, giranî û asta kalîteya kevirên nirixdar de xapandin kir .
2- her kesê ku piştî daxmekirina kanzayên nirixdar an jî gewhrên wan guhertinekê bike , bi rengekî bibe gewherên ne li gorî standarda ku pê hatine daxmekirin .
3- her kesê ku firotina kestekên kanzayên nirixdar an jî gewherên bê daxme kiriye
bend (36):
bêyî astengkirina cezayên girantir ku di qanûnek din de hatî destnîşan kirin, her kesê ku daxmeya ku ji hêla rêveberiya kanzayan ve hatî pejirandin sexte bike, bi cezayê (50.000 dolar) pêncî hezar dolar û cezayê girtîgehê ne kêmtir ji pênc salan tê cezakirin.
bend (37)
her kesê ku rê li ber karmendên pispor bi çavdêriya pêkanîna vê qanûnê, rêwerzên cîbicîkirin û biryarên ku ji aliyê rêveberiya kanzayên nirixdar ve hatine dayîn asteng bike an jî bibe sedema astengkirina karê karmendan , bi du hezar dolar (2000 dolar) cezayê pereyan an jî bi cezayê girtîgehê ne kêmtir ji sê mehan û ne zêdetir ji şeş mehan tê cezakirin ,an jî bi her du cezayan bi hev re .
bend (38):
her binpêkirineke din a birgeyên vê qanûnê ji bilî yên ku li jor hatine ziman, bi cezayê pereyan ji (500 $) pêncsed dolarê amerîkî heya (1000 $) hezar dolarê amerîkî tê ceza kirin.
beşa nehan: birgeyên giştî û dawîn
bend (39):
rêwerz
nivîsgeha diravan rêwerzên cîbicîker yên vê qanûnê ji roja derxistina wê di nav sê mehan de derdixe.
bend (40):
pabendbûna bi cîbicîkirina qanûnê
hemû kesên ku di bazirganî an pîşesaziya kanzayên nirixdar û kevirên nirixdar de dixebitin , divê di nav sê mehan de ji roja derçûna rêwerzên cîbicîker rewşa xwe li gorî birgeyên vê qanûnê çareser bikin.
derxistina rêwerzên rêveberiyê.
bend (41):
betalkirina dijberbûnê
hemû biryar û birgeyên berê yên ku li dijî birgeyên vê qanûnê ne, ji roja ku ev yasa tê cîbicîkirin têne betalkirin .
bend (42):
derbasdarî û cîbicîkirin:
ev yasa ji roja belavkirina wê de derbasdar e.