yasaya têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê 

beşa (1) pênasîn 

bend (1) pênasîn 

peyv û hevokên li jêr xwedan wateyên ku li kêleka her yekê hatiye destnîşan kirin , eger axaftin wateyek din nede:

nivîsgeha diravan: nivîsgeha dirav û dayînan a navendî.

serokatiya hevbeş: serokatiya hevbeş a nivîsgeha dirav û dayînan a navendî.

encûmena rêvebir: encûmena rêvebir a nivîsgeha dirav û dayînan a navendî.

rêveberî: rêveberiya têkoşîna li dijî  sipîkirina pereyan  û perepêdana  terorê li nivîsgeha dirav û dayînan a navendî.

pere: hebûn an milk in, çi cureya wan be, çi  heyberî be û çi ne heyberî be, çi guhêzbar be û çi neguhêzbar be, bi çi awayê bidestxistina wan dibe bila bibe,  hemî mafên bi wan ve girêdayî , û hemî qoçane yan belgeyên ku mafê milikdariyê yan xwedantiya parekê tê de diçespîne , bi çi rengî bin ,  tevlî belgeyên elektronî an dîjîtal – di nav  de  wek mînak , – pere bi diravên herêmî û biyanî, diravên girîmane û elektronî, balansên hesabên bankî, kaxezên bazirganî, krediyên bankî, qoçaneyên geştyarî, veguhestinên diravî, û kaxezên diravî wekî pişk û belge, nameyên kredî an garantî  , belgeyên berhevkirinê, û siyasetên sîgortkirinê

kes: kesê xwezayî yan yasayî.

veguheztina birûskname: ew her danûstendinek e ku ji hêla saziyek darayî ve bi rêyên elektronî  li ser navê fermandarê veguheztinê (kesek xwezayî an qanûnî) bi mebesta peydakirina qasek pere li saziyeke darayî ji sûdmendekî din re tê kirin di nav de rewşên ku fermandarê veguhestinê û sûdmend heman kesin

xizmeta veguhastina diravan an nirx:

ew xizmetên darayî yên ku di nav de pejirandina pereyan, belge an amûrên din ên diravî an nirxên hilgirtî, û dayîna qasek hevseng jê re  bi şêweya diravî an şêweyek din ji sûdmendekî re di riya peywendiyek, peyam, veguheztin, an bi riya tora ji hevbirîn û paqijkirinê ya ku pêşkêşvanê xizmeta veguhestina pereyan an nirx, tê de ye, gengaze  ku di nav danûstandinan de yek an çend navberkar û pêvajoyeke diravdana dumahî ji bo aliyekî sêyemîn hebe, û herwesa gengaze her awayên diravdanê yên nû jî di nav de bin

karên pevguhertinê: danûstandin bi diravên biyanî yên ku destûr heye ku li bazarên herêmên rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê sûryeyê werin danûstandin û veguhestina wan li gorî yasaya rêkûpêkirina karên   pevguhertin û veguhestina pereyan û xizmetên bankî ji hêla  bankekê ve (banka şander)  ji bankek din re (banka sûdmend), di nav de, wek nîmone ne sînorkirin  , xizmetên rêveberiya diravê û veguheztinê ya herêmî û navneteweyî, ya pere û jihevbirîna qoçaneyan , hesabên diravdana navgîn , danûstendinên biyanî û têkiliyên din ên bi vî rengî.

pereyên gengazî guhertinê: her pereyên gengazî guhertinê li deverên rêveberiya xweser li gorî qanûnê

pargîdaniyên pevguhertinê :  pargîdaniya xwedan destûr ku karên pevguhertin û veguhestinê dike li gor birgeyên benda 21 ji qanûna pevguhertin û veguhestinê

nivîsgeha pevguhertinê :  nivîsgeha xwedan ditstûr ya  ku karên pevguhertinê dike li gorî ku diyarkirî di birgeyên benda 21 ji qanûna karên pevguhertin û veguhestinan

diravguhêr:  ew kesê xwezayî yan qanûnî yê xwedan distûr ji hêla nivîsgeha diravan bi kirina karên pevguhertinê li gor birgeyên qanûna rêkûpêkirina karên pevguhertin û veguhestinê

pargîdaniya peyamnêr: pargîdaniya pevguhertinê an banka ku li derveyî deverên rêveberiya xweser dixebite ya ku pargîdaniya pevguhertinê pê re danûstandinê dike.

aliyê giştî: hemî aliyên  giştî yên ku di têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê de, û girtin û desteserkirina pereyên têkildarî tawanan de berpirsyariyên taybet digirin ser xwe.

aliyê çavdêr: her aliyekî pispor di  çavdêriya saziyên darayî ,pargîdanî û nivîsgehên pevguhertinê, û pîşesaziyên diyarkirî , û şopandina asta pabendbûna wan bi birge, rêgez, rêzikname û pîvanên ku çalakiyên wan ên biryarkirî bi rê ve dibin, di nav de yên ku ji bo têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê hatine derxistin.

komîte: komîteya bilind a têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê ya ku di vê qanûnê de hatiye diyarkirin.

amûr: her amûreke ku tê bikaranîn, an jî tê xwestin ku bi tevahî an jî beşekî, bê bikaranîn ,bi her rengî, di kirina sûcekî de .

dahatên tawanan: pereyên ku rasterast an nerasterast ji sipîkirina pereyan, perepêdana terorê, an tawanên serekî têne encamdan an bidestxistin, dinav de ew pereyên ku hatine veguheztin an guhertin, bi tevahî an jî beşekî bo perene din , û herwesa di nav de sûd , qezenc ,dahatên ji ev pereyan an nirxê ku jê hatî encamdan .

sipîkirina pereyan: her yek ji wan kiryarên ku di benda (2) ya vê qanûnê de hatiye diyarkirin.

perepêdana terorê: her yek ji wan kiryarên ku di benda (3) ya vê qanûnê de hatine diyarkirin.

perepêdana çekên komkujî: her yek ji wan kiryarên ku di benda (4) a vê qanûnê de ye.

kiryarên terorîstî: her kiryar an hewldanek ku li herêmên rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê sûryeyê an li cihekî din ji van kiryarên jêrîn pêk tê:

a- kiryareke ku bibe sedem  kuştina kesekî sivîl  an çi kes be an jî birînkirina kesekî bi giranî , dema ku ew kes beşdarî şer di dema şerê çekdarî de nebe, û mebesta wê tirsandina xelkê yan jî mecbûrkirina hikûmetê yan rêxistineke navneteweyî li ser kirina tiştekî diyarkirî .

b- eger ev kiryar tawaneke terorîstî be li gorî pênaseyên ku di qanûnên rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê sûryeyê û peyman û protokolên navnetewî de hatine diyarkirin.

terorîst: her kesê xwezayî, çi li herêmên rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê sûryeyê be yan jî li derveyî welêt:

– karekî terorîst bike yan jî hewl bide ku bike, bi qest û bi çi amûrê be li gor birgeyên vê qanûnê bi rengekî raste rast an ne raste rast

– beşdar be bi mebest di kiryareke terorîstî de

– karekî terorîst bi rêkûpêk bike yan ji kesne din areste bike ji bo pêkanîna ev karê terorîst

-ew bi mebest beşdarî pêkanîna kiryareke terorîstî ji aliyê kes an komek kesên ku ji bo armancek hevbeş dixebitin, bi armanca berfirehkirina kiryara terorîstî an jî tevlî zanebûna niyeta kes an komek kesan di pêkanîna kiryareke terorîstî

 – navê wî li gorî biryareke dadgeha pispor li herêmên rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê sûryeyê tê lê kirin.

rêxistina terorîst: ew her komek ji kesên xwezayî ye, çi li herêmên rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê sûryeyê û çi li derveyî herêmê bin , ew kiryarên ku di pênaseya berê de hatine behs kirin, plan dike yan jî pêk tine , yan jî li gor xala (3) ya vê qanûnê hatiye diyarkirin.

cemidandin: qedexekirina bikaranîn an veguheztina pereyan e li ser biryara serdozgeriya giştî ya li ser pêşnîyara rêveberiya têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan  û perepêdana terorê û ji bo dema meşandina wê biryarê, ev pere dimîne milkê kesên ku di dema cemidandinê de berjewendiya wan  di wan milk û pereyan  de  hebû  û ji aliyê desthilata dadwerî ve têne birêvebirin.

desteserkirin: bêparkirina mayînde ji diravan ne, li ser bingeha biryareke dadwerî, yan jî biryareke ku ji alîyê desthilateke pispor ve li gor qanûnê hatiye derxistin,  li gor wê biryarê milkdariya pereyên ku hatine desteserkirin, dibin yên rêveberiya xweser li herêmên bakur û rojhilat sûryeyê

pereyên neqanûnî: pereyên neqanûnî, di çarçoveya vê qanûnê de, tê wateya samanên, heyberî an ne heyberî, guhêzbar an neguhêzbar, di nav de  belge an belgeyên qanûnî yên ku mafê xwedantiya wan samanan an jî çi par ji wan, diçespînin, ya hatî encamdan ji  hewldana  kirina  kiryareke tê cezakirn dema tê kirin an ji beşdarbûna di yek ji tawanên bingehîn de.

tawanên resen: kirin, hewldan an jî beşdarbûn di  hêvotin û handankirina pêkanîna yek ji van tawanên li jêr de, çi ev tawan li bakur û rojhilatê sûryeyê hatibin rûdan   yan jî li derveyî vê herêmê.

dezgeha darayî: ew e ku kar û çalakiyan pêk tîne ji bo berjewendiya xerîdarên xwe,   an li ser navê wan, çi bi rengê wê yê qanûnî be, çi bi rengê pargîdaniyek an saziyeke tekane be

pîşesaziyên destnîşankirî: ew e ku kar û çalakiyan pêk tîne ji bo berjewendiya xerîdarên xwe,   an li ser navê wan, çi bi rengê wê yê qanûnî be, çi bi rengê pargîdaniyek an saziyeke tekane be ,û karên li jêr dike

1- şaneyên xanûberan  û simsar , dema ku ji xerîdarên xwe re mal û milkan difiroşin an dikirin.

2- bazirganên kanzayên nirixdar an jî kevirên gewherî.

3- bazirganên entîkan.

4- mafnas, nivîskarên dadwer, jimaryar û çavdêrên hesaban, çi ji wan bi awayekî serbixwe pîşesaziya xwe dike, çi jî hevpar an karmendê pargîdaniyekê be, dema ku ji bo berjewendiya xerîdarên xwe bi van karên jêrîn re amadekariyê dikin bi van çalakiyan:

  1. kirîn û firotina xanûberan.
  2. rêvebirina dirav, kaxezên diravî an hebûnên din.
  3. rêvebirina hesabên bankî, hesabên berdestkirinê, an hesabên kaxezên diravî.
  4. rêxistkirina beşdariyan bi mebesta damezrandin, xebitandin an birêvebirina pargîdaniyan.

h . afrandina kesên qanûnî, xebitandin an rêvebirina wan, û kirîn an firotina saziyên bazirganî. 

5-her kesekî din bi biryara nivîsgeha dirav û dayîna a navendî tê  zêdekirin

xerîdarê demkî:  ew xerîdarê ku têkiliyek domdar bi saziya darayî an nivîsgehên danûstendinê, pargîdanî, an pîşesaziyên diyarkirî re nîne.

têkiliyên berdewam: her têkiliyeke darayî an bazirganî ya ku tê çaverêkirin, piştî damezrandina wê,  ku ji bo demek dirêj berdewam bike û divê çendîn karûbar di nav de bin , têkiliya berdewam , di nav de her têkiliyeke bazirganî  an pîşesazî têkildarî yek ji çalakî an pêvajoyên ku dezgehên darayî ,nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertinê û pîşesaziyên diyarkirî dike , gava ku sazî li bendê bû ku ew têkilî ji bo demekê dirêj bike .

pişkên hilgirê: ew amûrên diravî ne, ku di forma belgeya hilgir de ne, wek qoçanên geştyarî, û amûrên danûstandinê, di nav de qoçanên bankî, fatûreyên pevguhertinê, peyman, fermanên diravdanê, û yên din, ku ji hilgir re ne an jî hatine pejirandin bêyî sînorkirin an ji sûdmendek şêl û gerîmane re hatî dayîn, an bi her rengekî ku destûrê dide  ku mafê  bi radestkirinê were veguheztin.

sûdmendê rastîn: ew kesê xwezayî ye ku xwedan kontrola rastîn û dawîn a li ser xerîdar e, hem jî ew kesê xwezayî ye ku li ser navê wî danûstendin têne kirin, an jî yê ku kontrola wî ya rastîn û dawîn li ser kesekî qanûnî an rêkûpêkeke qanûnî heye di derbarê her xerîdarekî ku kesek qanûnî ye, sûdmendê rastîn ew kesê xwezayî ye

(1) yê ku bi rastî xwedan sermiyana kesê qanûnî an hebûnên wê din e û jê sûd werdigire.

(2) kî, bi her awayî, kontrola bi bandor li ser kesê qanûnî pêk tîne.

(3) kesên ku xwedan 20% an jî zêdetir  ji sermiyana kesê qanûnî ne, rasterast an nerasterast.

 ger kesek xwezayî tune  be ku bi kêmanî% 20 an zêdetir xwedan sermiyana xerîdar be, wê hingê nasnameya kesên xwezayî yên ku postên rêveberiya payebilind digirin an ku bi rêyên din ve kontrolê li ser kesê qanûnî bi kar tînin divê bê destnîşankirin (wekî xwedî mafên dengdanê an mafê erkedarkirin an betalkirina piraniya desteya rêvebir an çavdêriyê…)

nûnerên metirsiya siyasî: kesên ku ji herêmê an ji hêla welatekî biyanî ve bi erkên giştî yên girîng hatine raspartin an jî ji wan re hatine raspartin, wek serokên dewlet an hukûmet, siyasetmedarên payebilind, hukûmetên payebilind, karbidestên dadwerî û leşkerî, efserên payebilind ên rêvebirinê yên di nav rêveberiya xweser de. , berpirsên payebilind di partiyên siyasî de, û berpirsên kargêrî yên di kompanî û dezgehên girêdayî herêmên rêveberiya xweser li bakur û rojhilatê sûryeyê yan li welatekî biyanî, di nav de endamên malbatê heta pileya duyem, yan jî hevkarên wan ên nêzîk

pargîdanî an banka şêl û gerîmane: ew pargîdaniyek an bankek e ku li welatê ku tê de hatiye damezrandin û destûr jê wergirtiye, hebûna xwe ya heyberî tune, û ne girêdayî komeke darayî ye ku di bin çavdêriya yekgirtî ya bi bandor de ye.

hebûna heyberî ya li welat tê wateya hebûna rêveberiyek rastîn tê de, û hebûna şaneyekî herêmî, an karmendên di astên rêveberî yên nizm de, hebûna heyberî pêk nayîne.

rêxistin an komeleyên ne-qezenc: kesek qanûnî, rêkûpêkek qanûnî, rêxistin an saziyek e ku ji bo armancên xêrxwazî, olî, çandî, perwerdeyî, civakî an hevgirtinê diravan berhev dike û lêçûn dike an jî her karekî xêrxwaziyê dike.

komîteya sizayan a neteweyên yekbûyî: ew komîteyên sizayên encumena ewlekariyê ya ser bi neteweyên yekbûyî  ku li gorî biryarnameyên encumena ewlekariyê 1267 (1999) û 1988 (2011) hatine damezrandin, ku biryarên 1373, 1452, 2178, 2253, 2255 û 1373, 1452, 2178, 2253, 2255 û 1988, di nav de ne. hemû biryarên têkildarî wê

beşa duyem: sûcê sipîkirina pereyan û perepêdana terorê

bend (2) tawanê sipîkirina pereyan

yekem: her kesê ku bikeve yek ji van reftarên jêrîn, tê nasîn ku sûcê sipîkirina pereyan kiriye:

  1. veşartina çavkaniya rastîn a pereyên neqanûnî an dayîna bihaneyeke derewîn ji bo vê çavkaniyê, bi her awayî, tevlî zanebûna ku pereyên ku li ser kiryarê ne neqanûnî ne.
  2. veguheztin, pevguhertin an bi karanîna pereyên ji bo kirîna pereyên guhêzbar an neguhêzbar an ji bo pêkanîna karûbarên darayî bi mebesta veşartina çavkaniya wan ya neqanûnî an bi mebesta alîkariya her kesê ku di pêkanîna yek ji tawanên ku di benda (1) de hatine destnîşan kirin da ku ji cezayê birve, tevlî zanebûna ku pereyên ku mijara kiryarê ne neqanûnî ne.
  3. bidestxistin, an bikaranîna pereyan, tevlî zanebûna ku ev pere di dema wergirtinê de dahata tawnê ne.

duyem: tawanbarkirina ku di xala berê de hatiye diyarkirin, beşdarbûna di sipîkirina pereyan de ye, çi bi beşdarbûn, lihevkirin, hêvotin, alîkarî, komplo kirin, hêsakirin, pêşkêşkirina şîretan an jî bi awayên din ên tevkariyê.

sêyem: tawana sipîkirina pereyan bi tawaneke serbixwe ji tawana resen tê nasîn, û sizadana tawana resen nayê wateya ku ew bi tawana sipîkirina pereyan yan jî her yek ji tawanên pê ve girêdayî nayê cezakirin, ji bo çespandina ku pere dahata sûc e, ne hewce ye ku ji bo sûcê resen hukmek were derxistin

benda (3) tawana perepêdana terorê

yekem: her kesek bi tawana pêkanîna perepêdana terorê tê danasîn,ger ew bi mebest bi her awayî, rasterast an nerasterast, pereyan peyda bike, berhev bike, ,bi niyaza neqanûnî ji bo bikaranîna wê an jî tevlî zanebûna ku ew ê bi tevahî an jî beşekî  dê were bikaranîn ji bo pêkanîna kiryarek terorîst  ji hêla kesekî terorîst an rêxistinek terrorist ve .

duyem: ev tê de perepêdana ger û rêwîtiya kesan bi armanca pêkanîna kiryarên terorîstî, plansazkirin, amadekirina wan, beşdarbûn di wan de, hêsankirina wan, an berdestkirina perwerdekirina kiryarên terorîstî an wergirtina perwerdehiya wan.

sêyem: sûc li gor vê bendê pêkhatî tê zanîn û hespandin, tevî ku ew kiryara terorîstî pêk nehatibe yan nehatibe destpêkirin jî, bêyî berçavgirtin cihê çêbûna wê yan cihê ku tê xwestin were kirin yan jî rêxistina terorîstî yan terorîst tê de ye. ger ew  pere hatin bikaranîn di pêkanîna çalakiyê de  an na.

çarem: di nav tawanbarkirina ku di xala berê de hatiye destnîşan kirin, beşdarbûna di perepêdana terorê de , çi di riya beşdarbûn, lihevkirin, hêvotin, alîkarî, hêsankirin, pêşkêşkirina şîretan, an jî bi awayên din ên alîkariya çalakiyên ku di xala yekem de hatine destnîşan kirin

bend (4): sûcê perepêdana belavkirina çekên komkujî

ew pêvajoyek berdestkirina pereyan an xizmetên darayî ye, ya ku  tê bikaranîn bi tevahî an jî beşkî, di çêkirin, bidestxistin, xwedîkirin, pêşkeftin, hinardekirin, veguheztin, brokerkirin, hilanîn an bikaranîna çekên komkuj, kîmyewî, biyolojî de, û navgînên radestkirinê û heyberên têkildar, di nav de amûrên teknolojî  û pertalên du-karanîner yên ku ji bo mebestên neqanûnî têne bikaranîn,

Bi rengekî qanûnên herêmî an daxwazên navneteweyî binpêbike, li cihê ku tê sepandin .

beşa sêyem: erkên dezgehên darayî, nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertinê  û pîşesaziyên diyarkirî

benda (5) pabendbûna bi cezayên navnetewî

divê sazî û dezgehên darayî, nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertinê û   pîşesaziyên diyarkirî pabend bin bi cezayên navnetewî , nemaze yasaya parastina sivîlan li sûryeyê, di warê pabendbûna bi van xalan:

-bikaranîna sîstemên elektronî ji bo ezmûnkirina navên xerîdar li ser lîsteyên cezayên navneteweyî

– tavilê rawestandina danûstandinanan û blokkirina hesab û pêvajoên têkildarî navên ku di nav lîsteyên cezayên navneteweyî de cih digirin

-ezmûnkirina danûstendin û veguheztinên derçûyî û derhatî  ji bo verastkirin ku navên bi van danûstendinan de girêdayî ne , ne girêdayî navên navnîşkirî di lîsteyên cezayên navneteweyî de .

-verastkirin ku pêvajo û veguheztinên ku li ser navê xerîdarên wê têne kirin bi sektorên ku di lîsteyên cezayên navneteweyî de ne ,ne girêdayî ne.

raporkirina rêveberiya têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê li nivîsgeha dirav û dayînan a navendî, yekser û bê derengî , bi her hesab û karên ku bi navên di lîsteyên cezayên navneteweyî de hatine girêdan an guman , bi merca  raporkirina   balansên  hesab û karên ku hatine cemidandin, ji bilî pêçek û pelên xerîdaran, nîmoneya (xerîdarê xwe nasbike û daxuyaniyên hesaban)

bend (6) bidestxistina destûrdanê

bêyî wergirtina destûrdana pêşwext ji dezgehên pispor li gorî birgeyên qanûnên cîbecîker, pêkanîna her yek ji karên sazî û dezgehên darayî, nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertinê û  pîşesaziyên diyarkirî yên girêdayî benda (1) a vê qanûnê qedexe ye.

xala (7) nêzîkkirina avakirî li ser metirsiyan 

1 – saziyên darayî,nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertinê û pîşesaziyên destnîşankirî divê nêzîkatiyek li ser bingeha metirsiyê ji bo têgihîştin, rêvebirin û nirxandina metirsiyên şûştina pereyan, perepêdana terorê û belavbûna çekan, kêm bikin û bi berdewamî çavdêriya pêkanîna van rêkaran bikin, dema pêwîst be wan bi pêş bixin di heman demê de divê ew lêkolînek nivîskî ya nirxandina metirsiyê û zanyariyên pê ve girêdayî bidomînin, wê dem bi dem nûjen bikin, û li gorî daxwazê ​​ji aliyên pispor re peyda bikin. hemî sazî û dezgehên darayî, nivîsgehên danûstendinê û pargîdanî, û pîşesaziyên diyarkirî, her xerîdarên xwe û danûstandinên wan, çi ku rengê wan be, çi kesek xwezayî be, çi mafnas, çi rêxistin an komeleyek neqezenc, wekî metirsiya kêm, metirsiya navîn, an metirsiya bilind katgorî dikin

2- dema ku ji bo xerîdarek an danûstendinek asta  metirsiyê were destnîşankirin, divê saziyên darayî,nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertinê û pîşesaziyên destnîşankirî her yek ji faktorên jêrîn li ber çavan bigirin:

metirsiyên xerîdar

metirsiyên berhem û xizmetguzariyan

metirsiyên cihê erdnîgarî

metirsiyên tora pêşkêşkirina xizmetguzariyê

3- saziyên darayî ,nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertinê û pîşesaziyên destnîşankirî stratejî û tedbîr û rêkarên pêşwext û domdar datînin da ku metirsiyên ku bi her xerîdar û danûstendinên wan ve girêdayî destnîşan ,çavdêr û sivik bikin.

4-saziyên darayî ,nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertinê û pîşesaziyên destnîşankirî dema ku metirsiyên sipîkirina pereyan û perepêdana terorê bilind têne nasîn divê rêkarên tund ya lênêrîna pêwîst bê sepandin  û divê rê bê dayîn bo nivîsgehên danûstendinê, pargîdanî û pîşesaziyên destnîşankirî bi sepandina   tedbîrên lênêrîna pêwîst  li gor bendên (8) û (9) yên vê qanûnê  dema ku metirsiya sipîkirina pereyan û perepêdana terorê kêm û navîn were dîtin, û na be tedbîrên sivik   dema gumana bi sipîkirina pereyan û perepêdana terorê bê sepandin , wê hingê tedbîr û rêkarên lênêrîna hişk têne sepandin  li gorî ku di benda (10) ya vê qanûnê de hatiye diyarkirin,

5- saziyên darayî ,nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertinê û pîşesaziyên destnîşankirî divê metirsiyên sipîkirina pereyan û perepêdana terorê yên ku ji pêşkeftina berhem û kiryarên nû derdikevin an dema ku guhertinên bingehîn di xwezaya berhem û xizmetan de çêdibin, di nav de metirsiyên ku bi kenalên nûjen re têkildar in,  û her weha bikaranîn an pêşkeftina teknolojiyên nû an pêşkeftî ji bo berhemên nû an heyî

ji bo vê yekê, metirsiyên ev berhem, pratîk û teknolojiyên berî destpêkirina xebata wan binirxînin, û ji bo birêvebirin û kêmkirina van metirsiyan tedbîrên têrinde bigrin.

6- di heyama şêst rojan de piştî dawiya her saleke zayînî, saziyên darayî ,nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertinê û pîşesaziyên destnîşankirî dema ku metirsiyan dinirxînin, stratejiya kategorîkirina metirsiyê ku ji hêla wan ve hatî pejirandin dinirxînin, bi merca ku ev stratejî ji hêla hûrbînekî ji derve û serbixwe ve were vekolînkirin û ne derengtirî pênc rojên xebatê piştî bidawîbûna maweya şêst-rojî ya destnîşankirî, çavdêr rapora xwe pêşkêşî rêveberiya têkoşîna dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê ya li nivîsgeha dirav û dayînan a navendî dike

7- di heyama şêst rojan de piştî bidawîbûna her saleke zayînî, saziyên darayî ,nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertinê û pîşesaziyên destnîşankirî nirxandineke salane ya hemî metirsiyên heyî û gengaz ên bi xerîdar û danûstandinan de girêdayî,herî dereng panzdeh rojên kar piştî bidawîbûna şêst rojên destnîşankirî , nirxandina salane ji rêveberiya têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê ya li nivîsgeha dirav û dayînan a navendî re tê pêşkêş kirin, ligel stratejiyek ji bo kêmkirina her metirsiyeke diyarkirî.

8- saziyên darayî ,nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertinê û pîşesaziyên destnîşankirî nirxandineke veqetandî amede dikin, her ku nîşanên rûdana guhertinên cewherî  di metirsiyên girêdayî xerîdarekî taybet an danûstendineke taybet xuyakir ,divê ev nirxandin bê amedekirin û pêşkêşkirin bo rêveberiya têkoşîna sipîkirina pereyan û perepêdana terorê li nivîsgeha dirav û dayînan a navendî li gel stratejiyeke şopandî ji bo rakirina her metirsiyeke nû derdikeve di heyama panzdeh rojên kar de ,piştî vedîtina guhertina di metirsiyan de

9- komîteya bilind a têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê yek an çend giştînameyan derdixe ya ku tê de rêwerzên berfireh û pêvek hene gengaze ji bo cîbicîkirina birgeyên jorîn pêwîst bin . 

bend (8) rêkarên  lênêrîna pêdivî

yekem: saziyên darayî ,nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertinê û pîşesaziyên destnîşankirî divê ji bo naskirina nasnameya xerîdar û sûdmendên rastîn tedbîrên lênêrînê bigirin, nemaze di rewşên jêrîn de:

1- dema ku têkiliyek karsaziya domdar ava dike.

2- dema ku danûstandinek ji bo xerîdarên demkî û mayînde  bi awayê veguhastina birûskname tê kirin, an lêçûnkirina pereyên ku nirxên wan ji pênc hezar dolarên amerîkî zêdetir in an jî hevsenga wê bi diravên din .

3- dema ku guman hebin ku tawanek sipîkirina pereyan an jî tawanek perepêdana terorê çêbûye, bêyî  ku berçavgirtina pereyên ku di vê qanûnê de hatine diyarkirin hebin.

         4-dema ku guman li ser rastbûn, têrbûn an rastbûna daneyên ku berê di derbarê nasnameya xerîdar de hatine bidestxistin de hebe.

duyem: saziyên darayî qedexe ne têkevin  têkiliyên karê peyamnêriyê an berdewam bin tê de bi  bankên şêl û gerîmane re , herwesa ev alî nikarin têkiliyên kar bikin bi saziyên sûdmend re ger ew sazî rê bidin bikaranîna hesabên wan ji aliyên bankên şêl û gerîmane ve .

sêyem: ji saziyên darayî re qedexe ye ku hesabên nenas û bi navên ku eşkere xeyalî ne hilbigrin.

çarem: saziyên darayî,nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertinê û pîşesaziyên destnîşankirî, divê hemû tedbîran werbigirin dema  ketina  pêwendiyek bazirganî  an cîbicîkirina danûstandinek bi her xerîdarekî dixwaze kiryarekê pêkbîne  bi awayekî nerasterast ,bi armanca naskirina nasnameya xwe, ji bo danûstandinê bi metirsiyên girêdayî  sipîkirina pereyan û perepêdana terorê re .

pêncem: saziyên darayî divê tedbîr û rêkarên verastkirina nasnameya xerîdar û tedbîr û rêkarên lêkolînê ji bo saziyên darayî û bankên peyamnêr bisepînin dema sazkirina pêwendiyek karsaziyê bi wan re ,  herwesa divê tedbîrên lênêrîna pêdivî yên jêrîn bêne girtin.

  1. wergirtina erêkirina rêveberiya payebilind berî avakirin têkiliyan bi saziyên darayî û bankên peyamnêr re
  1. 2. komkirina agahiyên têrinde derbarê dezgehên darayî û bankên peyamnêr da ku bigihîjin têgihiştineke tam ji xwezaya karê wan û bi riya zanyariyên berdest, destnîşankirina cûreya navûdengiyê û cûreya çavdêriya ku  li ser tê sepandin , di nav de ka ew di derbarê sipîkirina pereyan, perepêdana terorê, an tedbîr û rêkarên din de hatine lêpirsîn kirin.
  2. 3. nirxandina kontrolên ku ji aliyê saziyên darayî û bankên peyamnêr ve ji bo têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê tên bikaranîn û piştrast kirin ku ew têrane û bi bandor in bi rêya pirsname ya ku bi rêya wê saziya darayî an bankên peyamnêr neçar in ku bersivê bidin pirsên navnîşkirî ya ku helwesta saziya darayî û banka peyamnêr di derbarê pabendbûna bi qanûn û kontrolên çavdêriyê , pîvan û tedbîr û rêkarên verastkirina nasnameya sepandî li ser xerîdarên wê , hewildanên wê di warê sipîkirina pereyan û perepêdana terorê de, û asta berdestbûna siyaset û rêkarên navxweyî yên bi bandor derbarê vê yekê eşkeredike.

4-diyarkirina berpirsyariya saziya darayî û banka peyamnêr ji têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê

5-piştrastkirin ku saziya darayî û banka peyamnêr di bin serweriya serpereştiyeke çavdêrî çalak ji hêla desthilatdarên pispor ve

6-belgekirina her agahiyî ,belge û hevpeymanên ku hatin nivîsandin bi saziya darayî û banka peyamnêr re û berdestkirina wan bo desthilatên têkildar dema ku pêwîst be

7-piştrastkirin ku saziyên darayî û bankên peyamnêr ya ku li rex saziyên darayî yên herêmî hesabên diravdana peyamnêr hildigre ,rêkarên lênêrîna pêdivî li ser xerîdarên wê yên ku mafê wan heye bighêjin wan hesaban tên sepandin û ew dikare daneyên pênasiya têkildar li ser xerîdaran berdest bike    

şeş : saziyên darayî ,pargîdanî û nivîsgehên pevguhertinê, û pîşesaziyên diyarkirî bi berçavgirtina encamên nirxandina metirsiyê li gorî birgeyên di benda (7) de, divê tedbîrên jêrîn bi cih bînin:

1- naskirina nasnameya xerîdaran, û verestkirina wan çi mayîn de bin , çi demkî bin, a kesên xwezayî an qanûnî bin, bi lêkolîna belge, dane an zanyariyên girêdayî wan, bi riya çavkaniyên serbixwe û pêbawer

2- verastkirin ku her kesê ku dibêje  ku li ser navê xerîdar tevdigere destûr heye ku vê yekê bike, û rêkarên nasname û verastkirinê divê ji bo vî kesî bêne sepandin

3- destnîşankirina nasnameya sûdmendê rastîn ji xerîdar  , û girtina hemî tedbîrên gengaz ji bo verastkirina vê nasnameyê ,di riya bikaranîna belge, agahdarî an daneyên ji çavkaniyên serbixwe û pêbawer , ji bo misogeriya gihîştina saziya darayî an saziya ne-darayî û pîşesaziya diyarkirî  bo paweriyeke  ku wî sûdmendê rastîn nas kiriye.

  • kontrola domdar a têkiliya bazirganî ya bi xerîdar re, di nav de piştrastkirina ku danûstendinên ku ji vê pêwendiyê derdikevin bi zanyariyên berdest a li ser xerîdar, çalakiya wî, û mêjera metirsiya ku ew têde xuya dike , tevî çavkaniya diravên wî, eger pêwîst be hemahengin

5- nirxandina dem bi dem ya belge, dane û agahiyên têkildarî danasîn û verastkirina nasnameya xerîdar , û piştrast ji hilgirtina dane û zanyariyên nûjenkirî û guncav di vî warî de li gorî asta metirsiya xerîdar bi vî rengî têne hilgirtin:

  1. her çar salan ji bo xerîdarên kêm-metirsî.
  2. her du salan ji bo xerîdarên metirsiya navîn.
  3. her sal ji bo xerîdarên metirsiya bilind.

6- saziyên darayî ,pargîdanî û nivîsgehên pevguhertinê, û pîşesaziyên diyarkirî  dema ku di rewşa xerîdar de guherînek bingehîn çêbibe bi rengekî bandorê li katgorîkirina wî bike divê dane û belgeyên xerîdar nûjen bikin.

benda (9) lênêrîna pêdivî ya hêsankirî

saziyên darayî ,pargîdanî û nivîsgehên pevguhertinê, û pîşesaziyên diyarkirî  dikarin tedbîrên lênêrîna pêdivî ya hêsankirî li gorî faktorên metirsiya  kêmane ên ku di encama nirxandina metirsiyê de têne encamdan, piştî cîbicîkirina pêdiviyên benda (8) a li jor bisepînin, û bi merca ku gumana sipîkirina pereyan an perepêdana terorê tune be,  an nebûna yek ji rewşên taybet ên ku  tê de metirsî bilinde.

benda (10) lênêrîna pêdivî ya tund

saziyên darayî ,pargîdanî û nivîsgehên pevguhertinê, û pîşesaziyên diyarkirî , pabendin, ji bilî pêdiviyên benda (8)-an,  bi sepandina rêkarên lênêrîna pêdivî ya tund ji bo zanîna nasnameya xerîdaran  û  pêvajoyên ku têne kirin an dê bên kirin ji bo bidestxistina zanyariyên zêde ji xerîdar, dema ku ew wekî metirsiya bilind tê kategorî kirin, bi merca ku wek asta  biçûk ne kêmî ev rêkaran be:

1-bidestxistina zanyariyên pêvek ,ji xerîdar

2- veger bo zanyariyên berdest  ji gel re an bingehên daneyan li ser malpera enternêtê

3-bidestxistina erêniya rêveberiya bilind di vekirina hesabê xerîdar

4-girtina rêkarên hişmend ji bo destnîşankirina çavkaniya saman û pereyên xerîdar û sûdmendên rast

5-daxwaza belgeyên destekker bo pêvajoyên ku htine cîbicîkirin an dê bên cîbicîkirin

6-bi destxistina zanyariyan derbarê neferên malbatê yên rasterast an hevbarên xwedan desthilat di pêkanîna pêvajoyan di riya hesêb re

7- nirxandina jêderên wek lîsteyên navên berdest:  ji bo destnîşankirin ka xerîdar ji kesên siyasî yên nûneratiya metirsiyan dike an na

8- bi destxistina zanyariyan bi rengekî rasterast ji xerîdar derbarê gengaziya ku bibe kesekî siyasetmedar nûneretiya metirsiyan bike

bend (11) sepandina tedbîrên lênêrîna pêdivî ji bo hin karsazî û pîşesaziyên destnîşankirî

divê bazirganên kevirên nirxdar  û ji bilî wan her bazirganên pertalên giranbuha  daxwazên ku di benda 8 de hatine destnîşankirin bisepînin dema wergirtina pereyên diravî yên ku ji sînorê ku bi biryara nivîsgeha dirav û dayînan a navendî hatiye diyarkirin derbas dikin, an jî gava gumana sipîkirina pereyan  an kiryarên perepêdana terorê li dora wan hebin, û her weha şaneyên xanûber û simsaran dema ku beşdarî danûstandinên bi firotin û kirîna xanûberan dibin

benda (12) negengaziya sepandina rêkarên lênêrîna pêdivî

ger saziyên darayî ,pargîdanî û nivîsgehên pevguhertinê, û pîşesaziyên diyarkirî nikaribin tedbîr û rêkarên çespandin û verastkirina nasnameya xerîdar ku di benda (8) de hatine destnîşan kirin pêk bînin, divê hesêb venekin, bi xerîdar re têkiliya bazirganiyê destpê nekin.  ti karan bo hesabê xwe nekin ,  têkiliya bazirganî bi dawî nekin, her weha divê  di şandina raporek gumanbar derbarê  xerîdar de ji rêveberiyê re ji nûve nirxandin hebe.

bend (13): xwespartin li ser aliyên sêyem ji bo verastkirina nasnameyê

yekem: saziyên darayî ,pargîdanî û nivîsgehên pevguhertinê, û pîşesaziyên diyarkirî  dikarin pişta xwe bidin aliyên sêyemîn wek dezgehên darayî û ne darayî û pîşesaziyên destnîşankirî  ji bo sepandina tedbîrên ku di xala (6)ji benda (8) de hatine destnîşan kirin, bi merca ku piştrast bin ji hêmanên jêrîn:

1tavilê ji van saziyên darayî ,pargîdanî û nivîsgehên pevguhertinê, û pîşesaziyên diyarkirî agahiyên pêwîst ên têkildarî naskirina xerîdar werbigirin.

2avêtina pêngavên guncav  ji bo ku sazî û dezgehên darayî yan dezgehên ne darayî û pîşesaziyên destnîşankirî, li ser daxwazê, çapên belgeyên nasnameyê û belgeyên din ên pêwendîdar bê derengî bidin.

3 dezgehên darayî,nivîsgehên pevguhertinê, pargîdanî û pîşesaziyên destnîşankirî divê piştrast bin ku ev saziyên darayî,nivîsgehên pevguhertinê, pargîdanî û pîşesaziyên diyarkirî di bin kontrol û çavdêriyê de ne û ji bo pêdiviyên nasnameya xerîdar û tomarkirina qeydên wan tedbîr û rêkarên guncav hebin

4- ger saziyên darayî ,pargîdanî û nivîsgehên pevguhertinê, û pîşesaziyên diyarkirî  yên ku alîkarî jê têne xwestin li welatekî din bin, divê saziyên darayî,nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertinê û pîşesaziyên destnîşankirî  ,nêrîn di zanyariyên berdest li ser asta metirsiyên di nav de pêkbînin , ji bo destnîşankirina radeya  guncavbûna  alîkariyê ji saziyek an hêleke ku ser bi van welatan e. 

5- di hemû rewşan de, berpirsiyariya sereke ya cîbicîkirina van rêbazan li ser saziyên darayî,nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertinê û pîşesaziyên destnîşankirî ên ku xwe dispêrin aliyê sêyemîn dimîne.

duyem: ger saziyên darayî,nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertinê û pîşesaziyên destnîşankirî  yên ku di sepandina tedbîr û rêkarên naskirin û verastkirina xerîdaran de alîkarî jê tê xwestin beşek ji heman koma darayî bin, wê demê şert û mercên xala (yekemîn) ya vê bendê gengaze bêne hesibandin, eger şert û mercên pêwîst pêk bên ev in:

1-koma darayî rêkarên naskirin û verastkirina nasnameyê û herwiha  sîstemên navxweyî  û sîstemên ji bo parastina belge û tomarên hemaheng bi bendên ku di vê qanûnê de hatine

2- sepandina tedbîr û rêkarên ku di xala (1) ya benda (yek) ya jorîn de hatine behs kirin, di asta komê de ji aliyê desthilata çavdêriyê ve girêdayî ye.

 3-metirsiyên mezin ên ku ji hebûna saziyên darayî ,pargîdanî û nivîsgehên pevguhertinê, û pîşesaziyên diyarkirî  ên ku li welatekî din alîkarî jê tê xwestin, bi awayekî guncav di riya  siyaseta grûpê derbarê têkoşîna sipîkirina pereyan û perepêdana terorê de hatin kêmkirin

bend (14): kesên siyasetmedar nûnerên metirsiyan

yekem: divê saziyên darayî ,pargîdanî û nivîsgehên pevguhertinê, û pîşesaziyên diyarkirî   sîstemên guncav ji bo   rêveberiya metirsiyan bipejirînin da ku diyar bikin ka xerîdar an sûdmendê rastîn kesekî siyasî  ya  nûnertiya metirsiyên herêmî an biyanî ye, û eger wesa be, tiştên jêrîn bikin:

1bidestxistina erêkirina encûmena  rêvebir berî sazkirina  pêwendiya bazirganiyê bi xerîdaran re , an jî berdewamî tê de  ji bo xerîdarên niha.

2girtina hemû tedbîrên hişmend ji bo diyarkirina çavkaniya saman û diravên xerîdar,

3sepandina tedbîr û rêkarên lênêrîna pêdiviya tund li gor benda (10)an .

duyem: saziyên darayî ,nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertinê û pîşesaziyên destnîşankirî , divê heman rêkarên ku di xala berê de hatine ziman , li ser endamên malbatên kesên ku ji ber posta wan di metirsiyê de ne, û aliyên ku têkiliyên wan ên nêzîk bi wan re hene, bicîh bînin.

sêyem: saziyên darayî ,nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertinê û pîşesaziyên destnîşankirî  divê heman rêkarên ku di xalên (yekemîn) û (duyem) de hatine ziman bisepînin ji bo heyama ne kêmtir ji sê salan ji dîroka ku kesê siyasî ku nûneratiya metirsiyan dike dev ji posta xwe berdide.

benda ( 15 ) peywendiyên bankî yên peyamnêr

ji bilî tedbîrên ku di xala (8) a vê qanûnê de hatine destnîşankirin, divê saziyên darayî dema ku têkiliyên bankî yên li derveyî sînor saz dikin tedbîrên jêrîn bigirin:

 1- komkirina agahiyên têrnde derbarê saziya peyamnêr bi riya  zanebûna xwezaya karê wê  ,  nirxandina navûdenga ku pê tê nasîn û cûreya çavdêriya ku li ser tê kirin, ev yek jî di nav de  zanebûna ka gelo ew an yek ji endamên encûmena rêvebir an xwedanên para kontrol di wê de, lêkolîn bi wan re hatiye kirin derbarê sipîkirina pereyan an tawanên perepêdana terorê an çi ceza an tedbîrên rêveberî.

2-komkirina agahiyan derbarê xwezaya çalakiyên saziya darayî ya ku li gel wê têkiliyên peyamnêr tên danîn

3- bidestxistina erêkirina rêveberiya bilind berî avakirina têkiliyeke bankî peyamnêr

4-di têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê de nirxandina kontrolên ku ji hêla saziya peyamnêr ve têne sepandin

 5-di rewşên hesabên diravdan bi  peyaman , piştrast kirin ku saziya darayî nasnameya xerîdarên xwe yên ku mafê wan ê rasterast  di bikaranîna van hesaban de heye verastkirine û li ser wan mekanîzmayên çavdêriyê yên domdar pêkanîne û dikare zanyariyên têkildarî nasnameya wan peyda bike , dema ku tê xwestin

benda (16): agahiyên girêdayî  veguhestinên birûskname

yekem: dezgehên darayî ji bilî rêkarên lênêrîna pêdivî mijara  benda (8) ji vê qanûnê, saziyên darayî pabend in di dema ku li ser daxwaza xerîdarên xwe veguhestinên birûskname ya navxweyî an biyanî dikin, van zanyariyan ji wan dixwazin:

1navê fermandarê veguhestinê.

2dema ku ev hesab ji bo pêkanîna danûstendinê tê bikar anîn, hejmara hesabê kesê ku fermana veguhastinê dide.

3navê sûdmend.

4hejmara hesabê sûdmend dema ku ev hesab ji bo pêkanîna pêvajoyê tê bikaranîn, navê bankê, navnîşana wê û hejmara telefona wê.

  • sedema veguhestinê.

duyem: dezgeha darayî di dema wergirtina veguheztinan de an jî wergirtina rola navberkar di zincîreyek diravdanê de, pêdivî ye ku tedbîrên pêwîst bigire ji bo destnîşankirina veguheztinên ku zanyariyên berfireh derbarê daxwazkerê veguheztinê û sûdmend tune bin, divê zanyarî bi saziya veguheztinê re an bi sûdmend re verast bikin ,ger zanyariyên wenda neyê bidestxistin, saziya darayî pêdivî ye ku siyaset û rêkarên li ser bingeha metirsiyê bicîh bîne da ku diyar bike ka dê kengê veguheztinek were pejirandin, sekinandin an red kirin

bend / 17 pêşkêşkirina raporan

yekem: saziyên darayî ,nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertinê û pîşesaziyên destnîşankirî pabendin  bizûtitrîn dem ,di heyameke ne kêmî 15 rojan de ji her kiryar an hewldanek ji bo pêkanîna danûstandinê,  bêyî berçavgirtina  nirxê wê, eger  guman hebe, yan jî sedemên  gengaz hebin ku bawerî bê kirin ku ev danûstandin bi pereyên ku ji sûcek an jî bi pêvajoyên sipîkirina pereyan ve girêdayî ne têne kirin, û eger guman bi perepêdana terorê re têkildar be, divê rêveberî  herî zêde di heyama pênc  rojên xebatê de were agahdar kirin. .

duyem: parêzer , pisporên din ên mafnas û jimaryarên serbixwe nikarin erka ragihandinê ya ku di xala berê de hatiye destnîşan kirin bi cih neynin, ger ku zanyariyên têkildarî kiryara gumanbar bi merca ku aliyên çavdêriya van pîşesaziyan mijarên ku dê di çarçoveya pileyên pîşesazî yên qanûnî an nehêniya pîşesazî de bin, û mekanîzmaya pêwîst ji bo agahdarkirina rêveberiya danûstendinên ku gumana wan bi sipîkirina pereyan an jî pêvajoyên perepêdana terorê heye diyar bikin

sêyem: vekirina dozên tawanî û sivîl û girtina tedbîrên dîsîplînî û rêveberî nayê destûr kirin li hember saziyên darayî û nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertin û pîşesaziyên diyarkirî, an rêveber û karmendên wan, di dema binpêkirina her qedexeyek li ser ragihandina zanyariyan , ya ku li gorî biryar an qanûnekê hatiye sepandin, eger wan bi dilpakî, rapor an zanyariyên din dane rêveberiyê.

benda (18): hişyar nekirina xerîdaran

yekem /qedexe ye li ser saziyên darayî û nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertin û pîşesaziyên diyarkirî û rêvebir ,karmend û hemî karkerên wan, hişyarkirina xerîdar ,eşkerekirin ji wî re û ji bilî wî re derbarê rapor ,zanyarîyên tên pêşkêşkirin bo rêveberiyê an zanyariyên girêdayî gumana  vekolîna dozên sipîkirina pereyan û perepêdana terorê , û jê tê ji dûrxistin pêvajoyên eşkerekirin an peywendî di navbera rêvebirên saziyên darayî û nivîsgehên pevguhertinê û pîşesaziyên destnîşankirî û karmendên wê û hemî karker û karmendên tê de dixebitin û parêzer  û aliyên pispor

duyem: hewldana parêzer  û pisporên mafnas û jimaryarên din ên serbixwe,yên ku bi rengdêra xwe wek pisporên mafnas yên serbixwe dixebitin, ji bo ku xerîdar ji kirina karên neyasayî dûrbixin, nayê asta hişyarkirinê.

bend 19 parastina tomaran

yek:  saziyên darayî û nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertinê û pîşesaziyên diyarkirî , divê tomarên girêdayî zanyariyên jêrîn bên parastin û piştrastkirin bihêsanî ji berdestbûna tomar û qeyd û zanyariyên ku di nav de hene  da rêveberî bibîne ,

1-belgeyên ku tên bidestxistin li gor birgeyên vê qanûnê ya ku nasnameyên xerîdar  , sûdmend û doseyên hesaban   burahan dike , birengekî ev tişt misoger dike :  belgeyên vekirina hesaban ,nîmoneyên îmzeyan,fatûrên hesabên raporên navxweyî ya ku ji alî berpirsyarên pabendê ve hatine hilgirtin ,tomara ajansan ,nûçegîhandin ,encamên her dahûrandinekê hatiye kirin û her tomar û daneyên din yên tên destnîşankirin ji hêla aliyên çavdêr ve û herî kêm pênc salan tên parastin piştî bi dawîbûna têkiliya bazirganî û piştî dîroka pêvajoyên sebaret bi pêvajoyên pêşeng

2-tomarên danûstandinan ya ku rê dide ku danûstandin ji nû ve bên siwarkirin , ew danûstandinên ku xerîdaran hewldan ku pêkbînin bi rengekî bihêle wek burhan bên pêşkêş kirin dema vekolîna dozên têkildar û herî kêm 5 salan tên parastin biştî hewldana cîbicîkirina danûstandinê an cîbicîkirina danûstandinê birastî

du:  komîteya bilind a têkoşîna li dijî şuştina pereyan û perepêdana terorê dikara hilgirtina belge ,tomar, zanyarî,an raporan bo demeke dirêjtir di rewşên ku destnîşan dike , bixwaze

bend 20 pêşkêşkirina zanyariyan

saziyên darayî,nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertinê û pîşesaziyên destnîşankirî pabendin bi pêşkêşkirina zanyarî û belgeyan bo aliyên çavdêr yên serpereşt li ser , her yek li gor taybetmendiya xwe dem xwestinê , û nabe dayîn bi nehêniya pîşesazî bibe ji ber nepabendbûna bi vê yekê

bend (21): bernameyên navxwe ji bo têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê 

saziyên darayî,nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertinê û pîşesaziyên destnîşankirî divê ji bo têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê bernameyan amede bikin, pêş bixin û bi cih bînin, bi merca ku di nav  ev bername de ev hêman hebin:

1-siyaset, pîvan û kontrolên navxweyî yên guncav ji bo misogerkirina sepandina pîvanên bilind ji bo têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê, sepandina wan li ser xerîdarên heyî û nû, agahdarkirina karmendan bi wan, perwerdekirina wan, û misogerkirina pejirandin û sepandina wan ji hêla encûmena rêvebir, rêveberê giştî, milikdar, an nûnerê wî yê rayedar di saziyên darayî,nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertinê û pîşesaziyên destnîşankirî de, û pêşvebirina van siyasetan û kontrolên navxweyî her ku pêwîst bike an jî guhertinên bingehîn di pîvanên navneteweyî de hebin.

2- siyaset, pîvan û kontrolên navxweyî yên guncav ji bo misogerkirina pîvanên bilind dema erkedarkirina mirovan têne sepandin.

3-perwerdekirina berdewam ya karmend û karkeran ji bo bikêrhatinkirina wan di warê têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê de .

4-rêxistinên hûrnêrîna navxweyî ji bo nirxandina pabendbûna bi tedbîrên ku ji bo cîbicîkirina vê qanûnê hatine girtin û bandora wan.

5-danîna sîstemên çavdêrîkirin û pbendbûn, tedbîr û rêkarên lênêrîna pêwîst , girtina tomaran, çespandina danûstendinên neasayî û bi guman, û pabendbûna bi raporkirinê.

6- ger saziyên darayî,nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertinê û pîşesaziyên destnîşankirî bi girûpeke darayî ve girêdayî bin, divê ew sîstemek ji bo têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê di asta komê de pêş bixin ya ku ji hêla hemî şax û pargîdaniyên wê ve tê sepandin û di nav de

a-. siyaset û tedbîr û rêkarên ji bo bihevguhertina zanyariyên têkildarî naskirina nasname û rêvebirina metirsiyên   sipîkirina pereyan  perepêdana terorê.

  1. destûr dan bo şax û pargîdaniyan bi pêşkêşkirina zanyariyên têkildar bi xerîdar , hesab û karûbarên wan re bo erkên pabendbûnê, çavdêrîkirin û têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê da ku daxwazên têkildar bicîh bînin.
  2. danîna garantiyên têrinde ji bo parastina nehênîtiya zanyariyên pevguhêr û çawaniya  bikaranîna wan .

benda (22): sazkirina rêzkirineke rêveberî ji bo pabendbûnê

 saziyên darayî ,pargîdanî û nivîsgehên pevguhertinê, û pîşesaziyên diyarkirî  divê di asta rêveberiyê de rêgezên rêveberî yên guncav saz bikin da ku cîbicîkirina daxwazên vê qanûnê li gorî van xalên jêrîn piştrast bikin:

1 . avakirina yekîneyeke pabendbûnê li ser asta navenda sereke û şaxan , berpirsyar e ji tedbîr û rêkarên  têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê û raporkirin û ragihandina bi rêvebiriyê re, ev yek rasterast ji aliyê xwedanê rêveberiyê ve an kesê raspartî ve tê kirin  .

  1. 2. erkedarkirina berpirsyarekî pabendbûnê ji kesên jêhatî û durust li ser asta navenda sereke û şaxan.
  2. 3. karbidestên lihevhatinê yên ku daneyên nasnameya xerîdar û zanyariyên din ên ku ji tedbîr û rêkarên lêkolînê, tomarên danûstendinê û zanyariyên din ên têkildar hatine wergirtin bibînin

4-avakirina karê kontrolkirina navxweyî ya serbixwe  ji bo ceribandina pabendbûna bi van siyaset, rêkar û kontrolan , bi rengekî ezmûna pabendbûnê misoger bike di rêya nîmûneyên  ezmûnê

  • danîna bernameyekê ji bo perwerdekirina karmendan ya ku tê de danasîna qanûn, rêzikname, rênîşandan û peymanên navneteweyî yên têkildarî têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê, bi taybetî pêdiviyên lênîrîna pêwîst bi xerîdar û raporkirina pêvajoyên gumanbar, û zanyariyên bi rêbaz û teknîkan ve girêdayî . di warê têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê de.

bend (23): şax û dezgehên li derve

saziyên darayî yên ku li derveyî welat şax an şaxên wan hene ku xwediyê piraniya pişkên wan in, divê piştrastbin  ku ew şax û pargîdanî daxwazên ku di vê qanûnê de hatine destnîşan kirin bicîh tînin, di rewşên ku tedbîrên bi vî rengî li welatê mêvandar ji pargîdanî an şaxê kêmtir tund re, bi awayekî ne dijber be qanûn û lîsteyên cîbicîkar li vê dewletê. pêdivî ye ku ew rayedarê çavdêriyê agahdar bike û tedbîrên din ên yedek bigire di bûyera ku ew nikaribe tedbîrên guncav ji bo têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê li gorî qanûn û lîsteyên cîbicîkar  li welatê mêvandar.

bend (24): mîheng û kontrolên danûstandinê bi pişkên hilgirê

yekem: saziyên darayî divê ji her kesê xwezayî an qanûnî  yê ku xerîdarê wan e an jî ji bo wan pêvajoyan li dar dixe bixwaze ku zanyariyên tam û durist li ser wê yekê derbarê ka wî derxist an pişkên hilgir hildigre û divê saziya darayî ji vî kesî bixwazr ev tişt pêkêşbike

a –  di derbarê kesek qanûnî de ku xwedan pişkên hilgirê wê ye  :

1–   lîsteya hûrgulî ya hemî pişkên ku ev kes milikdarê wê ye .

2 –  belgeyek fermî ku nasnameya wî diçespîne (çapa resen an   pejirandî ya pasaportê, karta nasnameyê an destûrnameya ajotinê)

3 –  delîlên piştgirî yên guncav ku xwedantiya wan a pişkan diçespîne .

b – di derbarê kesekî qanûnî de yê xwediyê pişkên hilgirê ku ji hêla pargîdaniyeke din ve hatî derxistin:

1-. – lîsteyek berfireh a hemî pişkên ku ev kesê qanûnî milikdarê wê ye

  1. – belgeyek fermî ku nasnameya vê kesê qanûnî diçespîne (ji bo kesê qanûnî yê neteweyî: belgeyek fermî ku ji hêla qeyda bazirganî ve hatî pejirandin ji bo kesê qanûnî yê biyanî: belgeyek ku ji hêla qeyda bazirganiya biyanî ya têkildar ve hatî pejirandin an belgeyek hevseng, wek bawernamyek qeydkirinê bi kategorîkirinek baş
  2. – burhanên guncav ên ku îspat dikin ku kesê qanûnî xwediyê parên hilgirê ye.

t- derbarê kesê yasayî yê ku pişkên hilgirê derxistiye: lîsteyek berfireh a hemî xwediyên pişkên hilgirê, tevî navnîşanên xwediyên wan û belgeyên nasnameyê yên pêwîst.

duyem: divê her saziyek darayî daxwaz ji her kesekî siruştî yan yasayî bike ku zanyariyan li gor xala berê pêşkêşî wî bike û wan zanyariyan herî kêm salê carekê nû bike û dema ku guhertinek çêbibe  ew zanyariyên berê çewt dibin

sêyem: ji saziyên darayî re qedexe ye ku  berî ku zanyariyên ku li gorî bendên (yekemîn) û (duyem) li jor tê xwestin, bi her kesê xwezayî an qanûnî re ku parên hilgirê xwe diparêze an derdixe re, xerîdarê wan hebe an karsaziyekê bikin.

beşa çarem: komîteya bilind ya têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê

bend (25): avakirin û pêkhatina komîteyê

yek : li gorî birgeyên vê qanûnê, komîteyek li nivîsgeha dirav û dayîna a navendî  bi navê “komîteya bilind a têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê tê damezrandin ya ku xwediyê kesayetiya yasayî û berpirsiyariya darayî ya serbixwe be

 

duyem: komîte ji:

a- serokatiya hevbeş a nivîsgeha dirav û dayînan a navendî (serok)

b- rêveberê rêveberiya têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê (endam û cîgir)

t-nûnerê van saziyan dê ji nav dezgehên girêdayî wan were destnîşan kirin, da ku pileya yek ji wan ji cîgir an rêveberê dezgehekê ne kêmtir be.

d- encûmena dadweriya civakî

c- desteya darayî

h- desteya karên hundir

g- desteya karûbarên civakî û kar

d- desteya pîşesazî û bazirganî

i- desteya peywendiyan

t- rêveberiya giştî ya gumrikê

sê : komîte dikare bi biryara piraniya endamên xwe endamne din zêde bike.

çar : biryara avakirina komîtê û diyarkirina xelatên endamên wê bi biryara encûmena giştî derdikeve

pênc : dibe ku komîte alîkariyê ji pispor û teknîkyên ku guncav dibîne bixwaze.

bend 26 karên komîteyê

komîte di van mijaran de pispor e:

  1. – danîna pêşxistina stratejiyek ji bo rûbirûbûna tawanên sipîkirina pereyan û perepêdana terorê, bi hemahengiya ligel aliyên pispor û şopandina cîbicîkirina wê.
  2. – dabînkirina hebûna mekanîzmayên bibandor ji bo hevkarî û hemahengiya herêmî di navbera aliyên pispor de derbarê , pêşvebirin û pêkanîna siyaset û çalakiyên têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê, û perepêdana belavkirina çekên komkujî.
  1. – nirxandina metirsiyên sipîkirina pereyan û perepêdana terorê li ser asta rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê sûryeyê.
  1. – lêkolîn û şopandina pêşkeftinên neteweyî, herêmî û navneteweyî yên di warê têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan, perepêdana terorê , perepêdana belavkirina çekên komkujî de, û pêşniyarkirina guhertinên yasayî li gorî van pêşkeftinan.
  2. – pêşkêşkirina pêşniyarên di derbarê pêşdebirina rêwerz û kontrolên birêkûpêk ên ku ji hêla aliyên çavdêr ve têne derxistin.
  3. – nirxandina bandora sîstema têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê û çavdêriya cîbicîkirina sîyaset û biryarên komîteyê ji aliyên pispor ve.

7-hemahengiya digel dezgehên pêwendîdar bi rêkevtinên navnetewî, navçeyî û dualî yên girêdayî têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê û pêşniyarkirina mekanîzmayên pêwîst ji bo cîbicîkirina birgeyên van rêkeftinan.

  1. – amedekirina raporteke salane, ku tê de pêşkêşkirina xebatên komîteyê, pêşhatên navçeyî, herêmî û navnetewî yên di warê têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê de, û pêşniyarên wê derbarê aktîvkirina sîstemên çavdêr û birêkûpêkkirinê di nav deverên rêveberiya xweser de.
  2. – hemahengî ligel aliyên pispor di pêşxistina bernameyên hişyariya civakî û saziyan de, û perwerdekirina kadroyên ku di warê rûbirûbûna tawanên sipîkirina pereyan, perepêdana terorê û perepêdana belavkirina çekên komkujî de kar dikin.
  1. – hemahengî digel aliyên pispor ji bo pêşxistina siyasetên giştî û komkirina amaran di warê têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê, tawanên serekî û perepêdana terorê.
  2. – nûneratiya rêveberiya xweser di form û konferansên navnetewî yên têkildarî têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê de.
  3. hevrêzkirina hevkarîya herêmî û pevguhertina zanyariyan di navbera aliyên pispor de ji bo beşdarbûna di vegerandina dahatên tawanan de.
  4. destnîşankirina welatên ku bi metirsiya bilind têne dîtin û tedbîrên ku divê li hember wan bên girtin û aliyênên çavdêriyê berpirs in ji piştrastkirina pabendbûna saziyên darayî , nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertinê û pîşesaziyên destnîşankirî ji bo sepandina van tedbîran.
  5. her pisporiyên din ku bi biryara encûmena giştî hatine derxistin.

bend (27): rêziknameya navxwe ya komîteya bilind

nivîsgeha dirav û dayîna a navendî  dê lîsteyeke navxweyî deyne, ku tê de rêgezên mekanîzmaya xebata desteya bilind, rêgezên pêwîst ên pêkanîna erkên wê, dema endametiyê, mekanîzmayên guhertina endamên wê û demadirêjiya erkedarkirina wan. , bi merca ku ji hêla komîteya bilind ve bêne pejirandin.

beşa pêncem: aliyên çavdêriyê

bend 28: erkên aliyên çavdêriyê

aliyên çavdêr karê birêxistinkirin, şopandin û çavdêrîkirina saziyên darayî, nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertinê û pîşesaziyên diyarkirî digirin  ser xwe. her yek li gorî pisporî û desthilatên xwe û saziya ku di bin çavdêriya wê de ye, bi pêdiviyên ku li gorî birgeyên vê qanûnê û her rêzikname, biryar, belavok û rêwerzên têkildar hatine destnîşan kirin. divê ew bi taybetî  tiştên jêrîn bigirin

1- derxistina biryar û belavok û rêwerzên çavdêriyê di warê têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê bi hemahengî ligel nivîsgeha dirav û dayîna a navendî  û li gorî bendên vê qanûnê

2- sepandina tedbîrên pêwîst ji bo danîna pîvanên têrinde û guncav ku nehêle tawankar û hevkarên wan bibin xwedan pişkên mezin an kontrolê di saziyên darayî yên ku di bin çavdêriya wê de ne, yan jî bibin sûdmendên wan ên rastîn, û nehiştina endamtiya wan di desteya rêvebir de. an jî di encûmena rêvebir de cih digire. divê heman tedbîr ji bo saziyên darayî,nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertinê û pîşesaziyên destnîşankirî jî bêne girtin

3- rêxistkirin, şopandin û serpereştiya li ser pabendbûna  sazî û saziyên darayî , nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertinê û pîşesaziyên destnîşankirî , rêxistinên neqezenc û komeleyên ku di bin çavdêriya wan de ne, bi tedbîrên têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê, bi sepandina nêzîkatiyeke li ser bingeha metirsiyê. pêdivî ye ku ew di warê sipîkirina pereyan û perepêdana terorê û metirsiyên sektorê de nirxandin û têgihîştina metirsiyên saziyên birêkûpêk bike, û metirsiyên herêmî yên ku saziyên birêkûpêk bi wan re eleqedar in li ber çavan bigire.

4-  aliyên ku serperiştiya pîşesaziyên diyarkirî, rêxistinên ne-qezenc û komeleyan dikin dikarin li ser van saziyan kontrolên meydanî an çavdêriya nivîsgehê bikin da ku her belge, agahdarî an tomarên ku ji bo pêkanîna karên wan hewce ne binirxînin.

5. nirxandina metirsiyên saziyên darayî , nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertinê û pîşesaziyên destnîşankirî  yên girêdayî çavdêriya wan bi awayekî çerxane, û herwiha eger guhertinên girîng di rêvebirina her yek ji van sazî û dezgehan de yan jî di karên wan de çê bû .

6-hevkariya bi aliyên din ên pispor re, pêşkêşkirina alîkariyê di tedbîr û rêkarên komkirina delîlan, vekolînên dadwerî, an vekirina dozên têkildarî tawanên sipîkirina pereyan û perepêdana terorê û tawanên pêwendîdar, û pevguhertina agahiyan bi wan re

7-hevkarî bi rêveberiyê re di amedekirina pîvanên ku divê di raporkirina pêvajoyên  gumanbar de, li gorî pîvanên navneteweyî yên têkildar, werin şopandin, .

8-piştrast kirin ku dezgehên darayî yên di bin çavdêriya wê de ne, û şaxên wan li hundir û derveyî welêt, tedbîrên li gorî birgeyên vê qanûnê û her rêzikname, biryar, belavok û rêwerzên cîbicîkar ên têkildar ên ku ji aliyê  çavdêr ve hatine derxistin, werbigirin û bicîh bînin. ev jî li ser pargîdanî an şaxên ku bi saziyên darayî yên li derveyî welêt ve girêdayî ne  tê sepandin di rewşên ku tedbîrên bi vî rengî ku li welatê ku  mêvandar ji pargîdanî an şaxê re  têne sepandin kêmtir hişk in. bi awayekî ku ne li dijî qanûn û lîsteyên ku li vî welatî tên sepandin divê ew saziyên darayî yên ku di bin çavdêriya xwe de ne, mecbûr bike bi agehdarkirinê û  girtina tedbîrên yedek di rewşên ku  nikaribe tedbîrên guncav ji bo têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê pêkbîne di ronhiya  qanûn û rêzikên ku li welatê mêvandar tên sepandin,  her weha divê di derheqê saziya darayî de her tedbîrên çavdêriyê bigire ku ew di vî warî de erkên xwe pêk neyne, wek girtina pargîdanî an şaxê têkildar li welatê mêvandar

9-agehdarkirina rêveberiyê tavilê bi her pêvajoyên gumanbar bi sipîkirina pereyan û perepêdana terorê

10-hilgirtina serjimariyên bûyerên bi pêvajoyên sipîkirina pereyan yan jî perepêdana terorê û rêkar û tedbîrên ku derbarê wan de hatine girtin, ji bo cîbicîkirina birgeyên vê qanûnê .

11-destnîşankirina cûre û radeya rêkarên ku saziyên darayî û nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertinê û pîşesaziyên diyarkirî divê bigrin, yên di bin çavdêriya wê de li gor bend 7 ji vê qanûnê bi armanca rûbirûbûna metirsiyên sipîkirina pereyan û perepêdana terorê

bend (29): tedbîr û cezayên ku ji aliyê dezgehên çavdêrî ve tên girtin

ger saziyek darayî, nivîsgeh, pargîdaniyek danûstendinê an jî pîşeyek diyarkirî li gorî pêdiviyên ku di vê qanûnê de hatine destnîşan kirin û rêziknameyên rêveberiyê yên têkildar, biryar, belavok û rêwerzên têkildar tevnegere, aliyên çavdêriyê, her yek li gorî hêz û desthilatên xwe û saziya ku di bin çavdêriya wê de ye, divê yek an jî çend ji van tedbîr û cezayên jêrîn bide:

*    derxistina biryara pêşkêşkirina raporên çerxane û rêkûpêk bo çareserkirina binpêkirina diyarkirî

hişyarkirina nivîskî

*  rawestandina encûmena rêvebir,an girêdana desthilatên wan di nav de erkedarkirina rêveberiyeke demkî

*  qedexekirina neferan  ji bidestxistina kar di saktorên kar an pîşesaziyê

*  qedexekirina kiryarê binpêkirinê ji  karê di sektora têkildar de ta demeke ji aliyê çavdêr ve tê destnîşankirin

*  dûrxistin an daxwaza guhartina endamên encûmena rêvebir û endamên rêveberiya cîbicîkar û serpereşt

*  bi awayekî demkî rawestandin an sînordarkirina çalakiyek, kar an pîşeyekê.

*  vekişîna destûrdanê, rêdana pêkanîna çalakiyê, an jî qedexekirina berdewamkirina kar, pîşe an çalakiyê.

*  sepandina cezayê ne kêmtir ji sê hezar dolarên amerîkî û ne kêmtir ji deh hezar dolarên amerîkî ji bo her binpêkirinê. divê aliyê çavdêr tedbîr û cezayên ku di vî warî de distîne rêveberiyê agahdar bike

*  danîna bingehên pratîkên çavdêriyê yên ku bernameyên xerîdarê xwe nas bike bi rê ve dibin û bicîkirina tedbîr û rêkarên wan.

*  şopandina pabendbûna saziyên darayî , nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertinê û pîşesaziyên destnîşankirî  bi pêdivyên danûstandina bi kesên siyasî yên ku nûneretiya metirsiyan dikin, û pêşxistina sîstemên guncav ji bo rêvebirina metirsiyên bi wan re.

*  sînorkirina saziyên darayî,nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertinê û pîşesaziyên destnîşankirî ên ku ev rêzikname ne daniye û mecbûrkirina wan bi avêtina pêngavên lezgîn ji bo pabendbûn û şopandina wan di vê mijarê de  .

*  dayîna lênêrîn û girîngî ji bo piştrastkirin ji sepandina saziyên darayî û nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertinê û pîşesaziyên destnîşankirî di riya serdanên meydanî de

bend 30 rêkarên cîbicîkar

aliyê çavdêr ,her yek li gor pisporî û desthilata xwe û aliyê di bin kontirola wî de ,biryar ,belevok û rêwerzên rêxistner ji tedbîrên ku divê bên avêtin ji hêla saziyên darayî ,pargîdaniyên pevguhertinê û pîşesaziyên diyarkirî yên di bin çavdêriya wê de , derdixe , û ev yek ji bo alîkariya wê li ser danîna daxwazên diyarkirî bo sepandinê

beşa şeşan :  rêveberiya têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê

bend (31): avakirin û pêkhatina rêveberiyê

yekem:  di nav nivîsgeha dirav û dayîna a navendî de rêveberiyek bi navê “rêveberiya têkoşîna li  dijî  sipîkirina pereyan  û perepêdana terorê” tê avakirin.

duyem: ev rêveberî rola navenda sereke ya wergirtina raporên danûstandinên gumanbar û hemû zanyariyên din ên girêdayî bi sipîkirina pereyan, tawanên resen yên girêdayî wê û perepêdana terorê dilîze. dahûrandina wan û şandin bo aliyên pispor 

sêyem: sîstema kar a rêveberiyê bi biryara nivîsgeha dirav û dayîna a navendî  tê derxistin

benda (32) karên rêveberiyê

rêveberî  karên jêrîn dike:

1-pêşkêşkirina pêşniyaran derbarê daxwazên destûrdanê yên   hatine wergirtin ji rêveberiya destûrdanê  ji bo verastkirin ku navên navborî di bingeha daneyên wê de ne an yek ji lîsteyên cezayên herêmî û navneteweyî de ne

2- rêveberî dikare li gor piransîba danûstandin bi biramberetî , dane û zanyariyan bihevbughêre di dema pêwîst be bi her aliyekî biyanî hevta re

3- piştrast kirin ku saziyên darayî xwediyê sîstemên guncav in ji bo têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê.

4- amedekirina planeke lêgerînê ya giştalî di warê têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê de, bi berçavgirtina metirsiyên sipîkirina pereyan û perepêdana terorê, ji bo ku sazî û dezgehên darayî, nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertinê pabend bin bi rêgez û kontrolên têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan. û perepêdana terorê.

5-serdanên meydanî ji bo verastkirina asta pabendbûna dezgehên darayî, nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertinê bi rêkarên dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê yên ku di vê qanûnê û rêwerzên cîbicîkar de hatine diyarkirin

6-ragihandin bi sazî û dezgehên darayî, nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertinê re derbarê karê lêgerîna meydanî û nivîsgehî li ser wan, û di warê peydakirina tedbîrên rastkirinê yên ku divê ji bo çareserkirina kêmasî û kêmaniyan bên girtin û şopandina pêkanîna saziyên darayî. , nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertinê yên ku ketine ber lêgerîna plana çalakiyê ya ku bi mebesta çareserkirina kêmasî û qelsiyên wan e.

7-amedekirina rêwerzan ji bo pêvajoyên têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê û pêşkêşkirina wan ji bo nivîsgeha dirav û dayîna a navendî .

8-rêkxistina korsên rahênanê ji bo karkeran di sazî û dezgehên darayî,nivîsgehên pevguhertinê û pargîdaniyan de, û li her sazî û dezgehek ku di warê têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê de pispor be.

9-wergirtina raporên nirxandina metirsiya sipîkirina pereyan û perepêdana terorê ku salane ji aliyê dezgehên darayî, nivîsgeh û pargîdaniyan ve tên amedekirin û arşîvkirina wan.

10-hildana raboran di derbarê encamên kontrolkirina meydanî de ji cîgirê serokatiyê yê ji bo çavdêrî û rêziknameyê li nivîsgeha dirav û dayînan a navendî , di nav de pêşnîyarên ku li dijî saziyên ku li gorî rêwerz û rêkaran tevnagerin bên girtin.

11- danîna formên raporkirinê ji bo pêvajoyên ku gumana wan bi şûştina pereyan, perepêdana terorê, an nûneretiya dahatên tawanên bingehîn tê de hene, bi rengekî ku hemî daneyên ku alîkariya rêvebiriyê dikin ku karê berhevkirina agahdarî, dahûrandin û tomarkirina di daneyan de pêk bîne, dihewîne

12-derxistina rêwerzên pêwîst ji bo zelalkirina tedbîr û rêkarên ku di dema radestkirina raporê û forma ku tê de tê pêşkêşkirin û amedekirina forma raporê.

13-wergirtin û dahûrandina raporên ku ji saziyên darayî û nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertin û pîşesaziyên diyarkirî, daxwazên alîkariyê, û eşkerekirina otomatîkî yên ku ji dezgehên rêkûpêk û çavdêriyê, dezgehên herêmî û yekîneyên berhevkirina zanyariyên darayî li welatên din hatine wergirtin, derbarê pêvajoyên ku guman tê kirin bi sipîkirina pereyan an tawanên perepêdana terorê ve girêdayî ne, an yek ji tawanên serekî yên ku bi wan ve girêdayî ne, û raporkirina encamên vekolîna raporan ji aliyên peywendîdar re ji bo dema ku pêdivî hebe.

14-agahdarkirina dozgeriya giştî ji encamên dahûrandina raporan, dema ku nîşanên ji dil yên hebûna gumana sipîkirina pereyan, perepêdana terorê, an yek ji tawanên ku pê re têkildar in hebin, bi merca ku zanyariyên pêwîst û  burhan li ser wê hebin  û agahdarkirina aliyên peywendîdar derbarê vê yekê dema ku pêwîst be

15-daxwaza agahiyên pêvek ji aliyên jêrîn  derbarê raporên dema ku ew ji bo pêkanîna karê xwe kêrhatî dibîne an jî li ser daxwazek ku ji yekîneyên zanyariyên darayî yên li welatên din werdigire, :

– aliyên çavdêrî û serpereştiyê.

her desteyên din.

16-wergirtina agahiyên cemidandina pere û mal û milk ji saziyên darayî,nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertinê û pîşesaziyên destnîşankirî ên kes û dezgehên ku navên wan di lîsteyên netewên yekgirtî de ne û agehdarkirina aliyên pispor bi vê yekê

17-wergirtina formên eşkerekirinê ji rêveberiya gumrikê derbarê veguhestina pereyan , kanzayên nirixdar, amûrên darayî yên gengazî danûstandinê di riya sînor û dergehên ku sînorên destûrdar derbas dikin li gor rêwerz û biryarên cîbicîkar , dahûrandin û hilgirtina wan di bingehên daneyên rêveberiyê ji bo girtina tiştên pêwîst derbarê wê

18- pêşkêşkirina pêşniyazekê  ji serokatiya hevbeş a nivîsgeha dirav û dayînan a navendî re  ji bo xwestin ji dozgeriya giştî bi cemidandin an desteserkirina dirav û mal û milkan (bi demkî ji bo heyama şeş mehan, dikare salek an bi rengekî mayînde  li gorî biryara rêveberiyê were dirêj kirin) . yên ser bi navên ku tê guman kirin ku di pêvajoyên sipîkirina pereyan an perepêdana terorê de kiryarin

19-pêşniyazkirin li ser serokatiya hevbeş a nivîsgeha dirav û dayînan a navendî  ku  ji saziyên darayî û nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertin û pîşesaziyên diyarkirî ên pêwendîdar bê xwestin , ku cîbicîkirina danûstendinên darayî an kar û barên darayî ji bo heyamekê ku ji heft rojên xebatê ne zêdetir be, rawestînin. di rewşa tirsa qaçaxçîtiya dahatan de an ziyan li pêşveçûna dahûrandinê

 20- pevguhartina agahiyan bi yekeyên agahdariya darayî yên li welatên din re, dema ku ew pabend bin bi bingehên nehêniyê û bi merca danûstandin bi wekhevî û bikaranîna wan agahiyan ji bo mebestên têkildarî têkoşîna li dijî şûştina pereyan an perepêdana terorê û bi merca bidestxistina erêkirinê, ji saziyên ku ew zanyariyan pêşkêş dikin.

21-serlêdana komîteya bilind a têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê û aliyên kontrol û çavdêriyê yên destnîşankirî derbarê her binpêkirinek bi birgeyên qanûnê yên ku ji aliyê saziyên darayî û nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertin û pîşesaziyên diyarkirî ve derdikevin û yên ku di bin birgeyên  qanûna têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê de ne.

22-belavkirina raporên salane li ser çalakiyên xwe , bi taybetî daneyên serjmarî û lêkolînên dahûrandinê di warê têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan û perepêdana terorê de .

23-wajokirina peymanên lihevkirinê bi erêkirina encûmena rêvebir a nivîsgeha dirav û dayînan a navendî , bi yekeyên zanyariyên darayî an jî desteyên herêmî an navneteweyî yên ku erkên mîna hev dikin û di warê nehênîtiyê de di bin berpirsiyariyên wekhev de ne,  ji bo vê jî dibe ku tevlî rêxistinên herêmî, navçeyî û navneteweyî bibe û karên xwe hêsan bike û li gorî qanûnê bixebite. 

24-beşdarbûna di semîner, komxebat, konfêrans û civînên navneteweyî û herêmî yên girêdayî pisporiya wê

25-cîbicîkirina biryarên encumena ewlekariyê yên derbarê sizayên darayî yên armanckirî ku bi rêya dezgeha têkiliyên derve hatine wergirtin

26-her kar an pisporên din ên ku di yasaya dijî sipîkirina pereyan û  perepêdana terorê de hatine destnîşan kirin.

 bend (33) bidestxistina zaniyariyan ji hêla rêveberiyê

1-rêveberî  dikare her zanyariyên ku ji bo pêkanîna erkên xwe pêwîst dibîne, çi di destê saziyên darayî, nivîsgeh û pargîdanî, pîşesaziyên diyarkirî, an rêxistinên neqezenc be, bi riya dezgehên birêkûpêk ên ku çavdêriya van aliyan dikin, her yek di warê xwe de, werbigire

2-desthilatdariya rêveberiyê heye ku zanyariyên zêde yên ku ji bo pêkanîna erkên xwe pêwîst dibîne, ji her sazî an kesê ku li gorî benda (17) erkê raporê ye werbigire, û divê zanyariyên pêwîst di heyama ku ji hêla rêveberyê ve hatî destnîşan kirin de were berdest kirin. , û bi awayê ku ew destnîşan dik

3-rêveberî  dikare her agahiyek darayî, rêveberî, bacê, an sûcê ji aliyên pispor û aliyên din ên ku ji bo pêkanîna erkên xwe pêwîst dibîne bixwaze. divê ev alî û dezgeh di heyama ku rêveberî  diyar kiriye û bi rengê ku ji aliyê wê ve hatiye diyarkirin de agahiyên pêwîst bidin

4-dema ku ji rêveberiyê re were çespandin ku yek ji saziyên darayî, nivîsgeh û pargîdanî û pîşesaziyên diyarkirî li gorî birgeyên vê qanûnê tevnegeriyane,  divê aliyê çavdêr ê têkildar bê agahdar kirin

bend (34) bikaranîna rêveberiyê ji zanyariyan re

dane û zanyariyên ku ji rêveberiyê re têne dayîn ji bo mebestên têkoşîna li dijî sipîkirina pereyan, perepêdana terorê, û sûcên ku bi wan re têkildar in dikarin werin bikar anîn û nabe ku ji aliyekî din re were eşkere kirin an jî ji bo mebestên lêpirsînê bên bikaranîn  an îdakirin bêyî pejirandina yekîneya zanyariyên darayî ya ku zanyariyan    pêşkêş dike

bend (35): parêzbendî û nehênîbûna agahiyan

yekem: rêveberê rêveberiyê, karmendên wê û her kesê ku jê re kar dike, neçar in ku nehêniya her zanyariyek ku di çarçoveya karê xwe de bi dest dixin, biparêzin û ji bo mebestên ji bilî yên ku di vê qanûnê de hatine destnîşan kirin, bikar neynin. her çend karê van kesan di rêveberiyê de biqede jî ev erk di cîh de dimîne

duyem : nabe ku doza twanbar bê hildan an tu rêkar bêne girtin ji rêkarên lêkolînê di tawana ku karmendên rêveberiyê tên tometbarkirin derbarê erkên karên wan  bêyî birina rêdanê ji encûmena rêvebir ya nivîsgeha dirav û dayînan a navendî

beşa heft: daxuyaniya dirav û amûrên danûstandinê li pêşberî gumrikê

bend (36): daxuyaniya li pêş gumrikê

yekem /her kesê ku derbasî nav xaka rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê sûryeyê dibe an jê derdikeve û dirav û amûrên danûstandinê li cem wan hebin an jî ji bo veguhestina wan di nav rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê sûryeyê de bi rêya kesekî, xizmeta postê an xizmeta barkirinê re amede dike, an bi her rêbazeke ku bi qasî an sînorê ku ji hêla rêwerzên derketî derbas dike li gor qanûnên cîbicîkar,divê ji rêveberiya gumrikê re eşkere bike nirxê wan pereyan an amûrên gengazî danûstandinê ji bo hilgir

duyem: rêvebiriya gumrikê dikare ji veguhêzeran  agahiyên  derbarê bingeha ev diravan an amûrên gengazî  danûstandinê yên hilgir û armancên bikaranîna wan bixwaze

sêyem: ev agahî tevî forma daxuyaniyê ji rêveberiyê re tê şandin  ya ku van agahiyan di bingeha daneyên xwe de navnîşe dike

bend (37): nehênîbûna zanyariyên mijara daxuyaniyê

karmendên gumrikê pabendin ku nehênîtiya zanyariyên ku di çarçoveya xebata xwe de bi dest dixin, piştî bidawîbûna xizmeta xwe jî biparêzin. dibe ku ev agahdarî tenê ji bo armancên ku di vê qanûnê de hatine destnîşan kirin were bikar anîn.

bend (38): hevkariya rêveberiya giştî ya gumrikê

rêvebiriya giştî ya gumrikê divê di derbarê mijarên ku di vê beşê de hatine navnîş kirin, û her weha zanyariyên têkildarî vedîtina tevgera neasayî ji bo veguhestina diravan di deriyên gumrikê re, li ser asta herêmî û navneteweyî bi aliyên pispor re hevkariyê bike.

beşa heştan :  siza

bend (39): birgeyên giştî derbarê sizayan

bêyî xerabkirina  her cezayeke girantir ku di qanûnek din de hatine destnîşankirin, sûcên li gorî vê qanûnê bi cezayên ku di bendên jêrîn ên vê beşê de hatine destnîşankirin têne ceza kirin, hevkarê her yek ji van tawanan dê bi heman cezayê ku kiryar kiriye were cezakirin û di hemû rewşan de pere û amûrên hatine desteserkirin jî dê bi cezayê sûcê temamkirî were ceza kirin

bend (40): cezayê sipîkirina pereyan

tawanên sipîkirina pereyan, di bend (2) ya vê qanûnê de, bi girtingehê ji heft salan ne zêdetir û bi cezayê pereyan ji (20.000) bîst hezar

 dolarê amerîkî ne kêmtir  û ji (40.000) çil  hezar dolarên amerîkî ne zêdetir, tên cezakirin

bend (41): cezayê perepêdana terorê û perepêdana belavkirina çekan

tawanên perepêdana terorê û perepêdana belavkirina çekan di bendên (3) û (4) yên vê qanûnê de, bi cezayê girtîgehê ji deh salan ne zêdetir û cezayê ducarî nirxê mal û milkên guhêzbar û neguhêzbar tên cezakirin

bend (42): cezayên  tawanên  ser bi sipîkirina pereyan

yekem: kesê ku bi qest yan bi xemsarî yek ji van kiryaran pêk bîne, bi tawana sipîkirina pereyan tê nasîn û bi cezayê pere ne kêmtir ji (15.000) û ne ji (20.000) zêdetir an jî bi cezayê girtîgehê  ne zêdetir ji 3 salan tê cezakirin, an jî bi herdu cezayan her kesê ku yek ji van kiryarên jêrîn bi mebest an bi xemsarîyek mezin bike:

1-avakirina saziyek darayî nivîsgeh an jî pargîdaniya pevguhertina şêl û gerîmane li rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê sûryeyê de . 

  1. – ketin an berdewamkirina têkiliyek karsaziyê bi:
  • saziyek darayî , yan nivîsgeh an pargîdaniyeke pevguhertinê şêl û gerîmane.
  • saziyên darayî yên peywendîdar li welatekî biyanî ku destûrê dide ku hesabên wê ji hêla saziyên şêl û gerîmane werin bikar anîn.

3-ne hilgirtina zanyariyên têrinde, rast û nûjenkirî derbarê sûdmendên rast û avahiya kontrolê ya kesên yasayî li gorî bendên (8, 10 û 13).

  1. -ne girtina tedbîrên lênêrîna pêdivî biramber xerîdar û rêvebirina metirsiyên ku li gorî bendên (7, 8 û 11) tên xwestin.
  2. -negirtina tedbîrên girêdayî bankên peyamnêr ên ku li gor benda (14) pêwîst in.
  3. -ne hilgirtina tomarên ku li gorî bendên (8 û 18) hewce ne, yan redkirina radestkirina wan an mezaxtin, an rakirina wan
  4. -ne cîbicîkirina bernameyên kontrolkirina navxweyî yên ku li gor bendê 21ê pêwîst in.
  5. -ne berdestbûna agahdarî an tomaran an ne dabînkirina derbasbûna bi lez bo wan dema ku ji hêla dadwerî an çavdêr an ji hêla cîbcîkerên qanûnî  , rêveberî, an dezgehên din ên pispor ve li gorî bendên 20, 33 û 53 tên xwestin.
  6. -ne bicîkirina tedbîrên ku tên xwestin li gor benda 12.

bend (43): tundkirina sizayan

cezayên ku di bendên borî de hatine destnîşan kirin du qat zêde dibin:

  1. heger ku sûcdar sûc kiribe, bi rêya grûpeke sûcdar rêxistinkirî, yan jî bi rêya rêxistineke terorîst.
  • heger sûcdar bi berhemhênana desthilat an bandora xwe, bi riya saziyek darayî, rêxistinek neqezenc, an bi piraktîzkirina karekî di saziyên darayî û nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertin û pîşesaziyên diyarkirî de, an jî sûdwergirtina ji şiyanên ku jê re hatine dayîn, sûc kir,
  • di rewşa dubarekirinê de

bend (44) sizaya şopegeriyê 

dadgeh dikare bi awayekî mayînde yan jî demkî rê li kesê ku bi yek ji tawanên ku di vê qanûnê de hatine destnîşan kirin, ji kirina her kar, pîşe, an jî karekî ku wî ji bo kirina tawanê sûd wergirtiye, bigre.

bend (46): cezaya  eşkerekirina zanyariyan 

her kesê ku erka parastina nehênîtiya zanyariyan ku di bendên 18, 35 û 37 ên vê qanûnê de hatine diyarkirin binpê bike, bi girtingehê ji şeş mehan û ne kêmtir ji (15.000) dolarên amerîkî cezayê pere tê cezakirin. û ne bêtir ji (20,000) dolarên amerîkî, an yek ji van her du cezayan.

bend (47): berpirsiyariya tawanî ya kesekê yasayî

kesê yasayî ji sûcên ku di vê qanûnê de hatine destnîşan kirin berpirsiyar e eger  li ser navê wî, ji bo hesabê wî an bi yek ji navgînên wî ji hêla endamekî encûmena rêveberiya wî , rêveberî, nûneretî, karmend an beşdarên wî bêne kirin.

bend (48): ceza ji bo kesekî yasay 

yekem: her kesê qanûnî ku tawana sipîkirina pereyan yan jî perepêdana terorê bike, bi qasî nirxê pereyên ku di tawanê de cih digirin û ne kêmtir ji (25,000) dolarên amerîkî, dê were cezakirin.

duyem: her kesê yasayî ku yek ji tawanên din ên di vê qanûnê de pêk bîne, bi cezayê diravî ya ku di vê qanûnê de hatiye destnîşan kirin, bi zêdekirina sînorên wê du qatan tê cezakirin.

sêyem: dadgeh dikare biryarê bide ku kesê mafnas yê darizandî bi tevahî yan jî beşekî, bi awayekî mayînde yan demkî nehêle ku ew kar û xebatên xwe bidomîne. her weha dibe ku fermanê bide ku ew di bin çavdêriya dadwerî de were danîn an karsaziya wî were zelal kirin, di hemû rewşan de dadgeh biryara weşandina biryara darezandinê dide.

çar : sizakirina kesekî yasayî rê nade ku kesekî xwezayî bi tawanê were darizandin û bi cezayên ku di vê qanûnê de ji bo wî hatiye destnîşankirin.

bend (49): ketina karekî bê destûrdan

her kesê ku karê saziyeke darayî, û nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertin û pîşesaziyên diyarkirî ya ku di benda (1) ya qanûnê de hatî destnîşan kirin, bike, bi cezayê girtîgehê ji bo heyama salekê û cezayê pere yê ne kêmtir ji . 20,000) bîst hezar dolarên amerîkî, bêyî qeydkirina berê ji aliyê çavdêr û pispor. 

bend (50): destûrdayîna eşkerekirina nehêniyên pîşesazî yan bankî

yekem: nayê pirsîn ji hêla sivîl, tawanî û rêveberî ve kesê ku bi dilpakî her kiryareke gumanbar li gor birgeyên vê qanûnê pêşkêşbike, yan jî agahdarî yan daneyekê di derbarê wan de bide, her çendî pêwîstiyan binpê bike jî, .

duyem: heman biryar ji bo rêvebir , karmend , xebatkarên saziyên darayî û nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertin û pîşesaziyên diyarkirî de tê sepandin, eger li gorî birgeyên vê qanûnê bi dilpakî ​​raportên karên gumanbar pêşkêş bikin. 

bend (51): efûkirina ji ceza yan jî rawestandina cîbicîkirina wê

bêyî binpêkirina benda (58), dadgeh dikare:

  1. efûkirinakirina tawanbarê sûcên şûştina pereyan an jî perepêdana terorê ji cezayên zîndanê û cezayê diravdanê ku di vê qanûnê de hatine diyar kirin, yan jî sivikkirina wan, eger ew destpêşxeriyê bike ji bo agahdarkirina aliyên pispor derbarê tawanê û kesên din ku têde beşdarin, berî ku haya aliyên pispor jê hebe.

     2-biryara rawestandina cîbicîkirina ceza, eger ev agahdarî piştî ku haya aliyên pispor ji tawanê û kesên têde hebe û ragihandin bibe sedema alîkarîya girtina tawanbarên mayî, yan jî desteserkirina navgîn û dahatên sûcdariyê  .

bend (52): bidestxistina dane û zanyariyan

serdozgeriya giştî, an kesê ku nûneratiya wê dike, dikare fermanê bide bi bidestxistina her agahdarî an daneya têkildar bi hesab an siparte, an her pere an danûstendinên din li cem saziyên darayî, nivîsgehên pevguhertinê û pargîdanî, rêxistinên ne-qezenc, an pîşesaziyên destnîşankirî bi awayekî dikaribe rastiyên girêdayî yek ji tawanên ku di vê qanûnê de hatine diyarkirin

aşkerekirina.

bend (53):kontrol û mîhengkirina gotar û belavokan û şopandin û tomarkirina peywendiyan

 yekem: serdozgeriya giştî yan jî her kesê ku ew erkdar dike dikare biryara desteserkirina her cure gotar, heyberên çapkirî, sindoqên poste û birûsknamey bide, çavdêriya hemû rêyên ragihandinê bike û her kar û çalakiyên ku li cihên giştî û taybet têne kirin tomar bike. alîkariya eşkerekirina rastiyên ku bi yek ji sûcên ku di vê qanûnê de hatine destnîşan kirin eşkere bike.

duyem: fermana mîhengkirin, çavdêrîkirin an tomarkirin divê guncav be û ji bo heyama ku ji nod rojan ne zêdetir be ev dem bi biryara dadgeha pispor gengaze bê dirêjkirin.

bend (54): bilokkirina pereyan û rawestandina danûstandinan ji aliyê nivîsgehê ve

yekem: nivîsgeha dirav û dayîna a navendî  dikare daxwaz ji sazî û saziyên darayî û nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertin û pîşesaziyên diyarkirî yên pêwendîdar bike ku cîbicîkirina karê darayî rawestînin ji heft rojên xebatê ne zêdetir di rewşa tirsa qaçaxçîtiya dahatan an ziyan dayîna karê dahûrandinê ,li ser bingeha pêşniyaza rêveberiyê

duyem: nivîsgeha dirav û dayîna a navendî dikare ji dozgeriya giştî re pêşniyar bike ku pere û mal û milk bi awayekî demkî ji bo heyama şeş mehan, gengazî dirêjkirinê bo salekê an jî gengazî nûkirinê, yên ser bi navên ku gumana wan heye di pêvajoyên sipîkirina pereyan an jî perepêdana terorê de, desteserbikin an blokbikin .

bend (55): bilokkirin û desteserkirina pereyan ji aliyê dozgeriya giştî ve

yekem: serdozgeriya giştî yan jî her kesê ku ew destnîşan dike, dikare biryara girtina tedbîrên xweragirtinê bide bo cemidandin an desteserkirina pereyên ku gumana wan bi sipîkirina pereyan, tawanên bingehîn, an perepêdana terorê û her mal û milkê bi heman nirxî heye, bêyî xerabkirina mafên kesên din, eger pere li yek ji sazî an nivîsgehên darayî  û pargîdaniyên danûstendinê bin, divê nivîsgeha dirav û dayînan a navendî biryara desteserkirinê agahdar bike, û aliyên têkildar dikarin gilî li dadgehê bikin. di nava 30 rojan de ji roja cîbicîkirina fermanê, û biryara dadgehê di vî warî de dê bi dawî be.

bend (56): desteserkirin ji aliyê rêveberiya gumrikê ve                                                                                                 

yekem: di rewşa gumana bi sipîkirina pereyan, tawanek bingehîn, perepêdana terorê, yan jî di rewşa ne daxuyakirin yan jî daxuyakirina derewîn li gorî bend (45) hatiye diyarkirin, divê rêveberiya gumrikê ji bo heyamekê dest deyne ser dirav û amûrên danûstandinê yên hilgirê, bo demeke ne zêdetir ji (45) rojan û agehdarkirina rêveberiyê tavilê  .

duyem: serdozgeriya giştî li ser daxwaza nivîsgeha dirav û dayînan a navendî dikare heyama binçavkirinê bo heyamek bi vî rengî dirêj bike. 

bend (57): rêvebirin û firotina pereyên desteserkirî û girtî 

yek : karê beşa desteserkirinê ya desteya darayî bi rêvebirina pereyên desteserkirî û girtî û komkirin û tomarkirina hemî daneyên têkildarî wan pereyan û tedbîr û rêkarên derbarê wan de ye.

duyem: bi rêdana dadgeha pispor, firotina mal û milkê ku nirxê wan di encama rêvebirinê de kêm dibe, an jî lêçûna parastina wê mezin e û ne li gorî nirxê wê ye, di vê rewşê de, desteserkirin li ser nirxê firotinê dimîne  . 

bend (58): desteserkirin

yekem: bêyî xerabkirina mafên aliyên ne dilpak, eger tawanbar bi tawanek bingehîn, tawanek sipîkirina pereyan, an tawanek perepêdana terorê were dad kirin, divê dadgeh ji bilî cezayên resen, biryara desteserkirina jêrîn:

  1. 1. dahatên tawanan, û her pere û milkê ku bi wan re têkeldar, ji wan hatî, an jî bi wan re hatî guhertin.
  2. 2. pereyên ku mijara sûc an jî rêyên kirina wê pêk tînin                                                                                                  

duyem: dadgeh dê biryara desteserkirina hevsengê nirxê pereyên ku di xala berê de hatine destnîşan kirin bide, eger nekare bigihîje wan pereyên ku divê bên desteser kirin, an jî eger bi dilxpakî ​​​​ji bo kesên sêyem werin şandin, li gorî nirxa wan, an jî eger ji ber sedemekê pere neyên girtin 

sêyem:  eger hat çespandin ku tawan bêyî biryarek ku sûcdar mehkûm bike, ji ber mirina sûcdar, bidawîbûna dosyaya tawanan an jî ji ber sedemek din, pêk hatiye, divê dozgeriya giştî ew kaxiz bişîne dadgeha pispor , dadgeh biryara desteserkirinê bide , eger delîlên wê bes bin, ji ber ku ew di nav pereyên ku divê bêne desteserkirin û di xala yekem a vê  bendê de hatine destnîşan kirin.

bend (59): betalketina kiryarên bê pesendkirina qanûnî

bêyî binpêkirina mafê aliyên sêyemîn ên bi dilpakî, mafê dadgehê  heye ku her peyman, girêbest an kiryarek ku tê çespandin armanc  pêşîgirtina li desteserkirina pereyên ku di benda berê de hatine destnîşan kirin betal bike.

bend 60 çarenûsa pereyên desteserkirî bo gencîneya giştî

pereyên ku li gorî birgeyên vê qanûnê hatine desteserkirin, ji xezîneya giştî ya rêveberiya xweser re têne şandin.

beşa dehem: cezayên darayî yên armanckirî

bend (61): cîbicîkirina cezayên darayî yên armanckirî

yek :  nivîsgeha dirav û dayîna a navendî  berpirsê cîbicîkirina biryarên encumena ewlekariyê yên ku ji aliyê dezgeha pêwendiyên derve ve hatine wergirtin.

duyem: nivîsîngeh lîsteyek herêmî derdixe ku tê de navên wan kesên ku di tawanên perepêdana terorê de cih digirin, bi nav dike.

a-. kes, kom û pêkhateyên ku sedemên hişdar derbarê wan de hene ku guman bê kirin  ku wan kiriye,  an hewl dane ku , beşdarî an hêsankirina pêkanîna kiryarek terorîstî bibin an li ser navê an li ser rêberiya kesek navnîşkirî tevdigerin

b-her dezgehek ku derbarê wan de sedemên guncav ên gumanê hene,

ku ew milk an kontrol kirî ne, bi rengekî rasterast an nerasterast, ji hêla kesekî, komekê an saziyeke ku di xala a ya jorîn de hatî ziman

sêyem: nivîsgeha dirav û dayînan a navendî dikare daxwaznameyên binavkirinê yên ku ji her çavkaniyekê hatine wergirtin binhêre, da ku  daxwazên  ji aliyên çavdêr  an ji welatên din hatine wergirtin, di nav de be .

çarem:  mafê  nivîsgeha dirav û dayîna a navendî  heye ku   agahiyan  ji her aliyekî pispor an ji dezgehên din kom û daxwaz bike ji bo destnîşankirina ka kesek, kom an saziyek divê di lîsteya herêmî de were nav kirin

pênc : nivîsgeha dirav û dayînan a navendî  divê hemû saziyên darayî,nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertinê û pîşesaziyên destnîşankirî ji biryara xwe ya li ser binavkirina kes, girûp û saziyan bê paşxistin agahdar bike.

şeşem: divê her kes hemû pere û çavkaniyên aborî yên her yek ji wan aliyên li jêr bicemidîne, çi bi tevahî di destê wan de bin, çi bi hev re li gel aliyekî din bin, çi di destê wan de bin û çi di bin destê wan de bin, rasterast an nerasterast, bê derengî an agahdarkirina pêşîn

  1. Her kes, kom an saziyek ku ji hêla nivîsgehê ve di bin benda Duyemîn de hatî nav kirin an ku li ser navê wî an di bin rêveberiya wî de kar dike an ku milkê wî ye an di bin kontrola wî de ye, rasterast an nerasterast.
  2. Her kes, kom an saziyek ku ji hêla Komîteya Sizayan a Neteweyên Yekbûyî ve hatî destnîşan kirin an li ser navê wê, di bin rêberiya wê de tevdigere, an ku rasterast an nerasterast ji hêla Komîteya Sizayan a Neteweyên Yekbûyî ve xwediyê wê ye an tê kontrol kirin.

heft :divê her kesek ji roja girtina tedbîra cemidandinê di heyama sê rojan de nivîsgeha dirav û dayînan a navendî agahdar bike.

heşt: ji hemû kesan re qedexe ye ku bi awayekî rasterast an nerasterast, bi tevahî an bihevparî , sûdê ji pere, samanên din, çavkaniyên aborî û darayî, an jî xizmetguzariyên din ên pê re têkildar werbigrin ji bo her kesê ku li jêr hatine destnîşan kirin, bêyî erêkirina nivîsgeha dirav û dayînan a navendî, an ger ew bi rengekî din li gorî biryarên encumena ewlekariyê ya neteweyên yekbûyî û rêziknameyên ku li gorî xala 10 ya jêrîn hatine weşandin werin agahdar kirin:

  1. kî di xala 6 (a) û (b) ya jorîn de hatî destnîşan kirin.
  2. tiştê ku di xala 6 (a) û (b) ya jorîn de hatî destnîşan kirin, rasterast an nerasterast, milk an kontrol kirin.
  3. yê ku ji bo, li ser navê, an di bin rêwerzên kesekî ku di xala 6 (a) û (b) ya jorîn de hatî destnîşan kirin, dixebite.

neh :kesê ku bi dilpakî, cemidandinê li gorî birgeyên xala şeşan pêk bîne an tiştên ku di xala heftan de li jorê hatine destnîşankirin bi cih bîne, jê nayê pirsîn ji alî sivîl , tawanî û rêveberî.

dehem: nivîsgeha dirav û dayînan a navendî ji bo cîbicîkirina birgeyên vê bendê rêziknameyekê derdixe.

bend (62): sizaya ne pabendbûna bi birgeyên têkildarî sepandina biryarên encûmena ewlekariyê û cezayên navnetewî.

yekem: her kesê ku bi qestî yan bi sedema xemsariya giran, xalên  şeş û heşt yên benda perê û benda (5) binpê bike, dê bi cezayê pereyan ji (40.000) dolarê amerîkî û ne zêdetir ji (60,000) dolarên amerîkî,  were cezakirin an jî bi zîndanê ji bo maweyeke ku ji pênc salan ne zêdetir an bi ev her du cezayan

duyem: her kesê ku bi qestî yan bi sedema xemsariyê xwe ji cîbicîkirina birgeyên xala heftê ya benda berê dûr bixe, bi cezayê pereyan ji (25.000) dolarê amerîkî  ne kêmtir û  ji (50.000) dolarên amerîkî ne zêdetir  tê cezakirin. .

sêyem: sepandina her du xalên berê rê nade sepandina birgeyên benda (29) ya vê qanûnê li ser Saziyên darayî , nivîsgeh û pargîdaniyên pevguhertinê û pîşesaziyên destnîşankirî dema ku ew birgeyên ku di lîsteya ku li gorî xala 10 ya benda berê hatine derxistin binpê bike

 

beşa yazdeh: serbestkirina hesaban

bend (63): serbestkirina hesaban û rakirina desteserkirinan

 

yekem: eger serdozgeriya giştî biryara rawestindina dozê bide yan rêgirtina li dadgehkirina navên ku bi tawanên sipîkirina pereyan û perepêdana terorê hatine girtin û biryara serbestberdana hesabên kesên pêwendîdar û rakirina desteserkirina li ser pere û milkên wan bide, nivîsgeha dirav û dayînan a navendî dê ji van rêkaran were agahdar kirin da ku wan bigihîne saziyên darayî, nivîsgeh û pargîdaniyên diyarkirî.

 

 

duyem: eger bêsûckirina navên ku di tawanên şûştina pereyan û perepêdana terorê de ji aliyê dadgehê ve biryara dawî û bi dumahî hate  dayîn,  ji dezgeha navendî ya dirav û dayînan re tê ragihandin  di riya dozgeriya giştî  bi biryarên serbestkirina hesabên kesên destnîşankirî û herwesa rakirina desteserkirina li ser pere û mal û milkên wan  da ku bê giştîkirin li ser dezgehên darayî, nivîsgehên pevguhertinê, û pîşesaziyên diyarkirî

 

beşa diwanzdeh: birgeyên dawî

 

bend (64): derxistina rêwerzên cîbicîkirina vê qanûnê

 

nivîsgeha dirav û dayîna a navendî ji bo cîbicîkirina birgeyên vê qanûnê rêwerzên pêwîst ên cîbicîkar derdixe.

 

 bend (65)

ev qanûn ji roja derxistina wê ji aliyê encûmena giştî ve dê bikeve cîbicîkirinê.

 

ji bo daxistinê klîk ji vê derê 

Comments are disabled.